Tirk û Aşitî,tirk,û,aşitî

Tirk û Aşitî

A+ A-

Di van rojan de herî zêde peyva „AŞITΓ ya bi Tirkan re bi erênî û nerênî tê gengeşakirin. Ango mijareyeke herî aktûel e, lê mixabin ku bi her awayî mij û guman dagirtiye. Gelo ji ber mejiyê li Tirkiyê hatiye afirandinê çi, pirsa; bi serkarên Tirkan re rojek aşitî dibe? Derdikeve pê me. Werin em serê xwe hinek bi vê mijarê re biêşînin. Rûpelên dîroka mijikgirtî hinek wergerînin, ka çi reng derdikeve pêş me. Her gelî karektera çand û gelbûna xwe ji kûrahiya dîroka xwe wergirtiye. Jiwê rengê karektera gelan, nêzîkatîya bi wan gelan re jî rengê xwe ji bîr û boçûna wê kûrahiya dîrokî werdigire, Mixabin ku ew reng û awayê wê yê heyî, gelek caran bi pirseşan û guman derdikeve pêş mirovan. Dil nexwaze jî ev mijar bi mij e, bi pirseşan û pirsên gumanan ve dagirtiye. Ez naxwazim li gelan heqaret bikim, ti niyeteke min ya wisa jî tine, lê ji ber karekterên gelan xwerû jî yên taa ji kûrahiya dîrokê tên xweber hin peyv û têgînên rengnerênî derdikeve peşiya mirovan. Di vî warî de ji ber nexweşiya min ya lêkolînî; min ji gelek Tirkên têgîhîştî, Kurd û Almanan biwêja „Tirk û aşitî“ pirsî, gelek xemgînim ku tenê bersivên nerênî yên mîna; „Hirç û bilûr, mar û kedî, dostaniya pisik û mişk, agir û palax, av û agir, gur û kedî û û“ derketin pêş min. Ji ber wê jî min careke din hinek jî be, rûpelên dîroka wan a kufikî wergerand. Alaman ji ber aliyê nerênî yên dîroka wan ev lêkera „getürk“ (yanê wekî Tirkan ji tengalê avêtin û ji nedî ve lihevanîn.) û û.. afirandine, di gelek nivîsê wan de bi biwêja „wêneyêtirk“ rengê wan bi negatîfî derdikeve pêş mirovan.

 

Dema mirov li dîroka ideologên dewleta Tirk nivîsîne, bi kûr û bîr dinêre, rengekî wisa derdikeve pêş mirovan, mîna ku hertiştê dîroka wan bi aliyê TANGRIyê wan ve bi pesn û çalm, bi mohra bê hubir a wî Tangrîyê wan hatibe nivîsandin, ew bê kêmasî û serwerên her tiştê mafdar bin, stûye cihanê li ber şûrê wan zirav be, ji bo serjêkirinê dirêj be, xuyadike. Lê bîsta mirov li hin daneyên rastiyên dîrokê, cihên ew tê re derbazbûne dinêre, dîrokzanên cihanê dixwîne, bi aşîkarî dibîne ku her tiştên wan nivîsîne, her peyv û çîrokên wan vegotine, weke derewên çolistana Taklamakanê derdikevin. Bi kurt û kurmancî, yên wan tenê pesinnamyên bê bingeh in. Ti dîrokzanên cihanê yên piçek têgîhîştî bi wan û dîrokzanên wan, daneyên wan pêşkêşê balagiştî kirine bawer nakin û cidî jî nagirin. Ji ber vê rewşa zelal û vekirî em çend rûpelên rastiya dîrokî hem jî bi devên wan vekin, da ku bikanin têbigihîjin, çima di dîroka wan de aşitî tine.

 

Peyva „Oguz“ jî di dîrokê de weke têgînek, navê kom û gelek tine, peyveke çêkirî ye, anegorî hin daneyan ji peyva „Buxduz“ ê ku mîrekî êlên Beranan  û Pezkelan (karakoyunlar û Akkuyunlar /Ne Tirk in ji nava Sakan hatine) bûye tê. Heta dîrokzanên wan ye mîna F. Sumer çîrokek Buxduz û ziyareta Pêximber Muhammed jî, ji bo bindestiya Kurdan mohrkirinê vedibêjin. Ji bo agahiyên berfireh, her kes dikare pirtûka birêz Şoreş Reşî ya vê dawiyê li ser Oguzan derketiye bixwîne. Li gel wê em êdî baş dizanin ku peyvên qaşo navê êlên Tirkan weke „Bozok, Kayi, kinik (türk boyu)“ ji çîroka Ziya Gökalp maye. Wî peyvên kurdî „Bozo“ wek „Bozok“, „Qeyo“ weke „Kayî,“ û „Kino“ jî weke „Kinik“ boyu nîşan daye, yan jî çîrokek wisa nivîsîye û ev lihevanîna Ziya Gokalpê ku di hewldana xwekuştinê de qurşun di serê wî de mabû, îro mîna rastiyekê be, di nava rûpelên dîroka li ser bingehê derewan de dane bi cihkirin.

