1. Tekst

  2. Gotar

  3. Jîr Jan Amedî
  4. Binasaziyên veşartî yên hişê me : Endezyarên civakê û Metafor


Binasaziyên veşartî yên hişê me : Endezyarên civakê û Metafor

,binasaziyên,veşartî,yên,hişê,me,endezyarên,civakê,û,metafor

Binasaziyên veşartî yên hişê me : Endezyarên civakê û Metafor



A+ A-

Ez berê li ser nasandina hunera şibandinê, li ser metaforan tîr bûbûm. Bi rêya ziman û gotinê, min hewl dabû ku li ser lihevbandor kirinê bihizirim. Min çend mînak jî ji bandora, li ser zanîn û têgînê dabû. Zêdetir metafor bi bandora xwe ya li ser wêjeyê têne zanînê.  Lê min xwestibû ku bidim zanîn, metafor ji xeynî mebesta bikaranîna poetîk,  bi mebesta di hişê mirovan de têgînên nû biafrînin jî, tê bikar anîn. Her çiqas di navbera wan de têkilî tunebe jî, dema min lêkolîna  têgîna metaforê,  ku wek şibandin di wêjeyê de cîhê xwe digre, dikir min dît ku; şibandin û biwêjên ku bi wateya wejeyî hatine gotin jî, di jiyanê de xwe bi aweyekî cuda dikarin bidin der. Jiber vê jî ji nêz ve bi mijarê re têkildar bûm. Van xebatan min ber bi teorî û têgînên cuda ve bir û gotareke dirêj, ku berê kurtenivîsa wî hatibû weşandin derket holê.  

Piştî ku têgîna “lêvekirina kurdan” vegeriya  “projeya yekitî û bihevre bûna neteweyî “, bû sedem ku ez xebateke wisa bikim. Min lêkolîna sedemên van kir. Ez ê ji bo bandora metaforan a li ser girseyê baştir bê têgihiştin vê bûyerê hinekî din jî firehtir bigrim. Bertekên erênî hat dayîn ji bo pêvajoya ku wek lêvekirina kurdan dest pê kir û ev pêvajo çawa berevajî bû? Dewletê 35 salan tiştê bi çekdarî nekarî bi dest bixe, hindik mabû ku bi çend gotinan bidest bixe. Daketina ji çiyê, di nêv gel de weke “mizgîndêrên aştiyê” hatin pêşwazîkirin, ev kê tirsand, kê çima û çawa vê pêvajoyê xwest berevajî bike? Baldariya gel diviyabû weke “şabûna hêviya ji bo aştiyê” bihata têgihiştin, lê di şûna vê de, kî  metafora “xwepêşandana gewdê” yê derxist holê? Ev metafor bi taybetî jî, li rojavayê welêt gihişt armanca xwe. Heke bi rastî jî serokwezîr xwedî niyeteke baş be, di vê pêvajoyê de, divê şêwirmendên xwe yên ku van diafirîne di ber çav re derbas bike. A ku dixwazin hêza serokwezîrê, ku dixwaze vê pirsgirekê çareser bike, bişkêne ne kesekî din in. Bila van hevokan li kêlekê li benda nirxandina dîrokê bimînin.  

Bi Guhertina van têgînana bi lezgînî, helwest jî guherîn. Metafora “lêvekirina demokratîk” hêviya vekirinê nekarî baş bişkêne. Civîn li pey civînan çê bûn. Pişt re çi bû nayê zanîn, her çi qas têgîneke nû a bi navê “projeya yekitî û bihevrebûna neteweyî”  hate ber guhan jî, bi kiryarên xwe, helwesta bi sedsalan, anîn danîn ber me. Lê ev ji metafora “Tirkiyebûnî” a ku ji aliyê her kesî ve jî tê zanîn, ne ji senteza tirk-îslamê cudatir bû. Ev polîtîkaya ku hê jî didome, li ba min wek “di têkoşîna Tirkkirina kurdan de, em di kîjan astê de mabûn de” diyar bû. Û difikirim ku metafor di heman demê de, bi mebesta gel birêve bibe, tên afirandin.  

