XALÊ  MISTO,xalê,misto

XALÊ MISTO

A+ A-

 

        Temenê xalê Misto digihîşt şêstî.  Di vî  temenê xwe yê dirêj de  gelek zorî zehmetî û xizanîyê dîtibû. Her xêzeka li ser çavên wî berxwedana wî ya li dijî şert û mercên jîyana xedar,  têkoşîna wî ya di nav êş û elemê de dida xuya kirin.

 

        Xalê Misto li gorî xwe zilamekî bêhn fire bû. Carcan li dijî tevgerên zarokan bêhna wî teng bibe jî tu caran wan nediêşand. Zarokan jî, gundîyan jî ev tişt dizanibûn. Him pir zû hêrs dibû, him jî zû dihat ser hemdê xwe. Loma serê wî di aliyê zarokan de tim tim di tengasîyê de bû.

 

       Zarokên gund carna ji bo wî biqeherînin gava li pey hêstira xwe diçû nav zeviya bi pey diketin. Û bi yek dengî heta ku ji wan dihat diqêriyan.

 

                                                       “ Xalê misto 

                                                          Doxîn sisto

                                                           Ji kerê keto

                                                           Xwedê lê xisto!..”

 

           Bi vî qêrîna wan xwedê  giravî ew jî hêrs dibû û xwe dixeyîdan. Lê mesela wî ya hêrsbûnê ne ev gotin bûn. Gava  zarok digiriyan hêstira wî ditirsîya û hêstir dest bi zîtika dikir. Heta xalê Misto dîsa hêstira xwe zeft dikir gelek zahmetî dikişand. Di nav xwêdanê de dima. Di westîya û xalê Misto dest bi çêra dikir. Çi dihat ber devê wî digot. Tu kes, tu tişt ji çêrên  devê wî derdiketin xelas nedibûn. Çav li wî sor dibûn. Ew çi qas denge xwe bilind bikirina û çêra bikirina zaroka jî ew qas qêrîna xwe bilind dikirin û li pey wî nediqetîyan. Xalê Misto ji dev ji çêrên xwe bernedida. E vana tev ê ku ji derve dihatin xuya kirin.

             Lê meseleya xwe ya sereke tenê ew dizanibû. Hêrsbûna wî ne li dijî zarokan bû. Ne jî ji ber dînbûna hêstira wî re bû. Ew bi van çêran li hember zilm û zehmetiya jîyanê serî hildida. Lê çi bike belengazo. Temen her diçe mezin dibû. Her tiştî wenda kiribû û tenê çêr di destan de mabûn.

         Gava kenê zarokan digihîşt gohên wî serê xwe dihejan. Bi her dû alîyan yek bi yek çêra rêz dikir. Û diket pey hêstira xwe ya tirsiyayî. Dimeşîya û dicû.

               Dîsa rojek wisa bû. Dema xalê Misto li pey hêstira xwe ketibû rê. Diçû nav zevîya xwe. Tiştek ecêb qewimîbû. Îroj zarok nehatibûn ser rêya wî, matmayî mabû. Li rexmî vîya jî bi dilekî aram gihîşt zevîya xwe. Dest bi karê xwe kir. Ber destê esrê karê xwe xelas kir û hêdî hêdî ber bi gund ve bi rê ket.

 

         Gava gihîşt qada gund dît ku zarokên çûbûn ber pez jî hêdî hêdî ber bi gund ve dihatin. Qet li wir nesekinî. Hêstira xwe bir malê. Barê xwe danî xwarê. Û hefsara hêstirê da destê keçika xwe ya biçûk Solînê. Ji wê re got;  hêstirê bibe ser çem avê bide wê. Gava Solîna biçûk hefsarê hêstirê girt û ber bi çem ve bi  rê ket xalê Misto jî ji qutiya xwe çixarekî pêça û ber bi qada gund ve çû. Gava gihîşt wê derê dît ku şivan jî waye hêdî hêdî dikevin nav gund. Ber bi malên xwe ve diçûn.

