Civak kesekî, kes civakê azad dike
Sibe Newroz e li Amedê, dê bi sed hezaran kes biherikin Qada Newrozê.
Îro gelek peyam hatin weşandin. Behsa “Newroza Fînalê” û “Sala Fînalê” hate kirin. Berî niha 16 salan navê “Sala Fînalê” li 2005'an hatibû danîn. Lê wê demê Tevgera Kurd piştî salên serhildanê bi tevlêbûneke mezin re rû bi rû bû û asta şoreşgerên perwerdekirî qet ne wekî îro bû. Tevgera Kurd îro bêhtir bi tecrûbe û ezmûna xwe ya 33 salan di çavên cîhanê de ye.
Berevajî Tûnis, Misir, Yemen, Lîbya, Sûrî û heta Îranê îro çavên DYE û Ewropa li ser Tirkiyeyê û Tevgera Kurd e. Ji ber ku ew hemû di kontolê de ne û tiştekî zêde jê bitirsin tune, tenê ev der wekî “Kuleka Tarî” ya ku dikare dora xwe hemûyî bikişîne hundir xwe, xetere dibînin.
Gelo kurd rewşê çawa dinirxînin?
Li kolanên Newrozê îro dîsa sloganên herî tûj hebûn. Peyama herî balkêş jî der barê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan de bû. Li ser navê KCK'ê hate gotin ku azadiya Ocalan tê armanckirin. Yanî ji sibe û pê ve dikare rewşa Ocalan têkeve navenda rojevê.
Hinek kurd û tirk jî di vê nêvekê de dinivîsin ku kurd çewtiyek polîtîk dikin û li şûna daxwazên yasayî û guhertinên objektîf rewşê dixitimînin. Ew tînin ziman ku tu hêz niha nikare rewşa Ocalan biguherîne û ji lew re kurd divê hêza xwe kanalîzeyî ser daxwazeke objektîf û mimkûn bike.
Hinek jî, vê daxwaza kurdan yekcar ji dervê aqil û îzanê dinirxînin. Û tînin ziman ku Ocalan her tiştî di şexsiyeta xwe de dixitimîne.
Ji ber ku ji sibe û pê ve ev mijar dê bêhtir derkeve pêş, divê bi alî û ber were nirxandin.
Berî her tiştî, mijar di vir de “azadî” ye. Hem tişta ku ji bo Ocalan tê daxwazkirin “azadî” ye, hem jî tişta ku ji bo gelê kurd pêwist tê dîtin û her kes qebûl dike “azadî” ye. Pirsgirêk li ser wê ye ku kîjan pêşîn e.
Di dîrokê de rola lîderan pir girîng e. Ji girîngiyê wêdetir, her tiştî belî dike. Mirov dikare bêje ku hemû azadiyên ku civakan bi dest xistine heta niha bi serhildan û berxwedanên civakan pê hatine û bi giştî şoreş in. Şoreşa li hember koletiyê, ya li hember feodalîzmê û ya li hember kapîtalîzmê. Îro jî şoreşên ji bo demokrasiyê.
Di van serhildan, berxwedan û şoreşan hemûyan de lîderek heye. Bê lîder tu caran civakan serî hilnedaye. Jixwe heta ku belî nebûye dê bidin pey kê, tu caran ranebûne ser xwe. Tenê niha em serhildanên wekî Tûnis, Misir, Lîbya dibînin ku serok û lîder ne belî ne. Di van serhildanan de jî ji niha ve divê mirov bêje ku destkeftiyên gel jî ne belî ne û hemû tiştên ku wekî deskeftî tên nirxandin sibe dibe ku wekî xapandinekê bên famkirin.
Di dîrokê de tiştek çawa bûbe îro jî ne mecbûr e ku wisa bibe. Her tişt diguhere, ev jî dikare biguhere. Lê ev guhertin ji nişka ve nabe û civak heta ku pêwistiya wê pê hebe, dê ji xwe re bide pey lîderê xwe.
Ji ber ku azadiya civakan ne karê civakan e. Ev jî ji ber wê ye ku civak ne homojen in. Çepgîr, rastgir û di navbera her duyan de jî gelek çîn û kom û nijad hene. Îro teknolojî û mejî bêhtir derfetê dide ku civak bi serê xwe van pirsgirêkan binirxîne û bigihîje biryarekê. Lê dîsa nehatiye wê astê ku biryara herî dawî bigire. Xweza dê mirovî bîne wê astê jî û teknolojî dê rolek girînd di vê pêşketinê de bigire.
Azadiya civakan ji aliyekî ve rûhî ye, ji aliyê din ve mijarek îdeolojîk e. Berevajî îdiayên ku tên kirin, îdeolojiyan girîngiya xwe winda nekirine û pêdiviya civakan hîn di asta herî bilind de pê heye û belkî heta dawiya dîrokê jî pê bimîne. Heta ku azadiya civakan girêdayî van xalan be, lîder dê girîngiya hebûna xwe biparêzin.
Pirsgirêk çiqasî giran bû berfireh bin, dê serok û lîder jî ewqasî giran bin û ne ji rêzê bin. Her ku civak ji alî mejî û ramanê ve pêşve biçe jî, dê asta lîderiyê ewqasî bilindtir bibe.
Lîder bi vê asta xwe di dîrokê de civak gihandine azadiyê. Piştî wan azadiyek zêdetir bûye pêdivî, lê îcar dîsa pergala heyî bûye asteng, dîsa pirsgirêk kûr bûye û dîsa lîderek derketiye holê û civak birêxistin kiriye, pêşengî kiriye û azadiya ku tê xwestin aniye. Yasayên civakê, heta yasayên xwezayê bi vî rengî pêşve çûne.
Îro jî, civak ji bo azadiya xwe dikare di 24 saetan de azadiya kesekî bide û ew kes jî dikare civakekê bigihîne azadiyê. Her kes rola xwe bi vî rengî dilîze û heta ku xweza yasayên xwe bi vî rengî bihûne, ew kes û kûsên wekî din ku cuda dibêjin ji xwe re pûş dikutin, ji wî pûşî jî tu tene dernakeve, hatinek çênabe.
Newroza 2011'an jî pîroz be