Agir,agir, hêz, tirs, pîroz, xudan,saw

Agir

A+ A-

Hêz û tirs û pîroziya li destê xudawendan, saw û tirs û evîna li dilê mirovan, ne bi te û ne jî bêyî te; ne bi dûriya te û ne jî bi nêziya te; her divê bi sînor bî, agir.

Carna li nav dilê min î, carna li nav welatê min, carna li bin sêla min, carna hevpar û serdarê jîyana min î û diqijilînî.


Her tişt dikare bibe tu, lê tu her wek xwe yî, agir

Carna Newroza min, carna ola min û carna jî mirina li destê dijminên min

Di nava laşê min de yî. 

Di nava xwîna min de. 

Dema tu diçî der, ez dimrim; bê jîyan dibim. 

Dibim mîna kevirek. 

Gelo gîyanî tu? 

An jî gîyan tu?

Keser û evîna li dilê perperokê, agir. 

Ew e evîndarê te yê mezin û bi evîna te diqijile. 

Ji xwe dema bikaribûya xwe bigihîne te, wê evîna wê jî ew qas mezin nebûya. 

Keser sira evînê ye. 

Dema keser namîne, sir jî wenda dibe. 

Û evîn pê re.
.....................
Carna bûyî malê diziyê û dîyarî ji mirovahiyê re. 

Bi destê Promethe.

Û hêrsa xudawendan!..
Û tirsa xudawendan!..

Gelo çima ew qas hêrs bûn bi dizîkirina te? 

Çima ewqas tirs?

Mirovan dema tu nas kirin û te bi kar anîn, şareza bûn. 

Tu bingeha zanyariyê bûyî. 

Nasîn û bikaranîna te bû destpêka şaristaniya mirovahiyê. 

Gelo xudan ji ber vê yekê ew qas hêrs bûn. 

Belê! 

Ji ber nezanî, Xudayê xudawendan bû. 

Û zanebûn dê bibûna tunebûna wan.

Û Promethe bû berdela şarezayiya mirovahiyê.

Ji bo her pêşketinek berdêlek divê. 

Mezinahî ew e ku mirov bizanibe û bikaribe bibe berdêl.


.........................

Mîna gogeke dêwîn, daleqandiyî li asîmanên şîngerok. 

Û her tişt bi te rohnî dibe. 

Her tişt bi te şîn.
Tune ji te paqijtir tu tiştek û ji te meztir paqijkerek.
Gelo loma ew qas pîroz bû Melekê Tawis? 

Loma ew qas pozbilind?! 

Gelo ne mafdar bû?! 

Çawa dibe? 

Ew ji te û Adem ji axê! 

Gelo ax ji te paqijtir bû? 

Lê ne tu bêyî axê û ne jî ax bêyî te. 

Her tişt bi serê xwe ne tu tişt e!


......................................

Çi yî tu? 

Kî yî? 

Ji ku têyî û bi ku ve diçî? 

Heyî, lê tuneyî!
Ha ha ha haaa… 

Bu mîna çîrok!.. 

Hebû tunebû!..
Lê ku bi rastî jî çîrok bî?!
Ku çîrok bî çawa ewqasî jîyan î?! 

Çawa ewqasî mirin?!
Lê gelo jîyan û mirin?!… 

Û hemû gerdûn?!
Gelo ew jî?!…

...........................................

Dilê min, agir
Evîna min, agir
Welatê min, agir
Jîyana min, agir


Mahabad Felat Arda