Bireve Law, Dikeve Stuyê Me
Du zarokên diz li Amedê êdî wisa kirine ku milet ji canê xwe bêzar bûne ji ber destê wan.
Didine polîsan jî polîs bi wan nikarin, digirin û berdidin. Çare namîne, rojekê yek dibêje ku em bibin vana bi tirsa Xwedê terbiye bikin, em wan bibin ba mele bila wan terbiye bike bi tirsa Xweda. Rojekê herdu zarokan di ser diziyekê de digirin. Li wan didin û dikin ku wan bibine camiyê ba mele, yek ji nav lepê wan direve.
Ê din digirin dibin ba mele. Ji mele re rewşê vedibêjin û jê hêvî dikin ku zarokê diz bi Xwedê bitirsîne. Mele ji nava xwe têr e û dibêje:
- Temam hûn herin ez ê hal bikim.
Yên zarok anîne diçin û zarok û mele bi tenê dimînin. Mele her du milên xwe hildide jor û ji zarok pirs dike:
- Dînê te çi ye? Pêxemberê te kî ye? Xweda li ku derê ye?
Zarok nikare bersiv bide, mele dest bi lêdanê dike û li ser hev ji zarok pirs dike:
- Zû bêje Xweda li ku derê ye?"
Li ser hev heman pirsê dubare dike. Zarok bi awayek ji nav lepê mele xwe xelas dike û direve. Diçe nav kuçe û kolanan, hevalê xwe dibîne û dibêjê:
- Bireve lawo Xweda wenda bûye wê ji me zanibin, dibêjin qey me diziye, bireve em xwe xelas bikin.