1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Bi xatirê te "nirxandin"!
Bi xatirê te "nirxandin"!,bi,xatirê,te,nirxandin

Bi xatirê te "nirxandin"!

A+ A-

Kî/ê, di temenê xwe de çend caran, li ku dîtiye ku kurdekî li ser kurdekî din nivîsek nivîsiye û rûmet daye wî, ew bilind kiriye?
Bêyî armanceke siyasî… !?
Beyî pesindaneke dilxwestinî, firotî… !?
Bêyî ku wî binivîse û xwe mezin bike… !?

Ez dest ji nirxandina çîrokên kurdî berdidim.
Êdî ez ê wan kurteçîrok, roman, helbest û nivîsên kurdî bi tenê ji bo xwe bixwînim.

Ji sala 1997an û vir ve min li ser bi dehan pirtûkên kurdî nirxandin nivîsîn. Heta ji min hat min xwest ez bi çavekî zanistî binirxînim.

Lê armanca min pêşxistina çîroka kurdî bû, an jî min li ser porê nivîskarên me xwe hînî berberiyê dikir, ne belî bû.

Min tu caran pesnê wan neda. Bi tenê li ser aliyê wan ên neyînî rawestiyam. Ji ber ku hîn jî ez bawer dikim, “pirtûk sînorên xwe bixwe hildiweşîne.” Û heke ewqasî xurt be, dê kurteçîrokek bikaribe li Tirkiyeyê 100 hezar hebî bifiroşe.

Heke min pesnê yekî bida, diviya heta dawiya jiyana xwe ez poşman nebûma. Heke min ji qîzekê re got “ez ji te hez dikim”, divê ez dû re jê re nebêjim “min quzulqurt xwar, ez poşman.” Ji ber vê yekê min serê xwe bi wan pirtûkan re diêşand.

Dû re min nihêrî ku ev yek bi rengekî din tê famkirin. Wekî ez dixwazim qatekî bilind li ser qatê nivîskaran ji bo xwe ava bikim.

Min nihêrî, kesê ku min pirtûka wî nirxandiye, ji nirxandina min a li ser pirtûka xwe raziye, lê ji nirxandêriya min neraziye.

Ji bo vê yekê, di hejmara 9an a Kovara W de min nirxandina xwe ya dawî li ser van pirtûkên 7 salên dawî nivîsî û min pênûsa xwe ji destê xwe danî.

Min nihêrî ez ji ber cudahiya alfabeyan nikarim çîrokên 4 parçeyan binirxînim. Min nihêrî di salekê de bêhtir pirtûk li bakûr tên weşandin û ez di ber wan re nagihîjim ku hemûyan bixwînim.

Min nihêrî dema ez hinekan dinirxînim û hinekan nanirxînim, dilê dostan dihêlim.

Û… ez ê aliyên qirêj nebêjim. Dilê we ji tiştan sar nekim. Di encamê de ez ne poşman im heta vê dera rê. Min gotinek ji xwe mezintir nekir, xwediyê hemû gotinên xwe me. Îmzeya xwe careke din datînim binê wan.

Û…
Kîjan dema ku mirov derdikeve nav gel, mirov dibêje “hîn gelek tişt hene ku divê mirov hîn bibe.” Her ku mirov radihêje pirtûkekê, mirov heyfa xwe li wan pirtûkan tîne ku hêj mirov nexwendiye. Dema mirov li ser mijarekê dikeve nîqaşê, mirov diçe dawiya sînorên mijarê û mirov wekî qeptanê keştiya ku giravek keşif kiribe, li dora mijarê dihere û tê û nexşeya wê derdixe.

Û dema mirov nivîsekê ji bo weşanê dinivîse, ji bo gotinek çewt neyê weşandin, ji bo kes tinazê xwe bi tîpeke çewt neke, ji bo nivîs bêhtir bête hezkirin û ji bo derdê ku mirov dinivîse çêtir bête famkirin…

Ji bo hevokên dirêj çênebin… Da zûtir û çêtir bête famkirin… Da ji bo siberojê jî bimîne…


Gotinên miftehî :