1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Artêşa hêkên hesinî dike
Artêşa hêkên hesinî dike,artêşa,hêkên,hesinî,dike

Artêşa hêkên hesinî dike

A+ A-

Kurd li giş perçan, li welat û li derveyî welat ji her demeke din zêdetir hişyar in, ji xwe, ji hev û ji cîhanê bixeber in.

Mirov heger bi giştî pêvajoya îro kurd di nav de, wek pêvajo û prosesa xweguhertin û xwejinûveavkirinê û wek salên xwurtkirina yekîtiya netewiyet û yekîtiya navxweyî bi nav bike, wê bi tenê destnîşankirina rastiyekê be.

Ev xwejinûveavakirin û xwebinûvekirina ji jor ber bi jêr de û bervaja û ji çep ber bi rast de, ji rast ber bi çep de, sînorqevêz, sînornasnekir, bedenhimbêzker û rapêçer, di çend eniyan de ye:

1.     Li ser asta perçeyan û têkiliya di nav perçeyan de, têkiliya di nav zareva, ol û mezheban de, siyaset û îdeoljiyeke  neteweyî, kurd di nav guhertinekê de ne.

2.     Kurd têkiliyên xwe û gelên cîran; xwe û tirkan, ereb û farisan, ermenî, asûrî-suryaniyan jî îro, bi awayekî helî fikirlêkirî di ber çavan re derbas dikin,dinirxînin û ji bo ku li xêra siberoja jiyana bi hev re form û karekterekî bidin wan dixebitin.

3.     Yeke sêhem jî divê mirov li wan zêde bike, ew jî têkiliyên kurdan û cîhanê ne, cîhana li derveyî Rojhilata Navîn, cîhana li ser siyaset û siberoja neteweyan xwedîbandor. Êdî kurd rasterasta bêwasite û navbeynkar bi dewlet û hêzên xwedîgotin, siyaset û dîplomsiya cîhanê re dikevin nav têkiliyan. Kurd hatine ast û sewiya ku bi dengê bilind ban cîhanê bikin: „me ji me nas bikin, ne ji dijmin û dagîrkerên welatê me“.

Helbet ev giş ne bêserêş û ne bêpirsgirêk in. Em xwe bi xwe wek rêxistinên heman perçî û perçeyên li vî alî û li wî aliyê sînor, gelek caran di sedsala derbasbûyî de ketin pêxêra hev, dewletên dagîrker em kurd û kurd bi hev dan kuştin. Sosyolojiya me, pirsgirêk û arîşeyên me, ferq û cihêyîyên lokal û herêmî, malbatî, eşîrtî û piştre îdeolojîk û siyasî bikar anîn. Li dijê me bûn yek, bend û tifaqên mîna Sadabad, Cento, Bexdad û Hwd.Avakirin û çendî ji destên wan hat du tişt han dan:

1.     Em dehfî çiyan dan, ji bajaran derxistin û

2.     Yên mayî jî dehfî îlegalîtê, binerdê dan, naçarê xebata nehênî, di nav komikên biçûk, raperîn û serhildanên qut û bêxeber ji hev, bêorganîze, ji wehca dilan, kir.

Gelê Kurd jî bervaja çendî ji dest hat ji bo ji bin erdê derkeve, ji çiyê dakeve bejêr, xebatên xwe heşkere û vekirî bike, çember û sûra nehêntiyê bişkîne, çi dikarîbû kir, dike.

Hinekî mirov kare bêje ku diyalektîka têkiliyên me û deshelatdarên gelên cîran, deshelatdarên tirk, faris û ereb wiha bû û ev şer û ev berxwedan heta bi îro jî dewam dike.

Ev bi aliyekî xwe jî şerê demokrasiyê bi nedemokrasiyê re ye. Kurd aştî, diyalog, çareseriya siyasî dibêjin, dewletên dagîrker û li serê wan jî dewleta tirk şer dibêjin.

