1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. TEYRÊ BAZ Û HIN CÛREYÊN TEYRAN
TEYRÊ BAZ Û HIN CÛREYÊN TEYRAN,teyrê,baz,û,hin,cûreyên,teyran

TEYRÊ BAZ Û HIN CÛREYÊN TEYRAN

A+ A-

 

Mordem Zel 

Teyr, cûreyekî firinde yê ji famîleya Başokan e. Cûreyên teyran, di nav dorhêleke berfireh da, firindeyên dirinde di nav xwe da dihewînin. Li Kurdistanê bi piranî li herêmên çiyayî dijîn.

Li dinyayê 50 cûreyên teyran hene.

 

Teyr, bi gelemperî ji hemû firindeyan bêtir xişin û hêzdar in. Serê wan bêtir mezin e. Wekî hemû firindeyên dirinde, nikula wan jî xwar e. Çaqên wan bi masûlke, pencikê wan hêzdar in. Şiklê nikula wan a xwar, di jêkirina goştê nêçîrê da rihetî dide wan. Ji xêra çaqên xwe yên bi masûlke û pencikên xwe yên têne qufilandin, dikarin ji xwe girantir nêçîrekî hilbigirin. Dîtbariya teyran pir pêşketî ye. Bi hêsanî dikarin ji ezman, bi çavdêrî nêçîra xwe, bi xwe nehesînin û bi cih bikin. Gozikên çavên wan li gor qaqotika serê wan bêtir mezin in. Lewra jî ev wek kilîtê qabîliyeta wan tê hesibandin. Ji bilî vê, teyr li gor hemû firindeyan yê ku herî bilind difire ye. Firindeyên ku herî zêde bilind difirin, teyr in. Bi gelemperî, jîngeha wan daristan û çiya ne.

 

 

TEYRÊ BAZ

 

Teyrê Baz, yek ji cûreyên firindeyan ê herî baskfireh e. Bi saya vê wesfê, dikarin demeke dirêj li asîman bask neçirpînin û bi hêsanî bifirin. Boça wan hetanî bêjî gilover e.

 

Qama wan bi awayê nivînkirinî li dora 50 santîman e. Pûrtê wan rengê qehweyî ye.

Nikula wan weke çangalê qomple xirpûşkî badayî ye. Pencikên wan hetanî bêjî hêzdar in. Ji ber vê yekê dikarin bi hêsanî zindiyekî qirase birîndar bikin. Çaqên Teyrê Baz tevahî bi pûrt in, tenê aliyê pencikê wan pûrt tune ye. Emrê wan gelekî zêde ye. Kêm zêde bi qasî 100 salan dijîn.

 

Ji ber van taybetmendiyên xwe Teyrê Baz, yek ji firindeyên herî hêzdar û dirinde yê li ezman tê hesibandin e.

 

Bi dîtin û bicihkirina nêçîra xwe ra baskên xwe vedikin û bi awayekî lêkombûnî xwe ber bi jêr ve berdidin ser nêçîra xwe.

 

Ji ber ku taybetmendiyeke wan a dîtbarî heye, nêçîrên xwe di yek carekî da dikarin biqefilînin.

 

Qefilandina ewilî, di heman demê da derba ewilî ye û bi vê derbê ra nêçîra xwe bêtevger dikin.

 

Gava konsantreyê girtina nêçîra xwe bibin, ne pêkane nêçîr ji ber êrişa wan rizgar bibe. Lewra jî, di nav jiyana xwezayî da dikeve kategoriya firindeyên dirinde. Hem li erdê hem jî li ezman nahêlin nêçîra wan têbigîje û wan diqefilînin.

 

Zêdetir li cihên daristanî bi cih dibin û ji xwe ra weke jîngeh hildibijêrin. Hêlîna xwe di nav guliyên daran û li lûtkeya zinaran çêdikin. Baz, bi xwarina firindeyên weke çûk, kaşkaşokên weke mar û mûr, beq, kurm û mişkan xwedî dibin.

 

Teyrê Baz, ji aliyê însanan ve jî tên kedîkirin. Bi taybet li çiyayên Kurdistanê jî weke sembol tên bikaranîn.

 

 

TEYRÊ ZINARÎ

 

Hêlîna xwe li cihê herî bilind çêdikin. Du hêk dikin. Bi qasî heft heşt heftayan ya varik li ser hêkan qup dikeve. Çêlika wan a hêzdar ya lawaz dikuje. Teyrên kewnêr an varik ji bo mirina çêlika xwe tu carî mudaxile nakin. Çêlika wan hêdîka mezin dibe. Hetanî sê çar salên wan neqede pûrtê wan ê gihiyayî baş nayê. Firehbûna baskên Teyrê Zinarî bi qasî çend metreyan heye.

