Alfabe, Al, Sirûd, Hed û Hidûd
Dîsa mijareke beradayî ya ku rojeva me bi xwe re mijûl bike, derketiye holê. Çi ye, ne çi ye, alfabeya me pîroz e, ya we "kemalîst". Çi hîkmet be, xwediyê mijarê jî dîsa "rewşenbîr" in. Di bingeha xwe de her kes dizane ku tiştên wiha erzan û nelirê ne karê rewşenbîran e, lê gelekî kêfa hinekan tê ku bêjin "rewşenbîrên kurd" nizanim çi gotina şaş kirin, nizanim bi çi rengê şaş axivîn.. Bi vî rengî dixwazin bêjin "rewşenbîrên kurd bê ast in". Roj tune ku ev dernekevin holê û ji mirovekî herî dûrî kurdayetiyê re nebêjin "rewşenbîrê kurd". Partiyên kurd, siyasetmedarên kurd jî ji vê yekê memnûn in jixwe. Çiqas rewşenbîrî bibe karekî perpûte, ewqasî derfeta wan çêdibe ku di karê birêvebirina gelê kurd de bi tenê bimînin û bi hêsanî li tu kesî guhdarî nekin. Balkêş e, ku heman kes di televizyonên tirkan de jî "rewşenbîrên kurd" in.
Îcar di vê rewşê de, tu çawa bîr nabî ku ev kar ne karê rewşenbîrî ye, ev pêçî ne pêçiya kurdewarî ye?
Komek nivîskar û helbestvanên soran derketine, vê komê ji alfabeya latînî ya ku kurdên bakurî bi kar tînin re gotine "alfabeya kemalîst". An jî gotine "kemalîstan ev alfabe arasteyî kurdan kir". Li gor van kesan xuya ye Tevgera Kurd a Bakurî jî kemalîst e, ne apoîst. Berî li ser vê mijarê tiştekî bêjim, dixwazim bêjim, ku tevgerek ji alî milyonan ve tê destekirin navê apoîst li xwe kiribe, tu rojê 5 caran jê re bêjî kemalîst jî fêde nake. Lê ku bi milyonan kes bêjin "kemalîst", ew tevger ji xwe re çi jî bêje fêde nake. Ev yek.
Ya duyem, alfabeyek ku ji alî îngilîzî ta bi swêdî, ji almanî ta bi frensî tê bikaranîn û bi hezar salan dîroka wê alfabeyê heye, çawa dibe alfabeyek kemalîst? Tenê ji ber ku Tirkiye bi kar tîne navê vê alfabeyê nabe alfabeya kemalîst.
Rast e, ku Tirkiye gelek tiştan arasteyî kurdan dike. Lê di serê van tiştan de "tunekirina kurdayetiyê" heye. An Tirkiyeyê alfabeyek arasteyî kurdî nekiriye, an jî hewl nedaye ku kurdayetiyê ji holê rake. Aliyek ji van aliyan derewçîn e. Li gor ku me bi berdêla bedena xwe dîtiye ku Tirkiye kurdayetiyê, ango ziman, çand, zargotin, bîr û hemû tiştên kurdan înkar û îmha kiriye, tu qîmeta wê gotina "tirkan alfabeya latînî arasteyî kurdan kiriye" jî tune. Ne hewce ye ku mirov navekî li vê îdiayê bike, ji ber ku gelê kurd li her çar parçeyan pir baş dizane ku sifeta xwediyên vê îdiayê çi ye.
Di vê gotara xwe de ez ê ji alî klasîk ve nêzîk nebim, lê ez ê çend gotinên ku kes nabêje bînim ziman.
NÊZîKAHIYÊN KLASîK
Rojekê mamosteyê dibistaneke tirk gazî du malbatên xwendekaran dikin. Dê û bavên her du xwendekaran tên û li jûra mamosteyê alîkar rûdinin. Her du xwendekar jî li ser lingan, li ber malbatên xwe radiwestin.
Mamoste ji malbatan re mijarê vedibêje, ku ji her du xwendekaran yek tîma Fenerbahçe, yek jî tîma Galatasaray diparêze. Yekî gotiye Fenerbahçe tîma herî baş e, yê din gotiye Galatasaray tîma herî baş e û li hev xistine. Mamoste wiha dibêje:
-- Ma we tu edeb neda van zarokan, we tu tişt hînî wan nekir? Çawa ji bo tiştekî wiha erzan û wiha cahîlane li hev dixin û serê hev dişkînin? We zarokên xwe çawa mezin kirine, we çi şîret li wan kirine?!