 

Di warê ziman de jî xiltiyeke berbi çav heye. Hem jî di nava hemû zimanên ku wek zimanên koma tirkî tên zanîn de. Yanê ji rûsî, çînî bigire hetanê tê digîhîje zimanê Arî ji her zimanî bi sedan gotin wergirtine. Herî kêm ji nîvî zêdetir peyvên bîyanî ne. Mînak: Xapandineke çavboyaxkirinê; gelek caran hin gotin û biwêjan bi zimanê Uyguran ve girê didin, ji wan wetrê dikarin bi vî awayî cihanê bixapînin, lê hemû cihan bi zelalî dizanin ku piraniya mirovên weke Uygur tên binavkirin ji nava Taxoriyên Kafkasyayê çûne Taxorîstanê (Uygurîstanê), heta ji ber vê egerê gelek pîrên Zerdeştî jî ji ber îslaman revîn û çûn Taxorîstan /uygurîstanê. Jixwe gelek zanyar ji wir re rasterast Taxorîstan jî dibêjin. Ew peyvana ne peyvên Uygurî ne, ji devokê baskek zimanê Arî yên Kafkasyayê û zimanê arî yên rojavayê Asyayê mane.

 

 

Osmanî kî ne?

 

Anegorî daneyên tên zanîn: Malbata padîşahên Osmanîyan ji nava Hazaranê Afganîstanê hatine. Lê ji ber nijadperestiya hatiye afirandin; ev mijar hatiye porkirin. Hazaran kî ne: Rastiya wê ev e: Li Afganîstanê gelê ku bi persî /farsî diaxive re Hazaran tê gotin. Yanê Hazaran ne Paştû ne, ne tacîk, ne jî Kurd in. Anegorî lêkolînên zanyaran beşeke piçûk ya Hazaran Moxol in, lê bi tevê gelên  Afganî û kêmarên din li hev qelibîne, rengekî melez derketiye. Ew bi tirkî û moxalî nizanin, xwe bi wan ve jî girênadin, tenê bi farsî diaxivin. Hin lêkolîner dibêjin; „dibe ku bi aliyê hinan ve ji wan re Tirk hatibe gotin!“ Ji bo bibîranînê Kalê Dariuos I. jî ji nava Hazaran e. Yanê Osmanî û Darious I. xizmên hev in. Li gel wê rengê herduyan jî bi dijminahiya Kurdan boyaxkirîye. Ji ber nijadperestiya hatiye afirandin û koteka vê nijadperestiyê lipêgirtinê kes behsa pêşiyên wan nakin, bes yekî dikin Faris û yê din jî dikin Tirk.

 

Padîşahên Osmaniyan bi giranî bi jinên gelên ewropî re zewicîne yanê ew di warê reng û nijadî ve bi tevahi ji wê bingehê ji nava Hazaran hatî dûrketine. Osmaniyan ti car ji xwe re Tirk nedigotin, peyveke wisa li xwe weke heqaret dîtine. Hemû padîşahên Osmaniyan Tirk piçûk dîtine. Bi hestê heqaretî ji Tirkan re „Etrak- i bê idrak“ gotine. Zimanê wan yên nivîsandinê yanê osmanî ya ku bi giranî bi peyv û formên farisî dagirtî bû.

 

 

Tirk kî ne?

 

Avakar û serkariyên dewleta Tirk bîr û têgîhîştineke wisa ji rêzê der li ser bingehê nijadperestiyeke zir a afirandî dane rûniştin, ji hemû sînorên rastiyên dîrokî yên beloq li ber çav jî derbaskirine. Dibêjin: Serma û seqema Taklamakana cemidî jî ji ber derewên wan terikîye. Mirov kîjan rûpelê dîroka wan a sêwirandî vedike; mîna ku ji Horasanê bigire hetanî Koreya Bakur, hemû kevir û xwelî, qirş û qal, teyrû tûr, li gel wan hemû mirov Tirk bin. Lê rastî ne wisa ye. Ev dereweke bi terî ye. Divê bi çend gotinan jî be em vê vekin:

