BAZARA LÎSTEYA TERORÊ
Rizoyê XERZÎ
Di dema dawî de û bi taybetî piştî şerên dijwar ên li herêma Rojhilata Navîn û avakirina gelek komên çekdar mijara rêxistinên terorê û lîsteya wê di raya giştî ya navneteweyî de tê nîqaşkirin. Her wiha dema ku mirov bala xwe bide helwesta welatên serdest ên cîhanê û yên ku bandora wan li ser saziyên navneteweyî heye, mirov dibîne ku ew lîste çima û bi çi armancê hatiye avakirin.
Wekî mînak tê bîra me tevan dema ku şerê li dijî rejîma Qedafî û destwerdana Lîbyayê dest pê kir, hêzên navneteweyî her yek ji aliyê xwe ve piştgirî û rê dan avakirina komên çekdar. Bêguman navê van komên çekdar tevan jî wekî şoreşgerên Lîbyayê dihatin binavkirin û bi alîkariya wan komên çekdar rejîma Qedafî hat hilweşandin.
Lê piştî hilweşandina rejîma Qedafî helwesta wan welatan êdî ji van koman hat guhertin û hêdî hêdî ew komên çekdar wekî komên radîkal ên tundîparêz hatin binavkirin. Di van rojên dawî de êdî hikûmeta Lîbyayê şerê li dijî van komên çekdar da destpêkirin û çend kom ji wan xistin nava lîsteya rêxistinên terorê. Mînakek din a balkêş ew e ku beriya demekê hikûmeta Tirkiyeyê rêxistina Cebhet El Nusra xistibû nava lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst lê piştî demeke kurt got ku wan ev rêxistin ji lîsteya terorê derxistiye.
Çi bû, çi bazar di navbera wan û dewleta tirk de çêbûn em nizanin lê cihê gumanê û matmayînê ye ku çawa di nava çend mehan de welatek bikaribe rêxistinek wekî terorîst îlan bike. Her wiha çawa dikare piştî demeke kurt wê biryara xwe biguherîne û bêje min ew ji lîsteya terorê derxist. Lê mînaka herî balkêş helwesta Yekitiya Ewropayê ye, yên ku xwe wekî parêzvanên mafên mirovan nîşan didin.
Welatên Ewropayê tevî hemû kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê heta niha ew rêxistin nexistiye nava lîsteya xwe ya terorê. Lê di heman demê de hin rêxistinên ku tekoşîna rewa ji bo gelê xwe dimeşînin û ji hezarî yek ji tundiya ku ev rêxistina hovane dike nekirine dîsa jî bi salane navê wan di vê lîsteyê de heye.
wekî mînak hebûna rêxistineke wekî PKK ku bi salan e xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên diyalog û aştiyê dike, di nava lîsteya rêxistinên terorê de neheqiyeke mezin e ji bo mafên gelê kurd. Lê wiha xuyaye ku pîvanên welatan ji bo avakirina vê lîsteyê ne li gorî kiryar û rastiya rêxistinan tê avakirin lê li gorî berjewendiyên wî welatê tê avakirin. Her welatek li gorî berjewendiyên xwe lîsteyekê ji xwe re amade dike.
Bi dehan mînakên wiha hene û hemû jî bêguman tiştekî balkêş destnîşan dikin. Ketin û derketina rêxistinekê bo van lîsteyên terorê li gorî berjewendî û daxwaza van hêz û welatan tê guhertin. Ev welatên serdest bi hêsanî dikarin di nava şev û rojekê de têkoşeran bikin terorîst û terorîstan jî bikin şoreşger.