1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. TAYBETMENDIYA KEVIRÊ KIR
TAYBETMENDIYA KEVIRÊ KIR,taybetmendiya,kevirê,kir

TAYBETMENDIYA KEVIRÊ KIR

Ev gotara li ber destê we, ji çavkaniyên dîrokî û berhevkariyan bêtir dê we bide fikrandin!

A+ A-

 

 

 Mordem Zel

 

 Bi xwendina vê gotarê, dibe ku hin tişt di serê we de zelal bibin û we bigînin hin rastiyan.

 

Mijara ez ê pê behsbikim, têkildariya kevira Kir, Kirs, Kils an jî Qels û navên hin bajar û herêmên Kurdistanê ye..

 

Her çiqas di derbarê dîroka navê hin bajarên Kurdistanê de çavkaniyên zelal tune bin jî, mirov dikare bêje navê war û wargehên Kurdistanê, dem bi dem ji aliyê serdest û dagirkeran ve hatine guherandin.

 

Hin nav jî hene li gor devokên herêmî bi demê re hatine guhertin û ji wateya xwe hatine dûrxistin bêwate bûn e.

 

Mînaka herî berbiçav navê bajarê Amedê, Dîyarbakir e.

 

Di dîrokê de, navê bajar bi dehan caran hatiye guherandin. Herî dawî ji aliyê dewleta tirk ve navê Dîyarbakir lê hatiye kirin.

 

Li gor çavkaniyên dîrokî, kevirên herî binke yên bedena Amedê (Sûr) beriya 9000 salan ji aliyê Hûriyan ve hatine lêkirin û piştre medeniyetên din lê zêde kirin e.

 

Sûr ango Bedena Diyarbekir di dinyayê de piştî Sedda Çînê, ya herî dirêj û saxlem e.

 

Wekî li jor min pê behs kir, di derbarê navê bajêr de gelek nav têne gotin lê ya herî balkêş navê Dîyarbakir e!

 

Gelo navê Amedê çawa bû Dîyarbakir û navê Dîyarbakir ji ku derket?

 

Wekî tê zanîn di serdemên borî de navê bajarê Amedê, cûda cûda hatiye bilêvkirin.

 

Di qevda xincera hukumdarê Asûriyan ê bi navê Adad-Nirayî de navê bajar weke Amîdî-Amedî hatiye nivîsandin.

 

Di serdema Împaratoriya Roma û Bîzansiyan de bi awayekî Amîd-O'mîd-Emîd-Amîde derbas dibe.

 

Bi boneya keleha Amedê bi kevirên bazalt ê reşik û nuxtomuxto hatiye çêkirin weke Amîda Qer (Kara Amîd) jî hatiye bilêvkirin.

 

Di dema desthilatdariya Ereban de navên "Diyār" (ديار) û Bekr " (بکر) weke "Diyâr-i Bekr" anîne ber hev. Piştre "Diyar-i bekr" ango "Diyarbekir"; heta dawiya serdema împaratoriya Osmaniyan wek navê herêmê hatiye bikaranîn.

 

Lê, piştî Diyarbekir di sala 1867'an de statuya eyaletê digire, navê navendî, yanî Amîd êdî zêde nayê bikaranîn û weke sencaxa navendî navê (Diyar-i Bekr) yanî Diyarbekir tê bikaranîn.

 

Ji herêma derê kelehê re "Derbikir" hatiye gotin. Yanî "herêma kevirên kir".

 

Herêma Amedê, herêmeke bi kevir e, piraniya van keviran cûreyên kevira kir in. Li hin herêmên din ji vê kevirê re weke kevira Qels-Kils-Kirs jî tê gotin.

 

Kevirek spigewr û sivik e. Di heman demê de kevirek nerm e û ji bo neqişkirinê jî guncan e.

 

Li ser bedena Amedê, gelek neqş û figurên serdemên berê hene. Ev neqş û fîgur bi taybet li ser vê kevirê hatine neqşkirin.

 

Amedî, ji keleha Amedê re bedena Diyarbekir dibêjin.

 

Dema bajarê Amedê, li nav bedenê (Sûr) bû, gundê Elîparê weke gund girêdayî nav Sûrê bû. Li vê derê dêrekî bi kevirên kirsî hatiye çêkirin hebû. Ji vê dêrê re Dêrbikir dihat gotin. Yanê Dêra bi kevirên kir hatiye çêkirin.