Piraniya rojavayê Asyayê (coxrafya Türkmenîstan, Özbekîstan Kazakîstan û û) cih û warên Gelê arî bûn. Li vir ta berê mîladê Împaratoriya Masagetan hatiye damezrandin. Em îro baş dizanin ku kîjan eşîran ev imparatoriya Masagetan pêkanîne. Çend ji wan eşîran; „Sakan, Reşan, Reşkotan, Alan, Masekan (navê wan ji navê vê eşîrê tê. Ev eşîr îro li Kurdistana Bakur bi navê Masekî dijîn û Kurdên bawerî êzdî ne.) û û“ pêkhatiye. Li Kazakîstanê fîlma kralîça Masagetan Tomrîsayê hatiye kişandin û mixabin ku bêku ji rastiyên dîrokî şerm bikin, ew weke Kralîça Tirk hatiye nîşandan. Lê em dizanin ku ew keça generalê Med Madaheas e. Mêrê wê Surmasgedeh di nêçîrekê de tê kuştin, Kurê wê Spargapî jî bi destê Kuroş hatiye kuştin. Tomrîsa ji neçariyan serweriya Masagetan werdigire. Wê jî bi awayê tolehildanê Kuroş kuştiye.

 

Dîsa di nava lêkolînên Macaran /Ungarn da (dema bingehên xweyên asyayî lêdikolin) derket ku nivîsên li ser kêlikên li dora çemê Yênîsey bi kurdî ne, ji koçberên Kurdan mane. Li ser kêwlikê gora kesekî di gorekê de radizê bi awayê „Al-ber Teng-av“ hatiye nivîsandin, lê Tirkan ev kirine Alper Tunga û kirine Tirk!?.

 

Di nava nivîsên Çînan ya berê mîladê de, bi zelalî tê ragihandin ku Eşîra Alanan demekê li ser sînorên Çînê bi tevê Sakan û hin eşîrên bi heman zimanê arî axivîne jiyane. Her wiha ev agahiyên bi vî rengî di nava nivîsên Hîndîstanê de jî derketin. Dîsa gelên otonomiya Osetya li Kafkasyayê jî xwe weke Alanan dibînin, dema mirov gotinên Rûsî ji nava zimanê wan derxe, dibe wekî kurmanciya bakur. Wan jî di dîroka xwe de ev Alanên hetanê sînorên Çînê çûne derxistine pêş.

Roja 01.03.2007 di rojnameya Yeni Özgür polîtîkayê de gotara nivîskarê rojnameya Redîkalê Îsmet Berken hatibû weşandin. Birêz Berken di wê gotara xwe de wiha dinîvîsîne:

„Ez gelek caran weke rojnamevan bi Serokkomar Özal û Demirel re tevê geşta wan ya dewletên Tirkî yên navenda Asyayê bûm. Di van serdanan de gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner û rojnamevan wek heyetên lêkolînerî hevrêyî dikirin. Piştî me nivîsên „Kul Tigin“ û „Orhûnê (Orchun)“ zîyaret dikir. Gengeşîyên me yên li ser hebun û nebûna nijada Tirk gwir dibûn û me li ser hebûn û nebûna Tirkan li hev sor dikir. Li gel Yusuv Halaçoglu gelek türkolog û arkolog jî hebûn. Piştî gengeşiyên me yên di rengê li hev sorkirinê de. Ji ber belgeyên heyî herkes gîhîşt wê baweriyê ku bi navê Tirk neteweyekê tine, lê zimanekî tirkî ya li ser têgîhîştina hin zimanan pêkhatiye heye!....“  (3)

 

Li gel wan rastiyan, lêkolînerê têgîhîştî birêz Selîm Temo û Dr. Hasam Harmanciyê ku bi grubeke pêşengên Elewîyan re çûbûn Horasanê, da ku têkiliya Horasan û elewîtîyê lêbikolin, wan piştî vê geştê çavdêrî û lêkolînên xwe yên li Horasanê nivîsîye (mirov dikane li ser înternetê jî bibîne û bixwîne.) Yanê ti têkiliya Horasan û Tirkan, Horasanê û Elewîtiya Tirkan bi hev re tine. Berê jî û îro jî, li wir hetanî beşeke Afganîstanê û ber pêşa bajarê Almaatayê Kurd dijîn. Di serdema Medan de di bin kontrola Medan de bû, hin eşîrên Kurd yên li wir hetanê Pakîstan û Hîndîstanê çûne.

 

Lê Tirkên Amatolya?

 

Antropolog Çekî û Îngilizî Ernest Gellner mijara netewî ya Tirk li ser bingehê daneyên zanistî bi kurtî wiha vedike: „Neteweya ku îro bi navê Tirk pêkhatiye ne li ser bingeheke qedîm û nijadek pêkhatiye, ew berhemek netewperestan e. Yên ku dixwazin rastiya vê têbigîhêjin, Li gelên 1930 an de li Anadoliyayê dijiyan binêre bes e. (anegorî lêkolînên genolojiyê yên vê dawiyê jî zelalbûye ku li Anatolya tenê ji %5 genên asyatîk heye. Ev jî vê dîtina birêz Ernest Gallner piştrast dike.)

