Axaftinên Deşîfre
Di ber parka Koşuyolu re, hêdî hêdî dimeşim, wekî tu karekî min tune be, ku îro divê biqedînim. Ji hindurê min nayê, bi tu pêşbazan re birevim. Serê min serê "ez bibim yekemîn gelo dê çi biguhere" ye.
Parka Koşuyolu ya tijî dar çi hênik e! Bayekî cemidî jê tê. Behra oksîjenê ye van saetan, yekî wekî min ku ji sermê zû nexweş dikeve, qet nikare di nav re derbas jî bibe.
Rex û rex diçim, li peyarê. Bêhna darên ku kulîlk vekirine min aciz dikin, bêhnek ne xweş ji darê tê. Meraq dikim bê navê wê çi ye, tozek zer jê tê xwarê, dikeve dev û pozê mirov.
Ez va me gihaştim wî cihê ku teqemenî lê teqiyabû. Wê teqîna ku komek zarokên amedî kuştibû. Êvara ku teqîn çêbû tê bîra min. Ez li ser cadeya Gevranê, li şîrketê bûm. Bi gurmînê re hinekan gotibû "dibe ku teker teqiyabin". Lê min gotibû "kesên ku dixwazin daxuyaniya do ya ji bo agirbestê sabote bikin, bi îhtîmalek mezin, bi sivîlan de teqandin" û ez bi lez derketibûm derve, li piskilêtê xwe siwar bûbûm û ber bi xaçeriya Ofîsê ve çûbûm. Ji wir û pê ve, min pirsî bû ku teqîn li ku bû, lê riya Koşuyolu ji hatûçoyê re hatibû girtin. Di lingê ling de vegeriyabûm şîrketê.
Rast bû, piştî çend êrîşên li bajarên rojava, ku komek siyasetmedaran daxuyaniyek dabûn û ji bo agirbestek çêbibe gazî aliyan kirirbûn, ev teqîn li Amedê çêbibû. Armanc hem têkibirina îhtîmala agirbestekê bû, hem jî bersivek tund bû li hemberî êrîşên li bajarên wan çêdibûn.
Balkêş e, ku di jiyana mirov de tiştekî carekê xuya kir, gelek carên din jî derdikeve ser riya mirov. Wekî çîrokbêjekî di destpêkê de behsa darekê bike û di dawiyê de çîrokê bi bûyerek li bin wê darê biqedîne.
Eyn wisa hatibû serê min jî. Piştî teqînê bi salan, me şîrketa xwe girtibû, me sê kesên din şîrketek nû ava kiribû, dû re me ew jî girtibû û ez ji vî bajarî çûbûm. Lê pir nedomiyabû, dîsa paş ve hatibûm. Û dîsa hewildana avakirina şîrketek nû dest pê kiribû. Di wê navberê de em ji xwe re li daîreyekê digerin, ji bo kar. Hevalekî me daîreyek li Baglaran dîtibibû. Lê dema ez çûbûm dîtina wê daîreyê, ew teqîn dîsa di mejiyê min de çêbibû.
Daîre ya wan zarokên hatibûn kuştin bû. Bavê wan wê demê li bajarekî rojava karker bû ye. Dema bihîstiye zarokên wî di wê teqînê de can dane, dinya bi serê wî de xira bûye.
Dinya hemû bîranîn e. Wî bîranînên xwe hemû winda kiribûn. Zarokên wî yên ku di nîvê şevê de agirê wan derketibû û wî baz dabû nexweşxane û dermanxaneyan. Zarokên wî yên dema ew dibirin parkê, digotin "ji me re simît bistîne".
Bavê wan vegeriyabû Amedê. Bi vir ve reviyabû, bi wir ve reviyabû. Lê her dema ku çûbû, windabûna zarokên wî pê dabû qebûlkirin. Dem tiştekî wisa ye. Her tiştî dike tiştên ji rêzê. Mirov jî dibe yekî ji rêzê û jiyan hemû girîngiya xwe winda dike.
Êdî nexwestibû di wê daîreyê de bimîne. Ji wir derketibû. Mala xwe biribû cihekî din.
