1. Tekst

  2. Helbest

  3. Awê Balî
  4. BIHAR LI PÊŞ DERIYÊ ME YE
BIHAR LI PÊŞ DERIYÊ ME YE,bihar,li,pêş,deriyê,me,ye

BIHAR LI PÊŞ DERIYÊ ME YE

A+ A-

Pir salan berê li xurbetê min naskirin du havalên xweş,  

Her yek ji yekî dîn rindtir bû, mêr û jin, hogirên dilgeş! 

Memedê Kurd, karker bû, ew ji baweriya zahmetkêşan, 

Jinhevala xwe ji hogiran hogirtir, piştgirek weku şêran!


Di navbeynê de pir sal borîn, dem û dewran çûn, hatin, 

Wext hêrîkî weku av, sal derbas bûn, borîn gav bi gav! 

Rojekê min bîhîst ku hêzên tarî Memed birin, kuştine, 

Ew mirovê şervan û mêrxwas tevî refê şehîdan kirine!


Yên di şerê pêşî de şer dikin, ew riya biharê mezînakin, 

Ew qehremanên nemir in, ji gelê xwe re azadiyê tînin. 

Yên netewan dikin netew, ew cangoriyên canê xwe didin, 

Ji refên xwe diqetin û diçing şerbeta şahadetê vedixwin!..


Ji wan hin di nav me de gazî ne, ji gelê xwe re fîdayî ne, 

Her dem ji mirinê re heval in, îro hene û sibe cangorî ne! 

Ey rêhevalê bi qelemê xwe jî jîr, bi çalakiyên xwe dilgeş, 

Te zû de mirin li paş xwe hîştî bû, ji ber ku tu behiştî bû!..


Ey hevala hogir, jina Kurd! Me tenê nihêle, meke nelezîne, 

Ew baweriya te ya gelerî, ji Kurd re mizgîniya azadî tîne! 

Ey jina şehîd û dayîka du lehengên cangorî! 

Tu bi pesinanî, Tu nayê ziman bi nivîskanî, lê dengê te têye bi helbestvanî!


Bi hesreta biharê, yên ku ber bi wê dibezin, bi lezgîniya gavan, 

Bi milyonan Kurden li xurbetê dijîn, hemi penaber in û pêrîşan! 

Lê yên li welatê xwe dijîn, ew ji mirinê re serê xwe qet danînin, 

Ji kemînek xayîn, ji qurşunek bêbext re, ew her dem rû bi rûyin!


Dijmin dişewitînin, cîhan lê dinere, ew gunden hatin wêran kirin, 

Hezaran Kurdên hatin kuştin, kujyaran nagerin, kî bipirs digirin! 

Li ber her darî, li ber her zinarî welat, heke kortikek were vekirî, 

Li wir hunê bibînin xwîn û hestiyan û mezelên bê balgî, bê kevirî!..


Her kê li niştiyên welat zilm kirye, li wan kar maye, pirs jê nebûne, 

Heke em bibûna yek, ew zalimên bê firşek, serî li pêşiya me datîne! 

Bila ji ew dinya rezîl re lahnet be, bi leyistoka derewîn, ew dixapîne, 

Lê berxwe nekevin, roj nêzîk in, hêza we yê pişta dijminan bişkîne!..


Rêhevalino! Dijmin ne bi hêz e, em ne yek in û her tim tek û tek in, 

Heke em mil bidin hev, bi yek bin tev, dijminê welat tev de terkin! 

Wê demê darên pel bidin, werzên sale yê ber bidin bi hemî xwardin, 

Li şaxên şîn, kulîlk dibeşkîn, ew dibin fekî, mirovan didin jiyandin.


Bihar li ber deryê me ye! Li Kurdistan, hemî Kurd li hêviya wê ye! 

Çi mixabin, her biharekê anî, bi xwe re karesetek li pêşiya me danî! 

Pişta me êşand meha Adar, bi ew xeterbûna zivistana xwe ya sar, 

Ne destiyê tevir û bêran man, hemi di pêrîşaniyê de şewitîn, bûne ar!


Lê çi heye brano? Rastî, rastî ye! Ew wek şuran şilf û tazî sar e, 

Li ew cîhana bêbext, ser bare wê, yek jî felek ser de piştebar e. 

Barê giran, li ser milan, erda Kurdan dabeş bûye, kirine çar perçan, 

Dema avabû cîhan, di nav wan welatên de, her hebû Kurdistan!..


Lê çi heye, nûha tu bi sere xwe tenê di sedsala bîst û yekan de, 

Wek zarokê li ber şepleman, yê tê lêdayîn, her kî dibe, lêdiêxe! 

Ax, dilê min dişewite, dema li dijî pêşmergan gerîlla şer bikin, 

Dinya min her diçe tarî dibe, dema bê wate Kurd, Kurdan bikujin!


Bila bra, brayan nekujin, di sirûştê de kulîlkên berfê neçilmisin, 

Li dijî mêrxwasan, bila xayîn û hevkarên wan ti caran sernekevin! 

Îxanet wek roja reş û tarî ye, ewên ku bran bi brayan didin kuştin, 

Wusa dijwar e, ku ew wek nênûk û goşt in, ji hev nayên cuda kirin!


Derd giran e, yên çareseriyê digerin, tê wê wateyê ku yê serkevin, 

Wek Ehmedê Xanî gotî „Pêşewa pêwist in, ji Kurdan re derkevin!“ 

Dema Kurd bi hevra şer bikin, yên welat dişêlînîn, her tiştî dibin, 

Poşmantiya dawî bi peran nake, Kurd nebin yek, sernakevin tek û tek!..


Çemên me yên heybet yê heya kîngê wusa bihêrikin bê sûd û bê wefa, 

Hebûnên me, heya kîngê yê xelkê yad biparêzin, ji wan re bibin mûdafa! 

Bes çiyayên Kurdan, ji Kurdan re yar bin, pişta Kurdan qet naye erdê, 

Heke Kurd, Kurdan bikujin, bindikevin, ji holê radibin, ew derd jî serde.


Bihar carek dîn hat ber deriyê me, sirûşta xweşik, bi bayê xwe yê hûnik, 

Bayê sibê têye gelek lezgîn û xweş e, ew bi awazên azadiyê her dimeşe! 

Lê carekê jî, bila bihar nezivir ser bayê kurr û xoncce necemidin ser daran, 

Ji ber ku erd avis e, ew dixwaze ber bigir, bi zad û hêviya hebûna biharan...


Xweş bihar e, bi dîlanan hawar e! Di rahên xwînê de sewda serxweş dike, 

Neyaran û qirêja wan ya ji sedsalan de mayî, wê dide ber xwe paqij dike. 

Bes cewhera Kurdperweriyê di dilê mirov de qet sar nebe, ew her xurt be, 

Kurd û Kurdistan û gelê cîhan, ew dest didin hev, aşitî û wekhevî saz dibe!..


Gotinên miftehî :