Başûr û Bakur
Pirê caran ji bo zelalkirinek û awir û nirxandineka objektîf û rasteqîn a li ser pêşkeftin û qewmînên civakî, dîrokî û siyasî, nêrîn û lêkolana mînakên herî nêz ku li herêma mirov, an di dîroka mirov de, an jî li cîhanê qewimîne, rê li ber mirov vedikin. Bi taybet jî di demên dîrokî de nêrîn û nirxandinên di vê çarçovê de, dikarin rê li ber şaşiyên mezin jî bigirin.
Li Bakurê Kurdistanê, demên dîrokî têne jiyîn. Ji lewre jî, grîng e ku bi taybet rewşenbîrên kurd di nirxandin û helwestên xwe de objektîf û zelal bin. Ji ber her nirxandin, nêrîn û helwesteka şaş, niyet û armanc çi dibe bila bibe, dê di xizmeta dijminan de be.
Nêzî dused sal in ku kurd ji bo azadiya xwe têdikoşin. Gelek serîhildanên ku têne zanîn bûne di dîroka me de. Tevgera li Başûr ku di bin rêveberiya malbata Barzaniyan de bi pêş ket, ya herî dirêj e di dîroka Kurdistanê de. Ev tevgera dûvedirêj ku bi serkeftin bi dawî bû, di gelek merheleyên cuda re derbas bû. Loma jî, di gelek aliyan de, mînaka li ber destê me ya herî baş ji bo Bakur, ev tevger e ku li Başûrê Kurdistanê bi ser ket.
Tevgera Başûr, di bin rêveberiya malbata Barzaniyan de piştî têkoşîneke dûvedirêj, ango zêdetir ji 50 salî, gihîşt encamekê û kurd bûne xwedî parçeyeke axa azad ku ala rengîn li ser ba dibe. Ev serbilindiya her kurdek dilsoz e bê guman.
Di pêvajoya têkoşîna 50 salî de, gelek tiştên neyînî jî qewimîn di têkoşîna Başûr de. Ez ê hewl bidim li ser hinek rewşên siyasî û pêşkeftinên civakî yên li başûr rawestim:
Di rewşa civakî û bandora dijmin a li ser civakê de, li gel hin mînakên erênî jî, nikare bê gotin ku bandora polîtîkayên asîmîlasyonê li ser kurdên başûr nebûye û erebhezî di nav wan de bi pêş neketiye. Lewra bandora çanda ereban mirov dikare îroj jî di nav kurdên başûr de bibîne. Ne tenê heyraniya ereban, lê yên faris û tirkan û bi taybet jî di van salên dawîn de yê tirkan pir zêde ye di nav kurdên Başûr de. Mirov dema dikeve Zaxoyê, mîna ku mirov bikeve ”Unkapanî”ya Stenbolê. Ji her deverî dengê muzîka tirkî bilind dibe û ev heya Hewlêrê jî wiha ye. Heyraniya li hember erebî jî, di asta xwe ya herî bilind de ye. Li hin aliyan li hember farisî û farisan jî. Ev rastî, li gel ku ew parçe îroj azad e jî, mixabin ku pir aşkere tê dîtin.
Slogana demekê ya li Başûr ev bû: ”Ji bo Îraqê demokrasî, ji bo Kurdistanê muxtariyet”. Îcar ez niha naxwazim bikevim mijara ”Aşbetal”ê ku di wê koça nemir Barzanî de, bi dehan pêşmerge xwe kuştin ji qehran. Lewra digotin ”tevger têk çû, xwîna şehîdan ma li erdê, xiyala Kurdistaneke azad bi avê re çû” Piştre nemir Barzanî 13 salan li Sovyetê ma û piştre ku rewş guherî û hin amadekarî jî hatine kirin, vegeriya başûr û têkoşînê ji nû ve da destpêkirin.
Di vê navberê de jî, nemir Barzanî gelek caran bi Seddam re rûnişt, hevdîtinan kir û wêneyên ”dostane” bi hev re kêşan.