 

Der û herêm di heman wateyê de têne bikaranîn, weke mînak; Derekê bi kevir û herêmekê bi kevir heman tişt rave dikin. Yanî Der-bi-kir di wateya herêma kevirên kir de hatiye gotin. Ev jî îhtîmala ku Diyarbekir navê xwe ji vê kevirê û herêmê bigire zêde ye.

 

Têkildarî kevira "kir" navên hin şengeh û bajarên din jî hene. Weke nimûne, Kir-manşah, Kir-cews, Kir-boran, Kir-kûk û hwd.

 

Navê hin zaraveyên zimanê Kurdî jî têkildarî vê kevirê ne. Weke mînak; Kir-mancî, Kir-dasî, Kir-mançkî, Kir-dkî

 

Şe-kir, jî yek ji şîraniya ku navê xwe ji kevira kir digire. Ji xwe ev kevir bi xwe weke şekir qels e. Dişibe heriya dimsê.

 

Her weha farisî ji vê kevirê re Kirs, sumerî Gir, Îbranî Kir, Kurd jî Kils dibêjin.

 

Li her deverên Kurdistanê mirov rastî vê kevirê tê, lê bi taybet li herêma Amed, Mêrdîn û Botanê zêde ne.

 

Wekî min got, gelek bajar, navçe, gund û herêmên Kurdistanê hene bi îhtîmaleke mezin navê xwe ji vê kevirê girtin e.

 

Yek ji van bajaran, navçeya Mêrdînê Kirboran e. Pekî Kirboran tê çi wateyê?

 

Weke min got, Kir, cûreyekê kevirê ye. Boran jî, di wateya bihûrandinê yan jî derbasbûnê de tê bikaranîn.

 

Li ser rêyên karwanan derbasok ango neqebên borandinê yê bi kevir û zinar gelek in. Navçeya Kirboranê jî, li berpala neqebekî borandinê hatiye avakirin. Bi îhtîmalekî mezin Kirboranê, ji devê karwanan ma ye.

 

 

Wateya navê Kircewsê jî, nêzîkê wateya navê Kirboranê ye. Wekî min rave kir, Kir cûreyekî kevirê ye. Cews, ango Cewseq jî, ji axa bi toz û gevzik re tê gotin. Rê û toz, herdû jî têkildarî karwaniyê ne. Rêyên ku karwan tê de derbas dibin bi toz û gevzik in. Ev toz û gevzik jî, bermahiya kevirên kir in. Kir û Cews, Kircews

 

Her weha Kirkûk, di wateya kevira bingehîn a Kir de ye.

Kirmanşah jî, di wateya şahê kevirên Kir de ye.

 

Wekî din îhtîmale Kirmorî, Kiras, Kiremît, Kiran, Kîrko û Kirşo jî navê xwe ji kevira Kir bigirin.

 

Kir-morî: Bi taybet Kirmoriyên herî biçûk hêlîna xwe di nav du tehtên kevira kir ê li ser hev de çêdikin.

 

Kir-as: Her çiqas di vê serdemê de kiras weke bincil bê zanîn jî, di eslê xwe de navê kincê kurdan ê gelemperî Kiras e.

 

Kiremît: Bi îhtîmalekî mezin rastiya navê Kiremîtê Kiramê ye, yanî kevira mê. Ji bo nanê baş bê sorkirin jî Kirmît tê gotin.

 

Kir-an: Meriv hema hema li her deverên Kurdistanê rastî navê Kiran tê. Ev nav bi taybet ji bo navê gund, mezre û herêman tê bikaranîn.

 

Kir-ko: Navê çiya ye, di wateya Çiyayê Kevirê kir de tê bikaranîn.

 

Kir-şo: Li hin herêman ji bo serşokê, Kirşo an Kirşok tê gotin. Berê însanan di nav xwezayê de xwe dişûştin. Ji bo cihê ku xwe lê bişonin nebe çamûr tehtekî ji kevira kirsî ya mezin davêtin erdê û xwe li ser dişûştin. Di heman demê kincên dihatin şûştin jî li ser vê kevirê dihatin şonikkirin. Kir-Şo-nik

 

Mirov dikare li ser van mînakên min da zêdetir jî kûr bibe û lêkolîn bike.

Mînak; Kird, Kurd, Kirdistan, Kurdistan!?


Gotinên miftehî :