Lê tu alavên zarokan nebiribû. Bîranînên wan bi xwe re nebiribû. Belkî ji xwediyê xênî re gotibe "van bide zarokên cîran deran". Belkî ji ber wê bîranînê tu kesî nexwestibû wan cilan li zarokên xwe bikin û nestandibûn.
Fanêrê wan, bêcemê wan, qutik û kumê wan, cilên law û keçan tevlihev, hemû di çewalan de bûn. Pêlîstokên wan jî, yên tekerê wan xera bûbûn, yên pelixî û yên nema dixebitîn hemû li hindur belav bûbûn. Gelo kî dizane ku wan çi qasî bi van pêlîstokan lîstine. Heta jê aciz bûne û îcar dest bi xerakirina wan kirine. Wekî zarokên me hemûyan.
Hevalên min di hindurê daîreyê digeriyan û dinihêrîn bê çi qasî li gor karê me ye. Ez jî di ber wan alav, cil û pêlîstokan de rûniştibûm û çavên min wekî bernameyek illustrationê ya komputerê hindurê wan cilan bi zarokan tijî dikir, ruh dida wan û empatiyek ava dikir. Empatî ewqasî hêsan bû, ku ji cil û bergan heta pêlîstokan wekî hindurê mala min xuya dikir. Salnameyên li dîwaran ji xwe yekcar ez dixistim nav şikê, bê mala kê ye.
Min nikaribû di vê malê de bazirganî bikira. Tu tişt. Min nikaribû li hêwana vê malê xwarin bixwara, çay bida mêvanan. Dema yekî pêkeniyek jî bigota, min nikaribû li wan odeyan bi hîre hîr kira, bikeniyama.
Em derketibûn û çûbûn. Em ê ji xwe re li cihekî din bigeriyana û me wisa jî kiribû.
Dema mirov ji wir bi dûr dikeve tu tişt nema tê bîra mirov. Wekî ew qas tişt çênebûbin. Her ku mirov berê xwe dide derekê, her ku mijarek nû vedibe, wekî masîyên hişê xwe xwaribin mirov çi zû dibe parçeyekî ji jiyana bê mejî, bê bîr, bê raman, bê helwest, bê biryar û bê kesayetî. Çi heyfa mirovên ku bi mukemeliya xwe qure ne, xwe di navenda feza û gerdûnê de dibînin.
Ez va gihaştime wî cihê ku teqemenî lê çêbûbû. Bîra min wekî ku bêje “hemû dosyayên der barê vê dîmenê de derkevin holê”, her tiştî nû dike. Lê min ev der, ev bûyer, ev êş û ew empatî belkî hezar carî ji bîr kiriye. Kî dizane di ser re çend roj derbas bûne. Her rojek bi carekê were hesibandin, min bi hezaran caran qet neaniye bîra xwe.
Li bayê bezê nebe jî, bê rawestan di ber re derbas dibim.
Hew çavên min li tişta ku hatiye çêkirin e. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna wan zarokan tiştekî hunerî li vir çêkiriye. Di dîwarên wê de jî taq vekiriye û tê de firaqên nazik ên kevin bi cih kirine. Firaqên ji axê hatine çêkirin, hatine neqişandin û di firnan de hatine pijandin. Çi xweşik in.
Lê zarokên bajêr ew jî şikandine. Di hindurê van taqan de şikandine.
Ehd kirine, xwe gihandinê û şikandine. Şikandina hemûyan zehmet e, lê li ber xwe dane û bi ser ketine, hemû şikandine.
Mejiyê min dibêje “heke ez şaredarek bûma, her ku zarokan bişikanda min ê yên nû daniya şûna wan”. Ji xwe wekî din, tu wateya çêkirina vî cihî namîne. Lê nizanim, ji roja ku hatine şikandin ve tu carî hatine nûkirin an na?
