1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Cerdevaniya Nû Dibe Felsefeyek
Cerdevaniya Nû Dibe Felsefeyek,cerdevaniya,nû,dibe,felsefeyek

Cerdevaniya Nû Dibe Felsefeyek

A+ A-

Jan Dost bi Muhsin Kizilkaya re hevpeyvîn çêkiriye. Jan Dost ê romanûs û Muhsin Kizilkayayê wergera romana wî dike. Ma we çi hêvî dikir? Wekî din dê kî be? Sê-çar kes li hev civiyane, der û dora TRT 6.

Piştî min bihîstibû ku "Mîrname" ya Jan Dost li tirkî werdigere, bi gotarekê min behsa çewtiya vê yekê kiribû. (*) Jan Dost xuya ye ketiye nava tasewasan û dîsa şerja xwe li cem wergervanê xwe Muhsin Kizilkaya dagirtiye. Ji ber ku ji pêşî ve yê bi kaniya Mehmed Uzun de jehr danî aha ew bixwe bû. Ka rabin herin Botanê, berê xwe bidin gundekî cerdevanan, bê sedemê cerdevaniya xwe bi çi ve girêdidin! An jî miriyekî ku şipare li Þêx Seîd xistiye ji gorê rakin, bê sedema îxaneta xwe çawa tîne ziman. Yaho hema bila carekê xwediyê çewtiyekê bigota "weleh min çewtî kir, li min biborin."

Demek berê min video fîlmeke cerdevanan dît di Facebookê de, di ser cenazeyê gerîlayekî re sekinîne, lê bi rastî mecal di wan de nemaye. Hew tune ku bikevin binê erdê. Min nedîtiye, lê ev çend car in ku ez dibihîzim, ev ên me yên ku çûne TRT 6'ê, tê bêjî qey li Koçka Bavê rûniştine, ling li ser ling, qurre û heta tu bêjî fehş. Însan hinekî li ber xwe dikeve. Bi dehan cerdevanên ku ji şexsê min re gotine "me ji bo vî meaşî rahişt çekan, em nikarin dest jê berdin" ji van ên me yên TRT 6'ê gelekî rastir diaxivîn.

Kula di ser kulê re, tew min bihîst ku di civînekê de gotine "Van kesan pir êrîşî Mehmed Uzun jî dikirin. Lê piştre ew jî kirin sertac ji xwe re. Rojek dê were, rewşa me jî dê ji ya Mehmed Uzun ne cudatir be."

Heylo lo lo, hey lo lo!

- / -

Jan Dost jê dipirse ku hinek kes wergera li tirkî çewt dibînîn û ka gelo ew çi difikire. Muhsin Kizilkaya jî wiha bersivê dide:

"Ez wan samîmî na bînim. Ji bo ku bi xwe her tiştê wan bi tirkiye. Li mala xwe da bi tirkî dipeyvin, zarokên xwe dişînin mektebên tirka, diçin eskeriya tirka, bacê didin dewleta tirka. Dibin mamoste di mekteba da dersên tirkî didin zarokên kurda, li karxanên dewletê da dixebitin meaşê xwe distînin… welhasil heyata wan bîst û çar seetan bi tirkîye û paşê radibin dibêjin bila berhemên kurdî wernegirînin tirkî… ez ji vî mantiqî fahm nakim bila qusûra min nenêrin."

Ferz bikin ku em xerab in, em rast dibêjin lê çewt dikin. Ma ev ji bo wî dibe hincet?!

Îcar de werin û li vê bêbextiya mezin binihêrin.
Lo lo Muhsin, te Mîranê min nedîtiye. Ku hîn nû ketiye sala xwe ya çaran? Ez ji Mîran re behsa vê bêbextiya te nakim, heke na dê bi zimanê Dêrikiyan bersiva te bide û ez name dikarim curma wî bidim. Ne li mala min û ne li maleke malbata min tiştekî wisa tune. Ew yek...

Ez te ji pirêzên te nas dikim, pirêzên min jî li holê ne. Pirêzeyên wan mamosteyên kurdînûs Dilawer Zeraq, Rênas Jiyan, Lal Laleş, Mîran Janbar, Îrfan Amîda, Yaqob Tilermenî û yên din jî belî ye. Pirtûkên xwe û berhemên xwe bi kurdî dinivîsin û her yek ji wan xwediyê komek xwendevan e, ku digihîjin ser hev girseya kurdî îfade dikin. Tu bi kîjan cesaretî zimanê xwe lê dirêj dikî ez fam nakim.