 

              Dema gihîşt qada gund dît ku çend hevalên xalê Msto berya wî harine wir. Di nav xwe de xeber didin. Ber bi wan ve  çû. Dema gihîşt ba wan silavê  dan hev û din. Û ji bo  fêhm bike ka li ser çi nîqaşa dikin mijar çiye, xeberdana guhdar kir. Nîqaşên rojane ya gundiyan bû. Gava  çavên wî bi kurê wî Salih  ket hê gotinek jî ji devê wî derneketibû.

 

        Salih pezê  xwe dabû  ber xwe û ji alîkî de wan ber bi malê ve dibir û ji  alîyê din ve jî digirîya. Hêsrên ji çavan dirijiyan, lîka  ji  poz hatibû xwarê û gilêza devê wî tev gihîştibûn hev li ser  çavên wî.

 

         Gava xalê Misto dît  ku Salih digirî  gazî wî kir, û xwest hîn bibe  ka ji bo çi  digrî. Salih ji alîkî de digirîya  ji alîkî de jî bi tirs got ku min pezeke xwe wenda kirîye. Îske îska wî hevokê di qirika wî de hiştibû. 

 

                                     ***                                          ***

 

        Nîvro gava tav  li asuman a şîn  derketibû ciyê  xwe yê herî jor, wî jî pezê xwe dabû ber xwe û wan biribû bin siya darekî rûniştibû û wan  mexel kiribû. Piştî viya jî li bin siya darê nan  û pîvaza di tûrikê xwe de derxistibû û xwaribû. Piştî  xwarina xwe xwaribû giranîkî hatibû ser wî. Xwe di bin sîya darê de dirêj kiribû. Di vî kela germa rojê de ev sîya darê  ji wî re wek bihuşt hatibû. Bi dil rihetî xwa dirêj kir. Piştî demeke kin  xwe berdabû nav  destê  xewê.

 

            Gava ji xew şîyar bû qederek çavên xwe venekir. Bayekî hênik dihat û wî jî bi kêfxweşî her dû desten xwe bir  bin serê xwe. Demekî wiha li ser pişte sekinî.

           Di dawîya dawî de te digot qey tiştek hatiye bîra wî ji nişka ve rabû ser xwe. Bi wan çavên xewî li der û dora xwe mêze kir.

 

         Pez ji mexel rabibû û li der dora wî diçêrîya. Ji xwe tevî hev şaş heb bûn. Ji ber ku nû ji xewê şîyar bibû hişê wî bi tevahî ne li ser pez bû. Loma bi baldarî li der dora xwe mêze nekir. Piştî qederek gava ji bo pez rabû  ser xwe û ber bi wan ve çû hê nû ferq  kir ku pezekî wî tune ye. Wenda bûye. Li vî alî revîya nedît. Ber bi alîyê din ve çû nedît. Ji yek dido hevalên xwe  yên din pirsî wan jî nedîtibûn. Neçar mabû. Nizanibû çi bike. Hêdî hêdî êdî roj diçû ava.  Ji alîkî de ditirsîya biçe malê. Ji alîyê din naxwaze jî piyên wî ber bi gund ve ber bi malê ve wî dibirin.  Pez xwe bi xwe ber bi gund ve diçûn. Digirîya hêsirên çava, lîka wî û gilêza ji dev rijyayî tev tevlîhev bibû û dihate xwarê.

 

                       ***                                                         ***

 

       Dema xalê Misto wî dît di rewşeke awiha de  bû. Gava xalê Misto wî dît ewil got qey dîsa ew û hevalên wî li hev û din xistine. Lê  gava meseleyê hîn bû, bi  hêrs çend gotina ji wî re got. Lê wext tunebû ku bisekine. Lewra roj diçû ava. Beriya tarî dakeve xwarê dixwest pezê wendayî bibine. Loma ew û çend gundîyên din ên ku li qada gund bûn ketin nav liv û tevgerekî. Piştî gihîştin bin dara Salih, di bin de raza bû  her yek bi  alîyekî de belav bûn. Li pezê wendayî digerîyan. Gava yek ji wan pez dît ewê gazî hevalên xwe bikira. Ji ber ku ew jî vegerin. Bîle sebeb li wan çol û çiyan negerin.