Piştî komkujiya Helebçeyê û Enfalê, hîn xwîna kurd li erdê sar nebûbû, hîn ewrên jahrê li ser asîmanên welatê me belav nebûbûn, birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal Talabanî, çûn bi destê Saddam girtin, ew hemêz kirin û tew Talabanî çû ruyê Saddam jî maç kir. Ew dem baş tê bîra min ku dema ev wêne û dîmen belav bûn, kurdên bakur çiqasî kesirîbûn.
Em ji wir jî derbas bibin, heya doh jî pasaporta sor a dîplomatîkî di berîka kak Mesûd û mam Celal de bû. Ev hemî jî, di bin navê ”siyaset”ê de dihatine kirin, lê bedêla vê siyasetê, mixabin ku bû ”operasyona Sandivîçê” û şerê birakujî.
Di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de, DYAyê, cenawirê ku bi destê xwe mezin kiribû, têk bir. Dîsa heman DYA ya ku du carî kurdan xapandibû û di encama her xapandinekê de kurdan bi hezaran şehîd dabûn, vê carê ji bo berjewendiyên xwe, alîkariya kurdan kir. Rêjîma Îraqê bi temamî rûxiya, kurdan destek dane DYAyê û welatên mutefîk û wan jî ji bo azadkirina parçeyeke welêt, ”alîkarî” dane kurdan. Hebûna PKKê, di vir de roleke sereke lîst, lewra, hebûna PKKê, rûmet û rola tevgera başûr zêde û bilind kir. Ew jî nîqaşeke dinî kûr û berfireh e.
Axir sedem çi dibe bila bibe, di encama têkoşîneke zêdetir ji 50 salî de, encamek ku em hemî pê şa ne, hat girtin. Lê dema ku Başûr û Bakur bêne muqayesekirin, divê destê mirov li ser wîjdanê mirov be!.. Çima:
Lewra DYA ya ku Seddam û tevî rejîma wî rûxand û alîkariya kurdan kir, ji ber polîtîkayên ”îslameke nerm” ku li herêmê bibe mînak, rolek dane îslamîstên li Tirkiyê û rê li ber Erdogan û partiya wî AKPê vekirin. Çewa ku di dema Sovyetê de, li dijî belavbûna komunîzmê ango Sovyetê, xeteka kesk dane avakirin û roleke sereke dane Usama, piştre jî, bi awayekî din bikar anîn, heya tunekirin. Lewra her tişt her kes navgîn e ji bo berjewendiyên vê sîstemê. Heman DYA ya ku alîkariya îslamîstên li Tirkiyeyê kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî û radestî dewleta tirk kir. Niha eger heman tişt li Başûr biqewimiya, ango birêz Mesûd Barzanî radestî Saddam bikirana û desteka xwe ya ji Saddam re bidomanda, gelo dê îroj li Başûr rewş ev bûna? Bê guman ku na!..
Dema birêz Mesûd Barzanî ew alaya Îraqê nepejirand, êdî rewş li Başûr pir guherîbû, ba li aliyê wan bû û keştiya wan bi rê xistibû. Ango êdî ji nava xwe têr bûn. Piştî 50 salî!.. Ne hindik e...
Em bên hezkirina kurdan ji dijminê xwe û zimanê dijminê xwe re: Ma dijmin bi tenê ereb in? Em dikarin bêjin ku dijminê kurdên başûr bi tenê ereb in û tirk ne dijmin in ji bo wan? Li gor baweriya min na. Îcar li kîjan parçeyî be jî, dijmin dijmin e. Ev rastiyeke pir aşkere ye û bi sedan mînakên wê hene ku Kurdên başûr îroj di bin bandoreke giran a polîtîkayên asîmîlasyonîst ên tirkan de ne. Ji rêzefîlmên tirkan ku kana dejenerasyon û asîmîlasyonê ne, heya bi hemû ”hunermend”ên tirkîbêj ên ku li ba min bi pênc qurişên xerabûyî nakin, li ba wan xwedî cî û rûmeteke mezin in. Li kîjan hunermendê başûrî guhdar dikî, ji bo xwe bişibînin hunermendên tirkan, di nav pêşbaziyekê de ne. Kasetên tirkî, ji yên kurdî bêtir têne firotan û rêzefîlmên tirkî, ji hemû bernameyên TVyan bêtir têne temaşekirin.
