1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. TEYRÊ BAZ YADO Û SERBORIYA WÎ
TEYRÊ BAZ YADO Û SERBORIYA WÎ,teyrê,baz,yado,û,serboriya,wî

TEYRÊ BAZ YADO Û SERBORIYA WÎ

Yado, yek ji berxwedêrên serhildana 1925'an a Şêx Saîd û hevalên wî ye. Di sala 1889'an de hatiye dinê. Navê bavê wî Mehmûdê Ebbas e

A+ A-

Mordem ZEL 

Yadoyê Zaza ango Yad Mehmûd Ebas, bi eslê xwe ji eşîra Ziktê ya Dara Hênî ye, malbata wî berî wextan çûye li navenda Çewlikê bi cîh bûye.

 

Yado du zewac kir, hevjina wî ya ewil meriva wî Rabîa bû. Ya din jî Têlî ya qîza Ezimşêrê Qeldarî yê mezra gundê Kur bû. Têlî, li herêmê wek ''Key Êzimşêr'' tê naskirin (Gora wê li gundê Ulyan a Dara Hênî ye). 

 

Husên û Mihemedê birayê Têliyê jî hevalên Yado yên şervantiyê bûn.

 

Di dema herba cîhanê de Yado di alaya Şêx Şerîf de bû (Sal 1916-17). Dema Ûriz tê heta herêma gundên Sêxî û Arçûkê yên navbera Kanîreş û Çewlikê, Yado tê girtin. 

 

Piştre di demekê nobedar razayî de direve û ji destê eskerê Ûriz xilas dibe.

 

Di sala 1924'an de li Çewlikê di navbera sawcî û hakim de munaqeşe çêdibe û piştre mala sawcî tê şelandin, ji vê bûyerê Yado tê sûçdarkirin û Yado dibe fîrarê dewletê. 

 

Di dema fîrariya wî de herî zêde birayên Têliyê jê re alîkar dibin û heta guleyê dawî mil bi mil bi dewletê re şer dikin.

 

Husên di navbera gundê Qeldar û Çekan ê Çewlikê û Mihemed jî di navbera gundê Mistan û Botiyan ê Dara Hênî de têne kuştin.

 

Bi navê Çerkez û Filît du lawê Yado hebûn, Çerkez bi dayîka xwe re (Rabîa) di dema li Dêrsimê di sirgûnê de bûn ji aliyê eskerek ve tê kuştin. Filît jî, li şaredariya Çewlikê dixebitî, piştî emekdariyê li Çewlikê çû ser dilovaniya xwe.

 

Dema Şêx Saîd di 15'ê Sibatê de tê Dara Hênî, bi Sidîq Begê Valêrî, Selîm Axayê Girnosî, Ûsiv Axayê Dara Hênî, Dewrêş Axayê Kuparî re Dara Hênî digre û paytext îlan dike, Feqî Hesenê Modanî wek walî tê erkdarkirin. Roja din Yado û hevalên xwe di 16'ê Sibatê de Çewlikê dikin bin qontrola xwe.

 

Piştre Şêx Şerîf, Şêx Hesen, Şêx Brabîm, Şêx Mistefa û Yado li mala Arifê Faris dicivin û biryara qontrolkirina xeta Palo-Xarpêt û Erzingan-Gêxî didin. Şêx Brahîm dibe qeymaqamê Çewlikê.

 

Li ser lêkolînên Ehmedê Dirihî:

Sala 1929'an de Yado û hevalên xwe şevekî ji bo pêdiviyên xwe yê xwarinê li gundê Mistanê li mala Mûsayê Silêman dibin mêvan. Bi berganga serê sibehê re ji mal derdikevin diçin herêma gundê Kurnel, li wê derê Kel Telhe û Şikê Ehmê Deyî ji wan re kemînê datînin. Di vê kemînê de Mihê Evd û Yado birîndar dibin. 

 

Heta guleyê xwe yê dawî şer dikin û şehîd dikevin.

Esker diçin ser cenazeyê wan û ji milîsan re emrê serjêkirina Yado didin. Serê Yado jê dikin û dibin. Roja din gundiyê Dereyê Reşî an jî Qiyameyê Reşî laşê wî yê bê serî vedişêrin.

 

Ji devê xwarziyê şaredarekê Çewlikê:

Dewletê ji bo kela Yado û hin berxwedêrên din pere didan, carekî ji rayedarên eskeriya Çewlikê bangî min kirin, ez çûm, serê yekî bi min nîşan dan, gotin tu nasdikî, min nas kir lê min got nasnakim. Serê Yado demekê li Çewlikê ragirtin û piştre çawa kirin nizanim.

 

Dîsa heman şexis di sala 1978-79'an de bi komek welatparêzê Kurdistanê ve tê girtin, polês seriyek bi wan nîşan dide û ji wan re dibêje; ''Binêrin ev serî yê rêberekî we ye, ji xwe jê êbret bigirin. aqilî bin bi dewletê re şer nayê kirin''

 

Berî wextan ev serî li avahiya wîlayetê hatiye berşêdan. Piştre di sala 1971"an de deprem çêdibe û serî birine qereqolê.

 

KLAMA TÊLÎ'YÊ

 

Çûme Kurnêlê lê lê, bilind ciyan lê lê.

Min dît guleya topê hat bedena Têlî'ya lê min teqiya lê lê.

Bedena wê narînê parçe bûye, mîna goştê qurbanan heftê ciyan.

Yado çogê xo dixist digîriya, zarîna wî dima kalîna lê berx û miyan lê lê.

 

Çûme Kurnêlê lê lê, wa bî darê terre lê lê.

Têlî'ya min xemilî fîstanê sore, kum û kofî lê şara kesk û zere lê lê.

Milîsê welatê me bune fesad, şerefa xo guhertine bi zêr û peran

Birînê birîndara min xedarin, nexweşa ber mirinê lê Melle tune sere lê lê.

 

Têlî'yê digot ez dimirim lê lê. 

Hun min bîr nekin lê lê.

Hûn bê deng min bigrin jorî Ulyan lê, bin erdêkin lê, lê.

Qewra min kevirê mermer çêkin, der û dorê tev bedenkin .

Hun daran darik mazî bigrin lê lê li paş serê min da kin lê lê.

 

Ruej şi kora lê lê, şew tariya lê lê.

Kênek yewa qûm bariya qeldarija lê , nume Têlî'ya lê lê.

Emser hot sêr yêyo verniyê dişmên  vindertiya.

Wulay vunî Têlî darbija lê lê, pê Ulyun'îd raqeldiya lê lê.

 

Têlî vatiyen ez mirena lê lê, 

Şima min vîra mekiriyen lê lê.

Şima  bê veng min bigriyên pê Ulyun'îd lê, binî erdkiyên lê lê.

Mezêr min kerro mermerra virazîyên, der-dimarê yê bedenkiyên

Yew lemê dara mazîyer bigrîyên lê lê, pê sarê midî erdid warkiyên lê lê

 

Nivîskarê Stranê: Yasîn Lek (Bayanay)

 

Wergera ji Tirkî: Mordem Zel

22.07.2019

 

Zêdetir..

http://www.karakocan.info/tr/index.php?option=com_content&task=view&id=8445&Itemid=5

 

http://www.zazaki.net/haber/yadonun-kizi-ile-roportaj-43.htm

 

http://www.saradistribution.com/yado.htm