Tabî ji te re ferq nake. Tu dibêjî "bila kurd bixwînin çi bi kurdî, çi bi tirkî." Ji te re her der teşt e. Lê tu jî dizanî hinek kurdên bêxîret ku kurdî hîn nabin, dema wergera tirkî hebe, bi hinceta ku berhema kurdan e û li ser kurdan e, dê bixwînin û ev jî dê bibe sedema ku bêxîretiya wan bidome û ew jî bibin parçeyekî asîmilasyonê, meqes li tayê navbera wan û zarokên wan bikeve.

Lo lo Muhsin tu ji min re vê bêje, heke te Mehmed Uzun wernegeranda tirkî, dê dostê wî yên hêja Þeyhmus Diken û Yaşar Kemal jî hewil nedana ku romanên wî bi kurdî bixwînin? Dê îro kurdiya Þeyhmus Diken jî bi xêra dostê wî yê delal ne çêtirbûya. Min bixwe roja berî salvegera koça Mehmed Uzun, yanî roja 10'ê mehê ji Þeyhmus Diken ev pirs kir. Wî got: "Heke tirkî tunebûna min ê kurdî bixwenda û dê îro kurdiya min cuda bûya." Birayê Mehmed Uzun jî li wir amade bû.

De îcar bi hezaran kurdên wekî wan û heta yên ku dikaribûn jî, hemûyan bi wergera te xwendin, hey malik nexerab. Îcar piştî vê pirêza xwe, tew tu şîretan li xelkê dikî! Sibe jî tê rabî bêjî "ev nijadperest in" ne wisa?! Wekî Jan Dost dipirse, hûn xwe ji wê rojê re amade dikin ne wisa!

Gelo roja 11'ê mehê, roja salvegera koça Mehmed Uzun, li Amedê dema tu çû ser gora wî, tê jê re got "Lo lo Mihemed me çi xwelî li serê vê kaniyê kir! Li pirtûkxaneyan kurdiya romanên te nemane, her kes pê ketiye yên tirkî difiroşin û dikirin, kes nema dizane ku tu romanûsekî kurdî bû û te ji bo romana kurdî ewqas tehb û ked da." Heke wijdan bi te re hebûya, tê ev jê re bigota.

Di ser de jî dibêje "ziman li malê tê parastin". Yanî wekî dewleta tirk ji me re dibêje "di mala xwe de bi kurdî biaxivin" û me di malê de teng dikin. Pirtûkên Mehmed Uzun jî herî pir di malan de bi tirkî tên xwendin, bi saya serê te. Û ev rexneya li ser malan, saziyan û çalakiyan jî rexneya wan kesan e ku te zimanê xwe dirêjî wan kiriye. Wan bi sedan caran nivîsandiye û heta bi siyasetmedarên wiha jî rexne kirine. Nivîsên min ên Amîda Kurd şahid in, wekî kevirên li nav erdan çikandî mayinde ne. Xwedo xwedo ku kesek ji min re bêje "mala Muhsun Kizilkaya bixwe jî bi tirkî diaxive". Tu were giyarê min û xwe êdî. Ku mal jî nemîne tê xwe di ku de biparêzî? Bi xwedê ez ê ji mitribekî xerabtir bikim.

Ev aliyê magazîn e. Ya rast wergerandina Mehmed Uzun operasyonek bû. Heke ne wisa bûya dê rewşa kurdî çêtirbûya. Li şûna ku 5 hezar kurd wî bi tirkî bixwînin, dê 500 kurdên din bi kurdî bixwenda. Û ev çêtir bû ji 5 hezar kurdên ku bi tirkî xwendin. Heke ev nijadperestî be, nexwe pîvan mîvan nema. Ji ber wê ev operasyonek bû, serkeftî bû. Ji wan tirê ku Mehmed Uzun mezin kirine. Lê sedema ku ew kir ew ji bin lingê wî kaş kirin û ji holê rakirin.

Jan Dost çavên xwe berdaye çi? Mîrname bi tirkî derkeve dê çi qezenc bike? Gelo Mîrnameya tirkî dê jê re rê li ber TRT 6'ê veke? Yaho dê zimanê tirkî çi qezenc bike? Tişta ez dizanim, tirk berhemên wisa li zimanên xwe werdigerînin ku tirkî tiştekî qezenc bike? Heke derdê Muhsin Kizilkaya firehkirin û dewlemendkirina tirkî ye, nexwe divê xwe bi awayekî din nîşan nede. Heke derdê wî valaderxistina nivîsandina kurdî ye, nexwe dîsa divê xwe cuda nîşan nede. Lê heke divê vî karî veşartî bike, wê demê tam karê xwe dike.

