1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Bahoz Baran
  4. Bê ziman jîyan dibe!
Bê ziman jîyan dibe!,bê,ziman,jîyan,dibe

Bê ziman jîyan dibe!

A+ A-


 

Kesên ne li malan nizanin bi halan.

Carna mirov ji xwe dipirse û dibêje, çima hinek Kurdên me pirr li ber halê zimên dikevin û diêşin û çima hinek Kurdên me qet li ber halê zimên nakevin û naêşin? Em bi vê pirsê dikarin berê xwe bidin Martin Heidegger ku wî ziman wek “mala hebûnê” bi nav kiribû û ji wir jî em dikarin pişta xwe bidin gotineke pêşîyan ku ew jî dibêje, “Kesên ne li malan nizanin bi halan.” Erê, Kurdên ku bi Kurdî najîn û ne di mala xwe de ne, dê çawa bi halê bi Kurdî bizanin û li ber zimanê xwe (li ber xwe) bikevin? Ji bo ku mirov bi halê xwe bizane û li ber “xwe” bikeve, gerek mirov di mala xwe de be, di nava zimanê xwe de be. Helbet ev tenê terê nake, lê şertê ewil ev e.

Wextê ku mirov bi zimanê serdestên xwe dijî, mirov ne ji “xwe” ye û ne “xwe” ye. Heke mirov “xwe” nebe nikare li ber “xwe” bikeve û biêşe. “Xwe” ziman bixwe ye. Ew naêşin; çunkî ew ne “xwe” ne.

 

Ez ez im, tu tu yî.

Car he ye, em rastî hinek Kurdan tên, ji bo eyba xwe veşêrin dibêjin, “Ferq nake, mirov bi kîjan zimanî biaxive dibe.” Ew, bi vê gotinê tenê xwe dixapînin. Ziman feraset, jîyan, tecrûbe, dîrok û bîra milletî ye. Ew bi tena serê xwe dinyayek e, zimanek tucarî nikare zanîna xwe veguhezîne zimanekî din. Li ser meselê, me Kurdan ji “derketin”ê, “der-î” çêkirîye. Qesta me ji “derî”, “der” e. Yanî ew navgîna hanê, berê me dide derve, derve azadî ye, derve bêsînor e. Ji ber wê jî me Kurdan gotîye, “Hundir bi qurbana derve be.” Lê di Tirkî de, ji heman navgînê re “kapı” hatîye gotin. “Kapı” ji “Kapamak”a Tirkî tê û maneya wê jî “Girtin” e. Awayê fikirîna me û wan ji hev cuda ye.

 

Xelk dibêje bira, “ew” dibêjin kirîv.

Sîyasetmedar, rêveber û rayedarên me yên ku Kurdîya wan ne baş e yan jî bi Kurdî nizanin, wextê ku li Kurdî vedigerin dibin wek zarokên ku nû hînê zimên dibin. Ev yek, zora wan dibe û desthilata wan a peyvê hildiweşe û derûnîya wan xirab dike. Zimanê xelkê ji yê wan çêtir e, nikarin li ber xwe bidin. Ji ber wê jî dîsa li Tirkî, yanî li destlihat û li sermîyanê xwe yê berê vedigerin.

Di Tirkî de burokrasî he ye, di Kurdî de tune ye. Kurdî, rê nade vê yekê. Gellek serkar û rayedarên ku di sazîyan de dixebitin, Tirkî tercîh dikin ku “burokrasîya” wan hespê xwe bibezîne. Mamoste, newêrin bi zarokan re bi Kurdî biaxivin, zimanê zarokan dirêj dibe, Dixtor newêrin bi nexweşên xwe re bi Kurdî biaxivin, zimanê nexweşan dirêj dibe. Midûrên beşên şaredarîyan, newêrin bi karkerên xwe re bi Kurdî biaxivin, zimanê karkeran dirêj dibe. Gellek Kurdên me naxwazin dev ji Burokrasîya Tirkî berdin. Axaftina bi Kurdî, burokrasîyê hildiweşîne, lê ev li hesabê wan kesan nayê.

 

Ku du kes ji mirov re bibêjin kumê te ne li serê te ye, gerek meriv destê xwe bide serê xwe.

Çawa nexweşîya çavan, nexweşîya dil û gurçikan he be, wisa jî nexweşîya bişaftinê he ye. Ev nexweşî, bi guhertina zimanê zikmakî dest pê dike û tesîra xwe li ser hişê mirovan çêdike. Di encama vê nexweşîyê de, hefsarê hişê mirov dikeve destê zimanekî din û mirov ji “xwe” dûr dikeve. Li bakurê Kurdistanê, çi sivik çi giran, her kesê ku silava vê dewletê wergirtîye, jehrî bûye û bi awayekî bi vê nexweşîyê ketîye. Ew kesên ku merhebatîya wan bi dewletê re zêde ye, di vî warî de, ji her kesî bêtir nexweş in. Li ser meselê, pîrika ku li gundekî Kurdistanê dijî û bi dewletê re nade û nastîne, ji alîyê zimên ve sipîsax e û bi ber bayê vê nexweşîyê neketîye. Lê ew kesê ku li bajaran e û li ser mêrga zimanê dewletê diçêre, ji alîyê zimên ve nexweş lawê nexweşan e.

Ji bo ku mirov ji nexweşîyê xelas bibe, serê ewil divê mirov hay ji nexweşîya xwe he be. Hinek nexweşî he ne, cîyekî mirov pê diêşe û mirov pê derdixe bê nexweşî li kû dera canê mirov e. Lê hinek nexweşî he ne, mirov pê dernaxe, mirov nizane kû dera mirov diêşe. Nexweşîya bişaftinê, dişibe nexweşîya qansêrê. Gellek Kurdên me baş hay jê nîn in ku  bi vê nexweşîya sosret ketine. Gerek êdî em bikarin ji xwe re bibêjin, em nexweş in.