Bingehê vê netewê di dema Mustafa Kemal de bi armanca netewdewletekê afirandinê hate danîn. Hem jî li ser teorîya kasekî bi aliyê ti zanyarên ewropî ve ciddî nehatiye girtin û hemû teoriyên wî hatine redkirin dane rûniştinê. Navê vî kesî H. F. Kvergiç e, Ji Avusturyayê ye. Ji ber ku li Ewropê ew teoriya „ziman û roj“ ya Kvergiç weke teoriyeke bê bingeh hatibû dîtin, ti zanyar û welateke ewropî, heta faşîstên li Ewropayê jî ew cidî negirtibûn. Ew teoriya afrindek wisa di tûrê Kvergîç de mabû. Di dawiya dawiyê de Kemalîstan ev weke hêviya li Anatoilya neteweyeke sûnî afirandinê dîtin û mîna dayina xwedê yan jî pişkê ji bo wan lêdabe, li vê teoriya Kvergiç xwedî derketin, hê ew bes nedîtin, li ser wê bingehê têza dîroka çêkirî jî lê zêdekirin. Heta em ji ragihandinên malpera zanîngehên li Tirkiyê bi hevokên veşartî jî bin jî, vê rastiyê têdigihîjin.

 

Mejiyeke wisa kone afirandine; ji bo bikarin her kesî têkin tirk, berê erkes kirine Tirkmen, ev peyv ji wan re lê hat, lê rastî di tariyê de namînin, zû derdikevin. Baş e, wêçaxê ev Tirkmen kî ne, çi ne, ji ku ne!?!? Em li vir hinek vê mijara bûye sersiya nijadperestiya Tirk vekin. Ji ber ku Tirk berê herkesî dikin Tirkmen, piştê wê jî wan digîhînin çolistana Taklamakanê, hine dicemidînin, wisa wan dikin Tirk. Çi teoriyeke hêsan neee(!?!?)

 

 

Ev Tirkmen kî ne ev nav ji ku tê?

 

Kaşkarli Mahmudê ku destnivîsarên wî yên orjîn li piyasê tine (gelo ew keseke fantom e!? Yan ji bo teoriyên xwe piştrast bikin idiayên xwe birine bi wî ve zeliqandine.) Lê Kaşkarli Mahmut jî ne wekî wan, anegorî bihîstiye peyva Tirkmen wiha şirove dike: „Dema Îskenderê mezin berê xwe daye welatê Tirkan /Moxolan, serkarê Tirkan yê li Balsagunê rûniştiye bi gelê xwe re berbi rojhilat ve kişyaye. Li wir tenê 22 kes mane, demekê dû re du kesên din jî li wan kesan zêdebûne, Iskenderê Mekadoni ji van kesên weke tirkan xuyakirine re bi farisî „Türk-manend“gotiye. Û navê tirkmenan wisa derçûye û ketiye zimanan. (1, 2, 3)“ Çi belgeyek zanistî /Tewlo dilo!

 

Aksözlük jî ji bo Tirkmenan vê şiroveyê tîne: „Türkmen (= terkmen) navê civakeke koçber yê li Anatolyayê ye. Civaka Çepniyan demeke dirêj li dij niştecihbûnê li ber xwe daye û cihê xwe bê navber terk kirine. Ji ber vê jî ji wan re „Terk-men“ gotine. Ev peyva „terk-men“ ya bi aliyê îraniyan ve hatiye bikaranîn, di pêvajoya demê re rengê „tirkmen û türkmen girtiye. Yanê di kurdî de forma „tirkman“ û di tirkî de jî „Türkmen“ girtiye.“

 

Ji gotara dîrokzan Ayşe Hûr ya bi serenavê „Kurdên di biryarnameya Şîkar de“ wiha dinivîse: „Ez di encamê de têgîhîştim ku peyva „TÜRKMEN“ ne naveke etnîk, tenê peyveke sosyolojîkê bi koçberiyê re têkildar e.“ Mîrîtîyên wek Germanogullari, Saruhanogullari, Îsfendiyarogullari û gelekê din tev de Kurd in.“

 

Li Serhedê komekî koçber dihatin li nêzîkê waran dadianîn, dizî dikirin, zarok direvandin ji wê kesî ji wan heznedikirin, ew dihati qewitandin, ji wan re ne Qeraçî/ mirtiv, ji wan re Tirkmen digotin. Ji ber ku Qeraçi wekî dost dihatin dîtin, krîvatiyên bi wan re hatine danîn û qeraçiyan dizî jî nedikirin. Lê ew derdorên ji wan re Tirkman û kesê devê xwe nedigirtin re Tirkman dihat gotin.

