1. Tekst

  2. Gotar

  3. Xerzî Xerzan
  4. Sûrên Farqînê
Sûrên Farqînê,sûrên,farqînê

Sûrên Farqînê

Farqînê an jî ya rasttir Silîvan, ji demên neolîtîk ve, ji ber ku li nêzî ava Batmanê û Tîjleyê cih digire, ciheke şaristanîyê ya mirovahîyê ye

A+ A-

 

 

 

Farqînê an jî ya rasttir Silîvan, ji demên neolîtîk ve, ji ber ku li nêzî ava Batmanê û Tîjleyê cih digire, ciheke şaristanîyê ya mirovahîyê ye.

 

Ji peykerên (tabletên) sûmerî heta yên Asûrî em tê digihîjin ku derûdora herêma Silîvan, li gel Amedê(Amîda) û Xerzan (Arzanane) û bi hev re hatîye nivîsin. Û ev her sê heremana, an ku qeraxên Tîjle û şaxên wê, ji demên nayên zanîn heta dema me cihekî kevnar ê mirovahîyê ye. Divê mirov ev her sê herêm bi hev re binirxîne, ji lew re girêdahîyê hev in û gelê wan jî yek e. Sûmerî wan weke XOR - RÎ, KUR -TÎ û KAR-DA bi nav kirîye. Welatê wan re jî gotîye: KARDAKA. Asûrî jî wan re gotîye "KAR-DU û welatê wan jî wek BET-KARDU (Mala Kardan) bi nav kirîye. Sûrên Amedê anegorî nêrîn û lêkolînên zanyarê Fransî Grousset, hê di dema Xorrîyan de an ku berê 5 hezar sal hatine avakirin. Û em baş dizanin ev daneyeke dîroka nivîskî ye. Ka berê de çend sal Xorrî li van deveran hikim kirîye ne diyar e. Û dîsa anegorî zanîna kevnare, Xorrî ji Amedê heta Rihayê û Hekarîya desthilatdar bûn. Cihekî mîna Silîvan kevnar, ne pêkan e ku bê keleh an jî bê parastin hiştibin. Mna Xerzan (Xerabajar a îroyîn).

 

Daneyên çavkanîyên kevnar, Sûrên Silîvan jî mîna yên Amedê hê di dema Xorrîyan de û ji hêla wan ve hatine lêkirin. Bermahîyên avahî û daneyên kevnar, ev têz piştrast dike. Dîsa Ibnul Ezrak ê Farqînî di pirtûka xwe a "Dîroka kurdên Merwanî" de destnîşan dike ku, ev sûr pir kevnar bûne lê Merwanî careka din û jinûve ew zexm û xurt kirine û hema bibêje jinûve ava kirine.

 

 Xerzî Xerzan


Gotinên miftehî :