BEDÊL,bedêl

BEDÊL

A+ A-

Bedêla jiyanê nîne, jiyan zêde giranbuha ye. 

Di vê gerdûnê de şensekî pîroz û lihevhatineke ku nayê pesnan e.

Lê ka em çiqasî qedrê wê dizanin! 

Nûçeyeke bi vî rengî kezeba min şewitand di vî warî de; “Li Amedê qîz û xortekî ku temenên wan 17-18’in mirîtî hatin dîtin. Demançeyek ligel cesedê xort e û her yek guleyek li serê wan ketiye. Tê payin ku bûyer xwekuştin e. 18.07.2103” Di berfirehiya nûçeyê de ku dibêje ev bûyer nêzîkî Parka Newrozê ya Baglara Amedê çêbûye, dilê min zêde şewitî û vê şevê xew neket çavên min û sibê zû vê nivîsê di derdor saet 04.00’an de dinivîsim. Dilê min haş nabe. Paşê nesnameya wan diyar dibe ku rastî xwekuştine û herdu ciwanan bidorê xwe kuştine. 

Gelo ma dilê kîjan mirovê/î, yan kîjan dê û bavî vê bûyerê hildigire? Ma ev bû! Li nêzîkî Parka Newroze ku ew qada jiyana pîroz e, ji me re her dibêje jiyan pîroze û Kawa ev agir ji bonî vê pîroziyê pêxisitiye ku jiyana pîroz a qîz û xortên ciwan bê parastin. 

Bila “Mem û Zîn” azad bin. 

Lê ev çi ye? 

Kîjan sedem û kîjan bandor meseleyê tîne vê encamê? De em destên xwe dînin ser dil û wijdanên xwe. 

Çima em zarokên xwe nasnankin û qîmetê nadin ramananên wan û berê wan didin vê hovîtiyê gidî! Bi hêsanî nav li van tiştan tê kirin “tore-adet”..! Tore û adeta ku ciwana dişîne axa sar ma çi tore û têgihîştinê ji bonî Xwedê! Dêno, bavno, merivno, ma îman, bawerî tirs û xofa Xwedê û rastiyê çi ye gidî! Ma heta kengî em xwe bikin qurbana nezanî, hovîtî û berjewendiyê, timayiyê yan jî bila “gotina a min be” yanî ew hêrsa serdestiya ku bila “bi ya min be, bila bi ya min bikin.” Ma ev rast e hey qaşo merivno, dê no, bav no.. bêwijdan no! Bihêlin bila ciwan rast a derdê dilê xwe bêjin û hûn jî bibin alîkar. Ya rast ma heta kengî em ê ji rastiya xwe ji nasnameya xwe birevin û xwe bavêjin bextê toreya xelkê, ya biyaniya yan jî ya kevneşopiya xwe ya genî ya kevn î bêpergal… 

Ma em ê het kengî berhema “çala genî” ya “bîra” xwe ya hişmenediya xwe bin. 

Ma niha dilê we rihet e. We çawa kir ku we berê van herdu ciwanan da mirinê, mirina bi destên xwe… Tew li ber Parka Newrozê. Ku “Newroz” bi aliyê xurt “Newroza dilan e”, “azadiya dilê evînê ye”. Malmîratno me em ê kengî rastiyê hîn bibin û xwe ji tora pîrê ya têgihîştinên dermirovîn xelas bikin… 

Di vê rojiya Remezanê de ew ê dilê “îman”a kê rihet be. 

Sê caran dilê min şewitî ev çend roj in hevalino… Sê caran dilê min perpitî bi pilingên agirê cahiliyê… Yek bûyera Sêrtê, yek ya Kop (Bulanik)ê û yek ev bûyer… 

Kurdino dê bes e, êdî rohnayiyê bibînin. Bibînin bê ciwan li Rojava di çi ceng û belayê de ne û ciwan bi cengawerî di ezmûna serkeftina azadiya evînê êde ne û em çi dikin... Agirê azadiyê me ev sî sal in qet kêlekik dilê wê jî germ nekir dê no, bav no, merivno… 

Ma korayî heta kengî!!?? Ma cahilî û nezaniya ku neyaran kiriye bale serê me û ji rohnayiyê revî, heta Kengî…!!!


Fertatê DENGIZΠ

19.07.2013-Amed


Gotinên miftehî :