WÊJE 5 - SERDEMA ANTÎK (800 b.z - 476 p.z.)
Mahabad Felat
Çand û Civak
Me bi kinayî qala çanda bilind a serdema kevin kiribû di beşên berê yên vê rêzenivîsê de. Ev çand, piştre bûne bingeh û egera pêşkeftina çand û felsefeya nîvgirava li Rojhilatê Europayê Yunanistanê. Lewra Yunanistan ji bo bazirganî û transportê xaçerê bû û keştiyan bi xwe re ne bi tenê malên bazirganiyê û rêwiyan lê pêre jî çand, folklor, ramanwerî, felsefe û pergala bajarvanî û civakê jî transport, ango bar dikirin. Wan ev çand, folklor, ramanwerî, felsefe û pergala bajarvanî û ya civakê ku ji deverên navborî girtibûn, piştre li gor pêdivî û taybetmendiyên civaka xwe veguheztin û bi van re Yunana Antîk bi pêş ket, heya bû dergûşa çanda welatên rojava.
Kurt û kurmancî, mîtolojiya yunanan ji ber mîtolojiya sumeran hatiye girtin, ne orjinal e. Piştre Mîtolojiya Romayê ji ber ya yunanan hatiye girtin û ya Skandînavyayê jî ji ber ya romayê hatiye girtin. Her yek ji wan li gor erdnîgariya xwe û rewşa civaka xwe nav û rolên lehengên mîtolojiyê guherandine lê bingeh yek e û hemî jî bingeha xwe ji Mîtolojiya Sumeran digirin. Îcar ya Sumeran orjînal e an na, ew hîn ne diyar e. Ew jî dikare ji nav çîrokên gelên cuda hatibin berhevkirin, tomarkirin û sîstematîzekirin ku bi îhtimaleke mezin jî wisa bûye. Ango çîrokên şevbihêrkên gel bûne mîtolojiya wî gelî û li hemî cîhanê bi navên cuda belav bûne. Sedema belavbûna mîtolojiyê wisa bi berfirehî, dikare di valahiya cîhana manewiyata mirovan de bê lêkolandin. Gelek valahiyên bingeha xwe ji tirsên mirovan digirin, bi rêya mîtolojiyê hatine dagirtin û jixwe mîtolojî bi xwe jî bi giranî dîsa ji ber heman valahî û fikaran afiriye. Ango dikare bê gotin ku mîtolojî encama lêgerîna pirs û tirsên mirovahiyê ne.
Destpêka mîtolojiyê qûntarên çiyayê Zagrosan û pêre jî herêma Kevana Zêrîn e. Wisa tê zanîn. Bê guman heya angaşteka din a bi daneyên berçav ên zanistî dernekeve holê, ev angaşt jî wê wekî rastî bê pejirandin. Îcar dema mirov li herêma navborî û dîroka wê kûr dibe, dibîne ku li wir ji kurdan pêştir tu gelekî din di tu demên dîrokê de nejiyane û îroj jî wisan e. Gelên ji Bakurê Afrîkayê hatin wekî asûr-suryan, keldan, aramî û ereban, xwe li bajaran û deştan girtin, ne li çiyayan, lewra çolî bûn û çiya ji bo wan pir çetin bû. Loma qûntarên çiyayê Kurdistanê her tim kurd man û kurdtir man.
Ango çiyayên Kurdistanê, bi taybet jî Zagros, bi tenê kurdan di nav xwe de parast û pejirand, rê neda tu gelekî din ku Ksenephon jî bahsa vê rastiyê dike.
Wêje û piştre jî felsefe bingeha xwe ji mîtolojiyê digirin. Ango mîtolojî dayika wêje û piştre jî ya felsefeyê ye. Loma ye ku mirov dikare bêje felsefe û fîlozofiya yunanan û piştre ya hemû welatên rojava ango ya europayê jî, bingeha xwe ji mezopotomyayê digirin ku gelek yunanî li wir perwerdeya xwe ya yekem dîtine.
