Bersiva Jan Dost
Şaşiya xwe dîtin û pejirandin û hewldana sererastkirina wê şaşiyê, bê guman ku helwesteke rast û durust e ku ev divêtiya rewşenbîriyê ye jî. Lê dema mirov lêborîna şaşiyekê xwest, divê mirov hewl nede sedema wê şaşiya xwe jî bike stuyê kesê mirov jê lêborîn dixwaze. Jan Dost wiha kiriye. Lewra li gor wî, Rêzan Tovjîn ew bi zanebûn û bi asteka bilind provake kiriye û dafî van heqaretan daye. Carekê ev lêborîn di vir de wateya xwe wenda dike.
Hezar sedem nîşan daye di nivîsa xwe de Jan Dost û civak tewanbar kiriye, êrîşê min kiriye, ji Ehmedê Xanî mînakan daye, sedema şaşiya xwe kiriye stuyê Rêzan Tovjîn. Ji bo balê ji ser xwe bide alî, baş hewl daye. Bi her aliyê xwe ve di nivîsê de ev tê dîtin. Dema di mijarekê de serê mirov ne zelal be an mirov neçarî tiştekî be û bêyî dilê xwe bike, tişta mirov dike jî dê ne zelal be. Heya min ew gotar nenivîsî, Jan Dost pêdiviya lêborînekê jî nedît.
Ya din û ya herî grîng ku, mijarê kiriye şexsî. Jan Dost ne tenê heqaretê li Rêzan Tovjîn kiriye, di kesayetiya PYDê de, heqaretê li hemû şervan, kadro, pêgir û sempatîzanên PYDê jî kiriye. Ne tenê heqaret jî, nebûyan jî li PYDê kiriye. Ya ku Rêzan Tovjîn ranegirtiye û bûye sedema helwesta wî ya di cî de jî, ev bi xwe ye. Ew helwestek e, ne provakasyon. Û şaşiya herî mezin jî ew e ku ya li Jan Dost ew qasî giran hatiye jî ev helwest bi xwe ye.
Ew dikare ji her kesî re her tiştî bêje, ew mafê wî heye û navê wê jî dibe ”rexne” û ”kral tazî ye”, lê tu kesek nikare jê re bêje ku ka te çima ev got. Dema bêje, navê wê jî dibe ”nedemokratî” û ”mirîdî”!. Îcar feodalî û mêjî û helwesta eşîrayetî ev bi xwe ye. Dema Jan helwesta min jî dike sûcê pîvanên civaka feodal, ji bîr dike ku ew bi xwe jî berhemekî wê civakê ye û ji min gelek bêtir di bin wê bandorê de ye. Ji vîdeoya wî bigire heya çêrên li PYDê û Rêzan Tovjîn kirî û heya vê lêborîna wî jî, nîşanên vê rastiya wî bi xwe ne.
Belê, helwesta min li gel helwesteke siyasî, helwesteke mirovahî, rewşenbîrî û hevaltiye jî. Helwesta siyasî rastî û nerastiya mijarê an mafdarî û nemafdariya mirovan venaşêre. Lê min tu carî nenivîsiye û kesek jî nebûye şahid ku min gotiye divê rexne li Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê neyê girtin. Tenê pîvanên tiştan hene. Di bin navê rexneyê de çêr bêne kirin, di bin navê muxalefetê de dijminahî bê kirin, bê guman ku dê navê van ne rexne û muxalefet be. Her wiha, ji bo rexneyan jî divê hêza mirov hebe, lewra rexne tişta herî giran û grîng e di jiyanê de ku jiyanê bi pêş dixe. Lê Jan Dost ji rexneyan, çêr, nebû, fitne û fesadî, malxirabkirin û heqaretkirinê fam dike, ew jî problema wî ye. Lê vê şaşiyê nikare bi min bide piştrastkirin. Xwezî ew hêz û zanebûn hebuya ku bikaribuya alternatîfên şoreşê zêdetir kiribûna. Ev dê bibûna sedema kêmbûna şaşiyên me hemuyan jî.
