1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Arîşeyiya Zimên (II)
Arîşeyiya Zimên (II),arîşeyiya,zimên,ii

Arîşeyiya Zimên (II)

A+ A-

Arîşeyiya zimên, herî zêde di pirsyarkirina hebûniyê de xwe dide der. Ji ber ku hebûnî çi qas berayîn be hêlîn jî ew qasî berayîn e; avabûna wê hêlînê jî bi piranî li ser hebûna zimên e.

Di qonaxa jiyayî de, piştî ku me hebûniya zimên û hebûniya xwe li cîhana derveyîn da qebûlkirin, îcar, dor hat ser hestpêkirina hebûniyê û hizirîna li ser wê. Mixabin di vê qonaxê de hiş li me li hev geriya. Me çi rêbaz, çi navgîn peyde kirin, me xwe da ber û bi navê ‘pêşdebirina zimên’ dest bi xebatê kir. Lê me xweşikî ji xwe nepirsî, gelo ev kelecana ku di me de çêbû, dê berê me bide kîjan alî?

Bi salan e, di saziyan de xebata zimên tê kirin. Ev xebat bi qazancbexşî û fîdakarî tê kirin. Lê gava em li deh salên dawî dinêrin, li gorî destkeftiyan, rêjeya zêdebûna kurdîaxêv, kurdîxwend û kurdînûsan ne ew qas baş e. Gelo sedem çi ye? Sedema sereke ev e; ji ber ku di hewla geşepêdana Kurdî de, xebat bes li ser rê û rêbazekê meşiya: Rêbaza hînkirina rêziman. Lê me ji bîr kir; rêziman, bi tena serê xwe, ji bo avakirina hişekî zimanî, têr nake. Helbet, rêziman, ji bo zimanekî tiştekî bivênevê ye; û wek tevdeyî, sînorê matematîka zimanekî diyar dike. Ev sînor jî di nav sînorê matematîka zimên de, tengî û firehiyê li xwe dixe.

Hînkirina rêziman, nîva xebatê ye. Nîva dî, ji zimanê ku xwe di nav çandê û jiyana rojane de veşartiye, pêk tê. Û ev nîva dî ku di nav çandê de dihewe, şênber e. Lê rêzimana zimanekî, bi qasî zimanê di çandê de hewiyayî, ne şênber e. Ji ber ku rêziman matematîka zimên e, bi qasî matematîkê jî razber e. Loma jî, ji bo ku zimanek bê şênberkirin, hewce ye ew ziman, digel piçkeyên çandê bê hînkirin.* Helbet gelek rêyên vê yekê hene. Yek ji rêyên sereke ev e; bi rêya xwendin û axaftinê, di hişê wî mirovî de, avakirina mantiqa zimên, avakirina hişekî zimanî û lêbanandina wî.

Di van xebatan de, aliyê ku pir kêm maye ev e. Bi taybetî di bajaran de; ji ber ku jiyan ne bi temamî Kurdî ye; çi kesê ku biçe kursa Kurdî, piştî derbaskirina qonaxa kursdîtinê, hemû tiştên ku hîn bûne, li ser mantiqa zimanekî dîtir ava dike; û hewlê dide ku bi zimanekî ‘çêkirî’ biaxive û xwe îfade bike. Û ev yek jî dibe sedem ku, hemû xebatên ku bi niyet û hewleke qazancbexşî û fîdakarî hatine kirin, bi avê de biçin.

Arîşeyiya zimên jî li vir xwe dide der; û tê li bin guhê mêjiyê Kurdên ku haya wan ji mantiq û ruhê Kurdî heye, dikeve. Îcar bi vê derbê re, ev kes, radibin û tê dixebitin ku rûpela şaş hatî nivîsandin, paqij bikin û di heman rûpelê de mantiqekî duristtir, ruhekî xweşiktir û ziman pêkhatîtir ava bikin. Û di roja îroyîn de, vê xemê bes çend kesên zimannas û nivîskarên ku hay ji van kirû û piçkeyan hene, dikêşin.

Em ji bîr nekin; me wextekî digot, “Ronesansa Kurdan dest pê kiriye.” Û dîsan em ji bîr nekin ku di qonaxa ronesansa Ewrûpayê de, geşe bi hemû huneran û bi wêjeyê hat dayîn, loma Ronesans bû ronesans.

Ji bo ku ronesansa destpêkirî bi aqûbet be, hewce ye em di her warî de li geşepêdana zimanê Kurdî bixebitin; bi taybetî jî, hewce ye em li ser çanda heyî bimînin; zimên di ser piçkeyên çanda Kurdî re bi kar bînin û wî ji xwe re bikin hêlîn.

*Piçke: Bi Tirkî; bileşen. (Çavkanî: Ferhenga Têrmên Matematîkê. Zeraq, Dilawer. Wenda, Mem. Xebata Çapnebûyî)


Gotinên miftehî :