AKP, Yenîçerî û Akincî
Li hemû cîhanê civak li gor reng, bawerî, armanc û berjewendiyên xwe, xwe birêxistin dikin, rêxistinên xwe ava dikin. Lewra mina gelek canewerên din, mirov jî hebûneke civakî ye û ji bo berdewamiya jîyana xwe pêdivî bi organîzebûnê dibîne. Ev tiştekî asayî û xwezayî ye. Lewra organîzebûn di xweza wan de heye û wan ji metirsiyan diparêze, jîyanê ji bo wan hêsantir dike, daxwazên xwe li gor armancên xwe yên jîyanê zûtir û baştir dikarin bi dest bixin. Heya vê derê tu problem an nelirêyiyek xuya nake. Lê ji ber reng, nêrîn, daxwaz û şêwazên cuda ên jîyanê, di nav heman civakê û di navbera civakên nêzî hev de, gelek caran dikarin nakokî derkevin û ev nakokî bibin sedemên alozî, tevlîhevî û gelek caran şerên giran jî. Ev alozî, tevlîhevî û şerên ji ber bêtehamuliya li hemberî hev û du didine der, bingeha xwe ji kêmasiya çanda demokrasiyê digirin. Ango çendî çanda demokrasiyê kêm be, ev alozî û tevlîhevî ew çendî kûr in û şer girantir in.
Her rêxistin, ji bo parastin, berdewamî û armancên xwe, pêdivî bi hêzê dibîne. Hêza herî mezin jî, desthilatdarî ye. Her rêxistin û organîzasyon di nav xwe de potansiyela desthilatdariyê dihewîne. Loma jî, bihêzbûna rêxistinekê, dikare bê wateya lawazî an jî têkçûna rêxistinên din. Ev rastî jî gelek caran dikare bibe sedema tevlîheviyên navborî. Lê ev jî di encamê de dîsa ji kêmasî an jî tunebûna çanda demokrasiyê tê. Lewra di civakên xwedî çanda demokrasiyê de, xweşbînî û tolerans serdest in u ev jî dibine sedema dewlemendiya hemû reng û rûçikên civakê.
Li civakên ku çanda demokrasiyê lê şîn nebûye an kêm e, bi giranî di bin kontrola dewletê de ev rêxistin têne avakirin û birêvebirin. Lewra bi taybet dewletên wiha, her dînamîkeka nav civakê ya ne di bin kontrola xwe de, ji xwe re xetereya herî mezin dibîne. Loma jî li rêyên tunekirinê, tepisandinê, radestgirtinê digere. Eger ev ne pêkan be, di nav van tevger û organîzasyonan de bi cî dibe û dike binê kontrola xwe. An jî ew bi xwe partî, rêxistin, an organîzasyoneke “alternativ” ava dike û dide pêşiya civakê.
Ji ber kevneşopiya împaratoriyeke barbar û avakirina “komar”eke li ser kavilên vê barbariyê, li Tirkiyeyê ev çanda demokrasiyê tu carî jî nekariye bi pêş bikeve.
Pêşkeftina demokrasiyê ya li cîhanê, li Tirkiyeyê jî bû sedema hin hewldanan, lê her carê jî, dewletê bi faşîzanî, rê li ber van hewldanan girt.
Di destpêka salên 1960´î de hin liv û tevger bandora xwe li ser qanûna bingehîn a Tikriyeyê jî kirin. Ev derfeta pêşkeftineke demokratîk dida ber civakê. Lê dewletê vê pêşkeftinê zêde tolere nekir. Heya destpêka salên 1970yî jî, çepgirî û rastgirî jî di bin tesaruf û kontrola dewletê de bûn. Di salên 70yî de, bi têkoşîn û hişyariya ciwanên zanîngehan, careka din liv û tevgerek ket nav civakê. Li hemberî vê dînamîzma gel dewletê bi pîlan û programeka dûvedirêj rêxistinên “çepgir”, “rastgir”, “îslamî” û heta “kurdçî” ava kir.
Dema ku ev hewldanên dewletê têre nedikirin, dewletê, ji ber hin sedemên konjukturel jî, derbeyên leşkerî dikir.
Akincî:
Di serî de Recep Tayîp Erdogan û Abdullah Gul, hemû avakar, rêveber û kadroyên AKPê, milîtanên MTTBê (Mîllî Turk Talebe Bîrlîgî) Yekîtiya Xwendekarên Tirk ên Neteweyî bûn. MTTB di sala 1916an de hat avakirin û heya sala 1936an bi rêxistin bû. Piştre careka din di sala 1946an de zîl da û heya cûntaya leşkerî ya sala 1980yî jî domiya. Ji sala 2008an û heya niha jî ev rêxistin di bin nave Federasyona Yekîtiya Xwendekaran de berdewam e.