Ev bûyer helbet di pêvajoya dîrokê de, wê ronî bibe. Lê divê em lêpirsîna mebesta guhertîna têgînan bikin. Dema bê lêkolînkirin wê bê dîtin ku metafora “lêvekirina kurdan” li ser hişê kurdan, ramana “kurd mafdar in” bi bandor bikirina. Piştî civîna lîjneya ewlekariya netewî, ev têgîn bi daxuyaniya çapemeniyê vegeriya gotinek şêlû. Weke “lêvekirina demokratîk” hat binavkirin. şirînahiya vê nasandinê, di demeke kurt de ji aliyê girseyan ve hat pejirandin. Bi vî awayî jî, pêşî li ber rabûnan hat girtin. Ev metafor paşve dayîna mafên kurdan a ku hatiye desteserkirin di hundirê xwe de diparêze. Çawa dikariya bihata wateya berdewamkirina  pişaftina kurdan?  

Bandora metaforan a li ser hiş û zanînê rastiyek e. Ji bo beralîkirina derûniya girseyan, wek navgînek tê bikar anîn. Kurd hin caran di mîting, cejn û wekî din de dixwazin bên cem hev. Ev pirî caran ji aliyê walîyan ve tên qedexekirin. Dizanin ku qedexebûn wê pêk neyê, dîsa jî qedexebûn tê îlankirin. Polîs li qadê amadekirî disekinin. Ji bo kesên qedexebûnê nagrin  berçav şîdetê bikar tînin. Di nûçeyên şevê de jî hûn dibînin ku çapemeniya dîtbarî,  van nûçeyan bi dîmenên jin, zarok, kal û pîrên di nav dûyê gazê de direvên, dide nîşandan û metaforeke wek “xwepêşanderan erîşê polîs kir” diafrîne û wan wek alîgirê şîdetê destnîşan dike. Piştî çend rojan nameyên PKK’ê an jî KCK’yê, ku fermana van çalakiyan dide, derdikeve holê. Ev rewş bi salane wisa ye.  

Chomsky dibêje ku “ mebesta teoriya zimannasiyê, rasteqîniyeke derûnî, nasandina kiryara axaftîner temam dike.” Di gel vê  dîsa jî dikarin metaforeke wek “xwepêşanderan êrîşê polîsan kir” di mejiyê mirovan de bicih bikin. Bi mîlyonan temaşevan ji van gotinan bawer dikin. Ez bawerim Chomsky, bi çavdêriya civaka, ku tê de dijî, wê piştgiriya vê ideayê bike. Piştê derewên dewletê, a sedî salan ku derkete holê, dibe ku  nikaribe lêkolîna civaka ku lêpirsîna hesabê vê nekiriye, bike. Li aliyê din derewên, ku hêj tên hilberîn di nav civakê de rast tê pejirandin, di erdnîgariya me de ev tez nayê piştrast kirin. Di van bûyeran de, yên jiyana xwe jidest didin çê dibin. Li hemberî kesên di encama tundiya dewletê de jiyana xwe ji dest didin,  wek bertek, li devereke din çalakiyeke din çê dibe. Ciwan, camên rawestgeha otobûsê dişkînin. Hemwelatiyên li ber ekranên TV’yan ku bûyeran temaşe dikin, pêşî bi çêr û dijûyê ciwanan dikin, lê hay ji kesê ku di çalakiya berê de hatiye kuştin nîn in. Lewre metaforê di hişê temaşevanan de hatiye bicihkirin, çalakvan bi pirsgirek in û zirar didin derdorên xwe.  

Reyên zanistî hene, ku wateyeke din ji buyerên tevlîhev derxin. Ji bo metafor bi derbirandinê bihêz bibin, pêdiviya bi dîtbarî, têgihiştina xiyalî hişê mirovan lawaz dike. Ev tez di serî de dibe ku kêm bixûye. Bi taybetî jî akademîsyen di perwerdeyan de, li ser  xebatên xwe yên cudahiya têgihiştina dîtbarî, bihîzyarî û pêhesiyî dibe, ku rastî berevajiya vê tezê werin. Bikaranîna vanê di heman demê de, dibe ku di pêşxistina azîneyan de encamên erênî derxe holê. Lê li gor çavdêriya min, yên civakî teza min dide piştrastkirin. Ji bo sererastkirina derbirandinên tevlîhev, hilberîna wateyan, bi dewlemendkirina hinbûna gotinan dibe. Hinbana gotinan bi hilberîna metaforan dewlemend dibe.            