Malbatên her du xwendekaran serê xwe bera ber xwe didin, gelekî li ber xwe dikevin û tenê dibêjin:
-- Rast e, mamoste. Me jî di jiyana xwe de hewl da ku zarokên xwe bi vî rengî mezin bikin, lê xuya ye ku şaşiyek kirine.
Mamoste hinekî din jî diaxive, her diçe xwe bera dide û caran dibêje "aqil û mentiqa min nagire ku ev ker çawa dikevin îdiayên bi vî rengî." Di dawiyê de mamoste xwe winda dike û hildişiye ser maseyê û dike gazî:
-- Hey nizanim çi! We qet nebihîstiye, tu kesî ji we re negotiye ku Beşîktaş ji hemû tîman mezintir û serkeftîtir e?!
Bila ev pêkenî li vir be û em mijara xwe bidomînin.
Mirov bê ol dibin, lê mirovahî bê ol nebû.
Dîsa jî her mirovê ku oldariya wî/wê di asta herî bilind de ye û yê ku oldariya wî/wê di asta herî nizm de ye, ola xwe ji dê û bavê xwe hîn bûye. Mirovên ku ji bo xweda, pêxember û olê mirovan dikujin jî wisa ne. Civaka misliman kesên misliman çêdike, civaka îsewî kesên îsewî çêdike, civaka mûsewî kesên mûsewî û civaka êzdî jî kesên êzdî diafirîne. Dema kesek bi lêkolîn û lêpirsîn ji ola dê û bavên xwe diçe
ser oleke din, bi sedan rojname û TV dikin nûçe? Çima? Ji ber ku kes zû bi zû ola xwe venakole, lênakole. Çi dîtibe ew e. Ev tişta klasîk e. Wisa hatiye, wisa çûye.
Mirov bê zewac dibe, lê pêşketina civanê bi zewacê bû.
Di zewacê de jî hejmara kesên ku bi jineke pir nêzîkî xwe re zewiciye ji kesên ku bi jineke gelekî dûrî xwe re zeciciye pirtir e. Bi gelekî. Mirovên ku bi cîrana xwe re zewiciye, mirovê ku bi dotmam û dotxala xwe re zewiciye ji mirovên ku bi jeneke ji bajarekî din re zewiciye pirtir e. Ev jî ya klasîk e. Wisa hatiye, wisa çûye.
Ji niha û pê ve nikarim bêjim dê wisa here.
Di mijara alfabeyê de jî ev kesên ku navên wan tê dayîn, heman hal û hewalê nîşan didin. Alfabeya ku ji dê û bavê xwe dîtine, alfabeya ku nostaljiya wan pê heye di ser hemû alfabeyan re dibînin. Yên bakurî jî alfabeya latînî, ku dîsa çavên xwe pê vekirine, di ser hemû alfabeyan re dibînin. Bavê min demên ku li medreseyên erebî ders dida feqiyan, di heman demê de hem bi tîpên erebî Nûbihar dida xwendin, hem jî bi tîpên latînî Birîna Reş dixwend. Lê timî digot "alfabeya erebî di ser alfabeya latînî re ye". Sedema vê jî ew bû ku alfabeya erebî alfabeya wî ya yekem bû, çavên xwe pê vekiribû. Pîrozî û aliyên olî jî aliyên duyem in, lê ne bi qasî xala yekem girîng bû.
Ez kurê wî bûm, lê min di dibistanên dewletê de bi tîpên latînî dest bi xwendin û nivîsandinê kiribû. Ji ber wê alfabeya latînî li ber çavên min gelekî xweştir bû. Alfaba ji alî bavê min ve çiqasî pîroz bûya jî.
Niha dê xwediyên îdiaya "kemalîst" bêjin, "aha me ji we re negotibû ku van bandora xwe ji kemalîzmê girtiye, binihêrin bi devê xwe got ji dibistanên tirkan hîn bûme û ji lew re latînî bi min şîrîntir bû.
Piştre dema ku ez hînî ferqa navbera "kuçe" û "kuç e" bûm, min ji bavê xwe xwest ku ew jî bi tîpên erebî van her du gotinan binivîse, lê wî nekarî û wê rojê qebûl kir ku alfabeya latînî ji ya erebî bikêrtir e, ji kurdî re.
Li vir, dê hinek bêjin te jî wekî mamosteyê tirk kir û di nav nîqaşê de îdiaya tîma xwe kir. Na, wekî min di serî de got, ez nîqaşeke ne klasîk digerînim.
Min êdî ji xwe re hincetek dîtibû û dikaribû ji bavê xwe re bigota "alfabe min ji ya te çêtir e." Hîn jî dikarim wisa bêjim. Lê ev tenê nîqaşa navbera me her duyan e.
