YASÎN -AN JÎ - YA SÎN!
Hasan Harranî
Birêz mamoste Zeynel Abedîn Zinar li ser babetekî gelek girîng rawestîyaye.
Ketîye pey şopa navê Yasîn ê ku navê Sureyekî Quran'a ola Îslamê ya Ereban e.
Ne tenê ev navê Yasîn ê di bawerîya min de ger zimanzan û etîmologên Kurd bikevin pey
nêçîra peyvên zimanê xwe wê gelek peyvên wekî vê peyvê di nava zimanê Erebî de bidînin.
Sê sal berê ez û hevalekî xwe bi rêya dimenî ya têlefûnê bi rêzdar Rêşad Sorgul re
hevdîtinekî çêkiribû. Guftogoyên me li ser dîwanên rewşenbîrên me yên serdema Îslamê û
sedsalên 16. 17 û 18. mîn de ku diwanên xwe bi piranî bi Kurdî nivisîne bû. Û her wiha me li
ser tevlîhevîya ziman di wan helbestên van aliman de kir mijara nîqaşê.
Di wê hevdîtinêde birêz Rêşad ji mere gilîya peyvan kiribû û gotibû gelek peyv di Erebî de
hene ku herkes dibêje qey Erebîye lê di rastîyê de ne Erebîne û ji zimanê meyî kevnare
derbasî Erebî bûne û paşê wekî peyva erebî li me vegerîyane.
Ev agahîya birêz Rêşad Sorgul gelek bala min kişandibû. Wî ew çax çend mînak jî dabû lê
niha nayên bîra min.
Îro min dît rêzdar mamoste Zeynel Abedîn Zinar mijarekî gelek baş girtîye destê xwe. Bi ya
min mijarê deşîfre kirîye. Lê mixabin piştperdeya mijarê bi ya min baş zelal nebûbû û hinek
qels mabû.
Jixwe armanc û pêdivîya vê nivîsa min jî ewe ku him jibo mijara mamosteyê hêja
servekiribekî bikim, him jî biservekirinekî çêbikim.
Di tomarîyên Babîl û Asûra kevnare de xwedayê ku jêre sujde dibûn navê wî Sîn e. Bernavê
xwedayê miqabilê xwedayê mîtolojîkî yê Someran Nanna ye. Wek xwedayê Qederê dihat
bibîranîn. Kurê Enlîl û Nînlîl e. (Wekî hun dizanin En serzemîn e, Nîn jî banesmane. )
Nanna di zimanê Somerî de tê wateya ronî ango rohahîyê. Warê wî yê pîroz Ûr' e. Di Babîl û
Asûrîya kevin de ji vî xwedayî re SÎN gotine. Bi piranî milet ango qewmê li Surî û Rihaya
îroyîn jîyaye Şujdê wî bûne.
Navê hevjîna Nanna/Sîn Nîngal e. Heman demê de bavê Şamaş e. Paşê Şamaş/Şems-Roj
navê Îştarê digire.
Sîn di heman demê de di Erebîstana kevin de di herêma Hadremûd de navê Hîvê bû û ew
wek xwedayê bereket û dewlemendîyê dihat zanîn. Û bi vî rengî jêre şujde dibûn.
Niha em werin ser mijara xwe.
Me got ku di çola Erebistanê de navê Sîn zivirî El-Îllah.
Ka îca binêrin El-Îllah ji kîjan navan hatîye.
Navên ku bi navê El dişibin hev ev in:
El, İl, Lila, Lilu, Eli, Eloi, Ellil, Enlil, El-İlah, El-Lah, Ellah, Eloah.
We baka xwe dayê. Xwedayê ku îro Elewî pê bawerdibin aha ev Elî'ye.
Van navan hemî ji navê Xwedanên ku li Mezopotamyayê hebûne hatine. Navê ku di Erebîde
û di Qurana Ereb de wek Allah hatîye mayînde kirin peyvekî Aramî ya Îlah' e. Îbranîya wî jî
Eloah' e.
Ev xwedayê ku bi van hemî navan hatîye pênasekirin Nannayê Somerî, Anû yê Mîtanî, Sîn ê
Asûrîye. Li çola Ereban jî dibe Ellah.
Ew sê xwedawendê ku li Mekkê bû û navê wan Lat, Menat û Ûzza bû her sê jî jin bû û keçên
vî xwedayê ku niha jêre Allah dibêjin bû. Yanê keçikên Sîn bû. Navê vî xwedanî yê herî
Kevnare Sîn bû.
