Bidestxistina rayeka lêkeran -6
2) Lêkerên ku dawiya wan bi /-ên/ê diqedin.
Der heqê van lêkerên di bin vî sernavî de, em vê bibêjin. Niha li ber destê me du mînak hene. Jixwe lêkera "vên" me berê wek "vêtin" jî hilda dest ku mîna "vîn" jî tê zanîn. Tiştek heye ku gava em li gorî rêzika giştî van her du lêkeran bi vê şêweya wan hildin dest, em dê nikaribim ji nav mijarê derkevin.
Çimkî em bi rewşeke din re rû bi rû dimînin.Eger lêkerên hanê, ango "vên" û "şên" bi vê şeweyê bên pejirandin û em jî bi rêzika giştî li wan bimêzinin, dê rewş ev be. Em pêşî rayeka wan ku /-n/ ye ji wan bigirin biavêjin: şê (-n) û vê (-n) dimînin. Bi gotineke din, di destê me de halê wan ê "şê" û "vê" dimîne, divê ku ev jî rayeka wan a dema borî be. Lê em rast lê nayên ku wisan tên kişandin. Li vir rewşeke derasayî diqawime.Wek mînak, li şemzînanê ev her du lêker bi awayekî zindî di nav gel de hene û tên bikaranîn. Ev lêkera "vên" an jî "vêtin" bi cînavkên tewandî (min, te, wî/wê, me, we, wan) tê kişandin û ew jî ji bo rewşa dema niha, dema bê û raweya fermanî tê bikaranîn. Lê ji bo demên borî lêkera "xwest"ê jî bi kar tînin. Nimûne: min divê, min xwest (ne ku bi awayê min vê). Îcar em lê rast tên ku ev lêker di dema borî de wekî min diviya, min dê biviyaya û hwd. tê kişandin.
Lê lêker di dema borî de dikeve rewşeke din. Nexwe em nikarin angaşt (îdia) bikin ku rewşa herî kevn a vê lêkerê, "vên" e. Dibe ku "vêtin" be. Çimkî ev awa jî di zimanê me de heye. Heke ev awa rast bê pejirandin, rayeka wê ya dema borî "vêt" û ya dema niha jî "vê" ye. Lê em dibînin ku di zimanê me yê devkî de em bi piranî rastî şêweya "min divêtiya" nayên. Bêhtir em rastî "min diviya" tên.Lê eger ku awayê wê yê raderîn "viyan" be, îcar piştî avêtina raderê ango piştî hilanîna /-n/yê, li ber destê me awayê wê yê "viya" dimîne û rayeka dema borî pê tê kişandin. Gava em rayeka wê ya dema niha bi dest bixin, îcar em bi rewşeke din re rû bi rû dimînin û ev rewş li rêzikê nayê. Em bi mînakan rave bikin. Rayeka dema borî "viya" be, piştî ku dengdara /-a/yê jê bikeve, li rastê dimîne "viy", lê bi vê jî lêker nayê kişandin.Nexwe em dikarin bi awayekî din bifikirin ku "vên" an jî "vêtin" awayê wê yên raderîn in. Ku em awayên wan ên "vîn" û "viyan" jî dizanin. Lê em wan deynin aliyekî. Ji ber ku, bi ya min awayê wan ê raderîn ne ew in. Ji van jî çendî ku ez bawer dikim awayê wê yê berê "vêtin" e, lê niha bêhtir awayê wê yê "vên" tê naskirin.
Em li ser wê dawestin û bisekinin. Em raderê jê biavêjin, li rastê dimîne "vê" û ev rayeka dema borî ye. Li dû ketina dengdêra /ê/yê jî, wek rayeka dema niha di destê me de /v/ dimîne. Em li gorî vê yekê lêkerê bikêşin: min dive, te dive, wan dive.Lê belê, mixabin di zimanê devkî de û heta di yê nivîskî de çavê me bi vê şêweyê nakeve. Ew dengdêra li dawiyê wekî /ê/yê tê kişandin. min divê, te divê, wan divê. Di heyna kêşana rayeka dema borî de jî awayê "min diviya" (ne min divêya) derdikeve ber me. Jixwe di zimanê me de rewşeke awarte heye, ku ji aliyê rêziman ve çewtiyek e, lê ji aliyê wateyê ve guherînek nake wateya kêşana lêkerê. Mîna: ez firîm (ez firiyam)ez qedîm (ez qediyam).Li ser awayê rayeka dema borî ya lêkera "vên"ê ez dikarim vê bibêjim.
Çendî rayeka dema borî ya lêkerê "vê" (ku bi ya me divê vêt be) ye, di dema kêşanê de ji ber ku dengê /y/yê tê pêşiya wê lewma guherîneke denganiyê di dengdêra /ê/yê de çêdike û dike ku ew li dengdêra /i/yê dagere.Lêkera "şên", ku ev lêker di zaravayê kirmancîkî de bi awayê "şayene" an jî "şînayene" ye, di devoka Meletî û Semsûrê de wekî "şe kirin" derdikeve ber me, ew jî mîna lêkera "vên" qewamek bi ser de hatiye û ketiye halê heman lêkerê. Li dawiyê em dikarin bibêjin ku ev her du lêkerên me wekî ku lêkerên derî rêzikiyê bin, xwedî du raderan in. Mîna "vên" û "viyan" û "şên" û "şiyan". Awayê "vên" û "şên" ji bo rayeka dema niha, "viyan" û şîyan" jî, ji bo rayeka dema borî tên bikaranîn.