Metaforên gotinî dibe ku di her zimanî de heman têgihiştinê dernexe holê, ji xwe lêkolînên di sedsala 20’dan de hatine kirin, têgînên cuda derxistiye holê. George Lakoff  û Mark Johnson teoriyeke weke “têgîna metaforên nûjen” pêşxistin û  di têkiliyên  navbera pêkanînên zanistî de, bandora li ser hiş û ragihandinê vekolîn. Li gor vê teoriyê, têgihiştina bîrayî a metaforîk ne tenê devkî ye, bi aweyekî ramanî û çalakvanî di xwezaya me de heye. Biwêja “camêrbûnê” di her zimanê de bi heman şêweyê neyê gotin jî, bi wateya xwe di hişê mirovan de heman têgihiştinê çê dike. Ev teorî, metafora ne tenê wek hunereke devkî, di heman demê de wek kereseyên ramanî jî tê nîrxandin. Bi vî awayî jî metaforên devkî û ramanî jihev vediqetin.  

Lakoff û Johnson di berhema xwe ya bi navê “Metaphors We with Live by” de metaforan bi du beşên weke devkî û têgînî jihev cuda dike.            

Metaforên ji ramanên nedîtbarî pêk tên, di beşa metaforên têgînî de tê lêkolînkirin. Metaforên ji derbirandinên devkî pêk tên, ramana nedîtbarî dilivîne. Di metafora “camêrbûn”ê de, ku min li jor weke mînak da, mirov dikare “ji bo camerbûnê” weke  “pêdiviya xwepêşxistinê” tevbigerîne.     “Teoriya metaforên nûjen” metaforan dike sê beş. Ev metaforên têgînî(conceptual), hebûnî (ontological) û hêl (orientational) in.  

Metaforên têgînî,  ji du qadên wek têgîna jêderk û têgîna armancî pêk tên. Têgîna armancê bi rêya têgîna jêderkî tê gihiştin. Bi gotineke din, a ku dişibe,  bi ya tê şibandina xwe  baştir tê fêhmkirin. Qada têgîna jêderkê berbiçav e, qada zanyariyê jî ne dîtbar e an jî têgîneke fizikî ye an jî obje ye. Metaforên nedîtbarî, şêweya ya ku di hişê me de dijîn in. Ramana bingehîn a fikrê metafora têgînî, têgînên nedîtbarî li ser têgihiştina ceribandinên berbiçav û hestan bidirûv dibe. Di nav van de ya herî bihêz, rasterast ceribandinên me yên fizikî yên jiyanê ne. Ji destpêka bûna me heya îro,  hemû kiryarên me, naskirinên me ceribandin e. Bi pêvajoya jihevcudakirina jiyana hundirê me û derveyê me dest pê dike.  

Dema em birçî dibin, bi aweyekî em fêrî bilêvkirina vê jî dibin. Em hîn dibin ku berê xwe bidin aliyê ku me têr dike. Dibe ku ji bo îlankirina vê, em hîn dibin ku pêdivî bi girînê heye. Derbirandina birçîbûnê bi girînê tê metaforîzekirin.  

 Ontolojî di felsefeyê de, teoriyeke taybet a têkildarî  xwezaya hebûnê û cureyên hebûnê ye. Jixwe wek felsefeya hebûnê derbasî Tirkiyê bûye. A ku bi xwezaya hebûnê û têkiliyên wê re têkildar e, beşa metafizikê ye. Di metaforên ontolojîk de, rewşa hebûna tiştekî diguhere. Ku bi aweyekî din bê gotin, li ser ramana tiştek dibe tiştekî din. Metaforên hebûnî ji bo mirov di derheqê hebûna manewî û nedîtbarî de ramanên xwe bînin zimên, neçar dimîne dibe aweyekî din.  Wekî mînak, bi gotina “zikê min ji birçiyan diêşe” em êşê li zikê xwe bar dikin. Ez bawer im jiber remezanê,  mînaka duduyan jî min li ser xwarinê da. Di gotina “li cînar dipêje, li ba me dikeve” de, têgîna berbiçav a  xwarina tê pehtin, em nedîtbar dikin û bi çalakiya ketinê didin nasîn.  

Me gotibû ku metafor ne ji bo xemilandina gotinan e, navgîneke ji bo dirûvkirina jiyan û beralîkirina têgihiştina me ye.  