Tu li eslê wê binerî, şerê di nav kurdan û dewletên dagîrker de bi aliyekî xwe jî li ser statukoya heyî, 80-90 salên dawî ye.

Statukoya heye li dijê kurdan û ne li xêra wan e. Ev statuya bindestiyê ye, li dora qirnekî jiyan li kurdan kiriye dojeh. Şerê kurdan jî ji bo hilweşandina vê statuyê ye.

Kurd dixwazin wê bugherin, ji nav derkevin, derbasî yeke nû bibin, yeke laiqê mirov, birûmet û azad.

Herwiha hewla kurdan ji bo wê ye, çarenûsa xwe bigrin dest xwe, ji destên derveyî xwe derxin û li ser siberoj û wêbêya xwe xwedîgotin bin.

Kurd êdî kiras, sitatu, çarenûs û jiyana ji bo vemiriandina kinêsa xwe qebûl nakin. Terzî, pilangêr, damezrêner û tefsêlkarên wê kî dibin bila bibin, çendî bihêz dibin bila bibin, vê rewşa kirêt red dikin.

Li aliyê din statuya heye objektivîteyek e. Ev objektivîte ji bo kurdan talûke û xeter e, ji bo çêrandin û asimîlekirina kurdan e û di nav salan de jinavêrakirina kurdan hedef e.

Şoreş û raperînên gelê kurd, serokayetî û siyasetmedarên wan wek faktorê subjektîf tim midaxele kirine, hewil dane têkevin pêşiya wê, rê lê bigrin, nehêlin bi serbikeve.

Şoreşa Bakurê welat,di van 30 salên buhurî de da xwiyakirin ku ev objektivîte ne çarenûs e, ne qeder e, mirov kare bughere.

Da xwiyakirin ku bi nisbeta subjektivîte xwurt bûye, ji xwe re dixebite û bi nisbeta xwe azad dike, objektivîte jî ewçendî tê guhertin.

Şerê 30 salên buhurî bi aliyekî xwe jî bûne salên ji objektivîteya dijkurd çêkirina objektivîteyeke li xêra kurdan e.

Tevgerarizgarîxwazî di nav şert û mercên dijwar de; di çiyan de, di xebatên demokratîk û girseyî de, di yên kategoriyên civakî mîna elewî, êzdî, oldarî de, peyitand ku guhertina objektivîtê, objektivîteya li derveyî daxwaz û îradeya me mikun e.

Gelê kurd bahwerî bi vê anî, rojane dibîne, dijî û di sedcore çalakî , di Newrozên çend milyonî de, hilweşîna wê dişopîne.

Em li vir li sedemên hezim, kefteleft, panîk û livîalîketin û liwîalîketina Serokwezîr û siyasetmedarên dewleta Tirk nêzîk dibin.

Li pey hev seferên Emerîka, Elmanya, Firansa, welatên Rojhilata Navîn, vî welatî û welatê din, bi nisbeteke mezin ji ber van terk û derzan e ku Tevgerarizgarîxwaziya gelê Kurd li statuko û objektivîteya Lozanê dide.

Em bi ser dikevin, me riya serketinê naskiriye, şika me ji şert û prensîpên serketinê nemaye. Me ev prensîp di nav jiyanê de û wek encamên pratîkeke dewlemend tap kirine.

Çi ne ev prensîp ?

1.     Berxwedan e.“Berxwedan jiyan e“, serberzî û rûmet e, serbilindayî ye, mirov bi xwe re mezin dike, hoste û bikêrhatî dike.

2.     Xweorganîzekirin û xwebirêxistinkirin e. Di xweorganîzekirinê de hêz heye. Çend hezar kesên organîzekirî ji çend milyonên bêserûber, yek ne bi yê din re û berê heryekî ji wan li der û cîhekî û ji xwe pêve ne ji kesekî din re, di nav cîhana xwe ya biçûk de noqbûyî, bêhaydarî û bêxeber ji cîhanê, gelekî bihêztir in.