Mînak: Pîsagor, li Mezopotamya û li Misirê digere, di bin bandora ola Zerdeştî de ji yekxudayiyê bawer dike. Thales jî dîsa di bin bandora felsefeya Zerdeştî ya av, ax, hewa û agir de û li ser wê bingehê felsefeya xwe dide rûniştandin.
Welatên Ewropayê çanda xwe û rûmeta xwe ya civakî jî pê re, ji Yunana Antîk wergirtine.
Gotinên di lêkolînên cîhanî de têne bikaranîn wekî demokrasî, olimpiyad, arkeolojî, dîrok, fîzîk, astronomî, epîk, lîrîk, drama û gelek gotinên zanistî, siyasî, erdnîgarî û wêjeyî yên din jî ji yunanî ketine nav zimanên rojane yên welatên Ewropayê.
Yunanistan (3600-323 b.z.)
Li nîvgrava Yunanistanê jixwe beriya zayinê bi 7000 salî çandeka çandiniyê hebû. Lê bi destpêka Serdema Bronzî re di navbera salên 3600 û 1050´yî b.z. de bi pêşkeftina bazirganî û transpotê re, ji bo pêşkeftina bazirganiyê du tişt roleka grîng lîstin: Yunanî, pere bikaranîn û kirin nav jiyana civakî; pêre jî pergala serbiseriyê ango bi hev guherandinê ku ne zêde bi kêr bû, ji holê rabû. Herî kêm bi qasî van her du pêşkeftinan, nivîs jî roleka grîng lîst. Yunaniyan pergaleka kîteyan ji bazirganekî fenîkeyî girt û wê pergalê bi pêş xist.
Dewlemendî û zêdebûna hejmara şêniyan bû sedema Mêtingehiya yunanan a li ser Îtalya, Bakurê Afrîkayê û herêmên perav ên rojavayê Asyayê. Li wir bi farisan re ketin nava şer. Wê demê heya nîveka salên 500´î ya b.z. jî axa Împaratoriya Farisan ji Misirê heya Hindistanê dirêj dibû. Di dema şerê bi farisan re, hemû yunanî gihîştin hev û dagirkeriya wan li ber Marathonê di 490 b.z. de hat rawestandin. Piştî şer, têkoşerek daxuyand ku bajar hatiye rizgarkirin û ji wir heya Atînayê 42195 mîtro baz da. Marathona îroj hîn jî bi heman dirêjahiyê tê bazdan.
Atîna û zayîna demokrasiyê
Di wê demê de Yunanîstan wekî bajardewletan dihate birêvebirin. Ev bajardewlet xwediyên gund, ax û zeviyên li der û dora xwe bûn jî. Li nîvê piraniya bajaran, li ser zinarekî bilind perestgehên herî grîng ên akropolîs hebûn. Li jêra wan jî çarşiyek û xaniyên gel hebûn ku bi sûran dihatine parastin. Sparta, yek ji grîngtirîn bajaran bû û bi şervanên xwe yên zîrek ên di şerê li dijî farisan de cî girtibûn, dihate nasîn. Ji destpêka sedsala 400´î b.z. ve Atîna bû navenda bazirganî û çandê. Di vê serdema klasîk de demokrasiya Atînayê teşe girt. Lê ev demokrasî bi tenê ji bo mêrên azad derbas dibû. Jin, zarok, kole û kesên ji bajardewletên din koç kirine ne xwediyê vî mafî û mafên poltîk bûn. Destpêkê jinên bi karê bijîşkiyê mijûl dibûn hebûn, lê piştre ev perwerde û kar ji bo wan hat qedexekirin. Herî zêde dikaribûn bibine pîrikên zarokên nûbûyî. Lewra wisa dihate gotin ku erka wan a herî mezin û grîng a civakî, zarokan in.
Mêrên azad ên hemwelatî biryarê didan ji bo bajarê Atînayê çewa bê birêvebirin, biçine dengdanê. Herwiha rêveberên jiyana çandî jî bi temamî mêr bûn. Û alîkarên wan jî.
