Berdana Yarbay Çiçek û Dûmahîk
Berdana Yarbay Çiçek û Dûmahîk
Li Tirkiyeyê operasyona Ergenekonê, darizandina endamên Rêxistina Terorîst a Ergenekonê niha ber bi pêleke nû ve diçe. Yarbay Dursun Çiçek ê ku dibe sedema nîqaşên berfireh, niha jî dad û dadgeha tirk dixe rewşek xerab. Êdî aşkere kir ku dad û dadgeh jî tijî endamên Ergenekonê ye. Hikûmata AKP'ê dê niha hêsantir biçe ser dozger û dadgerên ku têkiliyên wan bi Ergenekonê re heye.
Heta do jî, dema ku hikûmeta diçû ser hinek endamên Ergenekonê yên li dad û dadgehan, di çavên gel de meşrûyet bi dest nedixist. Lê girtina Yarbay Dursun Çiçek û piştî 17 saetan berdana wî, dûre derketina pelgeya rastî û orjînal û dîsa girtina Yarbay Dursun Çiçek û dîsa piştî 43 saetan berdana wî... derxist holê ku operasyona Ergenekonê nikare bêyî paqijkirina endamên dad û dadgehan bidome û bi ser bikeve. Di çavên gel de jî meşrûyeta vê yekê çêbû. Êdî gel aşkere dibîne ku dad û dadgeh, ango dozger û dadgerên tirk bûne du komên cuda û hinek ji wan aşkere li endamên Ergenekonê xwedî derdikevin.
Dema mirov ji vî alî ve lê dinihêre, berdana Yarbay Dursun Çiçek moralek sexte bide hinekan jî, di rastiya xwe de bi avakirina vê meşrûyetê bi kêrî hikûmeta AKP'ê tê. Ne mimkûn e ku hikûmet, Wezîrê Dadê î Serokwezîr ji vê yekê sûdê wernegirin.
Helbet berdana wî tenê ji vî alî ve bi kêrî hikûmetê nayê. Hinek aliyên din jî hene.
Di warê berfirehkirina operasyona Ergenekonê de, di warê şopandina doza Ergenekonê de dê gelekî din bi kêr were. Ji bo vê yekê berdana wî piralî sûdewar e. Kesên ku serokwezîrê tirk rexne dikin û dixwazin hikûmeta tirk helwesteke baştir nîşan bide, niha dê dengê xwe bilindtir bikin. Ev jî dê destê hikûmetê xurtir bike û endamên Ergenekonê hinekî din têxe quncika teng.
CHP Tê Tunekirin
Xaleke din a van rojan jî tunekirina CHP'ê ye. Lê wekî ku tê fikirîn nabe, ne bi destê hikûmeta AKP'ê tasfiye dibe. Rasterast bi destê Ergenekonê tê tasfiyekirin. Ev hewildan û helwestên pir çewt, pir çort û bê rêç bi giştî didin nîşan ku hinek CHP'ê dajon ser kozikek bêperwa. Xwediyên vê mentiqê, difikirin ku CHP jî di encamê de partiyek e, amûrek e û ji bo rojek wiha ye. Bi vî rengî CHP'ê wekî paçekî bi kar tînin. Heke ev tevgera CHP'ê bi ser bikeve jixwe digihîjin armancê, heke bi ser nekeve jixwe ew dikarin gelek partiyên din ava bikin. Û jixwe ji ber ku dibînin dê CHP bi ser nekeve û têk here, ji niha ve partiyeke nû ji bo hevalbendên Ergenekonê bi serokatiya Husamettin Cindoruk tê avakirin û amadekirin. Yanî di hilbijartina sala 2011'an (meha sermawezê) de partiya kemalîstan dê ne CHP be. Kesên ji AKP'ê veqetiyane, yên ji DSP'ê veqetiyane û hinek kesên ku neketina nav partiyan dê bikevin DP'ê. Jixwe DYP û ANAP jî ketin hundir DP'ê. Serokê wê Husamettin Cindoruk jî nobedar e, dê şûna xwe bihêle ji serokekî jêhatî re. Plana wan jî ev e. Ev hemû ji ber wê yekê ye ku bi zanebûn CHP'ê di karekî nelirê de bi kar tînin û dizanin dê di çavên gel de tune bibe, li holê nemîne.
Gelo dê Dora DTP'ê Were ?
Di nîqaşên Parlamentoya Tirkiyeyê de me dît ku AKP'ê şerekî psîkolojîk bi CHP û MHP'ê re meşand. Lê heta niha lingê xwe li holîka DTP'ê nexistiye. Ev bi zanebûn e.