 

Teyrê Zinarî, bi rengê xwe qehweyî ye û teyrekî gir e. Taybetmendiya Teyrê Zinarî yê ciwan, gewdeyî wan li ser reşiyê ne, gava difirin spîloçka bin baskê wan û boça wan bi hêsanî ji hev cihê dibin. Ser û stuyê xwe bi pêş ve dirêj dikin, baskên wan bi aliyê gewdeyê wan ve teng dibin, boça wan ne wek boça teyrên din dirêj e. Boça wan jî weke ya Masîgir dişibe qemê. Kinik e.

 

Di tevahiya jiyana xwe da tenê hevaleke wan çêdibe û bi gelemperî her sal heman hêlînê tercîh dikin. Cihê ku hêlîna xwe lê çêkin, cihên herî sape û bilind in. Wîtîna wan dişibe ya Teyrê Baz. Fîtîneke wan a din dişibe ewtînîyê. Li çiyayên bi zinar û qerqezî û li daristanan dijîn.

 

Di firînê da bi heybet û narîn in. Hewce bike gava xwe bi ser nêçîra xwe da berdidin, dikarin pîke bikin û di seetekî da bi zûkiya 320 km yan bifirin. Ev jî wan piştî Teyrê Baz dike firindeyê herî sivik. Ji teyrên din cuda xwe berdidin xwarê û bi awayekî fetlanekî baskên xwe bi jor da diçirpînin û bi hewa dikevin.

 

Teyrê Zinarî jî weke yê Baz ji aliyê însanan ve tên kedîkirin.

 

TEYRÊ ŞAH

 

Teyrê Şah pir dişibe Teyrê Zinarî lê parî jî biçûk in û bi qasî wan ne hêzdar in. Qama wan 80 santîm, vekirina baskên wan bi qasî 2 metreyan e.

 

Hêlîna xwe berevajî cihekê asê û bi dar û ber, ji bo baş çavdêrî bikin li ser dar û dîrekên bi tenê çêdikin. Hêlîna xwe bi darik, qirş û qal û mûyan çêdikin. Di meha Adar û Nîsanê da varik 2,3 heb hêk dikin. Piştî 45 rojan hêkan dikin çêle. Piranî bi xwarina cûreyên wek pilûr, kojerên wek kûze, rûvî û firindeyan xwedî dibin.

 

Ev cûre, li başûrê rojhilatê Ewropa, li rojavayê Asyaya navîn belawela dibin. Koçberin. Zivistana xwe li Hîndistan, Çin û Efrîqayê derbas dikin. Li Ewropa dola wan bi tunebûnê ra bi rû ye. Li welatên wek Macarîstan û Avusturyayê ku berî wextan hebûn, niha hema bêjin tune ne. Li Macarîstanê hejmara teyrên hêlîn çêkin 70-80 ye. Tercîha wan a jîngehî daristanok in. Wekî teyrên din li çiyayên cihê, daristan û çolên bê dar najîn.

 

BAŞOK

 

Baskên wan fireh û heta bêjî kinik in. Çaq û boça wan, bi dîtbarî dirêj in. Van taybetmendiyên wan, ji bo qefilandina nêçîrê, di kurtedemekî da bi lezayî di nav darên gur da, bi awayekî hostayî manevrayê bi wan dide kirin. Weke Teyrê Baz û Teyrê Zinarî, dikare demekî dirêj li ezman baskan biçirpîne. Çavên wan reşspî dibînin. Tevahiya cûreyên wan li nav daristanan dijîn û bi nêçîra firindeyên ji xwe biçûktirîn xwedî dibin. Di nav hemû dar û guliyên wan da hêlîna xwe çêdikin. Ya varik, li ser hêkên spî û deqdeqoyî bi qasî çar pênc hefteyan qup dikeve. Çêlikên wan piştî pênc şeş hefteyan bi pûrt dibin.

 

TEYRÊ DEŞT Û ÇOLAN

 

Teyrê Deşt û Çolan jî dikeve nav famîleya Başokan. Qama wan, bi qasî 60-70 santîm, firehiya baskên wan nêzîkê du metreyan in. Li ser darekî hêlîna xwe çêdikin û ji hebî hetanî sê heban hêk dikin. Ser pişta wan rengê qehweyî ye, gava difirin pûrtê wan û boça wan reş xuya dikin. Wîtîna Teyrê Deşt û Çolan, weke dengê qijikê ye, lê bi piranî bêdengiyê tercîh dikin. Ev cûre jî weke cûreyên din, bi goştê teze û xwarina famîleya kojerên weke mişk û jîjo û hwd xwedî dibin. Ji bilî vana nêçîra firindeyên din jî didizin.