Rewşa wan jî heman rewş e. Ew jî di dibistanên ereban de hînî alfabeya xwe bûne û îdia dikin ku alfabeya wan alfabeya herî xweş, herî şîrîn, herî bikêrhatî ye. Ev tişta herî xwezayî ye.
Tişta ku ez li ber dikevim jî ew e, ku ew jî xwezayî ye, lê ne xweş e: pir klasîk digerin û nîqaşek bê ast digerînin. Di navberê de ji me hemûyan re jî dibêjin "kemalîst".
Rexne wekî çekekê ye. Çek avantaj e ji bo mirovan. Lê kengî ku mirov çekan çewt bi kar bîne, mirov bi çekan şaşiyan bike, mirov an xwe, an jî yekî din dikuje û di her du rewşan de jî mirov zerarê dide xwe.
Rexne jî her çek e û dema şaş were bikaranîn heman encamê dide, zerarê dide mirov. Lê dema mirov rast bi kar bîne, tişta bi zerar ji holê radike û bi kêrî mirovî tê.
Kesên bi rexneyên wiha giran êrîşî ser alfabeya latînî û alîgirên wê dikin jî zerarek mezin gihandin xwe û nivîskariya xwe.
Binihêrin, dema gelê Rojavayê Başûr dest danîn ser sazî û dezgeyan, nîqaşa alê derket holê. Çi ye, ne çi ye, ala me ala netewî ye. Yaho, ew tişta ku hûn jê re dibêjin "netewe" ji 40 milyon kurdî pêk tê. Hûn çawa, bi kîjan aqil û mentiqê li ser navê 40 milyon kurdî alekê araste dikin.
Rojekê serokekî kurd, ku hîn sax e, got "em vê alê wekî aleke netewî qebûl nakin". Min got "çima?", got "ji ber ku ev ala PDK'ê ye". Min jî got, "ev tiştekî pir asayî ye, heke we berî PDK'ê li herêmekê Kurdistaneke azad ava kiriba, bi îhtimaleke mezin we dê alek ku stêrkek zer li ser heyî kiriba ala netewî, ku ev jî ala we bi xwe ye." Serokî got "rast e, wê demê me dikaribû ev şaşî bikira, lê îro em dizanin ku alayek ku hemû rêxistinên çar parçeyên kurd li ser biryarê nedin, nabe alaya netewî û îradeya hemû gelê kurd temsîl nake."
Bi vê bersivê re min fam kir ku serokên me hîn jî li pêşiya me diçin û êdî min dest ji îdiaya ala netewî berda.
Dema li Rojavayê Başûr hinek rêxistinên kurd ala Herêma Kurdistana Federal arasteyî PYD û gelê Rojavayê Başûr kirin jî, min heman tişt dît. Her kes hîn bûye ku hema tişta xwe arasteyî yê din bike. Ku tew hêza leşkerî di destan de hebe, xwedê ji me û we stand.
ŞARISTANî ÇARESERî YE
Belê şaristanî.
Şar mezin e. Di gundan de tenê olek, tenê zimanek, tenê êlek, tenê malbatek û xwînek dikare bijî. Dikare ji vê yekê pirsgrêk dernekeve. Lê di bajaran de mirov nikare ya xwe arasteyî her kesî bike. Ol pir in, êl pir in, malbat pir in, ziman pir in. Ji ber vê ye ku ji çanda lihevkirinê re "şaristanî" ango "bajarvanî" tê gotin. Îcar yê me ne bajarek e jî. Neteweyek e. Hûn bi kîjan aqil û mentiqê dikarib bêjin "alfabeya latînî alfabeya netewî ye, an jî alfabeya erebî alfabeya netewî ye?" Hûn bi kîjan aqilî dikarin alfabeyekê wekî alfabeya kemalîst bi nav bikin. Hûn bi kîjan aqilî dikarin bêjin ku ew alfabeya erebî ye. Tu ji ku dizanî ku alfabeya erebî ye?
Di encamê de gelê kurd ji kevintirîn gelên Rojhilata Navîn e. îhtimala herî mezin ew e ku keda gelê kurd di alfabeyeke vê erdnîgariyê de hebe. Li gor ku alfabeya latînî ji rojava hatiye, dibe ku ew alfabe ne ya latînî be. Dibe ku keda gelê kurd di alfabeyeke nêzî tîpên erebî de hebe. Dibe ku çendek ji tîpên erebî bi kurdan derketibin holê. Ez bi zanebûna xwe ya niha nizanim. Lê îhtimal e. Ji ber ku kurd pir kevn in.
