1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Bidestxistina rayeka lêkeran -7
Bidestxistina rayeka lêkeran -7,bidestxistina,rayeka,lêkeran,7

Bidestxistina rayeka lêkeran -7

A+ A-

4) Lêkerên ku dawiya wan bi /-ûn/ê diqedin.Lêkerên ku di bin vî sernavî de cih digirin, gelek kêm in. Rêbaza bidestxistina rayeka van cure lêkeran jî mîna yên din in. Bi xistina radera /-n/yê rayeka dema borî û pit re jî, bi ketina dengdêra /û/yê jî rayeka dema niha tê pê.

Di her du rayekan de jî dengek li dengekî din danagere ango naguhere. Rayek her wekî xwe dimînin û qertafên kêan û kesan bi ser wan ve dibin. Ji ber ku ev çeîdên lêkerên me gelek kêm in, min tenê ev her sê lêker wek mînak hilbijartin: bûn, çûn û pûn.Di serî de ji bo ku em rayeka dema borî bi dest bixin, em radera wê ku /-n/ e ji lêkeran bixin û vê kirinê ji em di nav kevanekê de nîan bidin: bû (-n), çû (-n)  û pûn ().

Min bi taybetî nîana pirsê danî ber lêkera "pûn"ê, ji ber ku ew xwedî rêzikeke derî qaydeyê ye û ev lêker gerguhêz e. Ew di dema borî de mîna ku rayeka wê "pûyî" be tê kiandin. Li gor ku êweya wê "pûn" be, ev yek nayê kiandin, lê wek ku lêker di rewa "pûyîn" de bê tê pejirandin û demên borî li ser vê rewê tê kiandin.Pitî vê rewa hanê, li rastê ev dimînin: bû û çû. Di wextê kêan û çivanê ya deman de, tu guherîn di rayeka dema borî de naqewime û çênabe.

Qertaf û pirtikên kesane û deman li wan zêde dibin. Ji ber ku hin ji van lêkeran negerguhêz in, ji lew re min got qertafên kesane jî li wan zêde dibin.Îcar em bên ser gihaneka diduyan û em li gorî rêzika heyî ya ku di hemû cure lêkerên me de heye, em dengê dawî ji rayeka dema borî ya lêkerê bixin. Di pey vê yekê de, çi tita bimîne, êdî ew rayeka dema niha ya lêkerê ye. Jixwe di van lêkerên me de, yên ku dabaa me li ser wan e, dengdêra dawî ya rayeka demên borî /û/ ye. Pitî ku ev deng jî bikeve, di destê me de rayeka dema niha dimîne.

Em vê yekê jî diyar bikin. Rayek ev in: bû û çû.Em dengdara /û/yê ya ku dê ji wan bikeve, di nav kevanekê de nîan bidin: b (-û) û ç (-û). Bi dû van kirinan, li holê "b" û "ç" wek rayek dimînin. Nimûne: Ez dibim, ez ê biçim. Der barê taybetiyên lêkeran ji vê senifanê, em dikarin wek encam van gotinan bibêjin:I) Bi avêtina radera /-n/ê, rayeka demên borî çêdibe. Di vê rayekê de guherîna dengan çênabe. Qertafên kêanê yên demê li van rayekan zêde dibin.

II) Pitî avêtina dengdara /û/yê, ji rayeka dema borî, îcar rayeka dema niha pêk tê.

Di van cure lêkeran de, di rayeka dema niha de jî guherîna dengan çênabe.

III) Lêkerên ji vê senifanê, hem gerguhêz û hem jî negerguhêz in. C) Lêkerên ku ji rêzikê der in. Çend lêkerên me hene ku bi êweya xwe ya heyî, êwe û forma ku halê hazir di zimanê me yê devkî û nivîskî dehatiye pejirandin, çendî biibin lêkerên me yên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin jî, lê di rastiya xwe de ew xwedî rêzikeke din in. Heta em ji wan re dikarin bibêjin lêkerên teeguhêrî. Bi gotineke din tee û êweya wan a berê guheriye û ew ketine reweke din, loma di dema kêanê de em rastî qalibekî din tên.Lêkereke me ya din jî heye ku ew jî teeguherî ye û wek êwe halê hazir dawiya wê bi /-an/ê diqede.

