An jiyaneke hevpar û wekhev an jî her kes li mala xwe
Dayika min a rehmetî digot, “Kûçik bi meqisandinê nabin mih”, ev tejîkên jontirkan jî mirov çendî qencî û başiyê jê hêvî bike, mirov ew çend xwe dixapîne. Zîhniyeta ku bi qirkirin û talankirina bi hezaran salan teşe girtiye, wisa bi çend salan naguhere. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, wekî gelek kesan hêvî bi me re jî çêbû ku reng e îcar hin tişt biguherin. Ji ber ku mercên jiyanê û cîhan diguherin, mirov hêvî dike ku neviyên Osmên jî hinekî kedî bibin. A rast, hinek gotin û nirxandinên wan hêviyeke wiha bi mirov re çêdike ku wan jî merc û rastiyên vê cîhana gewrik û gilover fehm kirine. Lê piştî demeke kurt, ew kes bi kirinên xwe vê hêviyê ji binî ve diqurmiçînin.
Her wekî min hefteya çûyî di nivîsara xwe de jî diyar kiribû, Cejna Vejînê roja 15’ê tebaxê li gundê Sîsê di Şehîdgeha Şehîd Kendal de hat pîrozkirin, li wir peykerê fermandarê nemir Mahsûm Kormaz jî hatibû danîn, heman rojê vekirina peyker jî pêk hat. Piştî wê şahiya bi coş a ku herî zêde dayikên şehîdan pê kêfxweş bûn, xêrnexwazan dest bi propagandayeke pîs û qirêj kir. Nemaze dezgehên ragihandinê yên alîgirên Fetullah Gulen kire hawar û qîrîn, piştre jî derdorên nîjadperest û faşîst dest bi êrîş û devjeniyan kir.
Di encamê de li ser daxwaza waliyê Amedê dadgehê biryara rakirina peyker da û hêzên dewletê bi hezaran leşker û polîs şandin ser goristana şehîdan. Hêzên dewletê bêyî ku nerazîbûnên raya giştî ya kurd li ber çavan bigirin, xwestin biryara xerakirina peyker û pê re jî wêrankirina goristanê bi cih bînin. Di sêrî de ciwanên kurd û dayikên şehîdan li dijî vê biryarê rabûn, wan xwest ku rê li ber vê biryara nemirovan bigirin, lê belê hêzên dewletê gel ê parastin da ber guleyan û ciwanê bi navê Mehdîn Taşkin şehîd kir û gelek kes jî birîndar kirin. Wan gurên devbixwîn bi ser de jî rabû peykerê Fermandar Egît xiste erdê û yekî ji wan wekî hovîtiya salên 90’î piyê xwe danî ser serê peyker. Piştî vê yekê gerîlayên li herêmê mudaxeleyî hêzên dewletê kir, hêzên dewletê li ser vê yekê ji herêmê vekişiyan.
Ev bûyer bi awayekî zelal nîşan dide ku di hest û ramana rayedarên dewleta tirk de zêde tiştek neguheriye. Ew bi tu awayî naxwazin têkoşîna gelê kurd wekî tiştekî rewa bipejirînin û hurmetê nîşanî nirxên gelê kurd bidin. Tiştê ku ew ji çareseriyê fehm dikin jî bi tenê rawestina şer û çekdanîna çekdarên kurd e. Bi vî awayî dixwazin gelê kurd bê parastin bihêlin û ji desthilanînê bêxin.
Xuya ye ku bi vî rengî aştî û lihevkirin pêk nayê. Ji bo ku mirov bi hêzekê re li hev were, divê serê pêşîn hêza li hemberî xwe bipejirîne, hurmetê nîşanî nirxên wê hêzê bide. Em bibêjin îro em li ser welatekî hevpar li hev tên, em ê bi hev re bijîn, hingî divê em têkoşîna yê li hemberî xwe wekî tiştekî rewa bibînin. Em bibêjin tirkan li dijî parçebûna “welatê xwe” şer kir, lê kurdan jî ji bo parastina nasnameya xwe li dijî red û înkarê şer. Bi kurtasî dê kurd doza parçebûnê nekin, dê tirk jî dev ji red û înkara çand, ziman, dîrok û nasnameya neteweya kurd berdin. Divê dewleta tirk hurmetê nîşanî hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên kurdan bidin. Serê pêşîn divê hurmetê nîşanî şehîdên şoreşa gelê kurd bidin. Heke dewleta tirk di red û înkarê de pîkoliyê bike, mafê kurdan jî çêdibe ku doza welatekî serbixwe bikin, lewre kurd piştî ev qas têkoşîn û berxwedan, ev qas ked û xwîn nikarin koletiyê bipejirînin. Bi kurtasî yan jiyaneke wekhev û hevpar an jî her kes li mala xwe. Di van mercên Rojhilata Navîn de kurd êdî nikarin bêyî parastin û statû bijîn, divê her kes vê yekê bibîne.