1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. TAYBETMENDIYA ÇANDA ŞAHÎ Û DAWETÊN KURDAN
TAYBETMENDIYA ÇANDA ŞAHÎ Û DAWETÊN KURDAN,taybetmendiya,çanda,şahî,û,dawetên,kurdan

TAYBETMENDIYA ÇANDA ŞAHÎ Û DAWETÊN KURDAN

A+ A-

 

 Mordem Zel

Di vê gotarê de ez ê hewl bidim behsa taybetmendî û girîngiya çanda şahî, dawet û dîlanên me Kurdan bikim.

 

Wekî tê zanîn ev nirx, ji bo Kurdan yek ji nirxên çanda me ya herî tê nebihûrî ye.

 

Kurd, evîndarê vê çandê ne. Kêf û eşqa xwe di şahî û dawetan de zêdetir radixin ber çavan.

 

Ev kevneşopiya bav û kalan, weke destpêka eşq û evîndariyê tê hesibandin.

 

Heskirina keç û xortan zêdetir di şahî û dawetan de dest pê dike. Eşq û evînên şahî û dawetan bi qasî eşqa Mêmê Alan û Zîna Zêdan mezin û watedar in.

 

Her çiqas di roja me ya îro de bandora siyaseta pişaftinê li ser vê çandê hebe jî, xwedîlêderketineke hêjayî pîrozkirinê jî di nav gelê Kurd de heye.

 

Ne bi gelemperî jî, li gelek herêmên Kurdistanê şahî û dîlan hê jî li gor kevneşopiyên bav û kalan têne kirin.

 

Di warê çanda şahî û dawetên berê de, dixwazim bi mînakeke balkêş behsa serpêhatiyeke eşq û evîdariyê bikim..

 

Li gundê Husênika Licê ya navçeya Amedê keçikeke bi navê Erîfe hebûye Keçikeke bes bedew bûye. Ji ber bedewiya xwe, bi dehan xortên çeleng dildarê wê bûne lê ew bi ti kesî qayîl nedibûye û teklîfên zewacê tim red kiribûye.

 

Rojekê çend siwarên ji gundê Tilê ji bo firotina qatix diçin Amedê. (Tilê yek ji gundên Licê yê herî kevn e.)

 

Di vegerîna ji Amedê de, digehîjine Pira Çayê. Mêze dikin li gundê Husênik dengê defê tê. (Pira Çayê li ser rêya Amed û Çewlikê ye, nêzîkê gundê Celikê ye. Celik gundekî li ser navçeya Licê ya Amedê ye)

 

Yek ji van siwaran bi navê Simo heye, koçekvanekî pirr zor e. Ji hevalên xwe re dibêje: "Ka werin em biçin dawetê. Em ê şîva xwe jî bixwin û piştre em ê biçin malê."

 

Hevalên wî dibêjin: "Dereng e, eyb e, di vê seetê de çûna me ne rast e. Em nayên lê ku tu bixwazî tu here."

 

Simo, hevalên xwe birêdike û dikeve şiverêyekê. Bi kelecaneke mezin ber bi gundê Husênik ve hespê xwe bi çargavî dibezîne.

 

Simo, diçe nêzîkê gund, mêze dike va gurmegurma defê û tilîliyên dawetê ezmên dihejînin.

 

Ji xwe re dibêje; Simo, îro roja te ye, ez ê dawetê bi koçekvaniya xwe bikim qada heyranî û heskirinê.

 

Simo, gava bi siwarî dikeve nava gund, se û kûçikên gund êrişê wî dikin û di dorpêça se û kûçikan de xwe digîne qada dawetê.

 

Bi silav û hurmet xort diçin pêşiyê bi zînê hespê wî digrin û wî keremê dawetê dikin.

 

Simo, zêdetirî 80 km bi siwarî ji Amedê hatiye, ji birçîna û ji nêza nav lê ketiye.

 

Dibêje: "Welleh ez pirr birçî me. Ka ji kerema xwe re xwarin û pêxwarinekê amade bikin ez bixwim. Van sê rojan koçekvanê we ez im."

 

Xwediyê dawetê dibêje: "Ma dawet bê xwarin û vexwarin dibe Xorto?!"

 

Bi qelî, tirşik û girara biranca Qeracdaxê, û bi dewê meşka bizinên qer û henar, xwarin û vexwarinê jê re tênin û amade dikin.

 

Piştî xwarin û vexwarinê ku dawet dest pê dike Simo, destmalê digire û dikeve serê govendê.

 

Erîfe jî çawa çav bi Simo dixe kelecaneke bi eşq dikeve dilê wê de.

 

Simo her çiqas destmalê li ba dixe çavên Erîfê di serê de dilîzin.

 

Sê roj û sê şevan Simo naçe malê û di dawetê de govendê digire. Bi koçekvaniya xwe Erîfê heyaranî xwe dihêle û aşiqê hevdu dibin.

 

Piştî dawet xilas dibe, Simo bi rê û rêbazekî vê rewşê ji bavê Erîfê re vedibêje..

 

Bavê Erîfê, bi soza ku ew ji gundê Tilê mala xwe bîne Husênikê dibêje, ez ê keçê bidim te.

 

Simo, radibe li hespê rewan siwar dibe û diçe malê.

 

Ji dê û bavê xwe re behsa dilgirtina xwe û Erîfê dike lê malbat qebûl nake ku Simo biçe Husênikê.

 

Bavê wî dibêje: "Simo, te aqilê xwe avêtiye, tu xirifiye qey? Ma em bûkê tînin an em mêrê xwe didin xelkê? Tiştên wisa çawa dibe?"

 

Simo dibêje: "Çi dibe bila bibe! Ez ji biryara xwe venagerim."

 

Simo, li ser vê rewşê bi malbata xwe re bi rojan munaqeşeyê dike û bavê wî mecbûr dimîne wî ciyê dike.

 

Simo, piştî ciyê dibe hemû malê xwe difroşe û dide bi gayekî kor.

(Ga, berê bi qasî serwetekî bûn. Çimkî kar û barên wekî cot û kutana bêderan, bi gayan dihat kirin.)

 

Simo, gayê kor digire û dikeve ser rêya Husênikê. Demsala biharê ye, baran e... Tê ber çemê Qerengoz û mêze dike çem rabûye û tu rê û rêbaz tune ne ku derbasî jeber bibe.

(Qerengoz, mezreyeke li taxa Qerehesan a navenda Licê ye.)

 

Simo, gayê xwe dide pêşiya xwe ku li avê bixe û derbasî jeberê çem bibe lê pêla çem li gayî dixe û ga bi çem re av û av diçe..

 

Simo, bi awayekî çem derbas dike û di rêya çiya de derbasî Husênikê dibe.

 

Tê Husênikê û Erîfê ji bavê wê dixwaze. Bi hev re dizewicin. Bavê Erîfê xweşhal bûye, daweteke bi heybet ji wan re dike. Di vê rê de ga û serweta wî li ber çem çûbe jî qet jê re ne xem e. Lewra digîjin meqsed û miradê xwe.

 

Dawet û dîlanên me Kurdan di xwe de bi hezaran çîrokên bi vî awayî yên dildariyê û kêfxweşiyê dihewînin...

 

08.06.2018-Amed