Lê belê, çi heye ku ew jî di çaxa kian û çivanê ya ji bo deman de, derdikeve derî rêzika gitî ya wan lêkerên ku dawiya wan bi /-an/ê diqedin.Ez ê di bin çend sernavan de li ser van cure lêkeran jî rawestim û nêrîn û ramanên xwe derbibima) Lêkerên çandin, andin û xwendinA rast, me li jorê di bin xala "Lêkerên ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin" de, ji van cure lêkeran behs kiribû, niha em dê hinek bi dorfirehê mijara wan hildine dest. Lêkerên me ev in: çandin, andin û xwendin. Lêkera "xwendin"ê wekî "xwandin" jî di zimanê me yê devkî de heye.Em niha li ser van lêkeran li gorî rêzika ku me li jorê jê behs kiribû, rawestin. Lê em dê bibînin ku ev derî vê rêzika wan lêkeran e ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin.

Ka em bi hev re lê hûr bibin û ba di wan bifikirin. Em pêî wek rêzika destpêkê radera wan ji wan biavêjin ku radera wan /-in/ e. Wek gihaneka ewilî niha em wisan bikin û radera /-in/ê ji wan hildin biavêjin: çand (-in), and (-in) û xwend (-in). Tita ku pitî avêtina raderê maye, rayeka dema borî ya lêkerê ye. Wek qayde, bi vê rayekê hemû demên borî tên kiandin û tu reweke derasayî naqewime.Em îcar bên ser bi destxistina rayeka dema niha, ku divê ev rayeka dema niha ya gerguhêz be û her wiha ev yek, di heman demê de lêkera raderîn a negerguhêz be. Ji bo ku em pêzanîn û agahiyên xwe teze û nû bikin, em lêkereke ku dawiya wê bi /-andin/ê diqede wek nimûne derpê bikin. Bila ew jî  "ewitandin" be.Eger ez radera /-in/ê ji biavêjim li rastê "ewitand" dimîne û ev jî rayeka dema borî ye.

Wek gihaneke duyem, heke ez dengdarê dawî ku /d/ ye, jê bixim û dengdêra /a/yê ku di kîteya dawî de ye bikime /î/, hingê rayeka dema niha ya gerguhêz pêk tê. Ev jî "ewitîn" e.

Merheleya sêyem jî, îcar ev e. Ji bo ku em rayeka dema borî ya negerguhêz pêk bînin, divê ku em ji rayeka dema niha ya gerguhêz dengê dawî bigirin biavêjin da ku rayeka dema borî ya negerguhêz (têneper) pêk were.

Em ji "ewitîn"ê her dengê dawî ku /-n/ ye hildin deynin aliyekî, rayek wek "ewitî" dimîne. A ev rayeka deba borî ya negerguhêz e. Ji bo ku em rayeka dema niha ya negerguhêz jî çêkin, îcar hewce ye ku em dengdêra dawî ya vê rayekê biavêjin.

Em van her çar gihanekan dikarin wiha jî biopînin: Pêî em raderê ji lêkerê bikin ku ev rader /in/ e, bi vi awayî rayeka dema borî tê himatê. Paê em /-and/ê ji rayeka dema borî bikin, îcar rayeka dema niya ya negerguhêz bi dest dikeve.

Li dawiyê jî ku em /-în/ê li ser rayeka dema niha ya negerguhêz zêde bikin, îcar rayeka dema niha ya gerguhêz çêdibe û em /-n/yê jî ji vê rayekê bigirin biavêin îcar rayeka dema borî ya negerguhêz tê holê. An jî gava em /andin/ê ji van cure lêkeran bikin rayeka wan a dema niha negerguz bi dest dikeve.A ev her sê lêkerên me ku me ew wek mînak dane (çandin, andin û xwendin) ne li gorî rêzik û rêbazên wan lêkeran in, ku dawiya wan bi /-andin/ê diqedin.

Rayekên wan wisan bi dest nakevin. Niha jî em van lêkerên xwe bi rêzikên ku me li jorê ji wan behs kiribûn hildin dest û lê bixebitin rayeka wan a dema niha bi dest bixin: xw (-andin), ç (-andin) û  (-andin). Li rastê /xw/, // û /ç/ dimîne: ez dixwim, ez ê bixwimew die, ew dê bieem diçin, em dê biçin.

Wekî ji van mînakan jî dixuye, reweke derî rêzikê dertê holê û wateyeke din ji van lêkeran diçe. Li aliyê din, jixwe rayeka wan a dema niha ya negerguhêz çênabe. Lê belê rayeka wan a dema niha ya gerguhêz çêdibe.

Eger em qertafa /-in/ê ji wan bigirin biavêjin rayeka wan a dema borî û heke em /-d/yê jî, ji rayeka dema borî bikin û dengdara /a/yê jî bikine /î/, rayeka dema niha yagerguhêz pêk tê: xwend (-in), and (-in) û çand (-in). niha jî em dengê /d/yê ji wan bikin: xwen (-d), an (-d) û çan (-d).

