XWEZA
Mordem Zel
Xweza gelek tiştan bi meriv dide fêrkirin. Madî, manewî û bedenî meriv têr dike, dewlemend dike. Hêz dide meriv. Di heman demê da girîftariya bi xwezayê ra meriv dilşad dike, bextewar dike.
Dema meriv bi xwezayê ra têkildar be û meşkûliyeteke baş bi xwezayê ra çêke, rihê meriv, aqilê meriv digî hizûrê.
Xweza, hêmana herî girînge ku ji însan û hemû zindiyan ra mazûvanî dike. Lê tevgera însanan a li dij xwezayê wesfa xwezayê xira dike û qelîteya wê dixîne. Nîşaneya vê ya herî girîng a li ber çavan texrîbatên li ser xwezayê ne. Berpirsiyarê vê rastiyê û berpirsiyarê ewqas krîza ekolojîk însan e. Ji ber vê jî, bi pirahî di navbera însan û xwezayê da têkiliyekî bi denge pêwist dike.
Xweza, temsîliyetiya komeke berfireh a ji însan û heywanan dike. Di heman demê da, xweza di encama bi tesîrbûna gelek zindiyan da derketiye holê. Di vê çarçoveyê da, însan weke pêşwendî ji derê xwezayê, an jî li jorê wê cih digire; di nav pergalê da di nav xwe da parçeyekî ye. Lê, taybetmendiya ku însan û zindiyên din ji hev diqetîne bikaranîna sîmge û nîşaneyên zihnî yên dinyayî ne. Bi saya vê dinyaya razber çand hatiye afirandin, agahiyên bi ziman û nivîsê neqlê nifşên nûjen hatine kirin. Her çiqas însan lawaz be jî, dîsa bi vê nîşaneyê li dijî zindiyên din xwe li ser piyan girtiye. Ev bermahî encama hewldana însan a nav xwezayê ye. Lê, her çiqas ji xwe ra xwezayekî hişmendiyê bi afirîne jî, bingeha jiyanê di nav xwezayê da derbas dibe. Di wateya fizîkî da, ji bo domdariya jiyanê însan pêdiviyên heyî ji xwezayê bi dest dixe. Ev hemû sebebên domdariya jiyana însan in.
Xweza jiyan e, nefes e. Gava însan li xwezayê dinêrin gelo çima dilê wan bi hizûrê tije dibe? Çimkî di eslê xwe da jiyana rastî li nav xwezayê ye lewma. Çimkî di xwezayê da şer û pevçûn tunene, zindiyên hevdû bişikînin, dilê hev bihêlin tunene. Di xwezayê da pergaleke derasayî heye. Weke helqeyên zîncîre pergaleke xwezayî ya rêz bi rêz heye. Hege em bi hestên dil li xwezayê binêrin em ê bibin şahid ku eslê her tiştî heskirin e. Di xweza û di heqiya her tiştî da heskirin heye. Xweza bihuşta cîhanê ye. Xweza parçeya herî xweş a cîhanê ye. Rojê seetekî temaşekirina li xwezayê û jiyana li nav xwezayê têra têgihîştina meriv dike. Ewqas xweşînekên dîtbarî hene ku meriv behsa kîja bike hêjayî teqdîrê ye. Kêliyên derketin û avabûna rojê, sekna dar û deviyan, pelçirpandina firindeyên li asîmanan, sekna gulên rojê yên stûxwar, peleyên ewrên pirrengî, cûrbicûr çîçek û kulîlkên rengrengîn, dar û berên nav çiya û daristanan, stêrkên bi qerbûna şevê ra şewq didin asîman, heybetiya heyva çardeşevî, rîtm û ahenga darên bi bayê ra reqs û govendê digerînin, barîna baranê û şewq û şemala keskesora pişt baranê, dîtbariyên xwezayî di her kêliyê da pêkane biguherin. Dibe meriv beriya baranê rastî ev dîtbariyan bê, dibe piştî baranê, dibe beriya ba û bagerê û berf û tofanê be.
Di vir da rol û tesîra demsalan pir heye. Tabî para hîssiyata hestên meriv jî tê da heye. Bi ew hestan menzere, zindî dibe, watedar dibe, rengîntir dibe û carna jî dibe yek û wate dide her tiştî: xweza, însan û hest her tişt temam dikin.
Başe, gelo meriv di nav kûrahiya xiyalan da li asoyê dinêre? Rewşa herî bi kêf ev e ku meriv pê derdikeve asta herî jor. Divê her însan di jiyana xwe da cih bide van kêliyên watedar û ji xwe ra jîngehekî biafirîne.
Gava meriv li xwezayê temaşe dike dikare ji hezar kanî avê bîne û weke helbestvarî bedewiya xwezayê bi awayekî raveker raxe ber çavan. Derdora xwezayê ne tiştekê ji rêzê ye. Di pergala xwezayê da tu caran meriv rastî zûbûn û derengbûnê nayê, her tişt di wexta xwe da der tê û dimire. Ya herî ber bi çav, roj di wexta xwe da der tê, di wexta xwe da diçe ava. Ne deqeyekî kêm ne zêde. Çivîkekî ne kêliyekî zû ne kêliyekî dereng ji qaşika xwe dernayê. Çimkî tevgereke xwezayê heye û dem û çaxa wê hêwirze û hêjayî pêbehskirinê ye.
Hege em vegerin serê ewilî, di rastiya her tiştî da heskirin heye. Em ji ku derê xweza binêrin tiştê berbiçav heskirin e. Çimkî her tişt bi heskirin hatiye afirandin. Heskirin di dilê her însan, riwek, heywan û her zindî da heye.
Hege em bixwazin dinyayê bêtir xweş bikin, divê em tovên heskirinê bavêjin nav xwezayê.
28.05.2021 Amed