Helbet piştî avêtina radera /-n/yê ji paşiya wan. Taybetiyên van cure lêkeran: Halê hazir ketine rewşeke cuda û bûne xwedî rêzikên xweserî xwe û ev lêkerên hanê jî gerguhêz in.3) Lêkerên ku dawiya wan bi /-în/ê diqedin.Me divê em di serî de vê bibêjin ku, lêkerên me yên ku me di bin vî sernavî de tesnîf kirine, gelek in û hem gerguhêz û hem jî negerguhêz in. Ji van lêkeran jî piştî ku meriv radera wan a /-n/yê ji wan bike, di dest de rayeka wan a dema borî dimîne.
Bi ketina dengê dawî ji rayeka dema borî jî, rayeka dema niha tê holê. Em rast lê nayên ku guherîneke dengan di rayekên wan de biqewime.Em pêşî lêkerên xwe yên mînak derpêş bikin û paşê jî bi mijara xwe de herin, em radera wan jî di nav kevanekê de nîşan bidin Lêker ev in: anîn, axivîn, bihujîn, birîn, firîn, girîn, guherîn, jîn, karîn, kirîn, nalîn, nivîsîn, xemilîn, zivirîn û zanîn.Niha jî em lê bixebitin rayeka van a dema borî nîşan bidin: anî (-n), axivî (-n), bihujî (-n), birî (-n), firî (-n), girî (-n), guherî (-n), jî (-n) karî (-n), kirî (-n), nalî (-n), nivîsî (-n), xemilî (-n), zivirî (-n) û zanî (-n).Piştî vê yekê, em rayeka wan a dema borî pêşkêş bikin: anî, axivî, bihujî, birî, firî, girî, guherî, jî, karî, kirî, nalî, nivîsî, xemilî, zivirî û zanî. Ev rayekên dema borî ne û qertafên deman li wan zêde dibin, bêyî ku guherîneke denganiyê di wan de biqewime.
Wek gihaneka duyemîn, îcar em serî li vê riyê bidin. Ji bo pêkhatina rayeka dema niha, serê ewilî hewce ye ku dengê li dawiya rayeka dema borî bikeve, ku bi giştî ew jî /î/ ye. Di çaxa pêkhatina rayeka dema niha de, di rayekê de dengek li dengekî din danagere. Ango em rastî tewanga ku di lêkeran de pêk tê, nayên.Bi dayîna rayekên dema borî em lê bixebitin dabaşa xwe ronî bikin: anî (ş) axiv (-î), bihuj (-î), bir (-î), fir (-î), girî (ş) guher (-î), jî (-ş) kar (-î), kir (-î), nal (-î), nivîs (-î), xemil (-î), zivir (-î) û zan (-î).Ji van lêkeran min tenê li ber rayeka "anî", "girî" û "jî"yê nîşana xalepirsê danî, sedem jî ev e: Ev lêkera "anîn" lêkereke ne rêzikî ye. Ango ev lêker tenê ji bo demên borî tê bikaranîn. Ji bo dema niha awayê wê yê din "înan" e û rayeka wê ya dema borî "îna" û ya niha jî, "în" e. Herçî lêkeran "girîn" e, ji rêzikê averê bûye. Ji bo rayeka dema niha diviya ku dengê dawî yê rrayeka dema borî ku /-î/ ye jê biketa. Lê di kardariyê de em ji bo dema niha wekî ku dengê /î/yê hebe dikêşin. Heke em li gorî rêzikê herin, wê gavê lêkera "girîn" û "girtin" di çaxê kêşana dema niha de tevî hev dibin.
Mînak: Girîn, ku em wek "gir" rayeka wê ya dema niha qebûl bikin, gerek em bibêjin "ez digirim" lê em dibêjin "ez digirîm", ji bo lêkera "girtin" jî heman tişt em dibêjin ku rayeka wê ya dema niha "gir" e. "ez digirim, ez ê bigirim".Ji lew re ji min re wisan tê ku awayê rast û bera yê lêkera "girîn"ê "girîtin" e. Îcar ku em wisan bipejirînin rayeka wê ya dema niha "girî" û ya dema borî jî "girît" e. Lê di zimanê me yê devkî de ji bilî hin devokan hema bibêje em wek rader rastî awayê wê yê "girîn"ê tên.Lêkera "jîn" jî ku divê rayeka wê ya dema niha tenê "j" be, lê wekî ku rayeka dema niha jî "ji" ye û wisan tê kişandin. Mesela em nabêjin "ez najim" em dibêjin "ez najîm". A ji vê rewşê jî diyar dibe ku ev lêker jî derketiye derî rêzika heyî û bûye xwedî rewşeke awarte.
Ev cure lêkerên me ji vî aliyî ve, ango ji hêla bidestxistina rayeka dema niha û rayeka dema borî ve, xwedî serûberiyekê ne. Di wan de guherîna dengan çênabe.Der barê taybetiyên van cure lêkeran de em dikarin van tiştan bibêjin:
I) Bi avêtina radera /-n/ê, rayeka demên borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan çênabe. Qertafên kêşanê yên demê li van rayekan zêde dibin.
II) Piştî avêtina dengdara /î/yê, ji rayeka dema borî, îcar rayeka dema niha pêk tê. Di van cure lêkeran de, di rayeka dema niha de jî guherîna dengan pêk nayê.
III) Lêkerên ji vê senifanê, hem gerguhêz û hem jî negerguhêz in.