1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Ezîzê Cewo
  4. CAREK A DINÊ LI SER PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ
CAREK A DINÊ LI SER PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ,carek,a,dinê,li,ser,pirsên,r,astnivîsîn,û,r,astaxavtinê

CAREK A DINÊ LI SER PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ

A+ A-

Van demên dawîyê di tora medîya civakî da li ser r’astnivîsîna wan p’eyvên k’urdî govtûgoyek vebûye, yên ku bi deng/tîpên ‘î’, ‘ê’, ‘û’ bi dawî dibin û di hevokê da, di r’êza p’eyvan da tên guhar’tin. Ev pirs, ên ku li wir tên govtûgokirin, mirov nikarie bi gotinekê wan bibersivêne. Lewra ku bingehên wan ji k’ûr û dûr tên. Û, ji bo wê jî, divê mirov hinekî ji dûr va destpê bike... Her çiqas em di gotarek a xwe da li ser wan pirsgirêkên di çarç’oveya r’astnivîsîna k’urdî da r’awestyabûn (binihêre: http://www.mezopotamya.gen.tr/rastnivsÎn-Û-rastaxavtin-ii-makale,726.html ), lê dîsa jî, wek ku tê xuyanê divê ev pirsgirêk ji nû va bê zelalkirin...

Pirs û pirsgirêkên zimanê k’urdî yên r’êzimanî di nava sedsalan da k’etine ser hev. Û yek ji sedemên van pirsgirêkan jî qedexeya ser zimanê k’urdî û înk’ara wî bûhye. Lê dîsa jî di van demên dawîyê da gelek lêk’olîner û pisporên zimên derk’etine holê. Lê pirsa hemû pirsan ew e, ku pir’anîya wan mirovan, ên ku pênûsê hiltînin û destûrê didin xwe, ku li ser zimanê k’urdî tiştekî binivîsin, hîç r’êzimaneke zimanekî jî nizanin. An jî ger bi nîvhero zimanekî dizanin jî, r’êzimana wî zimanî û ya k’urdî ji hev dûr in. Divê bê zanîn, ku zanebûna zimên û nivîsara bi wî hê nayê wat’eya pisporîya r’êzimanê... Di nav gelên cîhanê da nivîsk’ar (ç’îroknivîs û helbestvan), r’ojnameger û zanyarên din hene, yên ku pisporên warekî ne. Her çiqas ew di dibistanên navîn da p’erwerdaeya r’êzimanê derbazbûne, ango, bingehên seret’ayî yên r’êzimana xwe dizanin, lê dîsa jî, eger ew nivîsekê dinivîsin, berê xwe didin sazîyekê, li k’u pisporên zimên hene, û nivîsa wan sererast dikin...Ew jî înstîtûtên zimên, r’êdaktsîonên kovar û r’ojnameya, an jî weşangeh in.

Lê ya me, kî ji mala xwe r’adibe, eger hinekî zimanê k’urdî bizanibe û bikaribe bi kurdî binivîse, li ser zimên “lêk’olînan” dike... Û ji bo wê jî ne xwendevan, ne yê zane û ne jî yên nezan nikarin pisporên zimên û van “lêkolîneran” ji hev cuda bikin û bizanibin, k’a r’astî li k’u ye. Lewra jî di nav me da ewqas pirsên weha r’û didin. Ger di nav gelê me da p’erwerdeya zimanê dê hebûya, di dibistanên K’urdistanê da p’erwerde bi zimanê k’urdî bûya, sazî û dezgehên lêk’olînî û lêger’înî yên zimanê k’urdî hebûna, ku r’êzimanên k’urdî li ser lêger’înên zanistî bihatana amadekirin, wê demê, wê di wan r’êzimanan da di derbarê têgehên “r’astnivîsîn” û “r’astaxavtinê” da agahî û zanîn hebûna, û me jî dê bizanibûya, k’a divê p’eyvekê çawa binivîsin û çawa bixwînin.

