Bersiveke ji bêgavî
A+
A-
Lewre ez dixwazim li gorî rojeva xwe li ser mijareke ku min diyar kiriye binivîsim. Bi vê mebestê min li ser mijareke têkildarî hevoksaziya kurdî nivîsek amade kiribû. Berî ku ez dest bi nivîsê bikim jî min dît ku hevalê me Ya?ar Eroglu nivîsek li ser cînavkên pêvebestî nivîsandiye, ji ber ku min nexwest bersiva her nivîsa ku navê min tê de derbas dibe bidim, min qala wê nivîsê nekir. Lê belê pi?tî nivîsa Rêzan Tovjîn a têkildarî "Manîfestoya Koma Hawara Kurdî" min divê wekî bersiv çend ti?tan bibêjim.
Li ser nivîsa hevalê Ya?ar Eroglu ez dixwazim bi tenê bibêjim, pirsgirêka pirbûna navlêkên têgihên rêzimanî mijareke girîng e. Min bi xwe di xebata xwe de heta ji min hat, têgihên Celadet Bedirxan bi kar anîn. Di hin ti?tan de min têgihên Mamê Feqî bi kar anîn. Bêjeya qertaf (affix) min ji wî girtiye. Di pirtûka xwe ya dawîn ‘Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî " de li ?ûna rengdêra Celadet Bedirxan, min "hevalnav" tercih kir, ji ber ku bi baweriya min zêdetir cihê xwe digire. Her wiha di soranî de jî jê re "awelnaw" dibêjin ku ew jî tê heman wateyê. Bi baweriya min heta ku me termînolojiyeke hevpar pêk aniye, em têgihên nû çênekin dê ba?tir bibe.
Li ser taybetiya van cînavkan mirov dikare jê re "qertafên kesandinê" jî bibêje, lê belê ew jî zêde bandora termînolojiya tirkî nî?an dide. Li ser bingeha wan lêkeran, ez bi xwe ne bi dîtina ku dibêje, "ew ji lêkera bûn" hatine. Lewre ew tên dawiya lêkera bûn bi xwe jî. Her wekî "bûm, dibim, bibim…"
Ji bo ku mirov bingeha vê cureya cînavkan nas bike, divê mirov ji îngilizî û almanî zêdetir bala xwe bide zaravayên din ên kurdî û zimanê farisî. Ew fonem di soranî de jî wekî cênawên likaw (cînavkên qertafî) hatine binavkirin. Ji Zanîngeha Hewlêrê, Serokê Be?a Zimanê Farisî Yûsif ?erîf Seîd di nivîsa xwe ya bi sernavê "Pêwendî Zimanî Kurdî û Farisî û Ciyawazî Lêkçûniyan le Sê Ast da" ew wekî "cênawî likaw" bi nav kiriye û wiha gotiye: "Di zimanê kurdî de cînavkên qertafî wekî du deste berçav dibin ku ji desteya A û desteya B pêk hatine. Desteya A "m, t, y, man, tan, yan" desteya B van cînavkan digire nav xwe: "m, ît, at, êt, în, n".
Li ser gotina "du cînavk bi hev re nayên bikaranîn" ez dikarim bibêjim ku di rastiya xwe de mirov dikare cînavkên pêvebestî bêyî cînavkên kesanî bi kar bîne. Di soranî de wisa tê bikaranîn jî, lê di kurmancî de ji bo xurtkirina wateyê her du bi hev re têne bikaranîn. Li aliyê din di kesên pirjimar de valahiyek heye, lewre jî pêdivî bi vê yekê heye ku cînavkên kesane jî bêne bikaranîn. Di soranî de ev valahî nîn e. Lê di kurmanciya nivîskî de her sê kesên pirjimar (yekem, duyem, sêyem) bi /-in/ têne nî?andayîn. Dema ku cînavka kesan li ber tune be, /-in/ bi tenê kesê sêyem nî?an dide.
Di hin devokan de ji bo kesê yekem ê pirjimar /-în/ tê bikaranîn. Bi baweriya min em dikarin vê bixin zimanê nivîskî jî ji ber ku di soranî de jî /-în/ tê bikaranîn.
Di encamê de ez dixwazim kêfxwe?iya xwe ji bo nivîsa hevalê Ya?ar Eroglu nî?an bidim. Ji ber ku nîqa? wiha dikin ku mirov li ser pirs û pirsgirêkên wiha kûrtir bibe.
Li aliyê din li ser nivîsa Rêzan Tovjîn ez ê nikaribim heman ti?tî bibêjim. Lewre xuya ye ku hevalê Tovjîn ji hin ti?tan hêrs bûye; ev gotara xwe jî bi hêrs nivîsandiye. Ez bi xwe be?darî piraniya dîtinên wî nabin. Ji aliyê te?eyê ve, manîfesto çi ne, çawa têne nivîsandine ew qas ne girîng e. Her kes jî pir hindik pê dizane û dikare xwe bigihîne bi hezaran mînakan. Li aliyê din endamên komê pi?tî nîqa?ekê gihî?tin wê baweriyê ku manîfesto navekî giran e, her wiha rengekî siyasî dide komê lewre jî navê wê wekî "Armancên me" guhart.
Li ser meseleya demokrasiyê, ez bawer im hevalê Tovjîn ji demokrasiyê ti?tekî cuda fêm kiriye. Di demokrasiyê de mafê her kesî heye ku bangê arasteyî civakê bike, bi raman û dîtinên xwe bandorê li kesên din bike, bi ?ertê ku bi darê zorê li ser mirovan ferz neke. Heke wisa nebe, wê demê pêwîst nake ku em serê xwe bi ti?tekî re biê?înin, ji kesî re bibêjin ‘bi zimanê xwe bipeyivin.’ Her wiha pêwîstî bi dibistanan, bi rojnameyan, bi televîzyonan jî nîn e. Lê bi baweriya min divê em wê hi?mendiyê di nav kurdan de pêk bînin ku serê pê?în ti?tên bi zimanê kurdî bineqîne. Qelîteya ti?tan jî hinekî bi vî awayî bi pê? dikeve. Heta ku razemenî li kurdî neyê kirin, pere lê neyê xerckirin di kurdî de ti?tekî biqelîte jî dernakeve holê.
Wate, divê bazara berhemên kurdî xurt bibe. Pergala heyî êdî pêdiviyan çêdike, ti?tekî ku qet haya te jê nîn e, pêdiviya te jî pê tune ye, pi?tî demekê bi kampanyeke taybet dibe pêdiviyeke sereke. Berî deh salan haya kê ji telefona destan hebû. Lewre divê em kurdî bikin pêdivî, bikin nî?ana serbilind û rûmetê.
Gotinên li ser a?tiya zimanî ya Rêzan Tovjîn gelekî ?a? û xeternak in. Ew gotin nî?an didin ku heke hêz bikeve destên Tovjîn dê dîktatorekî ba? jê derkeve; dê ji bilî kurdî hemû zimanên din qedexe bike.

[email protected]
Gotinên miftehî : Bersiveke,ji,bêgavî