Asoyekî tenha
Li vir, -bêy te- bi tenê me Ji nişka ve tu nediyar î, kanî tu? tu li vir nemayî. tu bêxatirxwestin berzebûyî tenha hiştim, demeke teng e, bo çi tu diçûyî??? Min bêrya te kiriye.
Payiz e... ger gula dawî pelên xwe derbixe, li ser mêzê mûm heye. tenê.. tenê dil têdigihe, mejî nabîne: Ev destpêka dawiyê ye, dem ji qêrînê ranaweste
Tirsa jibîrkirinê, gelek roj bi ser xatirxwestina te ve derbas bûn gelek demhijmêr, min hemî rakirin, ji min dûrketî. Tu çûyî, dîmenê te bû cama avlêbûyî. Tirsa min ji wê ye, rojek bihêt û ez te jibîr bikim. Te carekê destê xwe dabû min, xewneke xemgîn bû. Berya tu biçûya mirinistanê û bûbaye toz û ez hîn sax… careke din min tu dîtibaya careke din, destên te rengê henasa min sor bikira bêhna giyanê te bikiraya.
Giyanê min xwînê dibarîne. dilê min diqîre şopa vedenga peyvên te hilim dike. çavên min pêrgî awira te dibin, tu dibî ronî xalên li ber xwe yek bi yek winda dikî bendemana hêviyekê yî, şopa te hildigire di vê rojê de, roja me ya dawî ye.
Tu nikarî behwer bikî, ka destpêk çendî zor e sîber bi tirs û saw e, êş e, azar e, îske-îskên te şînê didizin, roj tarî ye, benckirî ye, ya ez ji bo rojeke din amade dikim sîberê xwe bi ser de avêtiye, tîrêjên rojê nagihin.
Bêriya te dikim, min ji xwedê dixwest tu li vir bûya. gelek caran berê xwe bi hêla te ve dikim, dibêjim belkî te himbêz bikim tenê dixwazim nêzîkî te bim. Dê kêfxweş bûma, ger tenê di himbêza te de bûma. Gelek caran hizra te dikim, ji xwe dipirsim: gelo ew hestê bi min re, bi te re jî çêdibe? Ew xêzên tu niha dibînî ne dawiya gerdûnê ye ew hizra min berbi valabûnê ve dibe min jîndar dike
Her roj li wê xêzê digerim wek tîrêjên rojê dibînim ji xwe dipirsim heyv vê xêzê danaqurtîne?
Li dawiyê, geşta te ya dirêj dest pêkir tirsnak.. gelek dilovan li dawiyê ma ev tîrêj bermayê te ne??
Li dawiy li ser rûniştgeheke ewrane mîna her car dê tenahiyê bibînim, dîsan dê pêk ve bin ! Daristan ji çavên te rengên xwe wergirtin: Welatê min