Mînak, anegorî qanûnên r’astnivîsînê, divê p’ey di hemû cîyan da wisa bê nivîsîn, wek ku dema cuda tê nivîsaîn, wek: ‘bêrî’, ‘mirî’, ‘avahî’, ‘dê’, ‘r’ê’, ‘mî’, ‘mû’ û yên dinê. Ango, ev p’eyvana di nav hevokê da di nav çi çarç’oveyêda jî bên nivîsîn, çi p’arîn, zêder û daçek jî li wan zêde bibin, yek e, divê ew weke xwe bên nivîsîn. Lê dema xwendinê, ango, bilêvkirinê, dikare di bin bandora wan derdorên dengan da, ku ew tê da ne, ew bi şêwazekî din bên bilêvkirin (dengkirin). Ango em wan p’eyvan wek ku heye dinivîsin, lê dem wan dixwînin, an di nav axavtina zêndî da bikar tînin, ew şêwazê xwe diguhêr’in. Ji bo wê jî dema p’erwerdê divê şagirtan bi zanînên di derbarê r’astnivîsîn û r’astaxavtinê da bidine p’erwerdekirin. Divê şagirt bizanibe, ku p’eyv, wek ku heye, tê nivîsar, lê di dema axavtina zêndî da şêwazê dikare bê guhêr’tin.

Mînak:

tênnivîsîn:                                  tênxwendin:

 

bêrîyapêz                                    bêriyapêz

mirîyê goran                             miriyê goran

avahîyê bilind                            avahiyê bilind

r’ûyê sipî                                    riyê sipî

birûyênkevan                              biriyênkevan

nêrîyê kever                               nêriyê kever

mîyaneban                                 miyaneban

r’êyagund                                   riyagund

dêyadestdergûş                           diyadestdergûş.


Çima? Lewra ku, ger mirov wisa binivîse, wek ku dixwîne, an dip’eyve, wê demê p’eyv r’eng û şêwazê xwe yê xwezayî (wek p’eyv) winda dike, û nayê naskirin. Ji bilê wê jî dema vebijartina (analîza) hevokê, dê li şûna wan p’eyvên destpêkî çi derê holê? Helbet, şêwazên wan ê çewt û xarovajî bûyî, yê ku şagrt dê nikaribe nas bike. Weha li şûna p’eyvên: ‘bêrî’, ‘mirî’, ‘avahî’, ‘r’û’,‘birû’, ‘nêrî’, ‘mî’,‘r’ê’, ‘dê’ di axavtinê da ew p’eyvanan bi van şêwazan tên bilêvkirin: ‘bêri’, ‘miri’, ‘avahi’, ‘biri’, ‘nêri’, ‘mi’, ‘r’i’, ‘di’.

Ji bo wê jî divê dema p’erwerdeya zimanê dê, şagirtan r’a bê gotin, ku, qanûnên r’êzimanê yên ‘r’astnivîsîn’ û ‘r’astaxavtinê’ hene, ku p’eyv divê di hevokê da bi şûwazê xwe yê heyî bê nivîsîn, lê dema xwendinê, divê ew anegorî qanûnên gengguhêr’îyê bên xwendinê.

Divê bê zanîn, t’ucar nabe, ku p’eyvan wek ku di hevokê da tên bihîstin, binivîsin, lewra ku, wek ku me li jorê jî anî zimên, p’eyv şêwazên xwe yên xwezayî yên destpêkî dema xwendin û axavtinê diguhêr’in.

Ger zar’ok van qanûnan bizanibin, êdî t’u pirsgirêk dê nemînin û ev t’evlîhevî dê derneyên hilê. Di zimên da qanûnên wî yên hundur’în hene, û mirov divê wan qanûnan fêr bibe û wan bik’ar bîne. Divê bê zanîn, dema di derbarê t’aybetmendîyek a zimên da diaxivin, nabe, ku mirov bibêje, ku ev şêwaz maqûl e, şêwazê hanê – na! Maqûlî, an nemaqûlîya her şêwazekî t’enê anegorî qanûnên zimên ên hundur’în dibin. Wan qanûnan jî pisporên zimanzanîyê (r’êzimanê) nasdikin, bi şêwazî amade dikin û didine nasîn.

Ji bo me k’urdan êdî ji zûva dem pêr’a gihîştye, ku ji bo her zaravekî kurdî r’êzimanek a zanistî li ser bingehên destanînên zimanzanîya giştî bê amadekirin. Ev jî erk’a pisporên k’urd ên warê r’êzimanê û zimanzanîyê ye...