Berxwedana Kobaniyê têkçûna sîstemê ye
Mahabad Felat Arda
“Kirê kiranan, namûs a xatûnan”
Di her dem û serdemî de, di bingeha xwe de dû alî hene. Zalim û alîgirên zaliman û mezlûm û ne zêde bin jî dostên mezlûman. Îroj jî tiştek neguheriye û îroj jî her alî, bi hemû alîgirên xwe ve karên xwe dikin, her yek bi reng û şêwazekê û di bin navekî de.
Dîrok, şer û berxwedana navbera zalim û mezlûman e. Nirx û rûmetên mirovahiyê, bi berxwedana mezlûman têne afirandin, dewlemendkirin û parastin. Mirovahî, hebûna xwe deyndarê van berxwedanan e. Lewra, dema nirx nemînin, jîyan seranser dibe çolistan
Stalîngrad û Kela Dimdimê jî du mînakên grîng in ji bo afirandin û parastina nirxên mirovahiyê ku îroj berxwedana Kobaniyê dişibînine wan.
Ji bo Kobaniyê gelek tişt hatin gotin, gelek şibandin hatin hatin kirin û dê hîn gelek tişt bêne gotin. Berxwedana Kobaniyê, ji îroj ve yek ji mînak û dilêriya parastina nirxên mirovahiyê ya herî mezin e û dê dîrok jî vê her wisa binivîse.
Dîroka Kobaniyê tê zanîn. Birêz Abdullah Ocalan, dema ji bakur derket, pêşî berê xwe da Kobaniyê. Mal bi mal, gund bi gund geriya û bingeha van rojan hîn wê demê hona. Yên sedemên vê bawerî û girêdana mezin nizanin, bila li wan rojan bikolin. Şoreşa Rojava jî, dîsa ji Kobaniyê dest pê kir. Îroj Kobanî hêviya şoreşa Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye. Nirx û rûmetên hezarê salan ên mirovahiyê, îroj li Kobaniyê têne parastin, bingeha pêşeroja azad, li Kobaniyê tê avêtin.
Ji ber rastiya felsefeya jiyana azad a birêz Ocalan ku li dijî hovîtiya sîstema kapitalist-emperyalîst yekane alternative e, ji destpêka xwe ve bûye armanca êrîşa sîstemê. Yek ji sedema herî mezin û bingehîn a vê êrîşa mezin û hovane ya li dijî Kobaniyê jî, ev rastî ye. Di serî de sîstem û dewleta Tirk, di pêşveçûnên li Rojava de têkçûna xwe dibînin. Lewra eger sîstema Rojava bi ser bikeve, ev dê bibe mînak ji hemû gelên blindest ên cîhanê re û ev jî dê bibe alternatîfa sîstemê. Ev xewnereşka sîstemê ye. Hîn xwe bi temamî ji bandorên Sovyetê û Sosyal Demokrasiyê rizgar nekiriye, niha bi tu rengî naxwaze ji bilî wê, alternatîfeka din ku berjewendiyên gelan bingeh digire, derkeve pêş û bi ser bikeve. Ji bo vê jî, sîstema serdest a cîhanê, ji bo biserneketin û têkbirina vê felsefeyê, ji destê wê çi tê dike ku tu şik tune DAÎŞ jî Frankenstein´ê wan e. Me berê jî bi kurtayî ev gotibû; system berê tevlîhev dike, Frankenstein´ek diafirîne, piştre dikuje û dibe xelasker û alternatîfa li dijî “hemû xerabiyan”. Hitler, Musolini, Seddam û Bin Ladin mînakên herî balkêş ên serdema nêz in.