Min tu bêbextî li Jan Dost nekiriye. Dijberî wê, Jan Dost heqaret û bêbextî li min kiriye. Çewa? Eger gotinên min bêbextî bêne hesibandin, wê demê heman bêbextiyê wî bi xwe jî li xwe kiriye: ”...peyvên ne di rê de ku tucarî ne ji ferhenga min in û ez baş dizanim ku ew dijûnên kirêt ancex li kuçe û kolanan kesekî nezan û astnizim bikar tîne. J.D.” Ev e, ne tiştek din!.. Min tu tiştek cudatir negotiye ji vê rastiyê pê ve. Û min gotara xwe li ser bingeha vê rastiyê honaye, ne li ser edebiyat û keda salên dirêj a Jan Dost. Lewra min jî gotiye ku kesên li kuçe û kolanan, astnizim û nezan in, nikarin bibine wêjevan, nivîskar ango rewşenbîr. Di vir de pênexistinek heye. Ango edeb û edebiyata Jan Dost li hev nekiriye ku sernavê gotarê jî ji xwe ew e, lê ev pir bi zanebûn û kîn, tê manîpulekirin.
Çiye bêbextî? Dema mirov tiştek negotibe an jî nekiribe û hinek rabin û bêjin filan kes filan tiştî gotiye an kiriye, ew dibe bêbextî. Îcar ez ne xerîbê bêbextiyan im, bila ji dostên nêzîkê xwe pirs bike dê jêre bêjin qesta min çiye. ”Min di tu deverê gotara xwe de negotiye ku berhemên Jan Dost bêrûmet in, bila neyêne xwendin, keda salên dirêj a Jan Dost berhewa û vala ye û bila pirtûkan nenivîse.” Kesên ku çiqasî li hesab û xweşa wan neçe jî xwe ji rastiyên objektîf dûr bixin û wan rastiyan li gor hesab û niyetên xwe manîpule bikin, ka gelo dê çewa bikaribin bibine rewşenbîr û pêşî li gel rohnî bikin. Ma feodalî û eşîrayetî çiye gelo? Dema Jan Dost bahsa koçer-feodal dike gelo jê çi fam dike? Ez bêjim; bila li vîdeoya xwe, çêr û pêçarên xwe gohdar bike, dê bibîne koçer-feodalî û mêjiyê êşîrayetiyê çiye. Ya din; min tu carî negotiye bila kesek rexne neke û min yekrengiyê jî tu carî neparastiye. Jan Dost xwezî bigota ”kral tazî ye” lê ew dibêje ”ez çewayî dê û jina kral bikim”. Ya ku ez jî rexne dikim û napejirînim ev e. An na bê guman ku rexne dibin û ew rexne jî dikarin rast bin û dikarin ne rast bin jî, lê uslûb û armanca ”rexne”yê grîng e!.. Rexne ne çêr û pêçarî û êrîş in.
” Gelo ev pîvan li ku heye, ku edebiyat tenê ji heqê kesê bi „edeb“ e! Li kîjan welatî bûye pîvan ku kesekî li dijî filan serokî, bêvan partiyê, fellan nizanim çi û kê nikare bibe wêjevan û nikare roman û pirtûkan binivîse û ku binivîse jî ne hêjayî xwendinê ye!” Meraq dikim ka gelo Jan Dost ji kîjan gotina min gihîşt vê encamê. Ma bêbextî bi peran nîne û li bazaran jî nayê firotan, ne ku dil û niyeta mirov paqij be.
Û eger Jan Dost bêbextî û heqaretê li min nekiribûna, piştî ”lêborîn”a wî, min dê tu bersivî jî nenivîsiya. Sedema derengnivîsandina min a vê bersivê jî ev bi xwe ye. Ne dema min heye û ne jî madê min hildigire ku ez bikevim nav nîqaşeke bi vî rengî. Lê caran nezanî mirovan neçar jî dike.
