Ber bi Kongreya Neteweyî ve
Birêz Bayik derbarê Kongreya Neteweyî de ji rojnamevanê tirk Rûşen Çakir re di rojnameya Vatan´ê de wiha dibêje: ”Pêkhatina Kongreya Neteweyî bi çareserkirina pirsgirêkên Rojava ve girêdayî ye. Ji ber vê jî, pêkanîna konferanseka neteweyî pir zahmet e. Tu dê hewl bidî şoreşa Rojava bifetisînî û ji bo têkbirina şoreşê bi gelek hêzan re peymanan çê bikî û piştre jî bêjî Kongreya Neteweyî. Ev şaşî ye. Ji bo Kongreya Neteweyî pêk bê, tu divê ji şoreşa Rojava re, ji berxwedan û îradeya wan re bi rêz bî, parçe nekî. Tu dê neçî Cenewreyê, ambargo daneynî ser Rojava û di nav êrîşan de cî negirî. Kesekî ku van hemuyan bike dê çewa bikaribe Kongreya Neteweyî pêk bîne? Em dixwazin bi Kongreya Neteweyî, pirsgirêkên navbera kurdan çareser bikin. Bi ambargoya li ser Rojava, bi êrîşên têne kirin, bi tecrîdkirina wê derê ji qada navneteweyî, bi amadekariyên mudaxeleya herêmê bi hêzên din re, Kongreya Neteweyî nabe. Dê Kongreya Neteweyî li ser çi nîqaşan bike? Kongreya Neteweyî ne zemîneka ku pirsgirêkên navbera kurdan û cîranên kurdan kûr dike ye, lê zemîna yekîtiya berjewendiyên hevpar ên gelê kurd e.”
Fermo niha jî gotara min a 6 meh û nîv berê:
Piştî banga Serokê Herêmê yê Başûrê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, doh bi beşdariya partî, rêxistin, sazî, dezgeh û kesayetên kurd, civîna amadekariya Kongreya Neteweyî hate lidarxistin û biryar hate girtin ku divê di nava mehekê de Kongre li gel hemû organên xwe ve bê amade û avakirin. Biryareka derengmayî û pir di cî de. Bila li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be.
Salên dirêj in tişta ku herî zêde PKK li ser radiwestiya û dixwest pêk bê ev bû. Ji bo vê jî ji aliyê xwe ve çi ji destê PKKê dihat dikir, lê bi taybet jî ev daxwaz û banga grîng her carê dihat li bi taybet jî PDKê asê dibû û pêk nedihat. Li gel ku raste rast PDKê nedigote na jî, lê her carê bi awayekî xwe jê dûr digirt. Dema ew dûr dima, pêre gelek sazî û rêxistinên din jî, bi piranî bi baweriya ku dê bi ser nekeve û divê PDK di nav vê xebatê de be (ku raste jî) xwe dûr digirtin û ev xebat û daxwaz bi ser nediket. Ciyê dilxweşiyê ye ku îroj ev xebat axir hate destpêkirin û hêvî dikim Kongre bê avakirin jî. Lê ev Kongre dê çiqasî bikaribe bibe xwedî rol li her çar parçeyan û bersiva xiyalên gelê kurd ên salên dirêj bide, dê dem nîşan bide bê guman. Ez hêvîdar im ku tu şaşî û kêmasiyên grîng ku vê xebatê ne îroj û ne jî di pêşerojê de bikaribin bixitimînin, an rawestînin, nebin.
Tê zanîn ku di pêknehatina Kongreya Neteweyî ya heya niha de rola dijminên gelê kurd û pergala kapîtalîst-emperyalîst a cîhanê, xwedî rolên sereke ne. Lewra ew jî herî kêm bi qasî kurdan dizanin ku ev tê wateya çi û dê li herêmê bibe sedema xerabûna çi mêzînan û avakirina çi mêzînên nû. Ji lewre jî ku ev yek ne bi ya wan bû. Her carê bi lîstikên mezin û qirêj û mixabin bi rêya hin partî, sazî, dezgeh û kesayetiyên kurd jî, heya îroj jî karîn rê li ber vê yekê bigirin.
