ZIMANÊ DAGIRKERAN VÎRUS E
Mahabad Felat
Pergalên desthilatdar wekî hackeran in. Ji bo bidestxistina civakê, bi kodên civakê dilîzin. Ji bo bikaribin bi kodên civakê bilîzin jî, li gor taybetmendiyên civakê, li gor tişta dixwazin bi dest bixin an têde bi ser bikevin, ango li gor armancên xwe vîrusan diafirînin. Ew jî têre nake, lewre ji bo bicîkirina vîrusan, pêdiviya wan bi lawaziyan, ango aliyên civakê yên lawaz heye û yek bi yek ji kesan û ji komikên piçûk ku dikare xwe hêsantir bigihîjînê dest pê dike û li nav civakê belav dike.
Pergalên desthilatdar ji lawaziyan sûdê werdigirin, xwe li ser lawaziyan dijînin, bi lawaziyan xurt dibin. Heman rêzik û şêwazên ”yên mezin yên piçûk, yên xurt yên lawaz, yên jîr yên gêj dixun” û li xwezayê û bi xwezayî rû didin ji bo vir jî derbas dibe. Lewre mirov her tiştî ji xwezayê digirin. Xweza yekta kan û mînaka jiyana mirovahiyê ye. Êdî dimîne li ser mirov wan çewa û bi çi armancê bi kar tînin.
Desthilatdar ne bi tenê bi rêya vîrusan bi kodên civakên bindest û yên koloniyên xwe dilîzin, lê bi yên civaka xwe jî dilîzin û bi rêya civaka xwe, serdestiya li ser civakên din û koloniyên xwe hêsantir dikin.
Ji dîroka serdestiyê heya îroj mînakên vê kambaxiyê li seranserê cîhanê hatiye jiyîn û gelek ziman, çand, gel û civak di vê pêvajoyê de, di nav gemariyên dîroka serdestan de wenda bûne. Dîrok, çîrok û zimanê wan jî bûye dewlemendiya(!) kujerên wan ango ya desthilatdar, dagirker û serdestên wan.
Kodên gelekî, di zimanê wî gelî de veşarî ne. Loma ye dagirker beriya her tiştî êrîşê ziman dikin, bindestên xwe, bi zimanê xwe, li gor daxwaz, armanc û pîvanên xwe perwerde dikin. Piştî demekê, civaka bi kodên wê hatiye lîstin, hewl dide bibe wekî dijminê xwe, lê naşibe tu tiştekî êdî. Lewre bêteşe û şolî ye, ne zelal e û her cara vê bêteşebûna xwe dibîne, bêtir dikeve nav hewldanan ji bo bibe wekî dijminê xwe û dizane riya vê jî dîsa ziman e. Loma hewl dide zimanê dijminan ji dijminan jî baştir biaxive.
Dema kod ewçendî xerab bûbin, êdî ji formatavêtinê pêştir tu rêyekî din nabe çare. Tew format jî ne garantî ye ku dê bibe çare an na.
Zimanê tirkî, erebî û farisî vîrus in! Bi kodên me dilîzin û me ji me dişon, bê reng û teşe dikin. Êdî çewa dixwazin, wisa bi me dilîzin. Yên bi kodên wan hatine lîstin, êdî ne pêkan e xwedî vîn û daxwazên azad bin. Ne pêkan e xwe bin.
Çendî ji me dixwin, ew çendî ew xurt dibin. Çendî xurt dibin, yên virus di nav wan de bêtir ber bi wan ve diçin, dixwazin bibine mîna wan. Dîroka me, çîroka me, zimanê me, hebûna me, çand, folklor, reng û hemû nirx û dewlemendiyên me yên bi kêmasî ji dîrokeka 15 hezar salan ve teşe girtine û em bi wan bûne xwe, dibine dewlemediya dagirkerên me.
Divê neyê jibîrkirin, em ne lawaz bin, dijmin nikare vîrusan bike nava me û bi kodên me bilîze. Hîn em bi temamî nehatine bidestxistin, dive em li dijî van vîrusan têbikoşin ku ew jî bi tenê bi vegera li rastiya xwe pêkan e.
Mirov negihiştibe xwe, divê xwe bigihîne xwe. Mirov xwe negihîne xwe, nikare bibe xwe. Mirov ne xwe be berhem jî nabe xwe. Ziman di xwebûnê de bingeh û sereke ye.
Di giyana kurdî de zeviya herî dewlemend a bi tovên Mazdayî şîn bûye veşarî ye.Loma jî hêvî heye, tenê hinek ber bi xwe ve liv hebe…