1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ehmed Huseynî
  4. Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê-VI-
Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê-VI-,bejnên,kurt,zimanên,dirêj,û,rûreşiya,keysbazên,kurmanciyê,vi

Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê-VI-

A+ A-

Nivîsandin ast e, sewiyet û bejn e.  Wekî ku çawan qatên jorîn û yên jêrîn hene, wisa jî nivîsên bilind û yên nizim hene. Nivîsa nizim jî, bê guman, asta herî pîs a derbirîna peyvê ye.

Kesên ku alavên wan ên derbirînê tune bin, hişyariya wan a rewşenbîrî lawaz be, paşxaneya wan a epîstemologî hejar be, têgihiştinên wan ên der barê wate, mebest û eger û felsefe û armancên nivîsandinê çewt û sade bin; pir bi hêsanî dikarin beşdarî cîhana nivîsandîna pîs û hişmendiya berbad a peyvê bibin. Çimkî di vê beşdariyê de, pêdiviya mirovan bi berpirsiya exlaqî û wijdanî ya li pêşberî zimanê neteweyeke, bi taybetî ger ew netewe bindest be, tune ye. Ne jî qublenameyeke derûnî li cem wan kesan peyda dibe da bizanibin ku, nivîsandin berfirehkirina hestyariya mirovan e, dewlemendkirina çêjwergirtin û vehesîngeha giyanan e, kamilkirina mercên wendayî yên bûneweriyê ye.

Di dîmena kurmanciyê de jî, îro roj, diyardeya nivîskarên nivîsên pîs berfrehtir dibe. Li bin sîwaneya hin hesabên siyasî û civakî, mizdan û xal û xwarzêtî û peywendiyên takekesane, di çayxane û internêta kurdên sedsala bîst û yekê de, ev bare ango cure nivîsandin, hem bi şêwazekî kirêt rû dide û hem jî ji hemî deman pêtir bi laş û giyanê kurmanciyê ve diçesipe.

Da ku nivîsa xwe ji çarçeweya wê ya teorî ber bi realîte û jiyanê ve veguhêzim, dixwazim, li vir, kurtenimûneyekê pêşkêş bikim, bi pêşkêşkirinê re jî, dixwazim sosreta ku bi sere kurmanciyê hatiye raber bikim û hin xalên tarî yên vê qonaxa hestbar ron û destnîşan bikim:
”Serokan kurd kirine du beş, mirîd û dujber, di vê mijarê de jî kurd bûn du beş, beşekî destê xwe li pişta (……) xistin û gotin eferim bê ko bipirsin çima (…….) wisa got an nexwestin eşkere bikin, tenê ew hevok ji helbestvanekî mîna (……) li dilê wan xweş hat.”

Ez bawer nakim, ji bilî di kurmanciyê de, mirovek ew qasî cegerdar û wêrek peyda bibe. Kê bihîstiye, dîtiye, xwendiye ku, nivîskarê zimanekî ji van 6 hezar zimanên ku li dinyayê hene, bêyî ku bi rêziman û rastnivîsîna zimanê xwe bizanibe, dinivîsîne?
Kê di tirkî, erebî û farisî de bihîstiye ku nivîskarekî wan heye û di çar rêzan de 14 şaşiyan dike; ango nikare di zimanê xwe de peregrafeke tekûz û dirust ava bike; ji xwe bêyî em guh bidin naverokê?

Tevlihevkirina kirde û têkerên hevokê, jihevnederxistina demên aniha û yên bûrî, di dawîya lêkerê de nexuyakirina yekjimarî û pirjimarîya objektê,  lihevneguncîna objekt û lêkerê û di dawiyê de jî gotina ‘Li dilê wan xweş hat’ ya ku ne têkiliya wê bi kurmanciyê re heye û ne jî bîna kurmanciyê jê tê.

Şahsiwarê pragrafa jorîn, îro, di dîmena rewşenbîrî û nivîskariya kurmanciyê de, geh rexnegir e, geh çîroknivîs e, geh qeşmer û tinazkar e, geh bernamevan e, geh helwestbazekî siyasî ye, bi kurtî her tişt e, lê di bingeha xwe ya rastîn de, li gorî pîvanên nivîsandina bilind û berpirs û li gorî huner û fantaziya dahênan û afirandinê, ne tu tişt e.

(Berdewam dike)