Yek ji sedema herî grîng a pêşkeftina çandê li Atînayê jî, dewlemendiya wê bû, lewra hemwelatiyên wê neçar nedibûn di jiyana rojane de ji bo debara xwe kar û xebatên giran bikin. Cara yekem li Yunanîstana klasîk kedkarên çandê ji bo pêşkêşkirina hunera xwe, di berdêla keda xwe de mûçe girtin.
Her çendî di serdema me de di warê nivîsê de pêşkeftinên grîng bûbin jî, berê wêje bi devkî dihate ziman. Wêjeya devkî di nav gelek gelên cuda de hebû. Ji Çermesorên Amerîkayê heya bi Aborjînên Avusturalyayê, heya bi Samên Îskandînavyayê, lorîkên xwe, çîrok û metelok û şahiyên xwe bi vê şêwazê dihanîne ziman. Mirovan hestên xwe, şîn û şahiyên xwe, serpêhatiyên xwe, xewn û xiyal û daxwazên xwe, rûdan û pêşkeftinên li nav civaka xwe bi awayekê dihanînine ziman û ev awa bi giranî di rengê dengbêjî û hozaniyê de, ango bi klam û stranan dihatine ziman. Di serdema Yûnana Antîk de jî hozanên gerok hebûn, ji wan re rapsod digotin, cî bi cî, dever bi dever digeriyan û klam û helbestên ji rastiya şer û çîrok û çîrvanok û serpêhatiyan ji gel re digotin. Ji ber têkiliya xurt a yunanan a bi gelên Mezopotamyayê re û derketina holê ya mîtolojî û felsefeya yunanan di bin bandora mîtolojî û felsefeya Sumeran û Zerdeştî de, ev çanda hozaniyê ya di rengê dengbêjiyê de jî, dikare şik bibe ser ku ji çanda dengbêjiya kurd hatiye girtin. Sedema ya Yunanan ji dîrokê re ma û di nav gelên din de jî belav bû ew bû ku yên wan hatine nivîsandin û yên me bi sedê salan bi tenê li ser devê dengbêjan karîbûn xwe bigihêjînine nifşên nû. Ev yek jî bi xwe re versiyonên nû diafirandin. Piştî demekê kîjan ji wan bêtir nêzî orjînalîtê ye, nedihate zanîn. Îroj jî heman tişt ji bo folklora kevnare ya kurdî derbas dibe. Gelek versiyonên gelek çîrok, metelok, tiştanok, mamik, serpêhatî û vegotinên cuda hene ku li gor herêman û caran li gor du gundên nêzî hev jî dikarin biguherin. Lê li gel vê rastiyê jî, mayîn û domandina çanda dengbêjiyê di nav civaka kurd de pir grîng e. Lewra ev çand, dikare bê gotin ku movika çanda kurdî ye û heya îroj jî kariye vê çandê li ser lingan bihêle. Bi rêya zindîmayîna çandê jî ziman û giyana gelêrî li ser lingan bimîne.
Ev çanda bi rêya rapsodan belav dibû, ji çi tebeqeyê civakê dibe bila bibe, bûbû çand û wêjeya hemû civakê. Caran ev rapsod çîrokên xwe yên dirêj û rîtmîk jî têkilî destanan dikirin.
Ev klam û lîrîkên bi rêya hozanan dihatine vegotin, li dora xwe gelek komikên mezin diafirandin. Bi van lîrîkan şano dihatine amadekirin û di şahiyên mezin de ji bo gelek kesan dihatine pêşkêşkirin. Wêje her diçû populertir dibû û ji bo ji nifşên bê re bimînin jî, êdî dihatine nivîsîn. Ji sedsala 400 b.z. ve tekstên pêşîn hatine nivîsîn û gelek jî ji ber van hatine zêdekirin. Destana Homeros ji van yek e ku bû teksta klasîkên yûnanî.