Niha Qaşo li Rojava ji hewa ve DAÎŞê bombebaran dikin. Herçend rexneyên min ên tûj jê re hene jî, nivîskarê tirk Cengîz Çandar derbarê mijarê de nirxandineka objektîf kiriye ku mirov çendî jê hez neke jî, neçare vê rastiyê bibîne: “Axa Kobaniyê û derdora wê, ji ya Başûrê Kurdistanê cuda ye û ji bo bi taybet êrîşên hewayî, derfeteka bêhempa dide. Lewra li hole ne çiyayek, ne newalek û ne jî şênahiyek heye. Ji bilî hin girên piçûk, axek rast û tazî ye. Loma jî, eger êrîşeka ji dil a DYA yê bibûna li dijî DAÎŞê, dev ji nêzîkahîpêxistina hin taxên Kobaniyê berde, DAÎŞ dê nekariya xwe nêzî Kobaniyê jî bike. Lê ev sê heftî ne, Kobanî hatiye dorpêçkirin û di bin êrîşan de ye.”
Bi van êrîşên hewayî yên dawî dewletên hevkar hewl didin bidine zanîn ku ew li dijî hovîtî û terorîzma DAÎŞê ne. Lê ya herî grîng ev e: Li benda xistina Kobaniyê ji aliyê DAÎŞê ve man ku bi her cureyî destekê ji dewleta tirk û hukûmate AKPê digire. Hesabê wan 20ê îlonê bû, lê nebû. Berxwedaneka bêhempa ku tu kes û hêzê texmîn nedikir, li Kobaniyê derket hole û dinyayê ev dît û pejirand. Ev, di kesayetiya berxwedana YPG, YPJ û gelê Kobaniyê de, bû sedema bilindbûna prestîja Tevgera Azadiyê û felsefeya jiyana azad a birêz Ocalan. Lewra yên şer dikin aşkere didine xuyakirin ku ew ji vê felsefeyê hêz digirin û li ber xwe didin. Îcar, piştî ku hesabên der û male hev û du negirtin, niha qaşo li DAÎŞê didin. Sibe, dikarin bi rastî jî li wan bidin, ew ne grîng e. Ya grîng, sernuxumandin û hewldanên jirûmetxistina vê berxwedana mezin e ku dê sibe ji hemû gelên blindest re bibe mînak. Heman tiştî, di Şerê Cîhanê yê Duyem de jî kirin. Stalîngrad destpêka têkçûna faşîzmê bû, lê roja dawî balefirên xwe sand Amerîkayê û niha hin korbîrên me jî îdîa dikin ku DYAyê bi têkbirina faşîzma Hîtler, nirxên mirovahiyê parastiye. Tişta îroj dixwaze biê kirin jî ji vê cudatir nine û mina me li jor got, gelek derdor, kes, partî, sazî, çapemenî û rêxistinên kurd ên li dijî Tevgera Azadiyê jî, bi îdîayên bêbingeh û bi gotinên bêexlaq ên mina “Zarok û ciwanên bêtecrûbe li Kobaniyê têne kuştin”, di nav vê hewldanê de ne. Dîsa propogandaya ku têkiliya PYDê bi rejîma Sûriyê re heye bilind dikin. Lê bi van hemû hewldanên xwe ve, xwe aşkere dikin ku bi dewleta tirk û sîstema hov re di heman çemî de avjeniyê dikin. Gotinên dewleta tirk û gelek ji yên Hukûmeta Başûr û yên hin kes û derdorên navên qirase bi xwe vedikin, di vê mijarê de yek in. Ev jî rengê têkilî û hevalbendiya wan dide der.
Kes, derdor, partî û rêxistinên ku ji berjewendî, hest, nirx û rûmetên gel û netewayetî bêtir bi berjewendiyên xwe ve girêdayî ne, di ziman de çi jî biparêzin û çi navî li xwe bikin jî, di rastiyê de alîgir û hevkarên “hêz”ê ango sîstemê ne. Lewra alîgir û hevkarên berjewendiyên xwe ne. Ji derveyê vê çarçoveyê, her kesek armanca êrîşên wan e. Rastî dijberî vê bûna, bi her hal û karî jî, dê niha pêşmerge jî li Kobaniyê bûna.
Sedrenc e ev. Caran kişik, caran wezîr têne gorîkirin ji bo rizgarkirina Şah!...
Dawî: Yê mezin lê bixe û bi ser nekeve, dê mezin jî wenda bike. Yê bi ser ket jî mezin bi ser dikeve, mêzînan diguhere û dîrokê dinivîse.