1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Bidestxistina rayeka lêkeran-8
Bidestxistina rayeka lêkeran-8,Bidestxistina,rayeka,lêkeran-8

Bidestxistina rayeka lêkeran-8

A+ A-

Min bi zanebûn got ku lêkerên li dawiya wan qertafên /-yan/ û /-yîn/ datînin. Ji ber ku di zimanê me de, bi rastî awayên wiha yên lêkerên me nîn in. Ev navdêr in, ku ji lêkeran hatine çêkirin. Lê di hin berhem û nivîsaran de em rast lê tên ku Şêweya lêkeran wiha jî didin. Mîna jiyan, westiyan, heyîn, mayîn, çûyîn û bûyîn. Digel vê rewşê hin kes awayê "bûyîn, çûyîn, mayîn û dayîn" napejirînin û diangêjin (îdia dikin) ku awayên wan ên rast  "bûyin, çûyin, mayin û dayin" in. Bi gotineke din dengdêra /î/yê ya li dawiyê dikine /i/ û navdêrê wisan dinivîsin û dibêjin ku her wiha ev ne navdêra ku ji lêkerê çêbûye lê belê ew lêker bi xwe ye.

Eger em van awayan wek awayê lêkerê bipejirînin em dê di wexta bidestxistina rayeka lêkeran de rastî rewşeke din bên ku heta niha em di bin hin navbernavan de ew hildabûn dest. Ev rêzika heyî çi bû em bînin bîra xwe. Piştî avêtina raderê, rayeka dema borî û bi ketina dengê dawî û guherîna deng an jî dengan bi dengên din jî rayeka dema niha bi dest diket. Niha em li gorî vê rêzikê bi mijara xwe de herin. Em ji van navderan re niha "lêker" bibêjin û wan wek lînak derpêş bikin.  jiyan, westiyan, heyîn, mayîn, çûyîn û bûyîn.
Pêşî em raderê ji wan bikin ku /-n/ ye û wekî çawan me li jorê awayê ketina wê nîşan dabû em wisan nîşan bidin. .jiya (-n), westiya (-n), heyî (-n), mayî (-n), çûyî(-n) û bûyî (-n). Ji van mînakan em tenê dikarin "jiya" û "westiya" wek rayeka dema borî bipejirînin, ji ber ku bi van rayekan em diharin hemû demon borî bikêşin, lê em nikarin bi mînakên din ên mîna "heyî", "mayî", "çûyî" û "bûyî" bikêşin. Ew lêkerên rengdêrîn in, ango ew di halê rengdêrê de ne êdî.

Li aliyê din em nikarin ji rayeka her du cureyan îcar rayeka dema niha bi dest bixin. Qayde çibû, qayde ev bû, dengê dawî diket û heke guherîna dengan hebûya ev yek di rayekê de pêk dihat û hîna rayeka dema niha dihate meyşdanê. Lê em çi jî bikin em nikanin ji wan rayeka dema niha bi dest bixin. Ji lew re, ji rêzik û qaydeyê giştî ev averêbûnek e û bi taybetê di lêkerên negerguhêz de pêk tê. Her wiha em tu car lêkerên mîna westîn, bezîn, girîn, hebûn, man, çûn û bûn nikarin wek lêkera raderîn bi awayê westiyan, beziyan, giriyan, heyîn, mayîn, çûyîn û bûyîn bidin.

Min li jorê jî dabû xuyakirin ku kêşanên dema borî yên lêkerên negerguhêz ên mîna firîn, westîn, jîn, qedîn, bezîn di hin devokên kurmancî de ji rêzika heyî ya grametîk cuda dikêşin. Mînak:

Ez firiyam, firiyabûm, difiriyam
Tu beziyay, tu beziyabûy, tu dibeziyay
Ew westiya, ew westiyabû, ew diwestiya
Em jiyan, em jiyabûn, em dijiyan
Hûn qediyan, hûn qediyabûn, hûn diqediyan
Ew beziyan, ew beziyabûn, ew dibeziyan.

Lê belê awayê wan ên rêzimanî, ku em ji rêzika giştî derdixin û hin herêm jî jixwe rast bi kar tinîn, diviya ku wiha be:

Ez firîm, tu bezî, ew westî, em jîn, hûn qedîn, ew bezîn.

Eger ez gotina dawî li der barê vê mijara ku me di bin vê navbernavê de hildaye dest bibêjim. Ev ên hanê (westiyan, beziyan, giriyan, heyîn, mayîn, çûyîn û bûyîn) navdêrên lêkerî ne, ango awayê lêkera raderîn in.

Niha jî em hatin dawiya mijara xwe ya li ser bidestxistina rayekên lêkeran. Gotin û daxuyaniyên ku me di bin sernav û navbernavan de kir, îcar ez dixwazim kurte û kurtaasiya (xulaseya) wan bibêjim û rewşa vê beşê bi xalan rave û formûle bikin.


