XIYANET,xiyanet

XIYANET

Her tişt bi çîroka du kurên Hewa û Adem, Habîl û Kabîl dest pê kir

A+ A-

 

Hesûdiya Kabîl, bû sedema yekem birakujiya li dîroka mirovahiyê. Gelek versiyonên vê çîrokê hene, lê versiyona herî zêde tê pejirandin ew e ku di şer de Habîl bi ser dikeve, lê destê wî naçe birayê xwe bikuje, dev jê ber dide, lê piştre birayê mezin Kabîl, birayê piçûk Habîl bi bêbextî dikuje. 

 

Çîrokeka mîtolojîk e ku di pirtûkên olî de bi versiyonên cuda derbas dibe. Rastî û nerastiya wê li aliyekê, lê mînakeka balkêş e ji bo hesûdî, ezezî û hestên kujer ên destpêka(!) mirovahiyê! Lêwre çewa dest pê kiribe, piştre wisa jî domiya ye ev hezarê salan in. 

 

Piştre ev çîrok, bi xiyaneta Yudas İscariot domiya. Yudas, yek ji 12 hewariyên Îsa bû û bi 30 polikên zêr xiyanetê bi Îsa re kir û bû sedema girtin û çarmîxkirina Îsa. Piştî xiyaneta xwe, çû ruyê Îsa maçî kir û bi wî rengî xiyanetkariya xwe jî aşkere kir. Yudas, piştî Kabîl, bû yek ji xayinê herî mezin ê dîrokê.  

 

Yekem xayinê dîroka kurd ku heya niha bi çavkaniya Heredot hatiye zanîn û pejirandin, Harpagosê wezîrê serwerê Împaratoriya Med Aştiyago ye. Heredot ji bo vê xiyanetê çîrokek li hev aniye, lê li gor lêkolîner û nivîskarên kurd ên hêja, niha tê zanîn ku ev çîrok divê ne ewqasî erzan be. Xiyanetek dikare hebe, lê împaratoriyeke ewçendî mezin nikare bi vê xiyanetê û bi çîrokeka wisa erzan, erzan têk çûbe. Axir ew mijarekî dîrokî ye û ne mijara vê nivîsê ye. Lê li gor Heredot, Harpagos li gor daxwaza Aştiyago nebiyê wî nakuje û radestî parsan dike, Aştiyago jî li hemberî vê, kurê Harpagos dikuje û goştê wî bi Harpagos dide xwarin. Harpagos jî ji ber vê yekê di şerê navbera Aştiyago û Kyros (Quroş) de xiyanetê dike û alîkariya Quroş dike û Împaratoriya Med´an ji ber vê xiyanetê têk diçe. Piştî têkçûnê, Aştiyago ji Harpagos re dibêje; “Te xwest tola xwe ji min hilînî, lê te çima kesekî Medî nehanî serî û te bi parsan re hevkarî kir? Piştî vê xiyaneta te, parsên berê xulamên me bûn îroj bûne serdarên me.” 

 

Ev çîroka Heredot e bê guman û ji nîqaşan re vekiriye. Lê çîrok be jî, mînakeka balkêş a dîroka kurd e. 

 

Di dîroka kevin a Yahûdiyan de Dathan heye. Di serdema Yahûdiyan a Misirê de, Dathan notirvanê ser koleyên Yahûdî ye û li gel ku bi xwe jî Yahûdî ye, ji bo xwe bike çavên kesên berpirs, bêtir zilmê li qewmê xwe, li gelê xwe dike. Him zilma fîzîkî bi destê xwe dike û dide kirin û him bi fesadî û gilîkirina wan hewl dide xwe bijîne û di nav pergala Misirê ya wê serdêmê de ji xwe re ciyekî çê bike. Piştre di serîhildana Mûsa de ji aliyê Yahûdiyên serî hildane ve tê kuştin. 

