1. Tekst

  2. Rewşenbîrî

  3. Amîda Kurd
  4. Bîrbirin karê mirovan e
Bîrbirin karê mirovan e,bîrbirin,karê,mirovan,e

Bîrbirin karê mirovan e

A+ A-

Bîrbirin karê mirovan e. Tişta ku em kirine însan-mirov bîrbirin e. Heke mirov bîra tiştekî nebe mirov jî heywanekî ji xwezayê ye.
    Dema Gramsci dibêje “hemû mirov rewşenbîr in, lê hemû jî di civakê de rol û erka rewşenbiriyê nadin ser milê xwe” [1] ji ber vê yekê rast dibêje. Yanî hemû mirov bîr dibin, hemû rewşenbîr in. Lê hemû mirov pêdiviyên rewşê bi cih naynin.
    Di her civakê de pirsgirêkên cuda hene. Çiqasî pirsgirêkên me û hinekî din bişubin hev jî, tu tiştek ne wekî hev e. Pirsgirêk çiqasî mezin bin, ji nav pirsgirêkan jî ewqas lehengên mezin derdikevin.
    Ev gotina klasîk dema tê cem “hemû mirov bîr dibin, lê tenê hinek mirov pêdiviyên rewşê bi cih tînin”, mirov fam dike ku ew leheng in yên ku pêdiviyên rewşê bi cih anîne.
    Niha em baş fam dikin ku çîrvanokên me her tim ji me re gotine “bibin rewşenbîr” ango “bibin leheng”.
    “Marek ketiye kaniya gund. Dibêje an hûn ê her roj mirovekî bidin min, an jî ez ê nehêlim av biherike. Li ser vê yekê her roj gundiyan ciwanek dane marê zîha. Rojekê xortekî şûrê xwe kişandiye û ketiye pişt kaniyê. Kengî ku mar serê xwe derxistiye ku ciwanê rojê bixwe, xortê min û te şûrê xwe yê duneçel li stuyê mar xistiye û kiriye du qetan.”
    Di vir de em dibînin hemû gundî bîra rewşê bidin. Lê ji tirsan, ji xafan û ji xofan newêrin li ser riya çareseriya rastî tiştekî bikin. Tenê roja xwe derbas dikin, ango teslîm dibin. Kesê ku hem bîra rewşê biriye hem jî şûrê xwe kişandiye li vir ji rewşenbîriyê wêdetir dibe leheng.
    Ji ber vê yekê car caran hinek kesan hewl dane ku bêjin “ka werin em herkesî rewşenbîr nehesibînin, em tenê ji yê leheng re bêjin rewşenbîr.” Lê ev ne rast e. Wekî ku Gramsci jî gotiye, hemû mirov bîra rewşê dibin, tenê heywan bîra rewşê nabin. Heywan li gor ajoyan tevdigerin.* * *

    Li welatekî bindest şerê azadiyê tê dayin. Ciwanên wan derketine serê çiyê, şerê gerîlatiyê dikin. Lê li hember artêşa dijmin nikarin bi ser bikevin. Çiqas rewşenbîr bin jî, çiqas leheng bin jî hêza wan têra dijmin nake. Li ser vê yekê komek gerîla dişînin welatekî din ji bo perwerdeyê. Li wir perwerdeyeke “baş” didin gerîlayên wan. Nîşanî wan didin ku çawa mirov kayê berdide ser riya trênê û çawa mirov trêna cebilxaneyê werdigerîne, dest datîne ser çekan.
    Gerîla vedigerin welatê xwe. Ji gundiyan re propaganda dikin. Gundiyek dibêje “heyrana çavên we me, çekên me sivik in, hûn nikarin bi van çekan zora dijmin bibin.” Gerîlayek dibêje “apê delal, qet meraq neke, me baş perwerde dîtiye. Em ê trêneke cebilxaneyê wergerînin û dest daynin ser gelek çekên giran.” Apê delal dibêje: “Ez bi gorî, li welatê me trên tune.”
    Ev çîroka ku wekî pêkeniyekê tê gotin û kes pê dikenin jî hinekî ji bo îfadekirina rewşa mirovan hatiye gotin.
    Her wekî vê pêkeniyê, heke hinek kes rabin û li gor Ewropa, Amerîka, Afrîka, Asya, Avustralya mînakan daynin ber me, pîvanên rewşenbîrî daynin ber me dê ne rast bikin. Hewildaneke wisa li welatê me û li gor pirsgirêkên ku em dijîn ne çare ye.
    Li welatê me pirsgirêk pir giran e. Em wekî rewşenbîrên sedsala 17'mîn û 18'mîn ên Ewropa nikarin bêjin “divê em dest ji kevneşopiyan berdin û bidin ser riya aqil û ramanê.” Ji ber ku pirsgirêka me girantir e:

  • Axek bûye çar parçe,
  • Welatekî dagirkirî li holê ye,
  • Zimanek bûye sê zaravayên mezin,
  • Li her parçeyekî tevgerên siyasî derketine holê û hevdu nagirin,
  • Dagirkeran li her parçeyekî bi awayekî polîtîka meşandine,
  • Ol, aborî û çek li aliyekî, asîmilasyoneke mezin jî tê meşandin,
  • Tevger û partiyên heyî ji bo neteweyê li dora zimanekî bidin ser hev tevnagerin,
  • Hersal bi milyonan ciwanên nû diçin dibistanên dagirkeran û dibin memûrên wan,
  • Çavên hinek dewletên dûreke li ser vê axê û dewlemendiyan heye, dixwazin me bi kar bînin,
  • Li herêmê dagirkerên me naxwazin em bi tu welatên dereke re hevkariyê bikin,
  • Gelê me wekî feqîr û dewlemendan bûne du parçe.


    Em kî bîra vê rewşê nabin ? Kî ji me ewqasî cahil e? Lê kî ji me li hember vê rewşê rabûye û tevgeriyaye?

  • Mele Mistefa Barzanî
  • Celal Talebanî
  • Mesûd Barzanî
  • Abdullah Ocalan


    Baş e rewşenbîrên me yên QAŞO û GOYA, li hember van 4 kesên herî dawî çiqasî bi hurmet in. Fermo!

  • Mele Mistefa Feodal bû, di hembêza Sovyet û Amerîka de jiyana xwe ji dest da.
  • Celal Talebanî cehş bû, dualî dilîze, rojekê li vî milî roja din li wî milî ye, birakujî kiriye.
  • Mesûd Barzanî mirovê Amerîka ye, bi dagirkeran re hevkarî kiriye, birakujî kiriye.
  • Abdullah Ocalan kemalîst e, di ergenekonê de ye, ajan e, teslîm bûye.


    Madem ku em hemû rewşenbîr in û madem ku em hemû bîra rewşê dibin, lê em li hember rewşê tevnagerin, nexwe em ne leheng in. Madem ku yên li hember rewşê rabûne li serê çol û çiyan bûne pêşmerge û gerîla, bûne leheng nexwe em çi ne? Madem ew leheng in, çima em çêra wan dikin, çima em her yekî dixin bin erdê? Çima em kesekî baş li ser rûyê erdê nahêlin? Çima heta nemrin qûna wan bi hinguv nabe?

* * *

    Wekî encam, kin û kurt. Kê dest bi nivîsandina kurdî kiribe xwe wekî rewşenbîr dibîne. Ez heyrana çavên we, zemanekî bi destpêka modernîtê re mirov bibûya bijîşk jî mirov dibû rewşenbîr. Li gor pirsgirêkên wê civakê çareyeke mezin ew bû. Şûrkişandin ew bû. Lê di nav civaka me de bi nivîsandina çend heb çîrok, helbest, roman, pexşan, gotar û hin wekî din mirov nikare bêje min şûr kişandiye. Ew ne lehengiyek e. Heta ku hêka helbestê û çîrokê were li qûna mirov bisekine, mirov nikare xwe bigire û bernede ser kaxezê. Qet û bîla ew ne lehengî ye.
    Rewşenbîrî ew e mirov li gor pirsgirêka esasî derkeve meydanê. Te divê bi şûr, te divê bi pênûsê. Qet ferq nake.


Gotinên miftehî :