3.     Yekîtî û hevgirtin. Dayik û maka vekirina her derî û her girêkê ye, dara stûr û qalin e ku destên dijmin lê naghe hev.

4.     Xwedîmedyabûn e. Ne bila sebeb hatiye gotin: „Hêza  te bi qasî medya di destên te de ye”. Kurd vê zanin ku medya ji bo wan ne hêza çarem, belê gelek caran di asta ya yekem de binirx û xwedîrol e.

5.     Kombûna li derûdora navend û serokayetiyekê ye. Ji vê awurê xwedînavnîşanbûn e.

6.     Xwefînasekirin e. Ji bo prensîpên berêtir bi erkên xwe rabin, fonksiyonên xwe bînin cîh û nebin dûvê vê hêzê û hêza din, ferz e. Xwefînansekirin jenerator, garantî û demana helî saxlem, tebût û tekûz e.

Siberoja her tevger û partiyê û gelê ev partî bi navê wî diaxivin girêdayê xwedîderketina li van pirensîpan, nisbeta bicîhanîna wan û hezimkirina wan e.

Heger îro Şoreşa Apoyî bi ser ewçend dijberî, dijminên çaralî, komplo û dek û dolabên navneteweyî dikare li ser lingên xwe bimîne û ne bi tenê xwe bigre û bimîne, belê roj bi roj mestir bibe, bibe hêviya giş kurdan, ji ber girêdana bi van prensîpan û ewla bicîhanîna wan e.

Şoreşa neteweyî ku hêza xwe di tenişta van prensîpan de ji îdeolojî, kesayetî û ji psîkolojiyeke anteremankirî digre, bûye artêşek neteweyî, çarperçeyî, li her perçî xwediyê rêxistina xwe, bi her coreyê xebatê, vekirî û nehênî, xwedîşaredar, parlamenter, bi dehan sazî û dîplomat.

Bûye faktorek û ne li herêmê û ne jî ji aliyê hêzên hatine herêmê, kes wê nikare ji nedîtîve bê.

Şoreşa mezin, di çend deh salên derbasbûyî de dinav asteng û dijwariyan de ji diya xwe bû, bû partî, artêş, enî, bi sedan sazî, bû xwediyê televizyonên satelîtî, medyake hercoreyî û serokayetiyeke çarperçeyî û giş kurdên cîhanê.

Di ewqas sal de li aliyekî dewleta tirk û hevpeymanên xwe û li aliyê din Partiya Karkerên Kurdistanê, şervan û siyasetmedarên kurd giş hêzên xwe daxistin meydanê.

Li aliyekî artêşa yekmilyonî, endameke pakta Nato, dewleteke mîrasxurê deshelatdariyeke emperyal ku di zemanê xwe de Eropa giş ji ber ketibû qelaqê û li aliyê li himber û dijber jî, gelekî bindest, çendperçeyî, bêrêxistin, bêçek û bêposat belê bi hejmarek milîtan û fedaî.

Îro piştî vî şerê dirêj ku kesî ihtîmal nedidayê, partiya PKK bûye partiya milyonan, bajar û heralî bi serokayetiya wê radibe û rûdine, cihê jidayikbûna serokê wê bûye Qabe û Quble, cîheke pîroz, ne esker, ne polîs, ne tank ne jî top nikare wan bisekinîne.

Ev bi serê xwe mucîza helî mezin û ji awura guhertina di rewşa kurdan de nimûne û kerameta sedsalê ye.

Aliyan; yê dewletê jî û yê kurd jî herduwan jî xwe li mêzênê kirin. Ne carekê bi sedan car. Ev jî li ber çavên cîhanê û bi şahdebûna sêdehsalên derbasbûyî.

Derket ku dewleta tirk nikare bi şoreşa kurd. Ev tê dîtin, qebûl dibe. Bi nisbet ev tê dîtin û qebûl dibe, ewil artêşa tirk, general û paşayên wê, serfermandarên wê, bêprestîj û bêotorîte dibin, silûka wan dişke, di çav xelkê xwe, xelkên herêmê û cîhanê de biçûk û navno dibin.