 

Derewê Tirkan ji rêzê der in, li navenda çavên mirovan dinêrin û derewên dîrokî li hev tînin. Mînaka herî balkêş; mijara Xeznewîyan e. Nijadperestên Tirk Xeznewîyan jî wek serweriyeke Tirk nîşan didin, lê ev ne rast e. Serweriya Xeznewiyan ne serweriyeke Tirkan bû. Dîn îslam, ziman û têgîhîştina serweriyê bi farisî bû. Mînaka herî balkêş di dema serwerê wan Mehmud de Fîrdewsî yê navdar bi farisî nivisîye. Bi navê Farisan gelek olan daye. Helbestvan û edîbê qesra Mahmud bû. Fîrdewsî her pesna padîşahên Pers û Sasaniyan daye, ne pesna serwerekî Tirk.

 

Dijminahiya Dewleta Tirk yan jî tirsa wê ya li hemberê Kurdan ev e:

 

1 – Rastiyên dîrokî ku êdî bi aliyê cihana pêşketî ve bi her awayî tê zanîn. Xwerû jî rastiya derewê wan yek bi yek têne vekirin, vê rewşê jî xwe li wan guhezandiye, tirs û kabûsa ji hev belavbûna wan. Zelalbûna mijara Kurd di vî warî de dikare bibe teqînekê. Tiştên wan li ser bingehên derewan avakirine, ji hev belavel bike.

2- Hemû kêmarên li Anatolyayê asîmîle kirin û bi nijadperestiya tirkayetiya afirandî serê wan weke balon dagirtin, lê nekarîn Kurdan bi rêya kotek û asimilasyonê têk bibin. (Ev weke kulekî li ser dilê wan rûniştiye, wê ewê bi wê kulê biçin.)

3 – Kurdên xwediyê bîra dîrokî êdî şiyar in, xwedî hêz in, li rastiyên xwe xwedî derdikevin, di nava bîra cihanê de jî, êdî gelek olan daye, ev rastiya Kurdan jî dikane wê nijadperestiya Tirk ya di nava vê sedsala dawiyê de hatiye afirandin û bi kotekê di mejiyan de dane mixkirin, têk bibe. Ji bo kêmar û komên asîmîlebûyî bibe destpêka şiyarbûn û ji nû ve li rastiyên xwe yên rabirdû xwedî derkevin.

 

Ev jî dibe têkçûna wan

4 – Di nava nirxandinên siyasî yên welatê cihanê de gelek caran bi mafdarî ev nirxandin derdikeve pêş, vê jî zemîneke rewa afirandiye: „Piştî nijadperestiya Tirk a polîtîk hate pêşxistin, wê hemû gel û kêmarên etnîkî yê Anatolyayê bi rêya asimilasyona bi kotekê tirkizekir. Bes nekanîn netewa Kurd bi tevahî di nava xwe de bihelînin. Bi taybetî jî, ji salên heftêyî pêve Neteweya kurd bi wê rêbaya siyasî ya li cihanê re peyderpey li xwe xwedî derket. Vê şîyarbûnê jî serkarên Tirk kire nava şaşwaziyan û bi her awayî tirsandiye, wehşeta li hemberê Kurdan jî bingehê xwe ji vê tirsê digire.

 

 

Mijara aşitîyê û Tirk

 

Aştî, bi gelan re lihevkirin, çand û dîrokek li ser bingehên nirxên mirovî dixwaze. Her wiha dîrokek qedîm divê. Gelên ne xwediyê van nirxên mirovî bin, aşitiyê weke têkçûn û melûliya xwe dibînin. Min di ronahiya vê rastiyê û pêvajo û awayê pêkhatina neteweya Tirk de hinek li mijara aşitiya di dîroka ku wan ji bo xwe nivîsîne de nêrî. Gelên bi vî awayî, yanê bi kotekê ji gelek kêmarên etnîkî li ser bingehê dîrokek sêwirandî pêkhatibin, tim bi tirsa ji hev belevbûnê nêzîkê aştiyê û têkiliyên gel û navdewletî dibin. Jiwê jî ew ji mijareyên û pêşketinên demokratîk, heta ji aştiya bi gelan, bi der ve û ya navxweyî ditirsin. Tenê dikarin bi çewisandina kom, kêmar û pêkhateyên etnîkî bi kotek, bîra nijadperestî û paronaya „gasikê dijminê der“(!) xwe li pê bigirin. Ji wê jî ji her awa, form û lihevkirinên aştî û pêşketinên demokratîk mîna ruhistînê xwe dîtibin, bi tirs jê direvin. Ji ber vê xiltiya pêkahtina netew û gelbûnê di dîroka gelên bi vê têgîhîştin û navatirsê de hîç lihevkirin û aştî tine. Ew di aşitîyê de têkçûna xwe dibînin. Di cihana bîra wan de „ya bi ser dikeve, yan jî ji neçariyan bi paş ve gav davêje!“ Ji ber vê rastiya wan; peymanên wan û serkariyên din tenê dikare di nava vê çarçoveyê de were pejirandin. Ev ne îddia min e. Di tevahiya dîroka wan de ev rastî bi awayekî gelek beloq derdikeve pêş me. Em bi Kurtî li hin lihevkirinên serweriyên bi navê wan û naveroka van lihevkirinan binêrin:

 

Em ji Hûnan destpêbikin: Bîsta em di nava rûpelên dîrokê de li Hunan dinêrin (di sedala 4 an piştî mîladê de jiyane) navê orjîn = „Ounnoi“, Latînî= Chunî, bi zimanê Tirkan jî bûye „Hun!“ Hemû belgeyên Ewropî û Çînan Hunan weke eşîreke Moxol destnîşan dikin. Di ti belgeyên dîrokî de têkiliya wan û Tirkan bi hev re nehatiye danîn. Di bîra Tirkan de jî herkes Tirk e ya(!?) heta elyên, ins û cins, hecûc û mecûc jî. Min li dîroka Hûnan nêrî, lê li ti derê peymaneke wan ya bi gelên din re xuya nake. Yanê aştî li ba wan tine, yan kuştin yan têkçûn heye.

 

„Göktürk“: Tirkên ji bîra îdeolojiya Mustafa Kemal derketine û bi îslamîstî hatine boyaxkirin ev nav li wan kirine, hin ewropiyan jî ev navê „Göktirk“ wisa ji Tirkan wergirtine. Tê îdiakirin ku nivîsên Orchun û yên Kul Tîgîn ji wan mane. Navê Kul Tigîn yê orjîn Moxolî „Çoşöö Çaşdam“ e. Tenê du sê gotinên wê nêzîkê zimanê tirkî ne, ew jî ji zimanê Arî ketine nava moxolî û tirkî. Ev çend rêzên xêzî bi moxoliya kevn hatiye nivîsandin. Lê Tirkan weke tirkiya kevn dana pejirandin. Çinan ji Göktirkan re „Tūjué (突厥,t'u-chüeh) gotine. Çînan ji ber êrîş û talana wan ti car nekarîne bi wan re li hev bikin, li hemberê wan Dîwarên (Sûrên) Çînê lêkirine. Tirkan û hin Mongolan ji Tujuên re „Kok Tirk“ gotine, ewropîyan jî ev wergirtine. Vê serkariya bi navê „KokTirkan“ bê navber êrişên Sasaniyan kirine, Bi êrişên wan, Bîzans û Omer bin Xatap re Sasanî hatine ruxandin. Di dîroka Goktirkan de jî ti peyman û aştîya wan bi hêz yan jî dewletekî re çêkirine tine. Yan wekî li hember çînan têkçûne û û bi paş ve revîne, yan jî teslîm bûne.

 

Tirkan Cengîz Xan û Tîmurleng jî wekî serkariyên Tirkan raberê xwinêran kirine. Cengîz di cihanê de weke kesekî xwînxwar, bê wîjdan û cinawir tê zanîn, her wiha Tîmûrlengê bi êrişên talanê hetanî navenda Antatolyayê hatiye û bi Osmaniyan re jî şerkiriye, lê dîsa ew kirine Tirk. Di serdema wan de jî li ti derê peymanên lihevkirinê tine. Dibe ez rastê nehatibim.

 

 

Hin peymanên serdema Osmaniyan

 

Peymana Edirne Segedin (1444)

Ev Peyman di  navbera Osmaniyan û qiraliyeta Macar de pêkhatiye. Macaran di vê peymanê de herêma Bûlgarîstanê bi şertê Osmanî hetanî deh salan êrişê wan neke ji Osmaniyan re hîştîye. Yanê ne aşitî, rasterast kaputulasyon e!....

 

Lihevkirina Amasya (1555)

Di navbera Osmanî û Sefaviyan de pêkhatiye. Bi şertê Osmanî êrişê Sefaviyan neke, Sefaviyan ji neçariyan beşa Kurdistanê ya bakur ji Osmaniyan re hîştîye. Piştê wê Osmanî li ser soz û îmzaya xwe nesekinîne her êrişkirine, ji wê bi navê „peymana Ferhat Paşa“ di navbera wan î Sefaviyan de peymaneke din hatiye îmzakirin. Îranê /Sefaviyan vê carê jî Gurcistan û beşeke Azarbeycanê ji wan re hîştîye. Osmaniyan jî tenê soza êrişnekirinê daye. Ya Koputulasyon.....