Di pey de em dengên /a/ û /e/yê bikin /î/: Xwîn, în û çîn.ez dixwînim, ez ê bixwînimew diîne, ew dê biîneem  diçînin, em dê biçîninJi bo van lêkerên navborî reweke awarte heye. Bi rastî ez gelek di wan fikirîm û min serê xwe li ser wan êand.

Der barê wan de ez wiha dihizirim. Gelo dibe ku êwe û eklê wan ê berê xwantin, antin û çantin be. A rast ez li lêkerên ku dawiya wan bi /-ntin/ê diqedin, nemaze yên ku bi /-antin/ê diqedin, gerîm, lê min ew nedîtin. Tenê ez leqayî lêkerên ku bi awayê jentin (jendin) û rêntin (nihêrtin) jî tên bilêvkirin, hatim. Eger ku em van lêkeran bi êweyên xwantin, antin û çantin bipejirînin, reweke wiha derdikeve rastê.Serê pêîn em raderên wan hildin biavêjin, lêker wek xwant, ant û çant di destê me de dimînin û ev jî dibin rayeka dema borî, eger em dengê dawî jî, ji wan bigirin deynin aliyekî û dengdêra /a/yê li dengdêra /î/yê dagerînin, îcar rayeka dema niha ya gerguhêz bi destê me dikeve. Mînak: Em dengdêra /t/yê ya li dawiya wan (xwant, ant û çant) hildin, di destê me de xwan, an û çan dimîne. Dengdêra /a/yê jî ku bibe /î/, hingê rayeka dema niha ya gerguhêz tê himatê. Ev meseleya guherîna /a/ bi dengdêra /î/yê, rêzikeke tewanga lêkeran e: xwîn, în û çîn. Bi van rayekan em dema niha, dema bê û raweya fermanî dikiînin.

Ji lew re awayê bidestxistina van her sê lêkerên navborî diibe lêkerên ku dawiya wan bi /-tin/ê diqedin.Ji van lêkeran, "xwendin" û "andin", di zimanê devkî de wekî "ez dieynim" û "ez ê bixweynim" jî tên bilêvkirin.

Em vê jî dixwazin wek agahiyekê bidin û balê bikiînin serê ku bê ev lêker çawan teeguhêzî (deforme) bûne.b) lêkera "man"ê.Lêkera me ya din jî lêkera "man" e. Halê hazir di kurmancî de ew wekî lêkera raderîn "man" e û mîna "mayîn" jî tê zanîn. Lê lêker wek rewa raderîn ne "mayîn" e.

Ev"mayîn" di rewa navdêra lêkerî de ye. Gava em li gorî rêzika gitî radera vê lêkerê ku /n/ ye, hildin, wek rayeka dema borî di dest de "ma" dimîne û demên borî li ser vê rayekê tên kiandin. Ji bo ku em rayeka dema niha bi dest bixin û dîsan li gorî rêzika gitî ku pitî ketina dengê dawî rayeka dema niha pêk tê, em tev bigerin em dê rastî reweke awarte bên. Dîsan jî em li gorî rêzika gitî tev bigerin û em dengê dawiyê ji "ma"yê biavêjin, li rastê tenê "m" dimîne û bi vê jî dema niha nayê kiandin.

Di dema niha de em rayeka "mîn"ê bi kar tînin. Mînak: ez dimînin, ez dê bimînin û hwd. bi vî halê heyî yê lêkerê ku "man" e, em nikarin rastî rêzika gitî ya di lêkerên me de heye, bên. Ji lew re em bi reweke awarte re rû bi rû ne. Îcar ku em êweya wê ya rast û a dêrin "mantin" bi pejirînin em di rayeka dema niha de bi hêsanî û rihetî, rastî rayeka "mîn"ê tên. Çawan Em bi hev re lê biopînin.Em di serî de rayeka /-in/ ji lêkerê hildin, ma "mant", pit re li gorî rêzika heyî ku divê dengê dawî bikeve ku ew /t/ ye, dimîne "man".

Di pey re jî dîsan li gorî rêzikê eger dengê dengdêra /a/yê li dengdêra /î/yê dagere, li rastê rayeka dema niha dimîne ku ew jî "mîn" e. Lê çi heye ku ev lêkera me teeguherî bûye û rayeka demla borî wekî "ma" (ku dengên "n" û "t" jê ketine" maye û ji bo rayeka dema niha jî "mîn" maye. Titekî din heye ku jixwe di kirmanckî (kirdkî, zazakî) de di ûna "ez mam" de dibêjin "ez mendo". Bi gotineke din di vî zaravayî de awayê wê yê raderîn "mendene" ye.


Gotinên miftehî :