Bedêl û encamên wê
Bedêldayîn, dijberî zanîn û têgihiştina giştî, her gav bi xwe re encamên erênî nayîne, lê gelek caran encamên neyînî jî diafirîne. Bedêldayîn çiqasî bikaribe giyana berxwedêriyê geş bike, ewçendî dikare vemirîne, kedî bike û li dijî rastiya xwe jî vegerîne. Ev her du rastî jî di nav kurdan de pir xurt û mezin pêk hatine, pêk tên. Mînakên vê rastiyê pir in di dîroka me de.
Bi taybet di vê têkoşîna 40 salên dawî de bedêldayîn çendî bûbe sedema bilindkirina têkoşîna azadiyê û di vî warî de ev têkoşîn bi ser jî ketibe, lê aşkere ye ku ji bo gelekan jî bû rê û sedema debar û xwejiyandinê. Ya herî zêde ketî û xirab jî xwe di kesayetiya hin zîndaniyan de da der. Li gel ewçendî çanda berxwedanê, konferans, ked, xwîn û xwêdana hatî dayîn û rijandin jî, rê li ber hin kambaxiyan nehate girtin. Gelek kesên ku 15, an 20 salan di zîndanên dijminan de man û heta di şert û mercên dermirovahî de jî li ber xwe dan, roja derketin derve, hemû nexweşînên di xwe de tepisandibûn, dewisandibûn, fetisandibûn, bi carekê ve vereşiyan û bi carekê ve hewl dan ew 20 salên “wenda” di nav demeke kin de bijîn û heyfê ji wan salan derînin. Ji bo vê girêdan, hestyarî, bihîstyarî û derfetên gel bikar anîn. Gelekên wan îroj yan mafia ne, yan ji şoreşê bi dûr ketine bûne bazirgan, ên herî başên wan xwe careka din radestî rêxistinê kirin, poşmaniya xwe gotin û şanseka din xwestin.
Ji Serîhildana Simkoyê Şikakî, heya ya Sason, Agirî, Şêx Seîd, Tevgera Xoybûn, Dêrsim, Elîşêr, Mahabad, ji Berzenciyan heya Barzaniyan û heya bi girtina 49 kesên welatparêz ku weke “49lar” ketine dîrokê. Kî ji wan û malbatên wan man û di dîroka kurd de piştî bav û kalên xwe bûne xwedî roleka piçûk an jî mezin? Bi tenê malbata Barzaniyan ku ew jî îroj weke malbat û ji bo malbat û berjewendiyên malbatê mane. Navê kurd û Kurdistanê ji bo wan û malbata wan heye, yan na tunebe jî dibe. Ev rastiya wan tu carî jî neguherî, ev her wisa bû. Lewra mêjî ne mêjiyekî neteweyî, lê eşîrî bû ku dixwest û hîn jî dixwaze hemû neteweyê bike bin xizmeta eşîra xwe. Ango tunebûna wan ji vî rengê hebûna wan dê pir bi xêrtir bûna ji bo pêşkeftina têkoşîna gelê kurd.
Belê bedêlên pir giran dan. Lê ev bedêlên giran bixwe jî neket xizmeta gelê kurd û nebû sedema pêşvebirina têkoşîna azadiya gelê kurd, lê bêtir ket xizmeta armanc, daxwaz û “mafdarî”ya malbata Barzaniyan û sernuxumandina hemû têkilî û kiryarên wan ên li ser vê armancê şînbûyî.
Ji bilî çend egîdên ji malbata serhildêr a Serhildana Agiriyê pêştir ku di nav Tevgera Azadiyê de cihê xwe girtin, rêberî kirin, dî zîndanan de, li nav şerê germ li ber xwe dan û çend ji wan şehîd jî bûn pêştir, hezar mixabin ku mirov nikare qala zarokên yek ji van malbatên navborî bike ku di nav tevgereka kurd de cihê xwe girtine. Lê dîsa hezar mixabin mirov dikare gelek mînakan bide ku hin zarok û nebiyên rêber û serokên serîhildanên kurd salên dirêj ketin xizmeta dijminên xwe. Paradokseke rastiya jîyana gelê kurd e ev. Êşeke mezin, xençereka zengarî ye di nav dilê her kurdek pak de.
Îroj jî bi taybet di nav Tevgera Azadiyê de gelek kes hema ku ji malbata wan şehîdek hebe, xwe li ser navê wî/ê şehîdî/ê dijînin, bêyî ku bixwe kedek bidin, ango li dû şopa şehîdan herin. Ked û bedêl dibe sermaye ji bo jîyaneka erzan. Mixabiniyeke mezinî din jî ku ev nêzîkayî ji aliyê tevgerê bixwe ve jî pirê caran têne pejirandin. Ev jî paradokseka mezin a din a kurd e. Lewra Tevgera Azadiyê bi tenê li ser ked, xwîn û xwêdana egîdan bilind û geş bûye û wisa jî cihê xwe di nav dilê giraniya gelê kurd ê li seranserê cîhanê de çêkiriye. Lomaye ku diviya herkesek li gor keda xwe bihata nirxandin, ne li gor bedêla ku ji malbatê hatiye dayîn. Lewra bedêla hatiye dayîn ne ji bo malbatê, lê ji bo gel û welat hatiye dayîn. Bê guman dê rûmet bê dayîn, lê diviya bihata kilkirin lê ne korkirin. Gelek caran em kor dikin mixabin.
Lomaye ku doh min li ser medyaya civakî ji bo Îsmaîl Beşîkçî gotibû; “Li ser mijara rewşenbîriyê me gelek caran nivîsî. Bi kurtî wijdan e rewşenbîrî. Dema ew ket zik û cuzdan, rewşenbîriya mirov jî, bedêla ku heya wê rojê mirov di wê rê de daye jî bêwate, pûç û vala ye êdî! Ez nabêjim mixabin û rast jî nabînim bê gotin "mixabin" Lewra herkes encama hilbijartinên xwe ye û hilbijartinên tu kesekî divê nikaribe bibe mixabiniya min! Beşîkçî kurt û kurmancî xwe bêwijdan kiriye û hew!”
Belê, Bêşîkçî jî ji kesên kedîbûyî ye êdî. Û dema şêrek kedî bûbe, tu wî berî nav xweza wî bidî jî êdî fêde nake, lewra dê nikaribe bi hêza xwe xwe bijîne êdî. Ango nema êdî vegere ser rastiya xwe.
Dîsa di gotareka xwe ya din de jî min gotibû; “Di ber vê dozê de kî çi bedêlê dabe, ji bo xwe û di ber xwe de daye. Minet di vê de tune. Bedêldayîn mafê tasarufa tu tiştekî nade tu kesekî”.
Îcar em dijminên xwe hîn baş nas nakin mixabin. Dema em karek dikin, şûr simbêlê me nabire. Lê di bin siya wan simbêlên boq de em pêşiya xwe, ango rastiya dijminê xwe an nabînin, an davêjin pişt guhên xwe. Lewra dijminên me xwedî tecrûbeyên bi sedan salan e û bi lîstik û dek û dolabên xwe ve li hemû cîhanê navdar in ku hebûna xwe heya niha jî li ser vê rastiya xwe karîne bidomînin. Me jî ji ber vê jinavtêrbûna xwe nekariye rê li ber pêşkeftin û serkeftina dijminên xwe bigirin û me nediye û tu carî nepejirandiye ku serkeftina wan a herî mezin di kesayetiya me de bûye, piştre bi temamî li ser ax û jîyana me bûye.
2017-01-05