Encam:

1) Bi giştî tê pejirandin ku di zimanê me de du rayekên lêkeran hene. Yek rayeka dema borî û yek jî rayeka dema niha ye. Bi avêtina raderê ku ev /-in/ an jî tenê /-n/ ye, rayeka dema borî bi dest dikeve. Piştî ketina dengê dawî ji rayeka dema borî û pêkhatina tewanga dengan (an jî guherîna dengan) di vê rayekê de, îcar rayeka dema niha çêdibe. Lê lêkerên me yên ku bi /-andin/ê (çendî hejmara wan pir hindik be jî yên ku bi /-isandin/ û /-ijandin/ê jî) diqedin, xwedî rewşeke cuda ne. Rayeka wan a dema niha ya gerguhêz, lêkera raderîn a negerguhêz e, ku rayekên wan ên dema borî û ya niha jê çêdibin.

2) Di dema bidestxistina rayeka dema niha de, bi awayekî giştî dengê dawî ji rayeka dema borî dikeve. Ev deng te divê dengdar be û te divê jî dengdêr be, her ev yek diqewime. Ev rêzikeka zimanê me ye ku di dema çêbûna rayekan de derdikeve ber me.

3) Guherîna dengan an jî bi gotineke din, tewang ku di lêkeran de rûdide, ne di rayeka dema borî de, lê belê di rayeke dema niha de pêk tê. Ev guherîn ango tewang, hem di dengdaran de û hem jî di dengdêran de pêk tê. Digel ku di hin cure lêkeran de her du deng ditewin jî, em dibînin ku di hinan de tenê dengdar an jî dengdêr bi dengekî din diguherin. Her wiha lêkerin hene ku guherîna dengan di wan de çênabin. Mîna lêkerên dan, çûn û bûn.

4) Di lêkerên ku bi /-andin/, /-isandin/ û /-ijandin/ê diqedin de, dengdêra /a/yê li dengdêra /î/yê dadigere. Îcar di lêkerên ku dawiya wan bi /-tin/ê diqede de, dengdêra /a/yê li dengdêra /ê/yê dadiger. Dengdêra /e/yê jî carinan li /ê/yê û hin caran jî li /i/yê dadigere.

5) Ji bo lêkerên ku bi /-tin/ê diqedin, em dikarin van taybetiyan bibêjin. Ez vî navî ji bo hemû lêkerên ku bi /-stin/, /-ştin/, /-ftin/ û /-ptin/ê sergihayî dibin, bi kar tînim. Bi awayekî giştî (hin awerte ne tê de, ku carinan wekî xwe dimînin) dengdarên /s/, /ş/, /f/ û /p/ bi dengdarên /z/, /j/, /v/ û /b/yê diguherin. Her wiha bi giştî dengdêra /a/yê jî bi dengdêra /ê/yê dadigere. Herçî dengdêra /e/yê ye, ew bêîstiqrar e. Geh li /ê/yê û geh jî li /i/yê dadigere.

Li aliyê din, di lêkerên ku bi /-ştin/ê diqedin de, carinan dengdêra /i/yê di rayeka dema niha de dibe /ê/ an jî qet nabe.

6) Di lêkerên ku dawiya wan bi /-rtin/ û /-xtin/ê diqedin de, dengdara /r/yê li dengekî din danagere. Di van cure lêkeran de, di rayeka dema niha de tenê dengdêr diguherin. Ji bo lêkerên bi /-rtin/ê diqedin em vê bibêjin ku, çendî kêm be jî carinan dengdêra /a/yê ditewe dibe /i/.

7) Di lêkerên ku dawiya wan bi /-atin/ê diqedin de, tenê di rayeka dema niha de, dengdêr diguhere. Her wiha dengdêrên qertafên kesan ên lêkera bûnê (an jî qertafên pêvebestî) di wexta kêşan û çivanê de, cihê xwe didin dengdêra /ê/yê. Wekî "ez dihêm" an jî "ez têm", ne ku mirov bibêje "ez dihim/ez tim"

8) Di lêkerên ku dawiya wan bi /-êtin/ê diqedin de, di rayeka dema niha de, dengdêr diguhere û /ê/ dibe /i/. Li aliyê din, di gava kêşanê de, dengdêrên qertafên kesan (an jî qertafên pêvebestî) cihê xwe didin dengdêra /ê/yê.

9) Lêkerên ku dawiya wan bi /-otin/ê diqedin, di rayeka dema niha de jî em rastî guherîna dengan nayên. Lê dengdêrên qertafên kesan cihê xwe didin dengdêra /o/yê.