 

Siwarê hespê xelkê tim peya ye, lê îro zengîn e.

Rutbeya kar çiqas bilind dibe, axaftina bi Tirkî (dereceya nexweşîyê) jî pê re bilind dibe. Li ser meseleyê, ji dixtor û mamosteyan, dixtor bêtir bi Tirkî emel dikin. Ji mamoste û karkeran, mamoste bêtir bi Tirkî emel dikin. Berê te li Tirkî be, derîyên dewletê li te vekirî ne û dewlemendî ye para te, berê te li Kurdî be, derîyên dewletê li ser te girtî ne û feqîrî ye para te. Heger em di vê çarçoveyê de li meseleyê binêrin, Kurdên herî Tirkîaxêv Kurdên herî dewlemend in, Kurdên herî dewlemend Kurdên herî nexweş in. Tu çiqas bi Tirkî bijîyî tu yê ewqas dewlemend bibî, tu çiqas bi Kurdî bijîyî tu yê ewqas feqîr bibî. Ne tenê di warê dewletê de, ev di nava sazî û dezgehên me Kurdan de jî wisa ye.

 

Kakil dibe qurbana qalik.

Eger mirov li dû gotinên dirûşman nesekine, wan ji hev veneçirîne, bi fikr û ramanan xurt neke piştî demekê ew jî ji hukmê xwe dikevin. Di warê zimên de jî du dirûşmên me yên meşhûr he ne ku rastî vê xezebê hatine. “Bê ziman jîyan nabe!” û “Zimanê me hebûna me ye!” Gellek kes van dirûşman qîrr dikin; li ser wan nafikirin û nanivîsin. Jîyana wan bi Tirkî ye û ji xwe re di nava wî zimanî de dijîn. Yanî jîyana wan ji me re dibêje, “Bê ziman (ku qesta wan Kurdî ye) jîyan dibe.” Helbet jîyaneke ji kokên xwe dûr û jîyaneke sefîl e ev. Heke zimanê me hebûna me be, halê me li meydanê ye. Qalik tê guhertin lê kakil heman kakil e. Şaredarîyên me, tabelayan diguherînin; lê li hundir gellek tişt bi Tirkî ne. Ev rewş, dişibe rewşa dê û bavên ku navên Kurdî li zarokên xwe dikin û bi wan re bi Tirkî diaxivin.

 

Hesp ji destê me diçe, em bi dû hefsar ketine.

Bala xwe bidin xebatên şaxên Kurdî-Der’an, weku her tiştê me temam be, tenê rêziman ji serê me kêm be. Ji serê sibê heta êvarê rêziman û rêziman! Dîn û îman bûye rêziman! Agir bi mala mirov bikeve, mirov naçe bi baxçeyê xwe danakeve! Ka hişmendîya zimên, ka wêje, dîrok, folklor û çanda Kurdan?

 

Nav li ser e, lê xwelî-liser e.

Wextê ji wan dipirsin dibêjin esl û fesl? Bi serbilindî dibêjin em Kurd in; lê tu peyva Kurdî ji devê wan dernayê. Ji dewletê, ji ala wê, ji navê wê hez nakin, îmana wan ji dewletê diçe, lê zimanê dewletê ji devê wan dernakeve! Ev çi gosirmeta û nakokîya giran e?

 

Pişt kul e, lewma ziman dikule.

Wextê mesele dibe meseleya zimanî, sîyasetmedarên me dibin bîyanî! Heke gotin û kirin ne yek bin, ew ê ji xelkê re çi bibêjin? Ma ew dikarin ji xelkê re bibêjin, bi zimanê xwe biaxivin? Ma dê xelk ji wan re nebêje, hûn çima bi zimanê xwe naaxivin?

 

Ez bi te nikarim, ma ez bi xwe jî nikarim?

Em, her amade ne ku di meseleya zimên de, berê tîrên xwe bidin serdestên xwe, em zolika di çavê xelkê de dibînin, lê em gîsinê di çavê xwe de nabînin. Erê, ji alîyê zimên ve, a niha dewlet nayê rayê, lê îro roj em çi dikin li vê meydanê?

 

Em qala çi dikin?

Wextê ku hinek kes qala zimên dikin, dibêjin qey qala tiştekî li derveyî me dikin. Na. Wextê ku em qala zimên dikin, em qala “xwe” dikin.

 

Her gîya li ser koka xwe şîn tê.

Hinek Kurd he ne, di meseleya zimên de çivan didin xwe û dibêjin, “Bila mirov însan be, bi kîjan zimanî diaxive bila biaxive!” Ma însan, bê ziman çawa dibe însan? Ma ne ziman e ku awayê ramîn û jîyîna mirov a li vê dinyayê dîyar dike? Ma wê çaxê, dê yek ranebe ji wan nepirse û nebêje, hûn qala kîjan însanî dikin? Her gîya li ser koka xwe şîn tê. Heke hûn benikê sor û zer bûna, hûn ê bi derê hebana xwe ve bûna. Kesên ku li hemberî serdestên xwe li ber xwe nedane, çanda xwe pêpes kirine, zimanê xwe kirine qurbana berjewendîyên xwe, dê çawa pişta xwe bidin vê gotinê û qala însanbûnê bikin?

 

                                                                                              Bahoz Baran


Gotinên miftehî :