Gelo pergala ku îroj cîhanê bi rê ve dibe û dijminên gelê kurd dev ji van hewldanên xwe berdan û ji lewre îroj êdî amadekariyên Kongreya Neteweyî dikare bê kirin? Bê guman ku na. Wê demê dimîne du rê:
1- Hêza wan têre nekir li hemberî bibiryarbûna gelê kurd û pêdiviya mezin a ji bo Kongreyeke Neteweyî ku êdî dema wê derbas jî bûbû û êdî rê nedikarî li ber bê girtin.
2- Na xêr, eger bi taybet jî DYA bixwesta rê li ber vê yekê bigire, dê bigirta. Lewra bang vê carê ji birêz Mesûd Barzanî hat û tê zanîn ku Başûr hîn jî di bin parastina DYA´yê de ye. Ji lewre jî, bixwaze jî, bi taybet di hin mijarên stratejîk û bingehîn de, nikare bêyî wê hin gavan bavêje.
Eger xala yekem derbas dibe, wê demê zêde gotin tune, ji pîrozkirin û xwedîlêderketina pêvajoyê pê ve. Lê eger îhtimala xala duduyan jî dê bikaribe hebe, wê demê hin pirsên grîng ku divê bêne bersivandin xwe didine der.
1- Di navbera doh û îroj de çi guherî ku birêz Mesûd Barzanî ji nişka ve bangeke wiha kir?
2- Hukûmeta Başûr, ji destpêka şoreşa Rojava û vir ve, ev salek e hewl dide ku li Rojava, bi rêya hin partî, kes û rêxistinên ku bi wan ve girêdayî ne an nêzî wan in, hêzeke leşkerî ava bike. Bi vê armancê gelek kesî jî perwerde kirin û şandine Rojava. Lê heya wê demê êdî li Rojava hêzeka leşkerî (YPG) ava bûbû û roj bi rojê mezintir û xurttir dibû. Bi armanca ku di pêşerojê de du hêzên çekdar ên kurd di nav xwe de şer nekin û birakujî rû nede, YPGê rê neda tu hêzên çekdar ên kurd ku li herêmê bi cî bibin an ava bibin. Li ser vê yekê jî Hukûmeta Başûr sînorên xwe ji birayên xwe re girtin. Ev encama vê nerazîbûnê bû ku hewldanên Hukûmeta Başûr a şoreşa Rojava bike binê bandora xwe, vala derdiketin. Ev hewldanên wan ne tenê bi daxwaz û biryara wan bû bê guman. Lewra PYD, mîna baskeka PKKê tê dîtin û ne pergal û ne jî dewleta tirk vê yekê naxwaze. Eger di bin bandora Hukûmeta Başûr de bikarîbana hêzek li Rojava ava bikin, dê her tişt hêsantir bûna ji bo wan. Ji bo vê jî gelek caran serî li lîstikên pir xerab xistin ku ev bûne sedema rijandina xwîna kurd bi destê kurd jî, hezar mixabin.
Piştî demekê ku dîtin nikarin PYD û YPGê li Rojava bêbandor bikin, êdî hewl dan ku zemîna hevkariyeke ji sedî 50-50 ava bikin. Vê hewldanê jî di bin navê demokrasiyê de dikirin, lê bi lîstik û kiryarên ne pak mixabin. Lewra di gelekên van bernameyan de dewleta tirk jî pirê caran veşarî cî digirt ku hin ji van têkiliyan û civînan aşkere jî bûn û di çapemeniyê de hatin belavkirin. Dîsa ji ber heman sedemî, ev hewldan û pengav jî bi ser neket û ji xwe bi taybet di encama vê pengavê de xwîn hat rijandin.
Bi taybet jî piştî ku van rojên dawîn YPGê hêzên hov ên îslamîst ji ser xaka welêt paqij kir û sînoran kir binê kontrola xwe, êdî li gel hemî gef û gurên xwe dewleta tirk jî, pergala cîhanê jî û hezar mixabin ku bi wan ve girêdayî Hukûmeta Başûr jî, îmanê pê anîn ku bêyî PYDê, heta bêyî rola wê ya sereke, ev kar nameşe û bi ser nakeve. Lewra ne tenê hêz û bibiryariya PYDê, lê bêhêzî û bêkêriya partî, rêxistin û kesên ku bi PDKê ve girêdayîne jî baş dîtin di nav vê demê de. Ev bi xwe jî bû sedema îmanlêhanîna rastiya li Rojava; her çendî ne li gor daxwaza wan be jî!
Îcar balkêş e ku di vê demê de û hema bêje ji nişka ve birêz Mesûd Barzanî banga civîna amadekariya Kongreya Neteweyî kir!
