Arduda: Riyeke Dirêj û Bi Çêj
Kurteçîrok, ku di vî sedsala dawî de li dinyayê bi milyonan caran hate nivîsîn, xwedî hunereke taybet e. Lewra nivîskar ji hemû luksan dûr e û divê di demeke kin, bi çend gotinên hindik, bi dawer û sembolên ne zêde û bi zimanekî fambar çîroka xwe deyne ber xwendevên. Heke ji vê yekê bibore, dê gotinên zêde, nelihevkirî, wekî kevirekî di nav birxura şîvê de bikeve nav çîrokê. Dê gotinin wisa bikevin nav çîrokê, ku tu jê derxî jî dê tu wate ji çîrokê kêm nebin. Madem di çîrokê de rastî ne esas e, nexwe em bêjin “Çîrok hinekî jî derew e.” Heta piraniya nivîskaran îro difikirin ku nivîskar di nivîsandina xwe de bi tevahî serbest e û dikare her tiştê ji bo serkeftina çîrokê binivîse. Di nav komek çîrokên wiha de, mirov xwe wekî di nav komek derewçînên hêja de hîs dike. Em bêjin ev rast. Lê gelo kî dikare ji we re çîrokekê bêje ku tu tiştekî wê berê nehatibe dîtin û bihîstin. Pir zehmet e. Nexwe, divê em dubare bikin û bêjin heke her tişt derew be jî, divê derew ew qasî li ser rastiyê hatibin honandin ku mirov tehmekê jê bigire. Bila mirov bawer neke, bila mirov bizane hemû derew in, lê bila mirov tehmekê jê bigire û bêje “Rehmet li dê û bavê te.”
Ev teoriyeke nirxandina edebî ye, ku min bi zimanê gundikî got. Ya rast ev e ku ez difikirim çîroknûs bi her awayî ne azad in, bixwazin jî û nexwazin jî, di nav ew qas azadî de jî ew bi tiştinan ve hişk girêdayî ne. Ya sereke jî rastî ye. Ne rastiya ku çîrokê bike “rastî” û ji “derewê” derxe, rastiya ku “derewê” bi mirov xweş bike. Ardûda çîrokeke bi tenê ye. Çîrokeke cureyê ‘Honandina Zanistî’ ye. Tiştên di çîrokên bi zanistî hotine honandin de, dibe ku îro pêk nehatibin, dibe ku sed salên din jî pêk neyên, lê gelek tiştên di çîrokên bi zanistî hatine honandin de piştî 40 salî, an piştî 70 salî pêk hatine û ew çîroknûs wekî xwedî keramet hatiye dîtin. Ji ber vê yekê gelek kesên ku min dîtine pirtûka Ardûda danîne û gotine, “de hela here lo, dema min tune ez ev qas derew bixwînim” di çav min de wekî wan kesan e ku bawer nedikirin kes here ser heyvê.
Çîroka Ardûda wiha dest pê dike: “Ji bo hûn xwe ji sîstemê re bidin naskirin, deqîqeyek we heye.” Wekî mirov li ber computerê rûniştibe û bernameyekê li computerê bar bike. Lê di vir de tiştekî ez wekî xwendevan bikim nîn e. Divê pirtûk xwe bi min bide naskirin. Nexwe ev gotin ji bo xwendevên nehatiye gotin. Di rûpela piştre jî hevokek heye: “Kod hate qebûlkirin. Ji bo rêvebertiyê hemû konsol hatin vekirin.” Xwendevan bi tenê rûpel qulipandiye. Heke kod ev be, temam. Bi vî rengî teşeyekî teknîk ji bo pêşkêşkirina çîrokê hatiye afirandin.
Çîrok ji gelek beşan pêk tê û beşa yekem ‘Ji %1 Cotik Hate Dîtin.’ Yanî tu vê beşê tevde bixwînî, heke tu pir jîr û zana bî jî, tê ji %1 raz û sirên vê çîrokê bibînî. Heke te hemû di vê beşê de dîtibe, nexwe te ji %1ê her tiştê mayî dîtiye û tiştekî kes ji te re bêje nemaye. Bîra ku nivîskar li ber xwe kola ye jî ev e. An dê xwendevan di vê bîrê wer be, an jî nivîskar. Bêhtîr jî xetereya nivîskêr a têwerbûna vê bîrê heye. Ji ber ku divê çîrokeke wisa bihone ku heta ew rastiyê ji me re nebêje, em nikaribin bibînin. Dema wî got “Ji %1 Cotik Hate Dîtin” û xwendevan jî rabe %50 bibîne, tu xêr di çîrokê de namîne.