Di qadên zanistî yên civakî de, bi taybetî jî  lêkolînên civaknas û psikolojîk  dide nîşandan ku, metafor di nav tevdebûniyekê de,  di axaftin û ramanê de, di derheqê têgihiştinê de  wek hêmanên girîng tên dîtin. Richard Sennett dibêje ku “metaforek, wateyên  ji tevahiya perçeyên xwe  mezintir diafrîne û hayjêbûneke nû pêşkêş dike. Dema pir kêm an jî zêde şibandinek an jî cudatiyek çê bibe, peyamên bi metaforan tê dayîn, dibe ku neyê têgihiştin.”  Lêkolînerên wek Morgan, li ser metaforan,  ji metaforan jî sûdê wergirtine, di zanistiyên civakî de, ji 1980’an û pê ve gelek lêkolîn kirine û gelek tişt anîne zimên. Di nav van de, lêkolînên li ser mijarên,  di hêla zanistî de ji bo pêkanîna   teoriyan, ji bo beralîkirina rêxistin û girseyan û ji bo guhertina nêrînên wan, ji bo asankirina hînbûnê, wek navgîn çawa  dikare bê bikar anîn, lêkolînên li ser mijarên, di derbirandina guhertina rêxistinî de peywirek çawa dilîze, hatine kirin.  

 Bi taybetî jî di diyarkirina hilbijartin û stratejiyên meyldariya rêxistinî de  an jî di guhertina stratejiyên diyarkirî de, wek sazker ev rêbaz  bikar anîn.  

Metaforên ku wek navgîn di diyarkirina raman û hestên mirovan de û beralîkirina wan de tên bikar anîn, pirrî caran ji aliyê pergalên ku  jixwe ne bawer, encamên wek çandeke tevhev derdixin holê.  

Li Tirkiyeyê pêkhatina çepgirên hevgirtî, ku bi rêxistineke pêşketî û şoreşgerî tê  sêwirîn wek mînak dikare bê dayîn. Helwesta kesên ku polîtîkayên têkildarî  bişavtina kurdan a Mustafa Kemal ji nedîtî ve tên, dîsa şoreşgeriya Mustafa Kemal e, ku  ji aliyê vê pergalê ve hatiye hînkirin. Em dikarin vê di gelek bîrdozên, weke komunîst an jî sosyalîst de jî bibînin. Dema mafê biryardayîna qedera xwe tê rojevê, hewldana ku kurdan wek gelek bişavtî li ba xwe bibînin jî, encamek vê metaforê ye.            Metaforeke wek biratiya gelan ku wateyeke xweş di hundirê xwe de diparêze, dîsa ji aliyê van rêxistinan ve wek biratiya kurdên hatine bişavtin, dikare bê dîtin. Wek metaforên li pişt perdeya biratiya olî ya   hemwelatiyên “esilkurd” . Girêdayî vê, têgîna “Ummet” her çi qas  têgihiştineke germ dide hîskirin jî, nasandina hevgirtina kurdên bişaftî çêtir tê dîtin. Bi gotineke nerm, hemwelatiyên   “esilkurd”  ku didin ber dilê xwe,  hemwelatiyê kurd berken û kêfxweş dibin, nizane ku ev  ji bo wî  heqaret e û ji bo xwe wek qencî dîbîne.  

Metaforeke din heye ku bala min dikşîne û pir carî dibe mijara nîqaşê jî.  Ev jî metafora “qenihkirina tirkan”e.  Gelek mirovên xwedî niyetên baş an jî nebaş, dixwazin vê berpirsyariyê li ser pişta kurdan bar bikin. Tu dibê qey qenehkirina tirkan berpirsiyariya kurdan e, dibên “dê hadê tirkan bidin qeneh kirin”. Lê rastiya vê rewşê, divê ne wisa be ku, kî va nêzî sed sala ye ji gel re derewan kiribe,  dê ew gel qeneh bike.         Dewlet, him  bi perwerdehiya ku didin û him jî bi rêya ragihandinê, dikarin hebûneke pîroz bikin an jî berevajiyê vê bikin. 90 sal hişekî weke “kurd tune”ne afirandin. Piştre derew derket holê, tiştekî din xwestin derxin û gotin kurd hene lê, divê xwe bi vî aweyî bipejirînin.  

Di ekranên TV’yan de metafora ku em pir carî rast tên, a wek  pirsgireka filan partiyê ji pirsgireka kurdan cudatir e, me dît ku di sazûmaniya Fedaral a Iraqê de çawa têk çû. Dîsa di van rojan de, piştevaniya rêxistinên ku li dijî rejima BAAS şer dikin, tê kirin. Me dît ku çawa ji tevgera kurdan ditirsin. Hemû gel dikarin xwe li dijî rejîma BAAS biparêzin lê kurd nikarin vê bikin û divê di bin tundiya rejîmê de bijîn, dixwazin wateyên wiha jê derxin. Dibên bila rejîma BAAS biçe û rejîma bê şûnê jî bila kurdan nas neke. Û kurd jî serê xwe li ber vê bitewînin. Kurdên ku jiyaneke wiha bipejirîne baş û jîr in û bila bibin tebaa.  Ji bo pêkanîna vê jî  dikevin nav hewldana afirandina metaforeke wek têkiliya PYD’ê bi PKK’ê re deynin.  