Gelê tirk wek berê nema dema cenazeyên xwe radike „ kurê min di riya welat de çû, dema bê xwestin ez dê yê din jî bidim“ vê nema dibêje.

Artêş êdî di nav xwe de ne yek e, bûye çendkerî. Nav milîtarîzim û faşîzma sivîl û eskerî vedibe, nasyonalîzma reş, sosyal şoven, kesk û sor ne li hev e, saziyên dewletê diranan li hev disûn, tim di qirika hev de ne, heryekî seriyekî dikşîne û li daholekê dide.

Ava wan bi cokekê de nare, kes li yê din guhdarî nake, bûye kaos. Dizî, keleşî, cerdevanî, tecawiza mamosteyan, revandina zarokan, bertilxwurî, bêkarî, şantaj, rewşên histerîk, li qirikê ne.

Partiyên dewletê, siyasetmedarên salan, navsere, qert û pîr,ne di derdên milet de ne, bi xwe û hev daketine, şer e di meclîsê de.

Nerehetî, aciziya ji hikûmetê, rêvebir û burokratên dewletê, parlameneterên meclîsê û birçîtî, xezantî û sedcore dijwariyên jiyanê, protestoyên fireh dibin, serketinên partiya DTP û BDP ya îro, lingên hikûmeta AKP xistine soleke teng.

Hikûmet naçar ma televizyona TRT-6 veke bi hêviya ku belkî DTP û eniya kurd lewaz bike. Behsa gavavêtinên çareseriyê kir. Bi navê „pêşîvekirina çareseriya pirsgirêka kurd dest avête çekekî nû, çekekî propegendeyî bi mebesta çiya û hundur, hundur di nav xwe de ji hev bixe, perçe bike, wan bîne himber hev. Ev siyaset û tektîkeke nû bû .

Birêz Ocalan bi Nexşeya Rê bersiva vê da, projeya çareseriyê pêşkêşî raya giştî kir.

13 ê Nîsana 2009 an KCK ji bo vekirina riya siyaset û diyalogê bêçalakî îlan kir.

Ev hemleya siyasî bû ku pişta xwe dida serketin û encamên hilbijartinên 29 ê Adarê. Hilbijartinên hejmara şaredarên kurd derxiste 99 kesan.

Dewletê, roja piştre di 14 ê Nîsanê de êrîş bir ser siyasetmedarên kurd, ew girtin û ew roj û ev roje ev zêdeyî salekê ye girtin nesekinîne, berdewam in.

Di ber re jî ji bo pêvajoya çareseriyê sabote bike projeya sexte, pirojeya xapînok bi navê pêşîvekirinê avêt holê.

Bi du hemleya birêz Ocalan û ya KCK de hemleya Gurûbên Aştiyê hat. Vê hatinê maskeya li ser riwê AKP da aliyekî û çendî ev partî mizawir, nedurust, rût û tazî ye derxiste meydanê.

Erdogan çû Emerîka. Ji xwe şerê zivistana 2007-2008 an jî piştî serdana Erdogan û rûniştina bi Bush re meha Kanûna 2007 an dest pê kiribû.

Ev demeke cardî bêhna şerekî mezin tê, çend roj in di nav gerîla û leşkerên dewletê de şer derdikeve.

Dewleta tirk demeke dirêj e amadeyîyên operasyoneke fireh dike. Hedef Başûrê Kurdistan e, Qadên Parastina Medya ne.

Hefteyên dawî kuştina kurdan û êrîşên li ser kesayetiyên kurd zêde dibin, çend nimûne:

1.     Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Metin Alataş li Edenê hate terorkirin.

2.     Mehmet Kiliç di zîndana Uşakê de hate kuştin.

3.     Kuştina xizmekî Ahmed tirk li Izmîrê

4.     Êrîşa li Semsûnê li dijê Ehmed Tirk û parlamenterên BDP.