 

Lihevkirin Kasr-ı Şirin (1639)

Ev peyman jî di navbera Osmanîyan û Farisan de pêk hatiye Farisan bi şertê ku Osmanî êrişê wan nekin tevahiya beşa Kurdistanê ya Başûr û Bexda hetanê Basrayê ji Osmaniyan re dihêle. Bi vê peymana hê jî derbas dibe. Kurdistan dibe du parçe. Dema Îngîlîzan destdanîn ser Îran û Iraqê, wê jî dest neda vê sînorê parçekirina Kurdistanê (Ji ber berjewendiyên xwe). Bi gotineke kurt û kurmancî ev qaşo lihevkirinana ne peyman in, teslîmîyeta pepûktiyê ne!...

 

Herkes biwêja „zor gizêrê radike!“ dizane. A ji vanan re  xwediyê gulmista hesinî divê! Da ku bi wan re peyman were imzakirin, yan jî lihevkirin. Ev peymana Sevr û Lozanê jî, bi koteka Îngîlîzan, lê bi nasîna Komara Tirk bi encam bûye.

 

Komara Tirk û Aşitî

 

Ew têgîhîştina nijadperestî û ji her rengê lihevkirinan dûr di tevahiya dîroka weke dîroka Tirk hatiye raberkirin de xuya dike. Di serdema ve Komara Tirk de jî ew rengê wan neguherîye, wê hetanî kevir li serê wan nekeve û wê bîra wan a zir neperçiqîne, wê ti car jî neguherin. Di hewldanên komarekê li ser kavîlên Osmaniyan avakirinê de jî ew bîra wan a ku ji her lihevkirinan re girtîye ji dîroka wan dihat neguherî weke genekî di mejiyê wan de ma. Bes wê serdemê, daku bikarin „Komara Tirk“ ya nû dihat damezrandinê bi cihanê bidin pejirandinê, divîbû hin gav bavêtana. Ji bo vê; di sal 1921 yekan de makqanuna hinek rengê demokratîk lê xuyadikir, lê ti car li qada jiyanê nehate bikaranîn amadekirin. Piştê wê jî hin gotar bi çend parlamenterên Kurd ên weke Hasan Hayrî dan nivîsandinê, daku bi wê bikarin bala cihanê bixapînin û wan ji bo peymana Lozanê îkna bikin. Heta wan ji bo çav boyaxkirinê ew parlementer bi kincên Kurdan anîn meclîsa xwe ya li Enqerê û ji wan re bi diranên qîçkirî çepik lêdan. Lê çawa peymana Lozanê ya ku qaşo bi navê gelên Kurd û Tirk hatibû îmzakirin, gihîşt encamê, hima Makzagona di sala 1921 an de amadkiribûn rakirin, di cihê wê de Makzagona nijadperestî ya 1924 amadekirin. Mijara serêşê „Tek dewlet, tek millet, tek dîl û û“ yanê „zimenek, dewletek, gelek“ di wê makzagonê de dan bicihkirin. Hima bi erêkirina vê makzagonê re wê salê derst bi komkujiyên li Kurdistanê kirin, çend ji wan komkujiyan; komkujiya Koçgîrî, ya 1925 (Şêyx Said), Ya Sasonê û di dawiyê de jî ya Dêrsimê bi hovane pêkanîn. Bi gotineke Kurt û Kurmancî têgîhîştina wan a aşitiyê ev e.

 