MTTB, ji destpêka avakirina xwe ve, di bin kontrola dewletê de bû. Di salên bi taybet dawiya 1960î û heya dawiya salên 1980yî de, bi reng û motîfên îslamî, li dijî tevgera kurd û tevgerên çepgir rola xwe ya herî grîng leyîst. Li ser senteza Tirk-Îslam şîn bû û hewl da xwe li bajarên Kurdistanê jî, di nav ciwanên xwendekar ên kurd de bi rêxistin bike. Li hin bajarên Kurdistanê mina Mereş, Riha, Erzirom, Elezîz, Çewlik, Wan û hinek jî li Êlihê, bi ser jî ketin. Ev kurdên ku niha di nav AKPê de di cihên bilind de ne, kadroyên wan deman in.
Milek girêdayê vê rêxistinê jî “Akincilar” bû. Ev “Akincilar” baskê milîtan, çekdar û kujer bû. Taybetiya wan a herî sereke ku yek ji wan jî bi koka xwe ne tirk bû û dijminahiya kurd dikirin. Abdullah Gul ku Serokkomariya Dewleta Tirk jî kir û qaşo herî nermê wan e, yek ji milîtanên “Akincilar”an bû û di biryarên kuştina ciwanên şoreşger de xwedî rol e.
Ev derdor, ji bo bikaribin ji derfetên hukûmetê û parlamenteriyê jî îstîfade bikin, demek dirêj di nav partiyên Erbakan de cî girtin û di nav rêxistina “Mîllî Goruş”ê de jî bi cî bûn. Li gel ku zêde ferqa wan jî ji hev tunebû, lê ew her “Akincî” bûn.
Her çendî car caran di navbera vê derdorê û dewletê de nakokî rû dabin û ev nakokî bûbe sedema girtina partiyên wan û hin kadroyên wan jî, ev bi temamî ji bo terbiyekirinê bû, ne ji bo tunekirinê. Lewra derdorên turk-îslamîst, her tim bi kêrî dewletê û sîstemê hatine. Caran ji bin kontrolê derketibin, guhê wan hatiye kişandin û hew.
Di salên 1990î de ji ber konjuktura cîhanê, rewşa bi taybet Rojhilata Navîn û Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, pergala emperyalîst li herêmê pêdivî bi modeleka îslamîzma nerm dît. Ji bo vê jî, li gor wan welatê herî zêde dest dida, Tirkiye û îslamîstên li Tirkiyeyê bûn. Weke partiyeka siyasî ya legal ku di parlamentoyê de jî cî girtiye, Fazîlet, derdiket pêş, lê rêveberiya Partiya Fazîletê êdî kevin bûbû û tu vîzyoneka wan a bikaribin li Tirkiyeyê bibine desthilatdar nemabû. Ji nav vê partiyê, kesên ku “Akincî”yên berê bûn, dînamîk xuya dikirin. Pêdivî bi xwîneka teze hebû û ew “xwîn” jî ew bûn. Pergalê, mirovên xwe yên îslamîst ên din ku li Tirkiyeyê bi rêxistin bûn weke Fethullah Gulen û hin terîqet û cemaetên din jî kir dewrê û vê “xwîn”a nû ya li nav Fazîletê, bi hestî û goşt kir, kir partî, bêsî kir, xurt kir û heya li Tirkiyeyê anî ser desthilatdariyê.
Ev yek, pêşkeftineke zêrîn û dîrokî bû ji bo “Akincî”yan. Û dizanîn ku ev fersenda ji destpêka xwe ve her dixwestin bi dest bixin, careka din dernakeve pêşiya wan. Loma jî, di sextekarî, derew, dek, dolab û bikaranîna her kes û her tiştî de tu sînor û pîvanê nas nekirin. Ya rastî, baş jî bi ser ketin. Ew qasî ku, ji bilî Tevgera Azadiyê, hemi partî û rêxistinên kurd êdî dev ji hemî kar û barên xwe û rêxistiniyên xwe berdan, berê xwe dane AKPê û serokê wê Erdogan. Lewra li gor îdîaya wan, êdî kurd dê bi rêya vê partiyê û serokê wê, bigihêştana mafên xwe yên rewa yên demokratîk. Loma jî pêdivî bi çek, şerê çekdarî û heta kar û xebateka din jî nemabû. Lewra AKPê û Erdogan ji dêlva wan ve van hemi karan dikir. Tişta ji wan re dima, piştgirî û propogandaya AKPê û Erdogan bû û wan jî vê “erka xwe” baş pêk anîn. Ne tenê wê, lê tekane astenga li ber vê “pêşkeftina demokrasiyê”, PKK bû. Loma êrîşên xwe yên ku ji xwe tu carî navber nedabûnê, li dijî PKKê birin asta herî bilind. AKP bûbû parazvanê mafên kurdan û PKK jî bûbû dijminê berjewendiyên kurdan. Dîrokê gelek caran şahidiya tiştên eletewş û çelexwarî kiribû di nav bi taybet partiyên kurdan de, lê ev malxirabî û malkambaxiya kesannedîtî, ya herî mezin bû. Serok û rêveberên partiyên kurd bûne propogandîstên herî mezin ên kujerên xwe.
