Ayeta 129'an
Wê rojê jî baran heye. Li ser rê rahîbeyekê dibîne, ku ew jî diçe dêrê. Ji bo rahîbeyê tirimbêlê dide rawestandin û dibêje:
- Tê şil bibî, were siwar bibe.
Rahîbe siwar dibe, tirimbêl bi rê ve diçe. Rahîb dibîne ku dawa rahîbeyê bilind bûye û çîpên spî boz xuya dikin. Rahîb ji ser xwe ve diçe, kontrola tirimbêlê winda dike, piştî wê sererast dike û pê ve, hew debar dike, destên xwe datîne ser çîpa wê. Rahîbe bi dengekî têr dibêje:
- Rahîb, ma te ayeta 129'an xwendiye?
Rahîb, bi lez destên xwe dikişîne. Ji şerman nema dengê xwe dike, reş dixeniqe. Lêborîna xwe ji rahîbê dixwaze. Bi riya xwe ve diherin. Demek dibihure, bi hinceta fitêz guherînê destên xwe carek din digihîne çîpên rahîbeyê. Rahîbe carek din ayeta 129'an tîne bîra wî. Ew jî carek din lêborîna xwe dixwaze û nema dengê xwe dike.
Çawa ku digihîjin dêrê, rahîbe dadikeve û bi awirekî balkêş lê dinihêre û dihere. Rahîb çawa ku digihîje dêrê meraq dike, dihere ayeta 129'an vedike û dibîne ku ayet dibêje:
"Bi jor ve herin, şik tê de nîn e ku tiştên xweştir li jor in."