Cejna Zimanê Kurdî û Karesata Somayê
Em wekî gel şerê man û nemanê dikin, ji ber vê yekê jî şîn û şahiyên me di nav hev de derbas dibin. Wekî ku derd û kulên me ne besî me bin, îcar derd û kulên gelên îcar jî bi ser de tên. Her çiqas ew ji ber nezaniya xwe û ji ber bêwîjdaniya serdestên xwe kul û derdên me, êş û janên me ji xwe re dikin cejn û şahî jî em wekî gelê kurd êş û jana hemû gelan di dil û hinavên xwe de radibihîzin. Carinan li me wisa tê ku em êş û janên xwe (êş û janên ku ji ber zilm û zora dagirkeran pêk tên) ji bîr dikin û xema derd û kulên cîranên xwe dikêşin.
Ji ber çi ez van gotinan dikim? Helbet sedema wê diyar e. Hûn dizanin 14-15-16’ê gulanê ji sala 2006’an bi vir de wekî cejn û roşana zimanê kurdî tê pîrozkirin. Îsal jî amadekariyên pîrozkirina cejna zimanê kurdî li seranserî bakurê Kurdistanê û li gelek metropolên Tirkiyeyê berdewam dikir, ew xebera reş ji bajarê Manîsayê, navçeya Somayê hat. Bi sedan karkerên rejiyê di bin erdê de mabûn, gelekan ji wan jiyana xwe ji dest da.
Hikumetê ji ber şerma xwe rabû sê roj wekî rojên şînê daxuyandin, lê di rastiya xwe de tu şîn nekir, nehişt ku kesên din jî şînê bikin û vê qirkirinê şermezar bikin. Kesên ku ji bo şermezarkirinê daketin qadan bi êrîşên tund ên hêzên dewletê re rû bi rû man.
Lê belê gelê kurd bi dil û can beşdarî van çalakiyên şîngirêdanê bû. Ji ber vê rewşê çalakiyên pîrozbahiya cejna zimanê kurdî li gelek cihan hatin betalkirin. Me wekî Enstîtuya Kurdî amadekarî dikir da ku em cejnê bi şahiyekê pîroz bikin, lê ji ber vê karesatê me şahî betal kir. Li gelek cihên din jî heman tişt hatin kirin. Bo nimûne li Cizîrê mîhrîcan hate betalkirin, li Agiriyê xebatên hilbijartinê hatin rawestandin. Ji bo cejnê li sê cihan (Semsûr, Qoser û Silopiya) bernameya min hebû. Panela me ya li Qoserê ji ber vê rewşê hate betalkirin, li Semsûr û Silopiya jî panel nehatin betalkirin, lê şahî hatin betalkirin.
Em wekî gelekî bindest êş û jana hemû gelan di dil û hinavên xwe de radibihîzin, ev tiştekî asayî û însanî ye. Lê carinan bi min wisa tê ku em ji êş û janên xwe zêdetir, êş û janên gelên din dikêşin û wekî mînak her roj li Rojava şer gurtir dibe, bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin, li gelek bajarên Kurdistanê hêzên xwînxwar bombeyan diteqînin mirovên sivîl dikujin, lê em kêm caran çalakiyên xwe betal kirine, şîn girêdaye. Nemaze dema ku karesatek were serê gelê me yên li parçeyekî din, em wekî ku li welatekî din qewimîbe berê xwe didinê.
Hecî gelên cîran in, bi çavên neyaran li me dinêrin. Tê bîra me gelekan ku dema erdhej li Wanê çêbû, hinek xêrnexwazan kevir û ala tirkan şandin, hinekan digot, “Aqûbet li serê Amedê be!” Belê rast e, divê em tu caran neşibin dagirkeran, divê em bi tu awayî bêwîjdaniyeke wiha nekin, lê divê em ji bîr nekin ku zarokên me li kuçe û kolanên van bajaran tûşî êrîşên nîjanperestan dibin. Gelek mirov ji ber ku bi kurdî peyivîne dûçarî êrîşan bûne, hê jî dibin. Jibîrkirina hin tiştan kavikî û ehmeqî ye.
Hinek kes dibêjin, “Bi karesata Somayê diyar bû ku projeya HDP’ê çendî girîng e.” Helbet projeya HDP’ê projeyeke girîng e. Pêdivî bi partiyeke wiha helbet heye, lê kurd çendî karibin nasnameya xwe ya neteweyî û demokratîk bi awayekî xurt ava bikin, ew çend dikarin beşdariyeke xurt di vê projeyê de bikin. Ev kar bi kurdan tenê naçe sêrî. Evîna yekalî û platonîk hin caran mirovan kamil dike, wan digihîne asta evîna îlahî, hin caran çavên mirovan kor dike, wan dixe nav jiyaneke arabesk.
Bi kurtasî bi destekî çepik nayên kutan, ji bo têkiliyekê pesendkirina her du aliyan pêwîst e. Kurd divê pêşî bibin kurd, bi hêz û têkoşîna xwe hebûna xwe bi dost û dijminên xwe bidin pejirandin. Wekhevî û hevalbendî hingî çêdibe.