Ev li aliyekî, dema siyaset alfabeya xwe ya netewî hildibijêre piralî li meseleyê dinihêre. Bi zanistan dişêwire, lê ev nayê wateya ku zanist dê biryarê bidin. Biryar siyasî ye. Di huqûqê de jî ev wisa ye, di alayê de jî, di sirûdê de jî, di alfabeyê de jî.
Madem ku biryar siyasî ye, mijar di parlamentoyê de çareser dibe.
Jixwe tirsa min jî ew tirs e, ku êrîş û nîqaşên çendek nivîskarên soranî-başûrî jî ji vê mijarê ye, ku ez ê behs bikim.
Berî ku vê mijarê vekim, dixwazim bînim ziman, ku civînên li bakur qaşo bi 400 zimanzanan çêbû, bi rastî jî civînên bê ast bûn. Ez ji vir Tevgera Kurd bi rastî jî rexne dikim, ku hinek karên pir girîng xistine nav destên zar û zêçan û tevî ku encamên wê dibînin jî, di van kesan de israr dikin.
Di çapemeniya Tevgera Kurd de bi rojan hate gotin ku 400 zimanzan beşdarî civînê bûne. De ka 400 zimanzan, bihejmêrin. Hûn ê ne rast bêjin, herin ji xwe re çapemeniyek din bibînin, çapemeniya Tevgera Kurd nekin amûra pêkanînên xwe. Di lîsteyê de bi rastî jî 10 zimanzan tunebû. Jixwe ne mecbûrî ye ku 400 zimanzan beşdar bibin, an jî hemû zimanzan bin. Hinek divê ji aliyê perwerdeyê bin, hinek divê ji aliyê rewşenbîrî bin, hinek ji aliyên din. Lê bi israr, kesên ku di kurdî de tu asta wan tune jî, wekî zimanzan di van civînan de hatin pêşkêşkirin.
Dema min dît ku di çapemeniyê de behsa amadehiyên civînek bi vî rengî tê kirin, min biryara xwe da ku ez beşdar nabim û min nivîsek bi rexneyî jî nivîsî, ku hate weşandin.
Ev yek pêlîstina bi cidîyeta Tevgera Kurd e û mafê kesî tune wisa bike. Di encamê de jî vaye bû sedema ku çend kes bin jî rexneyên giran li vê yekê bikin.
Ez vegerim ser tirsa xwe, ku çima ev nivîskarên me yên soranî-başûrî êrîşê dibin ser alfabeya latînî.
Wekî hûn dizanin, li Rojavayê Başûr serdestiya gelê kurd pêk hat. Vê yekê kêfa gelê kurd anî. Lê azadiya gelê Rojavayê Başûr ji ya Başûr cudatir e. Sedema wê jî ew e ku gelê Rojavayê Başûr bi piranî apoîst in. Ev yek dibe sedema ku Tirkiye jî, Ewropa jî, Emerîka jî cuda nêzîkî Kurdistana Rojavayê Başûr bibe. Ev ji ber taybetiyên Tevgera Kurd e. Ew taybetî bi piranî ji alî kurdan ve tên zanîn.
Yek ji taybetiyên vê tevgerê jî bikaranîna alfabeya latînî ye.
Helbet dema Tevgera Kurd ev alfabe hilbijartiye nîqaşek kiriye. Dema tevgerê ev biryar daye, navenda tevgerê li Rojavayê Başûr bûye. Kesên di bin bandora Celadet Elî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û hin wekî din de mabûn hemû li wir bûn. Osman Sebrî hîn sax bû. Dan û standinek wî ya xurt bi birêz Ocalan re çêbûye. Tevgerê piştî nirxandinekê, li gor rewşa gelê kurd ê bakur biryar daye ku alfabeya latînî bi kar bîne. Wekî tê zanîn partiyên din ên bakurî jî biryar dan ku alfabeya latînî bi kar bînin. Weşanên hemûyan bi tîpên latînî ne. Heta PSK'ê heta demek dirêj li şûna hinek tîpên Celadet Elî Bedirxan, tîpên tirk bi kar tînin bi kar anîn. Wan jî li gor xwe digotin "bi vî rengî zarokekî li dibistana tirk alfabeyê hîn bûbe, dê bikaribe kurdî bi hêsanî bixwîne". Lê dû re ku dîtin alfabeya Celadet bi tevahî rûnişt, ew jî beşdarî îmam Elah û Ekber.
Lê biryar tenê ya Tevgera Kurd e. Di Kurdistanê de 40 milyon kurd hene û heta nûnerên 40 milyon kurd, li cihekî hilbijartinekê nekin, heta alfabe, al, sirûd û yasayên gelê kurd hilnebijêrin, kîjan tevger, sazî û hêz çi biryarê bide, li ser navê xwe dide.