Jan Dost di nav paranoyayeke wisa de ye ku hema her kes li benda wî û şemitandina wî ye! Ez bi tenê bi vê gotina wî keniyam. Fam nakim ev çi tirs e û sedema vê tirsa Jan Dost çiye. Xwezî kurd hemî bikaribûna şaşiyên hev û du li rûyê hev bigotana. Lê pîvanên şaş di nav me û bi taybet cîhana rewşenbîriya kurd de pêş ketiye ku ev pêş naxe, bi paş dixe û dirizîne. Çiye ew? ”Tu pesnê min bide, ez pesnê te bidim, em pesnê xwe bidin û em pesnê hev bidin.” ango ”di vê cîhanê de du mêr û camêr hene, yek jê tu yî.” Ji bo yê hember jî bêje; ”naxwe yê din jî tu yî.” Îcar eger Jan Dost nêzîkahiyek wiha hêvî dike, ew ne ez im. Dijberî wê, yê ku dibêje ”kral tazî ye” ez im. Bêyî çêr û pêçariyan!..
Ez eger li benda tiştekî bim, ew jî berhem in, berhemên kurdî ne ku ez bi wan şa dibim. Lewra xizmetên mezin in ji bo zimanê kurdî û ez dîn û bêdînê zimanê xwe me, bila Dost vê jî baş bizane û rastiyan berovajî neke. Tu kîna min ne li hember Jan Dost û ne li hember tu bi taybet jî nivîskar û rewşenbîrekî/a kurd nîne. Hele jahr xwe nikare nêzî min jî bike, bila bi taybet jî di mijara jahr û kînê de Jan Dost hewl nede kumê xwe bide serê min, lewra li min nabe, ne li gor pîvanên serê min e. Yê ku bixwaze vê rastiyê bibîne jî bila hema çêr û pêçariyên li dê û bavê Rêzan Tovjîn kiriye bixwîne, nivîsa wî ya qaşo ji bo lêborînê nivîsiye bixwîne û bi taybet jî li vîdeoya wî ya ”banga ji neteweyê re” temaşe bike. http://www.youtube.com/watch?v=wGzvmAKthSY
Li gor Jan Dost û hemû kesên mîna wî ku bi awayekî ji PKKê û Serokatiya wê an hez nakin an ne razî ne, an aciz in; kî ku di bin navê rexneyan de çêr û pêçarî û heqeret û êrîşê PKKê û Serokatiya wê neke, êdî ew mirîd e, sofî ye, bê îrade û keseyet e ku nikare bi serê xwe tu tiştekî bika an bêje. Kesên wî karê qirêj bikin jî, serbixwe, azad, bi kesayet, kurdên resen, rewşenbîr û demokrat in! Baş e rastî ev e? An ev nêrîneke subjektîf û nezaniya herî mezin e?! Xanî xwendiye, xwe mîna zarokê Xanî binav dike lê wahda Xweda be ku tu tiştekî ji rastiya bingehîn a felsefeya Xanî fam kiriye. Bi wê giyana nexweş, ew şensê wî tune ku fam jî bike ya rastî. Bila heya dikare ji helbest û gotinên wî mînakan bide, piştî ku negihêje raz û kûrahiya wan gotinan ma fêde çiye.
Di serê gotara xwe de gotineke Martîn Davîs nivîsiye. Lê rast e ku her kes dikare bibe şeytan û herkes jî dikara bibe firîşte, lê ev rastî ne dikare şeytaniyê û xirabiyên wî meşrû bike û xweş nîşan bide û ne jî pîroziya firîşteyan veşêre an xirab bike. Û Ne jî dikare rê li ber rexnekirina nepakiyan bigire!.
Li gel silavan.
Mahabad Felat Arda 2012-09-14 [email protected] [email protected] [email protected]