1. Tekst

  2. Helbest

  3. Selwa Gulî
  4. Berî ku derya xweziyên min bişo
Berî ku derya xweziyên min bişo,Berî,ku,derya,xweziyên,min,bişo

Berî ku derya xweziyên min bişo

A+ A-

Çardeh girnijîn bûn taviyek û bihar çêrandin.
Çar çarşem bûn sekeratek û roj daqurtandin.
Çar peyv bûn evînek û sînor bezandin.

Bi lez û bez wek şûjina şirûxa,
Gehiştim nav cergê xelwegihan.

Rîçalek sor,
min ji lifka lewendîka xwe qetand.
Ew lewendîk bû ku rojên enfalan dayika min
Çavên me pê dipêçan da gewdên bê ser nebînîn.
Da destên bê tibil nebînîn.
Da gundên xwe yên sotî nebînîn.
       
Du kefegurzên genimê heşta keç,
Bi riçalkê sor min li navtenga wê girêda,
Hêdî hêdî min xwe ji salê vedizî,
Qesta deryaya Göteborg kir.

Berî derya bêhna gurza genîm bike,
Û lifka lewendîka  min şil bike.
Berî li ber singa xwe birazîne û
Hêviyên min qebûl bike.

Çend keserên salan û
Çend hêviyên kalan,
Çend xweziyên birakê min,
Ku bi keska Zembîlfiroş

         
Û evîneke sava ji çiyayên Merdînê hilweşiya.
Bê rêkulaniya keçek 16 salî .
Du rondikên min ên xemsalan dijwarkirî,
Berev deryayê hevçêrx ve min espêrand.

Min xwe di Cama Cemşîd de dişûşt.
Bûm Meryem –el Ezra.
Dilê min li welatê Cenet-el Eden şîn dibû.
Masiyek yekane bê ku çipkek reş kirasê wê,
Bê mirad bike.
Du sêvên Xoresanî hêşta li ber pencên,
Nezanan nehatîne birîndar kirin.
Pêkek şarabê,
şîn tiliyên keşeyên gundên cîranan bû.
Hemû dive bibin heft û
bi pîta navê min bihên daxwaz kirin
Ber bi sala ne diyar ve herin,
Her hêviyên min nebûne  nîv û ne jî çareyek
Nebûn û nebûn.