AKPê, xwest kurdên di nav Tevgera Azadiyê de û yên nêzî wan jî bikar bîne. Lê di serî de birêz Abdullah Ocalan, bi dîrok û çîroka wan, armanc, xiyal û daxwazên wan û bi taybet jî bi dijminahiya wan a kurd jî pir baş dizanî bû. Dîsa hêza li dû vê desthilatdariyê û armancên wê hêzê jî baş dizanîbû. Hay jê hebû ku ev pergal û ev desthilatdarî, di nav hewldanên xapandin û bikaranîna Tevgera Azadiyê de ne. Birêz Abdullah Ocalan, ji pêş de didît. Vê yekê bi gelek daxuyaniyên xwe jî anîbû ziman û banga tedbîrên ji bo pêşerojê dikir. Wî bi pêşdîtiniya xwe û nasîna baş a dijminên xwe, xwe û Tevgera Azadiyê li gor vê rastiyê û konjuktura nû ya cîhanê organize û amade kir. Ev bû sedema hers û aciziya Erdogan û partiya wî AKPê. Lewra hesabê wan ê mal û derve li hev nekiribûn. Kêliya ku vê yekî dîtin û pê îman anîn ku nikarin bixapînin û bikar bînin, lê hatine xapandin û bikaranîn, êdî rûyê xwe yê rastî yê “Akincî” dîyar û aşkere kirin.
Ev desthilatdariya “Akincî”, ji bo armanc û xiyalên xwe yên neoosmanî û faşîst ku li ser bingeha nîjadperestiya tirk şîn bûye û teşe girtiye, derfetên desthilatdariyê heya dawî û bi rê, rêbaz û şêwazên herî gemar bikar anîn û tînin. Her ku gemirîn, bêtir bêhn dan û her ku bêhn dan bêtir bi rastiya xwe dane hisandin.
Yenîçerî:
Tişta grîng ku divê mirov bizane AKP û Erdogan ji bo desthilatdariya xwe dikarin bi milyonan mirovî bikine gorî; bikujin, wêran bikin, wan ji war û cihên wan bikin. Pêşkeftinên li bi taybet Sûriyê îsbata vê rastiyê ne. Dîsa li Başûr û Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê jî heman tişt. AKPê, bi xwedîkirina hovên DAÎŞê, bi komkujiyên herî erjeng û kiryarên xwe yên nîjadperest û faşîst, rastiya xwe gelek caran îsbat kiriye. AKPê xwe di nav leşkeran û polîsan de jî organize kiriye lê ya herî grîng û baş nayê dîtin ku artêşa xwe ya çekdar ango “Yenîçerî”yên xwe ji niha ve ava kiriye. Ev, organîzasyona terorî ya AKPê "Osmanli Ocaklari", di rola "Yenîçerî Ocaklari" ya serdema Osmaniyan de ye û ji bo karên herî qirêj hatine perwerde û organîzekirin.
Dîsa dive baş bê zanîn ku AKP dê tu carî bi hêsanî û bi rêyên meşrû û demokratîk dest ji desthilatdariyê bernede. Ev jî, nîşaneya rûdanên hîn mezintir in mixabin. Loma jî, ji têkoşîna li dijî vê hovîtiyê pêştir tu rê û rêbazên din tunene. AKP, li gel hemû rengên xwe ve, divê tune bibe. Wekî din çare jî tune.
Bi vê munasebetê ez hemû şehîdên di rêya Kurdistaneke azad û demokrasiyê de jîyana xwe dane û şehîdên doh ên komkujiya li Enqereyê bi hezkirin û minêkarî bi bîr tînim, sere xwe li ber bîranîna wan a pîroz pêl dikim.
Mahabad Felat Arda
2015-10-11