 

KEÇELOK

 

Keçelok, li Kurdistanê zêde tune ne. Piraniya wan li bakurê Emerîqayê hene. Ev cûrê jî dirinde ye. Du cûre teyrên masîgir ên jêrcûre hene û bi cûreyên teyrên baskspî ra dibin cot. Belavbûna wan li Qanada û Alaska, piranî jî li parzemîna DYE û Bakurê Meksîkayê digire nav xwe. Li cihên avî û şilekên ku zêde vîtamîn di kutleya wan da heye, li ser darên kevnar bi cih dibin.

 

Keçelokên têgihîştî stûyê wan spî ne. Ser û boça wan yeksan û wekhev belavbûyî bi rengê qehweyî ne. Boça wan normal dirêj û weke qemeyê ye.

 

MASÎGIR

 

Teyrê Masîgir, firindeyekî mezin e. Bi qasî 90 santîman dirêj e. Baskên wan nêzikê 2 metre û nîv in. Yên varik di navbera 4 û 9 kîloyan da, yên kewnêr di navbera 3 û 5 kîloyan da ne. Baskên wan fireh, serê wan mezin, nikula wan qalind e. Yên têgihîştî ji bilî spîbûna derdora stuyê wan, bi rengê qehweyî ne û baskên wan li ser reşiyê ne. Boça wan spî ye. Nikul û çaqên wan zer in. Di yên ciwan da boç û nikula wan bêtir rengê tarî ne. Di boça wan da şiftên reşik hene. Xwarinên wan, masî, çûk, belat û famîleyên biçûk ên guhanî ne. Xwarina wan a rojane ji nîv kîloyan zêde ye. Teyrê Masîgir û Keçelok ji heman malbatê ne. Taybetmendiya herî balkêş a Teyrê Masîgir, dişibe têkiliya du însan an. Ewilî yên nêr û mê hevdû nasdikin, piştre bi hev ra hêlîn çêdikin û bi hev ra dijîn.

 

DI DÎROKÊ DA FÎGÛRA TEYRÎ

 

Di serdemên berê da, fîgûra teyrî ji aliyê gelek medeniyet û împaratoriyên weke Hîtît û Sumeriyan ve hatiye bikaranîn. Di dîroka qraliyeta mezin a Hîtîtiyan da, meriv rastî teyrê du serî tê.

 

Fîgûra teyrê du serî, yekemcar di dawiya 3000 sal BZ û di destpêka 2000 salan da li Mezopotamyayê tê dîtin. Piştre jî, li tevahiya Asyaya Navîn belav dibe. Li Asyaya navîn teyrê du serî weke sembola nezer, tilsim, ronahî û rojê tê bikaranîn.

 

Di gelek kevneşopiyan da sembola teyrî cihekê pîroz digire. Piranî bi sembolên wek bilindbûn, roj, agir, ronahî û çavan ve tê têkildarkirin. Teyr weke dijminê xirabiyê tê qebûlkirin. Lewra jî, weke sembola li hember xirabiyê têdikoşe derdikeve pêşberî me.

 

Teyrê ku di nav firindeyên dirinde da yê herî hêzdar e, ji ber ku pir bilind difire, her tiştên rûerdê bi tevahiya detayan dibîne. Dîsa di heman demê da, di gelek sembol û metaforan da weke barkêşê qûrbanê tê hesibandin.

 

Teyr, yek ji sembola bilindahiyê, weke rojê sembola rihî û bi giştî xwedî prensîba rihî ye. Sîmgeya hêzî ya ezmanî ye. Di navbera erd û ezman da bi awayekî lezgîn dikare biçe û bê û bênavber li tîrêjên rojê mêze bike. Di pergala hiyeroglîf a Misirê da, tîpa A yê bi fîgûra teyrî tê temsîlkirin. Ev jî tê wateya sembola jiyanê ya germahî, jêderkî û hêzî. Teyr, firindeyekî li bin tîrêjên rojê dijî ye. Lewra jî, di eslê xwe da firindeyekî ronak tê qebûlkirin û di nav xwe da hêmanên agir û hewayê dihewîne. Li dij wî yek ji firindeyên temsîliyetiya tarîtiyê û mirinê dike Kund e û carna jî weke bi xirabiyê wekhev tê hesibandin mar e. Teyrê ku bi marî ra têbikoşe, li dijî tarîtiyê temsîliyetiya ronahiyê dike. Di kevneşopiya Aztekan da teyrê ku bi nikula xwe marî bigire, temsîliyetiya ronahiyê ya li hember tarîtiyê dike.

 

Pirî caran pûrtê teyran di seremoniyên xwecihî da ji bo pêşeng û lehengekê derasayî weke xelata şerefê, ji bo serkeftinê jî tê bikaranîn.

 

Amed 27.04.2021