 

Di dîroka nêzîk, serdema Şerê Cîhanê ya Duyem de jî WZO (Rêxistina Siyonîst a Cîhanê) û Dr. Reszo Kasztner hene. WZO bi peymanên bi Naziyan re, roleka kambax dilîze di pêvajoya komkujiya Yahûdiyan de. (Bnr: Siyonizmin Tarihi – Peter Edel). Dîsa bi piştgiriya mezin û xapandina Yahûdiyên li Macarîstanê ya Kasztner, 450.000 Yahûdiyên Macar li Auschwitza Almanyayê têne kuştin. Kasztner ji bo vê xiyaneta li dijî gelê xwe, bi qefîleyeke ji 1600 kesên nêzî wî û ji malbata wî, bi ser Swîsreyê re bi şandina Filîistînê hate bixelatkirin. Ango di ber rizgarkirina jiyana 1600 kesî de, 450.000 Yahûdî ji Macaristanê bi xap û dek û dolaban ku wê heya şer bi dawî bibe wan bibine ciyekî ewle, şandine Auschwitzê. 

 

Di serdema Împaratoriya Romayê de Marcus Brutus heye. Xiyaneta Brutus a li dijî împaratorê Romayê Jul Sezar. Brutus di encamê de xwe kuşt. Li gor hin çavkaniyan Brutus kurê Sezar buye û li gor hin çavkaniyan jî birazî an xwarziyê wî buye. Lê ya grîng ku navê Brutus piştî zêde ji du hezar salan, îroj jî ji bo gelek xiyanetan wekî mînak tê bikaranîn û Brutus wekî xayinê herî mezin ê dîrokê tê binavkirin. 

 

Di dîroka me ya nêzîk de çewa Navê Rayber êdî wekî xiyanetê tê bikaranîn û kesek wî navî li zarokên xwe nake, di dîroka kevin a Meksîkayê de navê Dona Marîna hê jî li şûna xiyanetê tê bikaranîn. Bi alîkariya mezin a Dona Marîna dagirkerên spanî dibine desthilatdarên axa wan. Dona Marîna di heman demê de wergêr û dostika dagirkerê Meksîkayê Hernando Cortes e. Dona Marîna bi zimanê Nahuatî (zimanê Aztekan) û yê Maya´yan dizane û dibe yek ji kesên ku çerxa dîrokê guherandine. Li gor tê gotin, Dona Marîna bi wergerên xwe ve pêvajoya dagirkeriyê dide destpêkirin. 

 

Herçendî em pirê caran ji xiyaneta kurdan û encamên wan gazinan bikin jî, dîroka gelan bi mînakên xiyanetên bi vî rengî dagirtî ne ku gelêkên wan bûne sedema guherandina çerxa dîrokê.  

 

Baş e çiye xiyanet: Xiyanet ku di nav gel de wekî kêra ko ya li ser piştê daçikandî tê binavkirin, şêwaza herî xerab û bi bandor a xapandinê ye ku encamên wê pirê caran pir giran in. 

 

Hezar ruyên xiyanetê hene, kîjanî bixwaze wî nîşan dide. 

 

Xiyanet di encamên têkiliyan de rû didin.  Dema ji derve û ji dûr ve bê, navê wê nabe xiyanet, lê dikare wekî êrîş, êrîşkarî, dijmin, dijminahî, neyarî bê binavkirin. Ji bo bibe xiyanet, divê di encama têkiliyeke mirovî de rû bide. Ango gotina “xiyaneta navxweyî” ne di cî de û rast e. Lewra xiyanet jixwe ji bo bibe xiyanet divê ji nav mirov bixwe derkeve. An ji heman gelî, heman êlî, heman eşîr û malbatî bin. An ji heman bîr û boçûnî di heman rêyê de rêheval bin, an hevjîn û bav û kur û xuşk û birayên hev bin; an dost bin, heval bin û ji ber çi sedemî dibe bila bibe, dema derbe li yên nêzî xwe bidin, wê demê ew kiryara wan wekî xiyanet tê binavkirin û ew jî wekî xayîn têne binavkirin. Loma jî xiyanet çendî ji kes û derûdorên nêzî mirov bên, êş, bandor û bi hemû encamên xwe ve pir girantir in û ragirtin û pejirandina wan jî ewçendî ne pêkan e.  