Siyaseta AKP û hikûmeta wê dişibe siyasetên destpêkên salên 1980 î, 1990 î û 2000 î. Di her pênc salên 1990 î de girêdayê konsepta Demirel-Gureş-Çiller-Agar 17 hezar kes hatin kuştin.

Ferqa Erdogan ji Evren, Demirel, Tansu Çiler nemaye, civînên bi hunermend û nivîskaran re derew in, giş perçeyekî pilan û projeya qamuflekirina siyaseta tesfiyekariyê ne.

Belê Erdogan gerek hinekî jî li yên berî xwe binere. Gelek demagog, faşîst û kujer hatin û çûn. Yekî ji wan jî li himberê berxwedana qehremanane ya gelê Kurd encam negirt.

Şer dest pê kiriye. Hêviya me ew e ku berî mestir bibe, dualî xwîna kurd û tirkan birje bê sekinandin.

Heger mirov hinekî rewşa aliyên di nav şer de bigre ber çav, awirekê bavêje hêza herdû aliyan û faktorên alîgir û dijber bide ber hev, mirov kare bêje ku cardî mîna bi dehan carên din wê ev operasyon jî wek yên berî xwe encam negre, wê bi tenê bibe sebeba, xwîna lawên tirk û kurd û wê dijminayetiya di nav aliyan de kûrtir bike.

Berpirsiyar jî hikûmeta AKP, dewleta tirk, siyasetmedar û rewşenbîrên Tirk yên bêxem û bêkêr in.

Dawî:

Bicîhbûna şervanên gelê kurd û Tevgerarizgarîxwazên Kurdistanê, bi firehî û bi kûrayî di çiyayên Kurdistanê de bicîh bûye û di du baskan de ber bi Derya Reş û di ser Amanosan re ber bi Tirkiye de ji zû de ketiye rê.

Gerîla ji awira tecrûbe û azmûna şer, tektîk, hostetî û şarezariya şer,  çend bejnan di ser doh re ye. Di çend şerên salên 2007 û 2008 an de ev hate dîtin, di şerên Oremarê, Zapê, Bezelê û hejmarek şerên din de xwiya bû.

Hinek dîroknasên şer, hezîmet û şikestina artêşa tirk bi hezîmeta zemanê Enwer, Cemal û Talat Paşa re li Sariqamîşê dan ber hev, hinan şikestina wan li Zapê şiband şikestina Firensa li Dien Bien Foya Vietnamê ku bûye navê helbesteke Cegerxwîn.

Çekên di destên gerîla de jî û hejmara wan jî îro ji hergav bikêrtir û zêdetir e. Piştgiriya gerîla di nav gelê kurd de jî ji hergav îro firehtir û xwurtir e. Mirov dikare vê di zîncîreke çalakiyan de ku rojane dubare dibin de bibîne. Di xebatên Mertalê Zîndî de, di xebatên parlamenter û şaredarên kurd de, di festîval û newrozên çendmilyonî de bişopîne.

Ev piştgirî ne bi tenê li perçê bakur, belê li giş perçan zindû ye. Ya din gerîla bi xwe ji giş perçên Kurdistan e; bakurî ye li Rojhilat di nav PEJAK ê de ye, ji Başûrê Rojava ye li Bakur û li perçên din şehîd dikeve, Bakurî ye li Başûr dixebite û hwd.

Dawî ev êrîş zû ya dereng wê li her dera kurd hene bi xwe re reaksiyonan gurr bike, ji ber ku êrîş li ser zarwên wan, keç û kurên wan in.

Reaksiyoneke berdewam jî ji kursiyê Meclîsa Dewleta Tirk li dar e. Ew jî ya parlamenterên BDP ye ku mîna şêran dixebitin.

Karê dewleta Tirk êdî ne hesan e, rayedarên dewletê û berî gişan jî general û serfermandarên wê vê zanin, dijîn. Dema berê xwe didin gerîla hêkên hesinî dikin.

Munîx
Ji axaftina vekirina Komela Munîxê


Gotinên miftehî :