Arjen Arî
Ji helbestên wî "ramûsan min veşartin li geliyekî" mabû di hişê min de. Ji ber qalibê vê hevokê pirsa "gelo tu di bandora Ahmet Arîf de mayî?" jê dihat kirin. Min jî ji wê hevokê hêviya "gelo em kurd jî dê bibin xwediyê Ahmet Arîfekî?" bi hevalên xwe yên girtîgehê re parve dikir.
Dûre min ew di sala 2003'an de, di xebatên vekirina Pen a Kurd a Amedê de nas kir. Piştî wê bi demek kin min li Azadiya Welat dest bi edîtoriyê kir, ew jî dihat wir. Kul û keserên wî ji porê wî gelekî dirêjtir bûn, lê tenê porê wî bala mirovên berdîwar dikişand.
Ew DDKD'yîyekî kevin bû. Ewqasî welatparêz û kurdperwer bû ku têkiliyên xwe ji tu kurdan qut nedikir û xwe ji wan bêrî nedikir. Qutkirina têkiliyan wekî "di agir de hiştin" didît. Ev dibû sedema ku kes Arjen Arî "ji xwe" nebîne. Yên wî alî çem digotin "Arjen Arî ne ji me ye", yên vî alî çem digot "ne ji me ye", yê li ser çem jî digot "ji me nîne".
Nivîsandina wî ya di Azadiya Welat de bû pirsgirêk. Ew rexne kirin, gotin "çi karê te li wir heye?". Lê wî got "rojnameya kurdî ye, ya herî pir tê xwendin e û tu tiştekî arasteyî min nake, ez her fikr û ramanên xwe dinivîsim, çi xerabî bi vê heye?". Lê dîsa jî gotinên wî bi serê wan de nediçû. Wan ew ji bo vê yekê gelekî diêşandin.
Hinekan jî digel qunciknivîsiya wî ya di Azadiya Welat de, ew "ji xwe" qebûl nedikir. Ma qey eyb e ku ez bêjim ji min re jî gotine "Apociyan bera wî daye, ew bi birîndarî filitiye, ne mirovekî baş e"?
Em carê li Xana Hesenpaşa diçûn cem Nijad Arda, ku ew jî yek ji nivîskarên Amîda Kurd bû. Rojekê Nijad got: "Were em digel nivîskarên kurd li vir bernameyekê çêkin, bila 15-20 beş biqedin, dû re em ê televizyonên kurd jê agahdar bikin û bidin wan. Lê bila bernameyek pir cuda be, ne wekî yên heyî be." Ji bo vê yekê me gazî hunermend Koçer kir û bernameya me ya yekem bi Arjen Arî re bû. Helbesta "Şêrgele" ku ji wê demê ve wekî klîb tê weşandin, aha parçeyek ji wê bernameya me ya bi Arjen Arî re ye. Îro Koçer li goristanê digot, "xwezî min pirtir klîbên wî çêkira û îro dilê min wiha bi tenahiya Şêrgele neêşiya."
Rojekê li Amedê telefon kir û got "heke dema te hebe, ez aciz im, ez ê bêm qehweyek te vexwim." Hat, em rûniştin, me sohbetek dirêj kir. Gotin dîsa hat ser van kezebreşiyan, dîsa got: "Hîzbulah bera min da, ez ji mirinê filitîm, ev bêbav wê jî berovajî dikin ji bo min xerab nîşan bidin."
Bernameya wî ya herî ya dawî jî îsal li Qoserê çêbû. Me ew ji bo bernameyê digel kurê wî, ji ber malê rahiştê û em çûn. Roja duyem jî got "min daynin Nisêbînê", ez pê re çûm heta wir jî. Jê û pê ve dîtina Arjen nebû qismet.
Dema ez pê hesiyam ku li nexweşxaneyê ye, bi rojan ketim meraqa girîngiya nexweşiyê, heta ku doktoran gotin "tu bi pençeşêrê ketiyî". Ji wir û pê ve Arjen ji nav dest û çengên me derket. Mala bêderfetiyê bişewite, min nikaribû bigota "hevalo te çi divê, ka em ji bo te çi bikin?" Bê derfet bû, lê nedigot.
Xema wî ya herî mezin ew xem bû, ku Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemir jî li ber cenazeyê wî got: "Bêderfetî" bû.
Çi tiştekî balkêş e, ev cîhan. Gotina rast di devê herkesî de ye. Lê rastî wekî morîka winda ye, di qul û qulêsan de bincil e. De ka ku Arjen Arî serê xwe rakira, dê ji Şaredarê me re negota "ma derfet di destê min de bûn, ku min ji te revand, an di destê te de bû?"
Qey tiştekî pir zehmet bû ku Arjen Arî di jiyana xwe de li Amedê edîtoriya kovareke Çandî-Hunerî bikira? Na, na! Na! Bêderfetî ne ji tunebûnî ye, na! Bêderfetî ji bêdilî ye, êdî em hemû bi hev hesiyane.
Arjen Arî ne yê ku mirov îro wisa veşarta bû. Diviya îro sed hezaran ew hilgirta û veşarta. Lê mixabin, rêveberên me yên îro ne rêveberên di wê astê de ne ku zanibin gelekî bi rê ve bibin, pêvajoyekê îdare bikin.
Do Amed li ser lingan bû. Di roja 49'min a grevên birçîbûnê de gelê kurd li Amed û hemû bajaran kuçe dagir kiribûn. Ma qey xetereya mirina di grevan de qediya? Na! Îro roja 50'mîn e. Û Arjen ê me yê ku do di saetên wê serhildanê de, ji ber nexweşiya xwe di nexweşxaneyê de can da, diviya îro bi gaziya Şaredarî û partiyên kurd ji ber Komeleya Nivîskarên Kurd bihata rakirin û veşartin. BDP'ê dikaribû ev wekî peyama lêxwedîderketinê bida. Lê ne tenê ew e, rêveberên ku îro ji bo şoreşê divê ku gelê kurd bicivînin ser hev û rakin serhildanan, dema ku yekî wekî Arjen Arî jiyana xwe ji dest bide vê yekê neke, dê kengî bike?
Ew milîtanê şoreşa çandî ye, ew şervanê helbesta kurdî ye. Lê rêveberên ku têra demê nekin, encax dema cenazeyên bi guleyan can dane bên, bîra raperîn û serhildanê dibin.
Normal e. Asayî ye. Ji ber wê ferqek di navbera veşartina Arjen Arî û Mehmet Uzun de jî heye. Ji ber ku hevalên me Mehmet Uzun ji pirtûkên wî yên tirkî nas dikirin, lê Arjen Arî ji wergerên tirkî dûr bû. Li goristanê dusêsed mirovên bijarte hebûn, ku ji nivîskar, helbestvan, siyasetmedar, parlamenter û hunermendan pêk dihat.
Tenê gotinek min heye ji kesên fama re:
"Yên wekî Arjen Arî bilind difirin wekî balindeyan,
kûr di avê de dijenin wekî masiyan,
ji roja yekem dizanin
li wê bilindahiyê û li wê kûrahiyê
dê her kes tune be û dê bi tenê be."
Yê ji gotinê fam bike ev qas jê re bes e, yê fam neke tu çi bikî vala ye.