BÎRA DÎROKÎ Û WÊJE
Sîdar Jîr
Ewropî dibêjin têkiliyeke gelekî xurt di navbera netewebûn û wêje, ziman û hunerê de heye. Zimên wekî mifteya sereke ya yekitiya neteweyî pênase dikin. Wêjeyê jî wekî ku bi saya û riya zimên ji neteweyan re çîrokan dibêjin pênase dikin. Bêguman pênaseya Ewropiyan ne pênase û tesbîteke xelet û çewt e. Lê belê wekî ku ew pênase dikin ne têkiliyeke ji rêzê ye jî. Têkiliya ziman, wêje, huner û netewebûnê gelekî kûrtir e. Têkiliyeke dîrokî, felsefîk û zanistî bi hev re heye gelek caran, têkiliyeke mîtolojîk an jî fantastîk e.
Ji ber ku hemû netewe li cihekî dahatûya xwe li ser çîrok, destan, mît, xewn an jî xeyalekê ava dikin. Lehengên mîtolojîk û di destan û çîrokan de ku civak û netweyan bi pey xwe dixin mînaka herî xweş e ji bo vê yekê… Berhemên wêjeyî/hunerî di dirûvdayîn, guherîn û veguherîna bîra dîrokî de çiqasî bi bandor in em ji lehengên civakan ên mîtolojîk fêm dikin. Navgîna ku dike ew leheng bêhtir bi bandor bibe jî wêje bi xwe ye.
Heger em wêjeyê wekî kanonekê hildin dest, wê demê ew berhemên wêjeyî diyar dikin ku di bîra dîrokî ya civakan de çi wê cih bigire yan çi negire diyar dike. Ji ber vê yekê ye ku der barê civak an jî neteweyekê de were xwestin di çi ast û rewşê de ye, li ser çi ferasetê ye, berê xwe didin berhemên wêjeyî yên wê civakê. Wêjeyeke xurt tê wateya çandeke ku reh û şaxên xwe kûr berdaye, çandeke xurt tê wateya civakeke gelekî zexm… Deqên wêjeyî, berhemên antroplojiya wêjeyê ne. Em bi xwendina van berhemên antropolojîk hînî rabirdûya civakên beriya xwe dibin. Bi heman şêweyê jî nifşên siberojê jî ew ê bi xwendina berhemên îro yên antropolojiya wêjeyê hînî roja me bibin. Wêje, di avakirin û bidestxistina nasnameya civakî de jî xwedî risteke bingehîn e.
Bi awayekî din di avakirina civakê de jî bar- ekî giran û girîng hildide ser mil. Di veguherîn û nûjenkirina kevneşopiyê de ku bîra dîrokî ya civakan e wêje jî mîna gelek beşên din ên hunerî û zanistî bi xurtî beşdar dibe. Jixwe di rastiya xwe de çand anku bi awayê taybet “kevneşopî” zêmk û çavkaniya nasnameya civakan e. Ew nasname dike ku em wekî rengekî di nava rengên din de xweser û wekî hemûyan taybet bin. Lewma jî ji ber ku wêje ji dîrok û civakê nayê bidûrxistin di dirûvdayîna kevneşopiyê(çandê) de xwedî risteke gelekî girîng e. Di vê rola wêjeyê ya bîra dîrokî ya civakan de, hemû çeşnên wêjeyî li gorî rewşê derdikevin pêş û rista xwe pêk tînin. Di serdema klasîk de herî zêde helbest, paşê bi awayekî çîrok û herî dawîn jî romanê kiriye ku wêje rista xwe çêtir bîne cih.
Her çiqas roman çeşneke ku ji welatên rojavayî li cîhanê belav bûbe û bingeha romanê aciziya afirînerê wê ya ji civaka xwe ya bi keftûleft be jî roman di nûjenkirin û jinûveavakirina civakan de xwedî roleke sereke ye… Ew lehengên ku civakan dane pey wan di wan berheman anku di wan romanan de derketine pêşberî civakê û civak bi pey xwe xistine. Ji ber van xal û sedeman berhemên wêjeyî ji ber ku awêneya bîra dîrokî ya civakê ne, di avakirin û veguherîna kevneşopiyê de şahid in, belgeyên zindî yên dîrokî ne û bi lehengên xwe yên dîrokî, mîtolojîk û fantastîk naverok û feraseta xwe di nava civakê de didin belavkirin û pejirandin.
Azadiya Welat