Yên serdest, ji bo pêşî li rêxistinbûnê bigrin an jî ji bo ku rêxistinên heyî lawaz bikin, metaforên ku bandorê li derûniya rêxistinê bikin ava dikin. Rêvebir nasandinan dikin, ji bo girseyan li gor vê lihev bînin têgînan diafrînin. Vî karî jî bi kesên ji psikolojiyê, civaknasiyê û wêjeyê fêhm dikin, didin kirin. Gelek carî  di vî karî de bi ser dikevin. Rêxistinên çepgir ku digotin  nijadperestî û neteweperestî paşverûtî ye, jibîr dikin ku têkoşîna azadiyê ya gelê bindest şoreşgerî ye, pêşverûtî ye. Hêza ku vê rastiyê dide jibîrkirin, ji bo stratejiya rêxistinê biguherîne û berê wî bide aliyekî din, vê bi rêya metaforên ku sîxurên pergalê dixe nav wan û bi vî awayî pêk tîne. Bi vî aweyî jî rêxistinên çepgir yên ku divê piştgiriya têkoşîna azadiya neteweyên bindest bikin, li derveyê vê têkoşînê dihêlin.  

Bi vê rê jî her rêxistin ji aliyê hin kesan ve dikeve dirûveke veşartî û hebûna xwe didomînin. Desthilatdar, vê di her demê de dikin. Rêxistinên li gorî nasandinê, birêxistinbûnê re li gor wan rêxistinên baş in, berdewamkirina jiyana wan tê pêk anîn. Bi vî aweyî jî kesên di van rêxistinan de ne egoyên xwe têr dikin.  

Berpirsyarên van, ji bo karên xwe baştir bikin, bi şev bi roj dixebitin. Li deverên ku civat lê hebin, hêzên ku bixwazin bibin desthilatdar jî wê hebin. Ev hêz ji bo parastina desthilatdariyên xwe, wan metaforan bipêş bixin. Bi mebesta ku kesên xwedî nîrx û etîk, kesên bi rûmet û xwedî hêza serokatiyê ne jê dûr bixin, ji bo reşkirina wan, dê metaforan biafrînin. Û  ji bo xwe an jî kesên ku gihandine derxin pêş, dê hewil bidin.    

Pergal, ji bo hêsankirina jiyanê ji aliyê mirovan ve ji rêbazên ceribandî tên pêk anîn. Ev nasandin, ji aliyê serdestan ve, bi mebesta avakirina desthilatdariya xwe, ji bo şêwekirina mirovan,  wek rêbaz û encamên van rêbazan derdikeve pêşiya me. Jiber vê jî kesên ku dixwazin bibin perçeyekî vê pergalê, neçar in ku têgihiştina xwe bihêz bikin. Li vir pêxember dibêje “ji feraseta bawermendan xwe biparêzin”.  Feraset xweşbîniyeke zû û bertekek bi lez tîne.

  Di têgihiştinên derengî de û di bertekên girêdayê vê de, em dibin kesek an jî rêxistinek, yên ku ji aliyê hin kesan ve hatibe nasandin. Ev kesên din, civakan baş dinasînin û bi dirûv dikin, ji derûniya mirov û girseyan baş fêhm dikin, bîra peyvên wan dewlemend e. Her qada ku em bikaribin xwe bighînin dizanin. Ji bo serdestî li têgihiştinên me bikin, her cure rê ceribandine û biser ketine, bêfedî û stemkar in.    

Dema em gotineke nuh bibihîsin, li hemberî her buyerê ku em rast tên, em neçar in ku bertekên rast bidin. Ku ne wisa be,  binesazên jiyana me, wê weke xwe jiyana me lihev bînin. Heke em bibin mirovên  din, em ê tu carrî  nebin xwe, ango ‘ez’a deq. Heke em weke xwe ji nîrxên xwe berpirsyar nebin, em ê encamên xeletî û rastiyên xwe bijîn. Ji bo her jîndarî, ya rast ne ev e qey?

 Ji Tirkî werger : Ulfiye Ozcan