Hewldanên Hukûmeta Başûr ku li ser bakur jî bibe xwedî bandor û gotin jî, ji xwe têne zanîn û me jî li ser nivîsîbû. Ev jî ne tenê bi daxwaza wan bû lê bi biryarekê bû ku dihate kirin û gelek sazî, dezgeh, partî, rêxistin, masmedia, kes û heta hin malper ên ji derveyê PKKê, an dûrî PKKê dihatine destekkirin û fînansekirin. Lewra li bakur jî demeke dirêj hewl dan li dijî PKKê di her warî de alternatîfan biafirînin û vê yekê bi destê Hukûmeta Başûr, li ser bingehên hestên netewayetî dixwestin pêk bînin. Lê armanc bê guman ku şikandina Tevgera Azadiyê li bakur bû. Ev hewldanên li bakur rawestiyane? Na, lê ew jî dizanin, kêmasî di demeke kin de dê biser nekevin û di dema dirêj de jî garantiya vê yekê nîne. Lê dev jê jî bernadin.
Axir, tiştek aşkere ye ku, pergal û pêre jî dewlet û hukûmeta tirk, ji bo şikandina bandora Tevgera Azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê, bi dest û rêya Hukûmeta Başûr, li ser bingeha ”hestên netewî” li dijî Tevgera Azadiyê, hewl didin altternatîfan çê bikin. Ev armanc û daxwaza pergalê û Hukûmeta Başûr, bi rêyên ku heya niha hatin ceribandin, bi ser neket, dijberî wê, li bi taybet bakur û Rojava, bi pengavên nû, tevger xurttir bû û bû yekane hêviya gelê kurd.
Pirs ev e: Niha, gelo dikare tişta ku bi rêyên din bi dest nexistin, bixwazin bi rêya Kongreya Netewî bi dest bixin? Lewra mirov ji niha ve bandora Hukûmeta Başûr û bi taybet jî birêz Mesûd Barzanî dibîne û ev dê bê wateya ku dê birêz Barzanî bibe serokê Kongreyê jî. Wê demê, hemî tevger, partî, sazî, dem û dezgehên li her çar parçeyan jî, dê bikevine bin kontrola Kongreyê. Tişta ku divê bibe jî ji xwe ev e. Îcar li kîjan parçeyê Kurdistanê tevgerek rabe bêyî biryara Kongreyê gavek bavêje an biryareka Kongreyê nas neke, an pê neke, dikeve rewşeke tewanbar, di çavê hema bêje hemû kurdan de. Wê demê dikare hêz, partî û tevgerên ji derî PKKê, ya xwe bi PKKê bidine kirin. Eger PKK jî vê qebûl bike, ji xwe pirsgirêk namîne. Lê PKK bêje ku ev tê wateya tunekirina min û ez vê qebûl nakim dê çi bibe? Dê PKK, an go KCK bikeve rewşeke xirab û neheq di çavên cîhanê de û ya grîng jî di çavên kurdan de. Gelo dikare hesabê vê yekê hatibe kirin û piştre ev bang hatibe kirin?
3- Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû ji bo 4 Konferansan. Her çar Konferans jî pir grîng bûn û 3 ji wan pêk hatin. Yek li Enqereyê, ya din, li Amedê û ya sisiyan jî li Ewropayê li dar ket. Konferansa 4. jî diviya li Hewlêrê kom bibûya. Eger ev Konferans li gor pêşdîtina birêz Ocalan bibûna, an bibe, dê bê guman ku KCK bandora xwe li wê civînê bide. Lê beriya vê konferansê, ango di dema amadekariyên vê konferansê de, ev banga civîna amadekariya Kongreya Neteweyî hate kirin, ji aliyê Serokê Herêmê ya Başûrê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve. Çima niha û di vê demê de? Gelo dikare ev gav di heman demê de ji bo rêlibergirtina pêşkeftina însiyatîfa KCKê ya li başûr hatibe avêtin?
Pirs bi kurtî ev in û grîng in. Lê hêvî ne ev in bê guman. Hêvî û daxwaz û xiyal her ew e ku mîna li jor di xala yekem de hat ziman, kurd êdî gihîştibine wê astê û bi îradeya xwe ya azad, bi bibiryariyeka xurt vê gavê avêtibin. Her tişt dê bi demê re zelal bibe bê guman.
Mahabad Felat Arda 2013-07-23