10) Lêkerên ku li dawiya wan /-utin/, /-ûtin/, /-îtin/ û /-rin/ hene, di wan de dengdar û dengdêr naguherin. Dengdêrên qertafên kesan di dema kêşanê de ji bo lêkerên ku dawiya wan bi /-ûtin/ û /-îtin/ê diqedin, cihên xwe didin dengdêrên /î/ û /û/yê.

Li aliyê din lêkerên ku dawiya wan bi /-rin/ û /-utin/ê diqedin, dengdêrên li dawiya reyeka dema niha, di dema kêşanê de cihê xwe didin qertafên kesan. Mesela ji bo lêkerên ku dawiya wan bi awayê /-rin/ê temam dibe, di kêşana dema niha de dengdêrên mîna /a/ û /i/yê, cihên xwe didin qertafên kesan.

11) Ji bo lêkerên me yên ku dawiya wan bi /-an/, /-în/ û /-ûn/ê temam dibin; di van cure lêkeran de, di rayeka dema niha de jî guherîna dengan pêk nayê.

Li hêla din, di dema kêşana lêkerên mîna "pan", "zan" û "razan" de em rast lê tên ku  /i/ya qertafa lêkera bûnê, li dengê /ê/yê dadigere. Em vê yekê jî, wek awarteyekê dikarin bi nav bikin.

12) Di dema kêşana rayeka dema niha ya lêkeran de bi awayekî giştî dengdêrên /a/ û /i/ dikevin û cihên xwe didin qertafên lêkera bûnê, bi gotineke din qertafên kesan. Herçî dengdêrên /ê/, /î/, /o/ û /û/yê di rayeka dema niha de cihê xwe dihêvişin ango diparêzin û qertafên lêkera bûnê cihê xwe didin wan.

13) Hin lêkerên me hene ku ji rêzika giştî averê bûne. Mîna hin lêkerên me yên ku dawiya wan bi /-stin/ê diqedin. Ev li derî rêzikê tên kişandin û bikaranîn wekî: westin, bestin, pestin û verestin.

14) Hin lêkerên me hene ku ji wan ji ber sedemên cuda, ji rayeka wan a dema borî deng ketine. Em vê yekê jî ji rayeka wan a dema niha hîn dibin, ji ber ku di van rayekan de ev deng hîn xwe dihêvişîne (mihafize dike). Mîna ketina dengê /ş/yê. Heta hin lêker hene ku hîn jî di awayê wan ê raderê de ev deng heye, lê belê li hin herêm û di hin devokan de wekî ku tune be ew tê bikaranîn û bilêvkirin. Mînak:

avêtin/avêştin: diavêjim, min avêt/avêşt
ketin/keftin: dikevim, ez ketin/ez keftim
firotin/firoştin: difiroşim, min firot/firoşt.
rihotin/rihoştin: dirihojim, min rihot/rihoşt
kotin/koştin: dikojim, min kot/koşt

Wek gotina dawî ez van bibêjim: Digel ku hin guherîn bi ser lêkerên me de hatine û ji teşeyên xwe yên berê averêbûne jî, dîsan lêkeren me xwedî rêzikekê ne û di bidestxistina rayeka dema borî de îstiqrareke tam heye. Piştî avêtina raderê, her rayeke dema borî li rastê dimîne û qertafên deman li wan zêde dibin.

Herçî bidestxistina rayeka dema niha ye, çendî ku bi awayekî giştî şêweyek, formek heye jî, ji ber sedemên ji cihê, em rastî hin guherîna dengan û şêweyên teşeguherî tên ku ev ji rêzika giştî der in. Lê digel vê yekê, ji bo pêkhatina rayeka dema niha, her bi awayekî îstiqrar, dengek ji rayeka dema borî dikeve. Ev jî rêzikeke giştî ye. Tiştekî gelemper jî ev e ku guherîna dengan her di rayeka dema niha de çêdibe.

Di hin lêkerên me de ji aliyê teşeyê ve guherîn pêk hatiye. Lêker şêweyên xwe yên destpêkê neparastine. Ev yek jî bûye sedem ku lêker teşeyekî din bigirin. Ji lew re hin lêkerên me hene ku ew wekî lêkerên nerêzikî (bêqayde) tên bilêvkirin, lê a rast ew lêkerên rêzikî ne. Ji ber guherîn û ketina dengan a ji wan, mîna ku ew nerêzikî bin hatine pejirandin û nîşankirin.

Çendî ku ji lêkerên me deng ketibin, hinde lêker ji rêzikê averêbûbin jî, dîsan bi awayekî giştî û gelemper di lêkerên me de serûberiyek, rêkûpêkiyek heye. Ji lew re em dikarin bibêjin ku, rewşên wiha awarte hemen hemen di her zimanî de hene. Ya girîng û hîmî ew e ku di zimanan de rêzikeke giştî hebe. Zimanê me jî, jixwe ji aliyê rayeka lêkeran ve xwedî vê rêzikê ye.


Gotinên miftehî :