Xudawendên yûnanan
Hemû bajardewletên Yûnanistanê dikarîbû xwedayekî xwe yê favorî hebe, lê ev hemî xuda, ango xudawend jî ji heman cîhana xudayî, ango ji Olîmpûsê bûn. Li çiyayê Yunanistanê li Olîmpûsê komek xudawendên rengîn û cuda hebûn. Zeusê tolaz serokatiya wan dikir, li gel jina xwe Hera. Lê Hera bi Zeus re dilsoz bû. Keça Zeus Afrodît şox û şengek bû. Li bavê xwe çûbû û herî kêm bi qasî bavê xwe xwediya serpêhatiyên têkiliyan bû. Apollo alîkariya helbest û muzîkê dikir. Ares jî xedawendê hunera şer bû. Birayê Zeus Hades xwedawendê binêrdê, yê dojehê bû. Brayê wî yê din Poseîdon xudawendê deryayê bû. Xuşkeka wî hebû Demeter xudawenda kar û xebatên hunera çandiniyê bû. Yek xudawendeka cuda ango awarte hebû di nav koma xudawendan de, xudawenda zanyariyê û ya şer Athena. Athena cuda bû, lewra ne ji dayikekê bûbû. Ew ji brûskeka ji serê bavê xwe Zeus pekiya bû. Ew parazvana taybet a bajarê Atînayê (Athen) bû.
Ev bi tenê çend mînak bûn ji bireke xudawendên tevlihev ku li Olîmpûsê li hev civîyabûn. Lê û her wiha cîhana xudawendan her diçû berfirehtir dibû. Lewra xudawendên Olîmpûsê hez dikirin bi jin û mêrên bedew ên li ser ruyê erdê dijîn re bimînin. Ji ber van têkiliyên wan, hejmareka zêde zarokên ji xudawendan û ji mirovan çêbûn ku ew jî êdî nîvxudawend bûn. Bi wan re destan û çîrokên derbarê wan û jiyana wan de jî zêde bûn. Mîtolojiya Yunanan tabloyeke ji hev û du xapandin, bengînî, hesûdî, tolhildan, sextekarî, bêbextî, dek û dolab û arezû û şehwetên bi kelecan pêş mirovan dike.
Xudawend jî bi rêya şahiyên ku sererast dubare dibûn, bi merasîm û gorîkirinan dua dikirin. Pîrozbahiya Dionysos a li Atînayê, yek ji van mînakan e. (Dionysos ji Zeus û ji jineka ji ruyê erdê bûbû. Ew, parazvanê berdarî û sermestiyê jî bû). Di van şahiyan de pêşbaziyên berhemên şanoyî jî dihatine kirin.
Xudawend pir heweskarên şanaziya xwe bûn. Gelek mîtên yunanan li ser pesindan û fortên mirovan ên li hemberî xudawendan in. Kesên li dijî xudawendan radibûn, ji nava xwe têr û tijî bûn û ev dikaribû bibe sedema encamên cezakirinên erjeng ji aliyê xudawendan ve. Herwiha xudawendan bixwe jî xwe bi dilxweşî têkilî nav kar, pirs, pirsgirêk û şerên nav mirovan dikirin.
Mîtolojî bingeha Yunanîstana Antîk e û xwedî roleke grîng e di serdemên kevnar de ku ne tenê bi bandora xwe lê buye bingeh ji çand û wêjeya gelan re. Ev çand û wêje jî di avakirina şaristaniya mirovahiyê de bûne bingeh û heya îroj çi erênî û çi neyînî bandora xwe didomînin. Aliyên wan ên neyînî bêtir aliyên baweriyan in ku piştre bi gelek çand, ol û baweriyên cuda re têkil bûne, li nav hev ketine û reng, teşe û bandorên nû û cuda afirandine.
Mirov dikare cîhana xwedawendên Mîtolojiya Yunanan wekî jûreka (odeyeka) pir mezin a wêjeyê jî bi nav bike. Her wiha şanonivîsan ji ber van çîrok û destanên mîtolojîk berhemên xwe afirandine û pêşkêşî gel kirine.
Wê bidome: Şanoya Antîk