 

        Piştî qederek, bi qasî nîv saet  an jî  çil deqe şûnde  Selmanê kurê Nazo pez dît û paşve vegerîya. Ji alîkî de jî diqêrîyan û gazî hevalên xwe dikirin. xalê Mstefa, Şikrî, Salih, Ehmedo!.. werin!.. min pez dît!..

     Salih, Ehmed û Şikrî gava deng çû wan dev ji lêgerînê bedan û vegeriyan. Lê deng ji xalê Misto dernediket. Qet pêjna wî nedihat. Gava ê din gihîştin ba hev Selman hêjî gazî xalê Misto dikir. Lê dîsa qet bersiv ji wî nedihat.

 

    Xalê Misto dema ji dûr de denge Selman bihîst xwe bi xwe got; “ de baş e. Waye ezê paş ve vegerim. Way siheta te xweş Selman ! te îşev min ji ezabek û xezebek mezin xelas kir. Xwedê  çi miradê te hebe bide.” Piştre bi alîyê gund ve vegeriya. Darê xwe wek ku wan bihîstîye û bersiv dide wan hejand û ber bi gund ve meşîya.

 

          Carcaran ê din  jî diqêrîyan û ber bi qada gund ve  diçûn.  Gava deng ji  xalê  Misto derneket yek ji wan got; “ me pez dît lê îcar me xalê Misto wenda kir. Hûn dixwazin bila yek ji me  pez bibe gund.  Em ê din jî li xalê Misto bigerin. Feqîrê xwedê bila îşev bîle sebep li van çol û çîyan  nemîne.”

 

         Tev bi hev re diqêrîyan. Gazî xalê Misto dikirin. lê  deng ji wî dernediket. Piştî qederek gava deng ji xalê Misto nehat ew jî neçar man ku paşve vegerin qada gund. Gava gihîştin  qada gund tu kes nedîtin. Li wir tu kes tunebû. Dereng bibû êdî. Ew jî wan di nav fikaran de dihiştin. Bîstek ji bo çewan tevbigerin nîqaş kirin. Pişt re yek ji wan got; “  ji xwe waye me pez dît. Em hinek din jî li vir bisekinin. Heke nehat emê îcar jî li wî bigerin. Heyfe. Bila ji bo pezekî heta sere sibê li van çolan nemine.”

 

           Piştre dîsa wek her car di nav xwe de li ser pirsgirêkên rojane nîqaş kirin. Gava bi qasî nîv saet derbsa bû, wan jî amadekariya xwe kirin, ku îcar herin li xalê  mistefa bigerin. Gava ji gund derketin hê çend gav avêtin neavêtin ji dûr de reşahîyek dîtin. Ew jî ber bi wan ve dihat. Gava çend gavên din nêzî hev bûn yek ji wan got; “ ev  xalê Mistefa ye tê !”

 

 

         Ewî ji meşa wî naskiribûn. Bi rastî jî çend deqe şûnde xalê Misto gihîştibû ba wan. Lê xuya dikir  ku pir acis  bûye. Silav dan hev û din û li ser piyan çend gotinan gotin. Êdî  hêdî hêdî amedekariya xwe kirin ku biçin malên xwe. Lê Selman xwe negirt û got; “ xalê Mistefa me ew qas  gazî te dikir. Gelo denge me qet nedihat gohên te. Te qet dengê xwe nekir û bersiva me jî neda.”

 

        Xalê Misto li hember vê pirsê  bêhnekî kûr kişand. Bêhna xwe girt û berda. Girt û berda. Hinav lê neman. Wisa xuya dikir ku ew jî pir acis bûye. Û li ser vê pirsê xwe negirt û got; “ hey malnemîrat. Min jî ew qas serê xwe dihejand. Ma  we neditît. Hê jî qîre qîra we bû. Xalê Mistefa û hey xalê Mistefa…

 

         Piştî vê  bersiva wî her tiştî ji ber kirin. Gava ber bi malên xwe va diçûn hê jî  dikenîyan…

 

Mem FARQÎNÎ

Girtîgeha 2. a Tîpa T  jûra B – 5 

Reha


Gotinên miftehî :