 

Bê guman sedemên xiyanetê jî hene. Di civaka me û nav gelê me de ev dikare bi kiryar û encamên dagirkirina welat û tunebûna maf û azadiya gel ve bê girêdan. Ango dagirker wekî sedema xiyanetê jî bêne nîşandan. Lê bi taybet jî di rewşa bindestiya me de tu sedem nikarin encamên giran ên xiyanetê ragirin û xiyanetkaran pak bikin. Sedem çi dibe bila bibe xiyanet xiyanet e û xayîn jî xayîn e. Dema em realîst tevnegerin û bi dilzîzî, di bin navê biratî û yekîtiyê de ruyê xayînên xwe bi destê xwe veşêrin, em derfet û fersendê didine wan ku xiyaneta xwe careka din û careka din bi dilekî rehettir pêk bînin. Niyeta mirov çendî pak be jî, sedema xiyanetê bi tenê bi dagirkeriyê û dagirkeran ve girêdan beriya her tiştî ne realîst e û loma jî bi tenê dikare bi kêrî xayînan bê. Lewra di bingeha xiyanetê de nexweşînên derûnî yên wekî ezezî, xwedbînî, xwepiçûkdîtin, daxwaz û girêdana bi desthilatdariyê û derfetên aborî ve û wd. hene. Dikare bê gotin ku ev jî dîsa bi bindestiya wî gelî ve girêdayî ne. Heya ciyekî dikare rast be jî, lê mînakên dîrokî yên gelên din jî û yên nav me jî didine xuyan ku sedemên xiyanetê ji bilî bindestiyê û bandorên wê dikare pir tiştên din bin jî. Lê eger sedem bi tenê bindestî bixwe be jî, ev sedem jî nikare encamên giran ên xiyanetê ragire, an jî serî binuxumîne. 

 

Loma ku ya rast ew e mirov ne bi dilzîzî û li gor daxwaza ya li dil, lê bi mêjî û rasyonel tevbigere. Ev jî bi xwe re dazanîn û bilêvkirina xiyanetê û xayînan tîne ku ev jî beriya her kesî erk û karê rewşenbîran e. 

 

Min li ser xiyanet û xiyanetkarên mezin ên serdema me gelek gotar nivîsîne, loma jî ez ê li vir wan dubare nekim, lê ez ê lînkên çend ji wan gotaran li vir bidim. Dem û daxwaza we hebe, bi xwendina wan ez ê kêfxweş bibim û bawer im wê gelek jî bi kêr bin. Tenê dixwazim ji bo xiyaneta vê dawiyê ya bi şehadeteke mezin encam girt, çend gotin bêjim: 

Min Mam Zekî Şengalî li Ewropayê di nav xebatan de nas kir. Piştre jî min ew ji nêz ve dişopand. Têkoşer, milîtan, rêheval, pêşeng, fedayî, dilsoz û dilsojekî mezinî gel, yê dîroka Têkoşîna Azadiyê û yê serdema me bû. 

 

Tevgera Azadiyê li ser şehadetan şîn bûye. Her şehadetek bûye sedema pengaveka nû, bûye sedema têkoşîneke bi biryartir û vejînê. Şehadeta Mam Zekî Şengalî jî dê bi taybet di nav civaka êzdî û têkoşîna rizgariya Êzdîxanê de û di nav têkoşîna rizgariya bi giştî Kurdistanê de bibe sedema gav, pengav û navên mezintir. Dîroka zêdetir ji 40 salî ya Tevgera Azadiyê delîl û îsbata vê rastiyê ye.  

 

Lê li gel vê jî, divê xayînên bûne sedema vê şehadetê baş bêne zanîn û bêne ziman. Lewra heya mirov xayinên xwe nas neke û ruyê wan ê gemar aşkere neke em dê encamên wiha giran her bijîn û bedêlên wiha giran her bidin.  

 

Eşîra Barzaniyan û xulamokê ber derê wan Qasim Şeşo bi hevkariya du dewletên dagirkerên Kurdistanê Tirkiye û Îraqê vê armanca xwe ya gemar a salên dirêj û xiyaneta mezin bi encam kirin. Bê guman dê gelê kurd egîd, leheng û pêşengên xwe jî û dê xayinên xwe jî ji bîr neke! Çewa ku Harpagos û Fravartîşên xwe piştî 2600 salî jî ji bîr nekiriye!

 

 

Li ser gotinên rêveberên PDKê û rastiya kurd 

http://www.amidakurd.net/ku/tekst/li_ser_gotinên_rêveberên_pdkê_û_rastiya_kurd

 

Şengal... 

http://www.amidakurd.net/ku/tekst/şengal

 

Mirov çewa dibe xayîn? 

http://www.amidakurd.net/ku/tekst/Mirov_çewa_dibe_xayîn

 

AWIREK Û WÊNEYEK 

http://www.amidakurd.net/ku/tekst/AWIREK_Û_WÊNEYEK


Gotinên miftehî :