1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Bi riya tewangê pêkanîna xwedîtiyê
Bi riya tewangê pêkanîna xwedîtiyê,Bi,riya,tewangê,pêkanîna,xwedîtiyê

Bi riya tewangê pêkanîna xwedîtiyê

A+ A-

Di vê gotara xwe de min divê li ser wan rêz û rêçikan yekê ango li ser taybetiyeke tewangê ya ku nayê zanîn rawestim.

Her wekî tê zanîn zaravayên bakur ên kurdî tewangbar in. Bi riya tewangê kirde û bireser ji hev têne cudakirin. Tewang mêjer (yekjimar û pirjimarî)  û zayenda (cinsiyet) navdêr û cînavkan nî?anî mirov dide.  Li vê derê min dil nîn e ku li ser tewangê agahiyên berfireh bidim, ji ber ku her kes dikare agahiyên pêwîst ji pirtûkên rêzimanî bi dest bi bixe. Ez dê li vê derê li ser taybetiyeke din a tewangê rawestim. Ew taybetî jî wekî cînavk bikaranîna tewangê ye.

Di kurmancî de cînavka qertafî /-ê/ heye, ev cînavk bi dawiya lêkeran ve dibe û cihê kesên yekjimar ên sêyemîn wî/wê digire. Di nava gotûbêjê de cihê cînavka sêyem digire û bi vî awayî axaftinê kurt dike.

Mînak:

-Te sêv dane Zozanê?

-Erê min danê?

Di vê gotûbêjê de ew /-ê/ ya dawiya lêkera "dan" cihê Zozanê digire. Lewre jî em navê cînavka qertafî lê dikin. Gelo ev qertafa /-ê/ ji ku tê ango bingeha xwe ji ku digire? Bi baweriya me ev /ê/ qertafa tewanga navdêrên mê bi xwe ye. Ev qertafa tewangê bi dawiya lêkeran ve dibe, cihê kesên sêyemîn ên yekjimar çi nêr çi jî mê digire.

Ti?tên ku me heta niha gotin, pir hindik têne zanîn, lê belê ti?tekî din heye ku heta niha kes li serê ranewestiyaye. Di dema raveka navdêran de ango di dema îzafekirinê de ravebera (tamlanan) tewandî, cihê ravekerê (tamlayan) jî digire. Ev ti?t hem di navdêrên mê de, hem jî di navdêrên nêr de pêk tê.

Di navdêrên nêr de

He wekî tê zanîn tewanga navdêrên nêr bi du awayan çêdibe.

1- Bi alîkariya qertafa /-î/ pêk tê.

Mînak:

Ez nanî dixwim.

Ez diçim ser a?î.

Ez genimî dihêrim.

2-Heke di navdêrê de /a/ û /e/ hebin, ji tîpan a di kîteya dawîn de bi tîpa /ê/ tê guhartin.


Mînak:

Ez nên dixwim.

Ez diçim ser ê?.

Ez gênim dihêrim.

Pi?tî van agahiyên gi?tî, heke em vegerin ser mijara xwe, gelo ev tewang kengî rista cînavkê pêk tîne? Tewanga navdêrên nêr di dema ravekê (îzafe) de cihê raveker digirin.

Mînak:

Zozanê pirtûk xiste destê Bêrîvanê.

Wê ew xiste destê wê

Wê pirtûk  xiste dêst. Wê ew xiste destî.

Min ew bi xwe nedît.Lewre jî min gote xalê wî/wê.

Min gote xêl (xalî).


Di navdêrên mê de

Her wiha heman ti?t di tewang navdêra mê de jî heye.  Her wekî tê zanîn tewanga navdêrên mê bi yek awayî pêk tê. Navdêrên ku ditewin, qertafa /ê/ digirin dawiya xwe.

Zozanê ez dîtim.

Li siya darê rûni?t.

Di dema ravekê de heke raveber mê be îcar, dema ku ew hate tewandin, qertafa wê cihê ravekerê digire.

Mînak:

Min ew nedît, lewre jî min gote metê.

Min ji dê re anî.

Bi baweriya me ev taybetî têkildarî cînavkên qertafî yên soranî ye.  Her wekî tê zanîn di soranî de cînavkên qertafî xwediyê pêk tînin.

Mînak:

Min ji bavî re got.

Witim bo bawkî.

Witim bo daykî.

Di encamê de ez di?êm bibêjim ku gelek taybetiyên zimanê me hene ku em hîn bi ser ve nebûne, lewre jî divê em bi hûrbînî li rêz û rêçikên xwe binêrin. Her wiha piraniya rêz û rêçikan hîn kes bi ser ve nebûye, nehatine tomarkirin, lewre jî zimanê nivîskî ew negirtine nava xwe. Ji ber vê sedemê jî zimanê nivîskî qels û lawaz dimîne.


 
Samî Berbang
[email protected]

Dem: 25 gulan 2005 çar?em
(© www.amidakurd.com)