Pêvajoya aşitiyê ya di navbera salên 2012-2015 de jî ne ku dewleta Tirk xwedanê rengekî aşitiyê ye, di bîra wê de mafê gelan û însanî heye, bes; li hemberê tekoşîna Tevgera Azadî ya Kurdan, li gel wê pirsgirekên aborî, xwerû jî bi polîtîka xwe ya nijadperestî û serkariya wan bidestxistina wê îslama dewletê ya di bin serokatiya AKPê de dewleta Tirk di her warî de xwerû jî bi wê îmaja xwe ya xwînxwariya kolonyal di qada navnetewî de ketibû nava tengasiyeke mezin. Di hundirê welêt de jî tekoşîna gelê Kurd di warê siyasî û aboriyê de ew anîbû ber şêmuga têkçûnê. Ji neçariyan hin gav qaşo bi navê aşitiyê avêtin. Rêveberiya Kurd jî ji bo ku pirsgirêka Kurd bi aştiyane çareser bibe, bi têgîhîştina xwe ya aştîxwaz û insanî; komek ji nava saziyên Ewropayê, yek jî ji nava refên gerilayan weke jesteke şiyarkirina bala cihanê şand Tirkiyê. Vê hinek pêşiya wan vekir, lê ji ber ku di cihana bîra wan de aştî tine, hewl dan ku bi çend tiştên piçûk qaşo Kurdan û cihanê bixapînin. Bi rengê cûda serî li provokasyonên li ser bingehê dekbaziyên xwe yên dîrokî dan, di warê çareseriyê de jî, ti gaveke berbiçav neavêtin. Mînak, di mijara destûra ziman de jî, navê „Kurdî“ bikarneanîn, tenê bi navê „Yaşiyan dîller“ (zimanên dijîn) heta di meclîsa xwe û mahkemên xwe de jî dîsa ji bo kurdî peyva „anlaşilmayan bîr dîl“ yanê zimanê ku nayê zanîn / nayê fêmkirin bikaranîn. Hin qanûnê derxistin jî ji boneya çareseriyê bêtir dîsa bi rengê têgîhîştina xwe ya nijadperestiya zir derxistin. Mînaka herî balkêş jî ew qanûna bi navê: „Qanûna dawî li terorê anîn, bihêzkirina hevgirtiniya civakî ya giştî!“ Yanê bi fermî navê Kurd û Kurdî bikarneanîn. Bi awayek kurt û kurmancî, tenê armanceke wan hebû, ew jî; wê hêza Kurd ya çekdarî û mafê Kurdan parastinê ji holê rakirin bû. Di vî warî de gelek kesên qaşo Kurd jî bikaranîn. Li ser vê mijarê gelek nirxandinê hêja hene, yên bixwazin, dikarin li ser medya civakî bibînin û bixwînin.

 

 

Weke encam:

 

Di dîroka dewlet bi giştî serkariyên ku weke serkariyên Tirkan hatine pejirandin, yan jî wisa hatine pêşkêşkirin de hiç aştî û lihevkirin tine. Ya hin tişt bi kotekê bi destxistine û şertên xwe yên bêrê bi dijber dane pejirandin, ya ji bo hêzên xwe bi nû ve civandin û birêkxistinê dengê xwe birîne, yan jî hêzên cîhanî mecbûr mane, balyozê pelçiqandinê li serê wan ê hişk xistine, wan jî ji neçariyan ew peyman îmzakirine. Yanê mejiyê ku weke mejiyê Tirk hatiye afirandin, ti car nikare şert, peyv û dîyardeyên aştî û lihevkirinê werbigirin, dibe ji wê be „gur“ weke sembol hilbijartine. Ji ber vê rastiya wan a bi zelalî tê zanîn; ya divê mirov teqez serê wan bipelçiqîne, yan jî goştê beratê yê genî bavêje ber wan, wekî din bi wan re bi awayê mirovan li hevkirin pir dijwar e. Divê ev rastiya wan ticar neyê ji bîrkirin.

 

 

Hin Çavkanî

 

Gotarên min yên bi salan li ser vê mijarê derketine.

Notên min ji hin semîneran wergirtina.

Notên min ji çavkaniyên cûda wergirtine.

Gotarên di Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatine weşandin

https://serbestiyet.com/yazarlar/turk-ermeni-barisi-29928/ (1)

https://www.beraberce.org.tr/baris-kulturunun-insasina-var-misiniz/ (2)

Klaus KreiserGeschichte der Türkei, Von Atatürk bis zur Gegenwart. C. H. Beck, München 2012, ISBN 978-3-406-64065-0.

Naci Kutlay: İttihat Terakki ve Kürtler. Ankara 1992, Seite 176ff.

https://www.jstor.org/stable/43382388 (Im Spiegel Kaiserlichen Schreiben von Liu Mau Tsaî

https://www.uni-augsburg.de/de/fakultaet/philhist/studium/vortragsreihen/universitat-verantwortung-gegen-einfache-wahrheiten/europa-und-die-turken-im-spatmittelalter/

https://www.degruyter.com/document/doi/10.1515/9783839400876-001/html?lang=de&srsltid=AfmBOopjucYvPGaPo6Q-yHzUEpkpe67B6cvr1tuY2KZGPfy4YeAUeE0Z

https://www.pedocs.de/volltexte/2021/21928/pdf/Lohmann_Boettcher_2021_Tuerken_und_Tuerkeibilder.pdf

https://kurdenanatolien.com/sores-resi/ (3)

Niamatullah Ibrahimi: The Hazaras and the Afghan State: Rebellion, Exclusion and the Struggle for Recognition. C. Hurst, London 2017, ISBN 978-1-84904-707-4.

Vilhelm Thomsen: Inscriptions de l’Orkhon déchiffrées. Helsingfors 1896 (archive.org).

Vilhelm Thomsen: Inscriptions de l’Orkhon déchiffrées. Helsingfors 1896.

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/790574


Gotinên miftehî :