Wekî min got, werger ji derve ve nayê kirin. Bê kirin jî esaleta xwe temsîl nake. Werger divê ji hundir ve were kirin. Armanca wergerê çi ye? Mirov ji bo zimanê xwe dewlemend bike, ji bo mirov bihêle ku tiştên baş, çê û dewlemend bi zimanê mirov hebe, mirov ji zimanên din werdigerîne zimanê xwe û zimanê gelê mirov bi wê wergerê pêşve diçe. Ji bo mirov berhemekê wergerîne zimanê xwe, divê ew berhem li welatê xwe nav dabe. Tew tune be divê ewqasî girîng be ku zimanê mirov bê wergera wê kêm bimîne.

Li cîhanê bi hezaran berhemên wisa hene ku li kurdî nehatine wergerandin, ne wisa? Û pirsgirêka me ya bingehîn jî ev e, ne wisa? Lê em çi diaxivin? Bi saya serê van ên ku ez naxwazim êdî navekî li wan bikim, em hewl didin ku kurdî ji xerabkerên hundurîn biparêzin.

Berevajiyê vê, niha dema tirkek rabe ji kîs xwe ve berhemên tirkî li kurdî wergerîne, dê çiqasî bala xwendevanê kurd bikişîne? Ji ber ku kurd dê nexwazin her wergerê bixwînin û esil tişta ku divê wergere kurdî, ew tişt e ku xwendevanên kurdî lêdigerin.

Ji ber vê yekê çîroka Kizilkaya û wergeran tiştekî cuda ye, balkêş e û cihê şikê ye. Çima cihê şikê ye? Ji aliyê kalîte, pêdivî û aborî ve. Ev hersê pîvanên girîng in.

Pîvana Jan Dost çi ye? Ji kanaleke kurdî çûna kanaleke erebî? An kanalek xerab a erebî! Ji bo Azadiya Welat pîvana wî ew e ku "weşana Hitler e" ? Yanî tu xwediyê vê helwestê bî, berhema te bi tirkî derketiye çi ye, derneketiye çi ye? Ji te heye ku dê wekî Mehmed Uzun were firotin û nîqaşkirin. Mehmed Uzun tiştekî cuda bû. Çûna wî ya Ewropa û Îskandînavya, berhemên wî, êş û azara ku dîtibû û helbet rewşa kurdî.

Aha waye Þam û waye mişar. Bi van hevalan re cihê tu bigihêjê aha ev e.

Ev heqaretek mezin e li Mehmed Uzun. Ma Mehmed Uzun reviya çû siwêdê an çû saziyeke dewletê? Ma Mehmed Uzun kîjan rojê êrîşî hêzeke kurdperwer kir? Bîrbir bû.

- / -
 

Hin nivîskarên kurd, piştî ku berhemên wan bi tirkî hatine weşandin, ji ber ku rexnegirên tirk ew "lînç" nekirine, dibêjin qey ji Nobelê re hindik maye. Ji wan re jî Þam û mişar nêzîk in. Fermo wergerînin îngilîzî, almanî, frensî, rûsî, çînî û almanî ! Ne wisa be evînên platonîk ên ji bo Nobelê bi kêrî du quriş û nîvan nayê. Evîna Nobelê hinekî bi wergerên biyanî, piştî ku pirtûk derket ser mêzînê dibe evîneke dualî.

Welhasil ez bi heyrana wî mirovî ku heta dawiya jiyana xwe, tevî hemû guherîn û pêşketinên xwe her dem îdealên xwe derdixe pêş û ji bo gelê xwe destê xwe dirêjî stêrkên asîmanan dike. Ji bo min her çîrokek Dilawer Zeraq, her helbestek Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan û Îrfan Amîda yek ji wan stêrkan e, kî bi zimanê xwe bawer e fermo bila wergerîne zimanên ewropî. Pêşî van madalyonên li ser sînga kurdî wergerînin zimanên cîhanî. Sînorbezandina kurdî ev e. Werger ne ew e ku mirov here di kozika hember keve û xwendevanê kurdî bikuje!

* Jan Dost Çawa Xapandin ?


Gotinên miftehî :