Ez dimeşim. Ji xwe qet nerawestiyame. Ne ew ruhê ji bo kar bilezînim heye, ne ew ruhê rawestim û hemû bîranînan nû bikim. Ez jî nizanim doza çi dikim. Belkî ji bo doza tiştekî bikim pir dereng e. Belkî ji serê serî ve min dabe ser riyek şaş û hîn pê de diçim û êdî gelekî ji riya rast dûr ketibim. Nizanim, heta bigihîjim ber deriyê mirinê jî belkî ez ê nizanibim. Belkî nezanîn, a hêsan e û ez jî ne yê zehmetiyê me. Lê ku wisa bûya, çima dema li ser rê mirovek navnîşanekê ji min dipirse, nizanibim jî serê xwe pê re diêşînim û ji bo rê bi ber bixim lê radiwestim, difikirim, serê xwe duxrînim, li dora xwe dinihêrim û heta li şûna wî/wê carinan ji yên derbas dibin pirs dikim? Bi qasî ez bi xwe dizanim, ez ji nezanînê hez nakim. Lê dema ku pirtûkên li mala min tên bîra min, ku encax min ji sedî deh ê wan xwendiye û yên din hemû di koliyan de ne, devê min nagere ez bêjim ji xwendinê hez nakim, lê nikarim bêjim ez pir ji dixwînim jî. Van salên dawî, yanî vî deh salê dawî min mehê pirtûkek jî nexwendiye. Ez ê ku di salekê de sî-çil pirtûk dixwend. Ketime çi halî...
Rê û rê diçim, lê li piyê rê, li ser peyariyê dimeşim. Batikent, ew erdê vala yê Batikentê pehn bûye di nav bajêr de. Li gor texmîna min ji du sed donimî pirtir e û dîsa genim lê çandine, di nav bajêr de. Li piyê rê du qor darên çaman çandine Şaredariyê. Ji xwe re dikevim nav wan, di nav du qor darên çam re bi qasî du sed metreyî dimeşim. Çi tiştekî xweş e, mirov xwe di riyek protokol de hîs dike, her du aliyên mirov bi dar in, guliyên wan dikevin çav çavên mirov û mirov wekî di daristanekê de bimeşe, xwe xûz dike carinan.
Siwareyên li ser rê ku ji Batikentê ber bi Tesisleran ve diçin, wisa bi lez in, ku qehra min ji wan, siwareya wan, karê wan, kesayetiya wan, baweriya wan diçe. Mirovên li rexê rê rawestiyane û hewl didin ku derbasî aliyê din bibin, ji ber ku dizanin dê tu siware rê nedin wan, dema valahiyekê dibînin, baz didin nava rê, îcar li wir jî hinekî li hêviya siwareyên ji aliyê rastê ve tên radiwestin, heta riyekê bibînin û bi rev derbas bibin. Ajovanên siwareyan ên di bin wan de çar teker hene, li ser vê teknolojiya sedsalê jî, wekî ku rê bidin peyayan dê dereng bimînin, heta dê negihîjin cihê xwe, pê li xazê dikin, dema dibînin peyayek nêzîkî rê bû. Peya, wekî radarên zindî li siwareyan dinihêrin, li gor leza siwareyê tê derdixin ku dikarin berî siware li wan bixe derbasî aliyê din bibin, an na û dû re dema fersend dîtin, biryarê didin û bi rev derbas dibin. Ez bi pitepita "ma ev ajovan hilmvedanekê rawestin, an jî ji bo rêwî bi hêsanî derbas bibin leza xwe kêm bikin dê qimamet rabe" dimeşim.
Di vê navberê de jinek peya derbasî aliyê din dibe. Siwareya ku ji wê ve tê pir bi lez tê, lê jinik nalezîne. Temenê wê li dora bîst û pêncsaliyan e. Wisa hêdî, wisa nazenîn, wisa wekî haya wê ji tu siwareyan tune hêdî dimeşe ku, ew jî min hêrs dike. Siware leza xwe kêm dike û hindikekî jî riya xwe ji ser dadigerîne, lê ajovan wisa ji kêlekê ve li bejn û balê, li navê, li qûnê, li çîpan dinihêre û bêyî ku pê li qorneya qehrê bike, dilezîne diçe. Meşa jinikê ya li ser rê bê hemd dengê "tu dibêjî qey ev der Hindistan e, ew jî çêlek" ji min derdixe. Ez jî nizanim ez alîgirê kê me! Gava din min ji bo peyayan gotin ji siwareyan re dikir, niha ji bo ajovan ji peyayê re dikim. Xuya ye min belasebeb di Azadiya Welat de bi navê Eliyê Xemxur nedinivîsî. Ez bi rastî jî Eliyê Xemxur im, ha!
Riya min a herî kin, ew rê ye ku tê de xeyalan ava dikim.