Min çend roj berê ayeta
Kelîmeyî Şehadetê kiribû mijara pirsê û min gotibû ku ev ayet şîrka xwedaye.
Çima ji ber ku Quranê û resûlê wî Mihemmed mezinahîya Xweda bi vê şadeyîyê kiriye
mijara lêpirsînê. Lewre bi vê ayetê mezinahîya Xweda biçûk kirine û muhtacê şadeyîya qûlê
wî kirine.
Ew xwedayê erş û esman ne muhtacê şadeyîya qûlê wîye. Lê Mihemmed ev kirîye wê
dirincê û û pê re şîrk kirîye.
Navê Yasîn ê şîrke. Bi vî navî Xwedanê xwe Ellah muhtacê Xwedayekî ji wî mezintir kirîye û
Ellah bi navê SÎN sûnd dixwe. Wekî mamoste Z. Abedîn Zinar jî gotîye, yasîn ne ew peyva
ku bi zimanê Hebeşîyan navê însan e.
Ew ji du peyvan tê. Ya û Sîn.
Ya nîdaye, baneşane, balkêşana bangê ye.. Sîn jî nav e.
Mînak Ya Elî, Ya Welî. Ev jî tiştekî wihaye.
Divê em baş bizanibin ku gelek Erebên wê demê bi temamî zimanê Quranê nedizanîbûn. Li
ser zimanê Quran ê hakim nebûn. Bi alîkarîya persan Kurdan û Aramîyan zimanê pirtûka
xwe deşîfre kirin.
Gotina ku dibêjin Parsî xweş çîrok dinivîsin, Ereb baş didin bawerkirin û Kurd jî baş bawer
dikin ji demekî wiha maye.
Sedema ku li zimanê pirtûka xwe hakim nebû ev bû. Pirtûka wan malê dizîyê bû û gelek
çîrok û babetên wê ji olên Mezopotamyayê hatibû wergirtin. Û ew jî peyvên ku wateya wan
nedizanîbû wekî têde nivîsandîbû neguherandin û wekî heyî hiştin. Ji ber vê yekê biki nekî
wê ji zimanê qewmê xwedîyê wan olan gelek peyv derbasî zimanê qewmê ereb bibin. Û bûn
jî.
Ji ber vê yekê nezanîna wateya gelek peyvan normal e. Ereban jî wateya gelek peyvan wek
biwêja ku dibêje etehyatû çawa lê hatû çêkirine.
Watedayîna navê Ya Sîn ê pênasekirina wê jî wekî etahyatû çawa lê hatû lê bar kirine.
Di rastîyê de ne gotinekî ku bêje ey însan. Gotina bangewazîya Xwedanekî ku bangî
Xwedayê Sîn dike ye.
Yanî Mihemmed di wê Sûreyê de bangî xwedayê xwe yê herî mezîn bavê Lat, Ûzza û Menat
kirîye. Bangî Sîn kirîye. Dibe ku heya wê demê belkî Mihemmed hê bîateyê/girêdayîyê Lat
bûye li ser navê wî bangî Xwedayê herî mezin Sîn kirîye. Jibawerîyekî din derbasbpna
bawerîye din de tevlîhevîyên wiha yên xîtabî û pênasekirinê çêdibin. Ev jî tiştekî normal e.
Ev dişibe tiştekî wiha. Dema tu ji sosyalîzma klasîk derbasê sosyalîzma rasteqîn dibî bdi
dema derbasbûnê de gelek şopên îtîqada berê derbasî ya pey wî dikî. Ev jî tiştekî wihaye û
di hemî merheleyên demên derbasbûna merheleyekî din de ev tişt diqewimin.
Jixwe Sûreya Ya Sîn ê sureya herî dirêj ya Quranêye û ruknê pirtûkê û ola Îskamê di wê
sûreyêde hatîye roniştandin.
Sîn El-Îlah e û El-Îlah jî Ellah bixwe ye.
Dibe ku Sûreya Ya Sîn ê menkibeyekî an jî fermannameyekî xwedanekî biçûk yê
Mezopotamyayê be û bi navê Sîn xîtabê qewmê xwe kiribe û Mihemed jî bi wê cahilî û
nazanîya xwe lê hay nebûye û sernavê wê neguherandîye.
Bi bawerîya min sira vê mijarê bi vîya de veşartîye.