Heta vê derê tu pirsgirêk nîn e. Lê dema nivîskar çîrokeke wisa binivîse ku xwendevan heta dawiyê jî rastiyê nebîne, nexwe tiştekî gelekî nû afirandiye. Aha di vê nûbûnê de pirsgirêka “rastiyê” ku serê edebiyatnasên dinyayê pir êşandiye, bîreke kûr li ber çîroknûsê me jî vedide.
Em binihêrin bê nivîskar çi qasî çîroka xwe diafirîne û çîrok çi qasî nivîskarê diafirîne: Nihêrîna çavê yekemîn. Profesor Ardûda, ku navê xwe li vê çîrokê jî kiriye, serlehengê vê çîrokê ye. Profesor ji gerstêrkeke dûr hatiye. Pêşî gelek mirov ji xwe afirandiye. Dûre bi destê wan mirovan gerdûn bi çiya, berî, behr û golan xemilandiye. Lê ev dawiya çîrokê ye. Serê çîrokê bi vî rengî dest pê nake. Di serê çîrokê de em dibînin ku Profesor di Labaratuarê de ye û teqînek pêk hatiye. Dinya jî ew dinya ye ku sedsala 21ê dijî, lewra di nav guftûgoyên kopîkirina mirovan de ye. Haya dinyayê jê tune ye ku Ardûdayê ku temenê wî bi milyonan sal e, ew hemû afirandiye. Ev hemû li aliyekî, lê Ardûda di labaratuarê de çi dikir? Wî ceribandinên jibergirtina (klonkirina) mirovekî dikir û bi ser ketibû. Kêfa wî dihat. Her çi qas piştî teqînê hinekî gêjomêjo bûbe jî, ew serkeftî bû û bi gotina “Hêêêêêyt! Hahahahahahah! Çêbû soxî! Min çêkir! Min afiraaaand! Min mirovek ji xwe afirand. Hêêêêêyt! …..?......?”
Ma hewce ye ku ez bêjim haya serê çîroke ji dawiya çîrokê tune. Heke ev profesor ew profesorê gerdûn şên kiribe, ev çi ecemîtiya jibergirtina mirovan a li labaratuarê ye? Û bi dehan mînakên wiha di vê çîrokê de hene. Ji ber vê min di hemû nirxandinên xwe yên çîrokan de aniye zimên ku dema çîroknûs nivîsî, divê haydar be ku çîrok zindî ye, kone ye, bîrên ku mirov jê re dikole datîne pêşiya mirov û heke bi dilê wê çênebe, ew jî bi dilê mirov nake. Tu mijarekê hildibijêrî, ku divê bi agahiyên zanistî û teşeyekî teknîk were honandin. Li gorî vê yekê tu çavên xwe li lehengekî digerînî û di hilbijartina Profesorekî de biryarê digirî. Tu ji bo wî navekî hildibijêrî ku nû ye, balkêş e. Lê Ardûda ji te kesayetiyekê dixwaze. Ew mirovekî bêruh, bênav, bêkesayetî, bêraman û bêdilînî ye. Tu van yekan, yek bi yek didiyê. Heke tu amûrekê, çek, an jî tiştekî din bidiyê ku bikeve nav çîrokê û xera bike, jixwe xêr tê de nema. Lê ku tu dilîniyekê bidiyê ku ne li gor çîroka tu dixwazî ye, dê dîsa heman tişt nebe? Ji lew re, Ardûda çima bi Tîndayê re ye, çima jê hez dike, ew mirovê ku dinyaya wî û dîroka wî xwedî kûrahiyeke mezin e, di nav van biçûkahiyan de çima ew qasî biçûk xuya dike?
Nihêrîna çavê duyemîn. Çîrok ji her awayî ve xwezayî ye. Wekî mijar jibergirtina mirovan hatiye hilbijartin û li gor vê yekê leheng, kesayetî, nav, cih, ziman û raman hatine hilbijartin. Ev hemû bi teşeyekî teknîk jî hatine honandin.
Çîrok par bi par bi pêş ve diçe û bi herikbariyeke wisa mirov dikişîne ku mirov bi heman hêsaniyê nikare ew qas rûpel kurteçîrokan bixwîne. Bi vî rengî hilmek daye çîroknûsiyê. Hilma xwendevanê çîroka kurdî fireh kiriye û bi cureyekî cihê yê edebiyatê dewlemendiyek aniye. Lê encama çîrokê neçê daniye û çîrok di encamê de hilweşandiye. Êdî serê çîrokê û dawiya çîrokê bi hev re ketine şerekî wisa ku her tiştê avayî di vî şerî de xera bûye.