Ya herî grîng û xetere ku li başûr ev demek dirêj e rê didine dibistanên Fethullah Gulen. Ez ê nebêjim Gulen kî ye, çi ye û mîsyona wî çiye, lê tenê aşkere ye ku çi dewlemend û fermandarek, ango kadroyek bilind ê PDKê hebe, zarokên xwe dişîne van dibistanan. Û gelek tiştên din ku hûn dikarin ji vê lînkê bixwînin: http://hawarnetrojev.hk-mg.net/2013/03/kurdistana-federal-bo-dijminen-kurdan.html
Îcar her çendî destkeftîyên îroj yên li başûr ji bo her kurdekî cihê şanaziyê ne jî, hin bûyer, qewmîn û pêşkeftinên di herikîna vê têkoşîna dûvedirêj de hatine jiyîn, li ser navê çi dibe bila bibe, li gor baweriya min nikarine bêne parastin. Lê hin rewşenbîrên me ku Başûr û Bakur ne bi rengekî objektîf û rastiyên demê û dîrokê didine ber hev û encamên şaş jê derdixin, Başûr bi her halê xwe welatparêz, lê Bakur mîna ku hîn negihiştiye asteka bîr û boçûna neteweyî dinirxînin. Lewra kurdên bakur hîn jî bahsa biratiya kurd û tirkan dikin. Lê ew rewşenbîrên me, ew rastiyên li jor hatine nivîsîn û gotina kurdên başur ku ev 50 sal in dikin ”kurd û ereb bira ne”, an ji bîr dikin, an paşçav dikin. Lê rewşenbîrek rasteqîn, ya dilê wî/ê çi dibe bila bibe, divê pênûsa wî/ê, li gor rastiyên objektîf be û her tiştî li gor dema wî bikaribe binirxîne.
Konjuktura cîhanê ya îroj, li dijî tevgera Bakur e û li gel dewleta tirk e ku sedemên vê li jor hatin ravekirin. Li gel vê rastiyê jî, Tevgera Azadiyê di pêvajoyên gelek grîng û xetere re derbas bû û hat van rojan. Dema mirov li van hemuyan dinihêre, dibîne ku têkoşîna li Başûr hatiye dayîn û ya Bakur, bi tu rengî naşibe hev. Ne îdeolojîk, ne leşkerî, ne polîtîk, ne di warê hevkarî û têkiliyan de û ne jî di warê psîkolojiya gel, encamên polîtîkayên asîmîlasyon û dejenerasyonê de, naşibin hev. Bi taybet jî yên dawî, li bakur pir girantir hatine jiyîn û bandora wan pir berfirehtir û kûrtir bû. Tevgera Azadiyê li ser bingehek ku hatibû rizandin şîn bû û geş bû. Bi xwe re, wê bingehê jî zexim kir û anî rewşeke wisa ku êdî li wê zemînê dikarî hilberîneke pir xurt bibe ku encam bû girêdana bi milyonan. Tevgera Azadiyê her demê gav û polîtîkayên xwe li gor van rastiyan dîzayn kir û her tim di nav xwenûkirinekê de bû. Ji ber vê yekê jî, dema hin gav têne avêtin, ev divê li gor demê, konjuktura heyî, hêz û hevkariyên heyî bêne nirxandin. Her wiha rewşa bi taybet jî Rojava li ber çav bê girtin, lewra gavên têne avêtin, ne ji bo parçeyekê û bi hesabê parçeyeke bi tenê têne avêtin. Bala xwe bidinê ka li Rojava çi dibe, çi pêş dikeve û bi kîjan îdeolojî û siyasetî bi pêş dikeve.
Mahabad Felat Arda 2013-04-06