Berbangek bê darvekirin
Gelên li Îranê bi salan e dibin şahidê darvekirinan. Ger tu carekê li derdê dilê wan guhdarî bikî tu wê bibînî ku bîranîneke herkesî li ser darvekirinê heye. Darvekirina mirovan di gelek çîrokan de heye ku dapîr ji bo zarokên xwe dibêjin. Gelek helbest û çîrok li ser hatine nivîsandin. Gelek pirtûk behsa vê birîna kûr dikin. Birîneke ku hertim vekirî maye û ti caran jî jê re derman nehatiye dîtin. Dema mirov diçe ber deriyê girtîgehên Îranê bi sedan malbat herroj li ber derî rûniştine û li benda darvekirina zarokên xwe ne. Ti tişt ji destê wan nayê û şerpirze bi rojan li ber deriyê girtîgehan mexdûr dibin. Li benda gotinekê, hêvî û ronahiyekê ne. Carnan dema mirov li dayikên ku li ber deriyê girtîgehê ji zarokên xwe re stranan dilorînin, guhdarî dike, dilê mirovan parçe parçe dibe. Çîroka darvekirinê êdî bûye çîroka hemû takên vê civakê. Qet ferq nake ew kes ji kîjan dîn û netewê ye, derdekî hemûyan ê hevbeş heye, ew jî derdê darvekirinê ye.
Rejîma Îranê jixwe rojekê ji vê kiryara xwe ya nemirovane dest nekişandiye. Li çavê bi girî yê dayikan û awirên birîndar ê zarokan temaşe nekiriye. Kengê xwestiye û roja wê hatiye, li pencereya hucreyê bang kiriye ‘Xwe ji bo beriya berbangê amade bike!’ yan jî gelek caran bêyî ku jê re bibêje, di nîvê şevê de ji nava girtiyan derdixe û dibe û girtî hemû bihevre fatiheyekê ji bo dixwînin û bi hev re dibêjin; ‘Wan efû nekir, Xwedê tu efû bike!’ Ti tişt ji wê xirabtir nîne ku tu li ber çavê xwe bibî şahidê darvekirina rêheval, dost, cîran, xwîşk, bira, bav û hevjîna xwe û tenê temaşe bikî û tiştek ji destê te neyê. Mixabin rejîma Îranê di mirovan de refleksa parastinê wer kuştiye ku tenê temaşekirinê tercîh dike û hew. Wek çarenûsekê ji xwe re pejirandiye û mixabin pê razî ye. Ya rast di rewşa niha de wer xuya dike lê Gel bi kîn û tola salan di dilê xwe de li benda çirûskekê ye. Ger ev kula dilê dayikan û qêrîna di qirika bi milyonan zarokên sêwî de rojekê biteqe wê çi bibe gelo. Lehiya ku ti hêz, artêş û desthilatdarî nikare pêşiyê lê bigire. Di van rojên dawî de bêhna bayê wê tol û kînê tê me. Bi pêşengiya hewildana ji bo aştî û lêborînê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê efûkirina girtiyan ji aliyê malbatan ve destpê kiriye. Ango kesê ku cezayê darvekirinê li ser heye û dibine ber darê îdamê, ger malbata kesê ku hatiye kuştin, riza bide, ew kes ê were efûkirin. Ev pêngav ji par ve heye lê belê îsal gelekî zêde bûye. Heta gelek dayik li gel ku kur yan jî keça wan bi destê kesekî/ê hatiye kuştin jî lê beriya darvekirinê xwe digihîninê û bi destê xwe bendê ji qirika kesê mehkûm derdixin. Gelek malbat dibêjin jixwe rejîm bi zanebûn dixwaze mirovan darve bike û li behaneyekê digere, em ê jî rê nedin vê yekê. Wek berpirsyartiya mirovî û exlaqî pêngava aştî û lihevkirinê serhildana gel li hemberî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê ye.
Gelê Îranê êdî naxwaze bi vê kabûsê rabe, rûne û raze. Di vê baweriyê de ye ku kesek dibe ku her sûcek kiribe lê ti tişt nabe sedema wê ku were darvekirin. Ev hevgirtîbûn pêşî li siyasetên çavsor ê Îranê jî digire. Gelên li Îranê êdî dixwazin berbangek bêdarvekirin çavê xwe li jiyanê vekin. Naxwazin bêhna laşên bi dar ve daliqandî serê her sibehê jiyana wan biherimîne. Ji bo wê rêbaza herî baş çi ye û divê çi bikin li wê digerin. Pêngava ku niha destpêkiriye hişyarbûna gelê Îranê nîşan dide, pêngaveke biçûk lê erênî ye ji bo rizgarkirina jiyana bi hezaran ciwanên bêguneh ji pencên hovîtiya melayên serdemê.