Îcar tirsa van biraderê me jî ji vir dest pê dike.
Li gor wan gelê Rojavayê Başûr, gelê Rojhilat û gelê Bakur li ser hev apoîst in nêzîk e ku her sê parçe jî bikevin bin kontrola apoîstan û li her sê parçeyan jî alfabeya latînî heta dema avakirina parlamentoyekê latînî be. Piştre jî arastekirina latînî li ser soranî.
Lê ev tirsek ne rast e. Dema mirov biryara alfabeyekê digire, mirov piralî difikire. Aliyên teknîk, teknolojîk, aborî, hêsanî û bikêrhatinî tên nirxandin. Dû re biryarek siyasî tê standin.
Heke wê demê gelê kurd tu wekî nûnerekî xwe şandibî parlamentoyê, dê dengekî te hebe û di wê hilbijartinê de tê dengekî xwe bi kar bînî. Tê xwe bidî famkirin. Demokrasî jî ev e.
Na, heke tu dîktatoriyê dixwazî, wê demê ji xwe re artêşeke xurt, teknolojiyeke xurt û aboriyeke xurt çêke û bi her kesî bide qebûlkirin, jixwe tê nehêlî ku kesek li dijî te jî biaxive û deng bike. Fermo!
Ji ber vê yekê biryara Parlamentoya Başûr, Parlamentoya Bakur, Parlamentoya Rojhilat, Parlamentoya Rojavayê Başûr tenê herêma wan têkildar dike. Di endamê de sibe soran dikarin bêjin "em ne digel we" û wekî Azerbaycan ji xwe re dewletek duyemîn a kurdan ava bikin. Ev jî, heke biryara gelê soran be, em mecbûr in rêzdar bin. Lê ku biryarek wisa nebû û gelê soran digel kurmanc û zaza wekî kurd tevgeriya, hingê ev nivîskarên navneborî jî dimînin fesad.
GAZIYEK LI WAN NIVîSKARAN
Ya rast ev gaziya min li hemû bîrbirên Başûrê Kurdistanê ye. Yaho ala we, parlamentoya we, aboriya we, alfabeya we, serokê we, serokwezîrê we heye. Hûn hîn fedî nakin dema ku Hotmail, Gmail, Yahoo, Windows, Office û Twitterê vedikin, di nav zimanan de zimanên êlên Efrîka jî hene, lê zimanê we tune? Tenê di Facebookê de kurdî heye, ew jî min çêkir.
Ka dewleta we, ka parlamentoya we, ka aboriya we, ka siyaseta we, ka kurdayetiya we? Hebe bi kêrî çi tê? Ji bo min hebûna van û tunebûna van dikare çi îfade bike? Kurdistaneke min heye, lê ez tu fêdê jê nabînim. Çi xweş e, wele!
Madem hûn ewqas giregir in, ku hûn dikarin biryarê li ser biryara parlamentoyê bikin, de ka ji parlamentoyê bixwazin bila Windows ji bo me hemûyan bibe kurdî, bila Gmail, Hotmail, Yaho, Google ji bo me hemûyan bibe kurdî. Hûn heta niha li hêviya çi bûn, hûn niha li hêviya çi ne?
Ez ji we re bêjim?
Ez, ê ku bi Windowsê re peyman danî ku Windowsê bike kurdî. Ji ber ku Windowsê got "di bazara kurdî de bi tîpên erebî em nikarin bijîn", dewleta we got "nexwe em ne di nav vî karî de".
Ez, ê ku ji rayedarên we re got çima tîpên erebî, ku jê re gotin "da ku têkiliyên me bi ereban re xera nebin. Heke em latînî hilbijêrin, ev dibe biryareke wekî em xwe dikin hevalbendên Ewropa û ji Rojihala Navîn vediqetin."
Ma hûn nizanin ku bikaranîna tîpên erebî jî siyaset e, bikaranîna tîpên latînî jî siyaset e. Hûn fedî nakin, ji ber meseleyeke bi vî rengî ji me re dibêjin "kemalîst"?
Hûn, ji êşkenceya ku me kişandiye ji destên kemalîstan, fedî nakin?
Hûn ne ji wan kesan in, ku dema kurdek li parçeyekî din diêşe ew jî diêşe? Hûn çawa me wisa giran diêşînin? Qey we xwe ji bandor û psîkolojiya birakujiyê bi dûr nexistiye, ku vê guleya giran berdidin ser mejiyê me û kesayetiya me?
Şerm e!