Di roja 10'ê sermawezê de, di roja yekem a nîqaşên parlamentoyê de parlamenterekî AKP'yî ev nîqaş da destpêkirin. Jixwe ji ber ku dîroka nîqaşê 10'ê sermawezê bû, CHP tehrîq bûbû. Parlamenterê AKP'yî jî di axaftina xwe de derket û wekî ku qet ne derdê wî ye ku parlamento bi nermî nîqaşan bike, got "we di civînên veşartî de welat bi çend qurişan firot!". Berê xwe jî da MHP'ê. Bi vî rengî pê li lingê MHP'ê jî kirin. Axaftina parlamenterên AKP'yî, helwestên wan ên komikî û şexsî tu caran bêyî zanebûna Erdogan nabe. Roja yekem bi zanebûn hate hilbijartin, herdu partî bi zanebûn hatin tehrîqkirin. Roja yekem bi vî rengî qediya. Di 13'ê sermawezê de jî anîn asta ku CHP parlamentoyê biterikîne. Rast e, bi gotinên rast ev pêvajo meşandin, rastiyên dîrokî bi awayekî rast bi kar anîn. Jixwe ji ber vê yekê ye ku CHP û MHP teng bûn, derketin ji dervê rêç û rêzikan û dawiya dawî CHP'ê parlamento terikand.
Di heman deqeyên ku Erdogan diaxivî de Dursun Çiçek hate berdan. Ya rast haya Erdogan berî axaftinê jê hebû. Berî axaftinê bi 20 deqeyan li ser vê mijarê, ji dervê hêwana mezin agahî stand û vegeriya li cihê xwe rûnişt, piştre axivî. CHP'ê dema hêwan terikand, serkeftineke loq jî bi dest xistibû, bê tirs hêwan terikandin. Lê Bahçeli bi destê xwe ji hevalên xwe re got "rûnin". Bahçeli rewşê pir baş dizane. Rewşa wî û Baykal jî ne yek e. Çêtir jî fam dike. Her wisa sûc û tawanên wan jî bi qasî yê CHP'ê nîn in. Yanî bi qasî Baykal ji xwe natirse. Heke ne wisa bûya dikaribû pêşiya AKP'ê bi xerab bigire.
Li vir, ji ber vê yekê mirov dipirse ku gelo dê dor were ser DTP'ê jî, an na? Erdogan bi zanebûn CHP û MHP'ê ji holê radike, îqtîdara xwe xurtir dike, çavên xwe dikute 20 salên pêşiya xwe. Di rewşek wiha de çima bixwaze ku DTP xurtir bibe. Mînak, CHP êdî li Dêrsimê nema dikare bi ser bikeve. Û ev yek herî pir bi kêrî kurdan û DTP'ê tê. Erdogan çima qebûl bike ku di encama şerê xwe de destkeftiyên xwe bide DTP'ê ? Hem çiqasî li gor berjewendiyên Erdogan e ku Kurdistana Bakur di destê DTP'ê de bimîne?
Ev pirsên bingehîn in. Îdeolojîk in, stratejîk in. Ev nîşan didin ku AKP dê rojekê şerekî wekî yê îro li dora DTP'ê jî bike.
Û tirsa min ew tirs e ku dê DTP jî nikaribe parastina xwe xweşik bike. Hingê dê hinek mecbûr li ser navê kurdan bersivê bidin. Îcar jî dê Erdogan li wan vegere û bêje "ka we ev kes ji me re şandibûn ku muxatabiyê bikin, bi me re biaxivin, madem nikarin bersiva xwe bidin çima we şand? Heke bersiva xwe didin, hûn çima diaxivin?!"
Mînak, çend roj berê Aysel Tugluk û Ahmet Turk li ser nîqaşan daxuyaniyek dan. Gotin DTP bi rexneyên neheq û nemafdar tê rexnekirin. Li ser pirsa rojnamevanan jî Aysel Tugluk bersivek pir balkêş da. Dema rojnamevanan gotin "Nêçîrvan Barzanî difikire ku DTP'ê li Silopî şovek ne pêwist kiriye", Aysel Tugluk wiha bersiv da: "Heke ew şov be, şovê li herêma wan dest pê kir, çima nebûn asteng?" Yanî heke Nêçîrvan Barzanî vegere ji PKK'ê re bêje "madem hûn me rexne dikin, êdî ji niha û pê ve em bêdeng namînin, em çawa bawer bikin em ê li gor wê helwestê nîşan bidin", dê hinek bersiva Aysel Tugluk çawa bidin? Birayên kurd tevî ku wisa bawer jî kirine, helwesta we ji we re hiştine û têkildar nebûne. Erê rexne dikin, lê ev nayê wateya ku tu jî xwediyê rexneyê bi ser tiştekî din de bajo.
Niha ez dipirsim, heke ev parlamenterên me sibe li hember Erdogan jî bi vî rengî bersivan bidin, em ê çi xweliyê li serê xwe bikin ?! Ez vê bersivê jî dihêlim ji xwendevanan re.